Nûbihar-name

 

Ayhan Geverî

ayhangeveri@gmail.com

 

Piþtî sedhejmarîya Nûbiharê û ji bo sêsedsalîya Ehmedê Xanî

 

Kakecan,

Va ye dîsa li min þev e.

Dîsa li ber banga sibê me ku þev û leyl li ber min hêdî hêdî diçe...

Dîsa di dest min de qelemê min, li ser kaxeza spî, reþ-rêzikan dirêjim...

Dîsa di bin barana hevok û cumleyên xweþtirîn û þirîntirîn zimanê kurdî de me...

Dîsa Melayê min li ser rûyê xwe yê nûranî di odeya min ya geþ de îlhamê dide min...

Dizanî Kakecan, min rojekê hejmara Nûbiharê ya 62yê ji te xwestibû, wêca vaye, min bergê hejmara 62yê jêvekirî û kirîye lewhe û çarçove ku Melayê min li ser, anko Pîrê Eþqê Mela Ehmedê Cizîrî...

Belê Silêman Abê, di þevek bêdeng de dîsa hemû kelîme û gotinên min kom bûn, jixwe Melê jî li min dinêre...

Lê Kakecan, bila dîsa þev be, bila dîsa leyl be...

Bila di dilê min û dilê Melayê min de xem û kul û kovan hebin...

Bila ez ji sohbeta te mehrûm û ji mala xwe Nûbiharê dûr bim... Bila ku êdî ez bo Selaheddîn Abê strana “Xezal Xezal”ê nevekim û bi dengê Þivan dilê wî û dilê me ber Sîpanê Xelatê nebim, bila dengê “Derwêþê Evdî” negehînime te û tu pê keyfxweþ nebî... Kak, bi punhan û nîhanbûna gotinên xwe yên xweþ li min xwe eyan neke...

Bila ez ji Stenbolê dûr û di nava êþê de bim, bila ez tam di nava dilê Kurdistanê de bim...

Bila gotinên min biþibine gotinên þairokê nivîskarê Leylnameyê...

Bila...

Lê Kakecan,

Îþev ez behsa êþ û jan û xem û xîyalan nakim... Îþev behsa keyfxweþî, serfirazî û serbilindîyê ye behsa nameya min...

Îþev li esmanî stêrkên geþ hemû civîyane, heyv jî çardeþevî ye îþev...

Vaye îþev Seydayê Xanî di gor û merqeda xwe de cejn û eydan pîroz dike. Pîrozbahîyên milyaketan qebûl dike... ku ne sahibrewac lê piçûkên Kurmancan li dor Seyda cemabûne...

Îþev sersalîya eþq û evînê ye. Îþev sersalî û newroz e Kakecan, ku destebirayên eþqa dilê min Memo û Tajdîn kiras-fîstan li xwe kirî û bi destûra Hezretî Xanî ber bi þahîya newroza Cizîra wan herdu çavxezalên nêçîrvan ve diçin. Îþev þeva newrozê ye ku Zînê û Stîyê li xwe þalûþepik girêday qey ku ew du piling nînin du qehremanên mala Barzan in...

Îþev di newrozê de ew herçar aþiq ji bo îþaret û remzê, gustîlên hevûdu nadin hevûdu. Ji bo îlana eþqa xwe ber bi guhê Zînê ve Memo þiirek ji þiirên Sabah Kara dixwûne, ji rûpelên kovarek pîroz di vê þeva pîroz de...

Ew aþiq bizanî bî hejmarên Nûbiharê didin hev Kakecan, ku êdî gava Mîrê Cizîrê diçe nêçîr û ravan, Memo û Zînê li Nûbiharê hevûdu dibînin. Ax hevdîtin û wusleta wan herdu aþiqan li Nûbiharê çi þahîyek mezin dide sernivîserê Nûbiharê Ehmedê Xanî... Seyda çi serfiraz û dilxweþ e ku dizane li vî warê kurdewar de Bekoyê Ewan tenê dergevan û nobedarê kurdîya þirîn û evîna kurdî ye...

Îþev di þevbêrkên dengbêj û aþiqan de, stran û kilamên xem û xîyalan qedexe ne. Îþev dengbêj û stranbêjê xemê Tehsîn Taha jî stranên þahî û dîlanan dibêjît... Par min zîyareta wî kiribû ku di hewþa gorê wî de çar baxçeyên temsîla çar parçeyên welatê wî min dîtibûn. Ax îþev Tehsîn Teha di gorê xwe de rehet dinive ku îþev herçar parçe bûne yek...

Ev þev þeva pesn û medh û fexr û pîrozbahîyan e.

Lewra evþev sersala sedsala kurdan e ku sedsalî û sedhejmarîya Nûbiharê ye... Bila jî sêsedsalîya koça Seydayê Xanî bit jî, lê sedsalîya Nûbiharê... Ka lê binêre kekêcan Seyda bersiv û cewaban dide: “Lewra ku dema ji xeybê fek bû/Tarîx hezar û þêst û yek bû”..

Kakegîyanim ka were em jî li ser adet û toreyê Xanî em hesab û kitab û ebcedan bikin û tarîxan bi tarîxan hejmaran bi hejmaran bigehînin û girêbidin.. Ka sedsalîya Nûbihara me em bi sêsedsalîya îrtihala sernivîserê Nûbihara me ve girêbidin..

Dizanî kakecan, Mela dîsa awirek heybet-piling li min da ku dibêje “ka xwezî min jî di hejmara sedê de xezelek xwe neþir kiriba û Selmaya þekerrîz li min biþirîya û min ew di feslê Nûbiharê de vegotiba...”

Lê jê re dibêjim: “Xemgîn nebe, mesrûr be ku îro Medreseya Sor li ser pîyan e. Medreseya Sor li Cizîrê bû di sedsala þiira kurdî, di dewrê Mela de ey Pîrê Eþqê... Lê îro li Stenbolê ye Medreseya Nûbiharê ya ku kesk û sor û zer... Feqîyên te li ser Dîwana te dewran dibin dewran dikin û dikin meþkê...”

Dizanim dibêjî ma tenê Medreseya Sor..?

Kekêcan!

Silêman abê!

Ne ji Zîn û Selmaya min, ne ji Leylaya min xeberek heye di vê þeva newbaharê de...

Dengê pêl û sîpelên Behra Wanê jî nagehine min.

Di tenêtîyek munzewî de ligel find û þemalê dikevime hesbîhalê...

Herê dîsa di hucreya xwe de. Wek Feqî, di hucreya medresê, Medresa Sor.

Ax Kakecan,

Dizanî îro (îþev) Melayê min di Nûbiharê de (belê di Medreseya Sor de, jixwe ma medreseya me jî, Nûbihara me jî ne sor e?) bûye muderris û bo me þerhê derdê dilê xwe dike, di destê wî de cam û qedeh, di destên me de Dîwan û midad û qelem..! Xamiþ û haþîye û derkenaran dinivîsim li dor xezelên Seyda...

“Newbahara nû-resîde, di feslê biharê de, sorgula nû-þikofte û biþkivî, cama di dest dilên meyhoþ de, ligel bextê me yê mislê felekê serxweþ û sekran, dewrek ji dewra Saqî...” digel rûyê xwe yê nûranî, semawî û sewdaî...

Herê kakecan dibînî ku qelem û dilê me li ser xemê hespê kihêl û rewan û gavsivik e lê li ser þadî û þahîyê wek bilbilê birîndar e wek goyîn dinale. Li ser dilþadîyê evqas bihêz û quwet e.

Her þad û bextewar bî ligel warê me yê kurdewar...n

Gever-Wan / Newbahar-Nîsan