|
Nanê tisî
R. Karakaya
Tahma wî nanê tisî naçê ji bîra min. Nanê tisî lê cardin jî jibîr nakim. Çel sal berê, em li Þaxik a Wanê wexta biharê berf dihelîya, em derdiketin serê çîyan. Cîyê ku erd dixwîya bi kêf rudiniþtin. Me ji tûrikê xwe nanê xwe derdixist, bi kêfeke mezin dixwar. Her bihar ev karê han, nava me zarokan de þayîyeke pir mezin bû. Ma çima þayî nebe ev karê han? Þeþ meh her der du-sê metro bin berfê de dima. Erd berf, xanî berf, dar berf, çîya berf, zinar berf, newal berf, kuçe berf, rê berf… Ji destê kê tê, ku ji ber vî halî dîn nebe?.. Qet mumkin e? Çar salê min li Þaxikê bi wî karî derbas bû. Em seba bihusteke reþayîyê, bi hesreteke mezin derdiketin pala çîyan. Me hinekî penîr dixiste nava nanê xwe, diketine rê... Tahma nanê tisî, germa rojê û bi metroyan berf, çend saetek baya jî me ji bin giranîya zivistanê xelas dikir. Helandina berfê, mizgîna biharê dida jîyanê. Ew kêfxweþîyeke pir hêja bû… Tahma nan, wextê nû ji tendûrê hildidan, nayê gotinê… Navê de penîr hebûya, ser de rûn hebûya, em ji kêfan difirîyan. Li Hewaga Rihayê, sibê zû zarokan ji firinê nanê germ difirotin. Gundî her sibê zû dihatine bajêr. Yexut seba çûyina Rihayê dihatine Hewagê… Zarok, di sepetên wan de tijî nanê germ, li derdorê wan dizîvirîyan. Heya ji wan dihat bang dikirin: – Nanê germ, xalo nanê germ. – Were xwarzî sê heban bide min, çar heban bide min… Hima li pîya nanê tisî dikirine etor, çar-pênc gezan de nanê xwe dixwarin… Tahma nanê Rihayê jî pênce sal e hê di bîra min de ye. Ev nanê germ yê firina ne… Tahma nanê sêlê bila qet neyê bîra me… Ewana êdî zemanekî pir dûr de mane… Zaroktîya me de, li gundan, li bajarên welat de jî nanê sêlê dipijandin. Deh sal e min nanê sêlê nexwarîye... Nanê sêlê, xasê nanan e, þahê nanan e... *** Bihara 1968an de, em li Samandaga Hatayê, ketine rêya Çîyayê Keçel… Ev çîya, sînorê Tirkîye û Sûrîyê de ye. Li ber Behra Sipî, bilind dibe… Ez hevalê xwe Ahmed Coþkun, me sê-çar heb nan ji firinê sitand. Û berê xwe da Çîyayê Keçel… Em bi lez ji nava xanîyên bajêr derketin. Ser pira Çemê Asî re derbas bûn…Hêdî hêdî hilkiþîyan rexê Çîyayê Keçel… Bi saetan kaþ û newalan de derbas bûn, dîsa negihaþtin Çîyayê Keçel… Em çiqas diçûne alîyê wê, ew ewqas ji me dûr diket... Bilindîya wî hê jî zêdetir dibû…Kaþ û newalên wî, her ku diçû tirs diavête nava dilê me… Nêzîka esrê me xwe gihande gundekî…Taqet êdî di çokên me de nema bû… Li ber zevîyekî sekinîn. Gundîyekî cot dikir... Me silav dayê, cîyê xwe de rûniþtin… Em pir tî jî bibûn… Erê, me qesta derketina serê Çîyayê Keçel kiribû lê tu tedbîrên me tunebûn. Ji nanê tisî pê ve. Me nanê xwe derxist, bi hesret gez kir… Lê devê me ji tîbûnê ziha bibû. Me rê de tu kanî nedîn ku av vexwun… Jixwe me seba avê qesta gundîyê nava zevîyê de kir… – Qewet be xalo…Çend saet e em rê de ne. Pir tî bûne. Rê de jî me tu kanî nedîtin… Xêra xwe hinekî ava te ku heye, dikarî bidî me… Ew gundîyê ku me bi germayî da rûniþtandin, cîyê xwe de çilmisî. Kete tengasîyeke mezin. Zimanê wî li hev ket. Dixwest xeberde lê zimanê wî hate girtin. Nikarîbû tu bersivekî bide me. Me jî pêþîyê tu tiþtekî fêm nekir… – Li qisûrê nenêrin ava min a vexwarinê tune ye… Ez jî pir tî me… Ava min jî xelas bû… Li van deran jî kanîyeke nêzîk tune ye. Hûn çawa bêtedbîr hatine van deran… Meriv qet bêav dikeve van rêyan… Ku nîyeta me jî hîn bû… Zêdetir mehcûp bû û got: – We eqlê xwe xwarîye. Meriv qet rojekê de dikare derkeve ser Çîyayê Keçel. Hûn rojekê nesekinin jî, nikarin derkevin ser serê wî… Bêav û bênan… Ji wir û wê de jî neçin wê ji we re baþ be… Mimkune ku tiþtekî nebaþ jî were serê we… Însanekî dilgerm bû…Xeberdanên wî kete serê me… Lê çavê me herduyan jî li kûzê wî bû. Me hundirê xwe de weha got: – Ava wî hindik e, loma nade me… Tîbûnê eqlê me ji serê me biribû… Em mecbûr bûn qurtikek be jî av vexwin… Me çav berda kûzê wî û pirsî: – Di wî kûzî de ma av tune ye… Piçekî be jî bide, em lêvên xwe þil bikin… – Kekê minê delal… Ez zanim hûn ji tîbûnê, ji taqetê ketine… Min qêmiþî we nekir ava xwe nîþanî we bikim… Ku dilê we digre kerem kin, wî kûzî heya binî vexwun… – Kûzik anî da ber me…Me herduyan bi hev re li hundirê kûzik nihêrî… Aveke herîya sor tê de hebû… Me mehcûp mehcûp serê xwe rakir…Çavê me kete çavê hev… Ew gundîyê delal, qêmîþ nekiribû wê avê îkramî mêvanê xwe bike... Li tu rê nemabû… Me kûz bi dîqet rakir, lêvên xwe þil kir. Bêdil be jî me çend qurtik jê vexwar. Paþê ketin ser nanê tisî…Qet nepirsin tahma wî nanê tisî çiqas xweþ bû. Alîkî de Behra Sipî, li ber wî Çemê Asî û delta wî… Heya çav dibîne bax û baxçên portaqalan, lîmonan, mandalînan… Me zikê xwe bi nanê tisî têr kir. Bi lez zivirîyan bajêr… Xwedê kir em rastî wî gundîyê delal hatin… Nivê þevê li ser wan çîyan emê tî û birçî perîþan bûna.. *** Nanê tisî çima hate bîra min, pêncî û heft sal paþê?.. Rojekê seba karê Nûbiharê ez û kekê Ali dixebitîn. Gerek me ji bo sibetira dinê ew kar xelas bikira. Bû êvara dereng hê em dixebitîn. Me nivîsê xwe nîþanî hew dikir. Bi hev re dixwend… Kêmasîyên xwe bi hev re temam dikir. Her yekî me di nava karê xwe de winda bibûn… Wext kete derengîyê. Me qet vexwarin neanîbû bîra xwe… Em herdu jî birçî bibûn… Li me kêfa xwe xerab nekir. Hindik mabû kekê Silêman ji derva bihata… Me telefonî wî kir seba xwarinê. Ewî mitleqa wê ji me re xwarineke baþ bianîya… Ji birçîna me xeyala wê xwarinê dikir… Min digot, Ali guhdarî dikir. Ewî digot, av bi devê min diket. – Gavekî dinê kekê Silêman yê were, zîyafeteke mezin bide me… Ma em herdu jî paleyên wî ninin?.. – Ez zanim kekê min, niha li cem kebapçîkî ye… Ji me re kebap distîne…Him þêrînahî jî li cem heye. – Hadê em çayekê bidine ser, li ber kekê em mehcûb nebin. – Ka bila were, çay tu tiþtek nine… Em pêþîyê zikê xwe têr kin, çay pênc deqan de dikele… – Dengê pêyên kekê tê…Bîna kebaban tê pozê min…Him jî bîna goþtê pezê Serhedê. – Na eva bîna goþtê pezê Zozanê Bilîcanê ye. – Nexêr, bîna goþtê pez û dewarê Wanê tê. – Ez îsota Rihayê ji dixwazim. Zanim kekê min, yê wî jî bîne… – Kunefa bi germî jî pirr bi lezzet e, ha… Saet bû heft, kekê me nehat. Bû heyþt kekê me tune. Bû neh kekê me nexwuya… Ez zanim derengîya wî ji bo çîye. Vê saetê xwaringeh hemî pir qelebalix in… Saet bû neh û nîv… Kekê me li derî xist. Em herdu bi hev re çûne pêþîya wî. Me bi hev re derî jê re vekir. Belê, kekê destvala nehatibû. Turikê wî di destê wî de bû û bîna nanê germ jê difûrîya. Sê heb nanê germ ji turikê wî derket… Erê tenê nan!.. Me ji þerma xeyalên xwe, li çavên hev nenihêrî. Çunkî xeyalên me ji binî de xerab bibû. Xwedayê mezin, ji te re þukir… Nîvê þevê mumkin bû ku em birçî jî bimana…Kekê me gihaþte hewara me. Ee herdu ji birçîbûnê xelas kir. – Em ketine ser nanê tisî... Kekê delal jî, him nanê xwe dixwar him jî ji dil me teþwîq dikir: – Zû bixwin nanê xwe. Bila sar nebe. Bi germî tahma wî xweþtir e… Me nanê xwe xwar, zikê xwe têr kir. Kekê delal, ji Ali, karêkê ku divîya hazirbûba pirsî… Çi feyde ewî ew kar negihandibû… Em hêvî þikesti, kekê Silêman bi qehir…Bi hêrs rabû pîya, pêçîya xwe dirêjî me kir, bersîva xweya dawî bê minnet got: – Min bizanîya ji ma min ji we ra ev nanê xweþ germ dianî!.. Hindik mabû, em ji nanê tisî jî bimana!..
|