Birçî

 

þtehir Karakaya

Werger: Bager

 

E z birçîbûm.

Tunebû bêrîka min de quruþekî ku pê simît bistînim. Di baxçekî zarokan de, bi lingê bê qidûm, meþîyam carekê li vî serî, carekê li serîyê dinê. Zikê min ji birçîbûnê xule xul dikir.

Roj, roja înê.

Derbas dibûn bi lez, mirovên lezgîn, hinek bi alîyê mizgeftan diçûn, hinek jî di rêya xwe de, xema wan nebûm. Azana înê hûr-hûr belav dibû li kuçan. Jin û qîzên xelkê li min mêze di kirin. Destekî min bêrîka min de, destê dinê ezman paqij dikir. Di baxçe zarokan de çavê min li ser mirovên ku simît difirotin leyîst, paþê firîyan çûn bal ufqa rojhelatîyê, û xumam ketnê.

Xelas nebû hundirê min de azan, bi deqîqan dom kir, dîsa beden û canê min huþ nekir, min þîyar nekir, cemeda nava min neheland. Min got qey ji min re dibêje: were...wenda be… biþkê… bihele… çi got û got, bila wisa bêje.

Nihêrîm ku nivîskarê mezin Knut Hamsun li parkê rûniþtîye. Rû û sinbêlên wî hemû bûne sipîçîl. Bi çavekî tarî mêze dikir, awurekî nepaqij, didanên wî lêvan dikirmitand. Mabû çerm û hestî. Jê re hundirê xwe de didime deng û dibêjim: Hey Knut! Çi bûye bi te weha! Te bêxwedî hîþtine, çima pîreka ixtîyar mirîye? Çi dixwazî? Destê te de çîye ew? Çima paþpê dinêrî?

Piþtê ku min evan got, nivîskar li ber çavên min bû mij, wenda bû, helîya, xelas bû, goþtê wî çû, hestîyê wî ma. Ez jî hatme ser hemdê xwe.

Keçikek ciwan min dît. Mîna ku min bixwe dîsa dinêre, çavên wê gir û vekirî. Ser milan re mêze dikim zerik, pêþberîyê de mêze dikim esmer e. Hey Knut! Tu birçîyî?

Birçî me.

Roj kiþîya nava xwe, tîrêjên wê nava enîya min de, min lerizand. Dengê xumexuma deryayê bilind bû. Qaqlîbazekê qêjîn kir. “A a!” got keçikê. Bi porek dirêj, ser-guhê wî qirêj, pozek tûj, rûyek deq deqî lawikê ciwan, bi kenekî jixweçûyî, mîna ku firîya hat û xwe li sitûyê keçikê da.

Ah dram û melodraman!

Þadimanî û ji hev heskirî!

Bi nostaljî.

Xaînan! Zemanê li hev þabûnê ye qey? Nivîskarê nemir Knut Hamsun heta vira bo me were, û hûn rabin hêla nifþên þêstûheyþtan bidomînin. Li kû ma hîppîtî? Kevin nabe qey argumanên we? Rojaneyên we nabin kevin? Çima nadin pereyê simîtekî? Em jî pîrekekî acûze bikujin bibine mîna Raskolnîkov paþê? Wey xaînan!

Meydana arê ye yan meydana hespa ye!

Wapor bi dengekî hezîn li tûtikê da. Mîna ku ji xew þîyar bû Hamsun, ber bi behrê çû biþewþ. Di behrê de, yan qaqlîbaz de, yan jî di çavên min de wî berze kir, çawa bû? Bi wendakirinek wisa! Ez li piþta xwe nefetilîm û nenihêrîm.

Girîyê lawikê piçûk, ku simît dîtin, dirêj kir destên xwe, dîya wî pozê wî yê hilîlk paqij kir; “ziqqûm bixwî” got û wî azar kir, “em naçin malê niha? Televizyonê doh çi digot? Xwarin û vexwarinên ku li der tên firotin nexwin, hûnê nexweþ bikevin, diktor ya!”

Apê diktor? Ha!

Diktor çi dizane lo! Di umrê xwe de qey wî simît nexwarîye? Nankor e însan. Baþ e ewî dîploma xwe ya diktorî bi çi sitendîye? Bi beqlewe û bi borekan? Rezîl… çawa jî rezîl!

Lawikê simîtfiroþ simîtekî dirêj kir ji gede re, çavên wî bejna dayîka gede hembêz kir. “Bidime te jî xaltîk?” got.

Xaltîk! Xaltîka çi? E dibêjim tu evî xwuþka hanê çend salî dihesibînî, ku dibêjî xaltîk? Xaîn. Dijminên jina! Dijminên salan! Kurê min, li xwe binêre carek, salên te Xweda dizane ya, zor zor bîst dide nîþan, lêhema deh salî jî tuneyî. Xwuþka ku hê negihêþtîye sîyan re çawa dibêjî xaltîk? Dîya te ye xaltîk! Te zanî!

Mor bû asîman.

Masî kete þewkê.

Wapor bi rê ket.

Danî ser kefên behrê qaqlîbaz, firîya, dîsa danî, dîsa firî, qefiland rizqê xwe.

Keçik, gihaþte yara xwe.

Lawik, simîta xwe.

Dayîk, xiyalên xwe.

Simîtfiroþ, pereyê xwe.

Camî, cemaeta xwe.

Behr, pêlên xwe.

Knut Hamsun, çû zemanê xwe.

Zarok belav bûn li parka leyiztandinê, ku zîla dibistana wan lêxist. Qîzek piçûk ku qurdela wî sipî bû, nêzikên min bû û got: “Mamo ka li min mêzeke?”

Ez fetilîm lê:

“Hezar banqeotê te yê hûr heye?”

Ez li der dorê xwe gerîyam, þaþ bûm. Hezar panot ha! Destê xwe min bir berîka xwe, li hevda. Berîka þalê, paþê yên sakoyê, paþê dîsa yên þalê, heta yên îþlikê...

Ha! Tune xanima piçûk. Perê minê hûr nîne!

Hiiii hiii.....

Qîzika piçûk kenîya. Du diranên wê yê pêþî ketine, zimanê wê yê sor xwuya kir.

Çima dikenî yahu! Min jê re gotîye ya xanima piçûk, bona vê gotinê dikene meger. Xweþê wê ya çûye.

Min piþta xwe da wê. Çavên min hêstir tije bûn, hema li kelogirînê me. Min dît ku yek milê min kaþ dike. A a! Ev keçika piçûk a hêja. Du simît sitendîye.

Ez heyranim ji sixurmeyên piçûkan.

Yek ji min re, yek ji xwe re...