|
Nameyek Þehid Izzeddin Yýldýrým
Birayên min ên pir hêja! Ez we tevan bi navê wî Zatê Zulcelalê ku hemû kaînat girtîye bin textê tasarruf û hakîmîyeta xwe, silav dikim. Xîzmeta me pir kûr, pir alî, pir sefha, pir zor û mezin… Em di meydana îmtîhaneke pir mudhîþ de ne. Him em mecbûrin bielimin, him bielimînin, him bawer bikin, him bangî bawerîyê kin, him sebir bikin, him sebrê tewsîye bikin; him bijîn, him dawet bikin. Biqasî ku pêþketina xwe ya þexsî û bicîanîna berpirsîyarîyên xwe yên ferdî, mesûlîyetîyên me ên cîvakî jî hene. Em bi dînekî wisa bawer dikin ku; ji hestên me heta hemû azayê wucudê me, terbîyebûna me emr dike. Di eynî weqtî de em naîlê îmanek wisa bûne ku; daweyek muthîþ li piþta me bar dike. Tercîheke me ye ku him bawerîyê pê bîne him jî piþt nede bin dawê, tuneye. Têkilîya vê dawê, ne tenê bi me re ye û ne tenê bi îro re ye. Daweyeke wisa ye ku; ji berîya sedsalan ve tê û bi me, bi esrên bê ve tê girêdan. Û emanetê zatekî wisa ye ku, mîrov ne ji îmtînaya wê, ji lixwebarkirina wê ditirsin. Belê Birayên min! Ev dînê han, bi vê heyatê ve bi me re girêdayî ye û emrê me dike ku em her alîyê heyata xwe bi rengê wî birengînin. Ji bona jîyîn û bilindbûna dînê Xweda xîrêt… Ev dawa ehilê wisa dixwaze ku; îdealîst be, paþerojan bifikire û bixîret be ku ji bo sivikkirina berpirsîyarîyên wan bixebite; biqasê ku bibe abîdeyeke hîmmetê hemû mesayîya xwe di xizmetê de xerc bike; ehlê hal be, biqasê ku her sanîyeya xwe Rabbanî derbas bike; dilê wî bi eþq û evîn biþewite, biqasê ku her þev di xewnên xwe de tahmkirina þehîdîyê bixwaze2... Em þukir bikin ku; di van rêyên tevlihev de, me xwe bi çavkanîyeke wek Rîsaleyên Nur û Bedîuzzeman Se'îdê Nursî ve girêdaye. Meþrebên ku, piþta xwe bi hevre him dane metnekî û him jî dane tecrûbeyekê pir hindik in. Em pêþîya xwe, bi metneke wek Rîsaleyên Nûr a ku di her alîyê zanînê de, kûrbûna wê heye; ji tewhîd, rîsalet, îbadet, heþir û edaletê pêk hatîye; bi tecrubeyên þexsekî wek Bedîuzzemanê ku jîyana wî ji têkoþîn û teblîxê çêbûye, rohnî dikin. Em alîyê îlmî a xizmeta xwe ji Rîsaleyên Nûr ên ku ji Quran-a Kerîm dawerivîye; alîyên fîkrî û sîyasî jî ji Bedîuzzeman'ê (rehîmehullah) ku warisê Hz. Pêxember (s.x.l) ê vî zemanî ye, digrin. Avabûyîna me jî di nav daîra meþwereta þer'îyeyê de, ji dustûrê biratî û îxlasê çêdibe. Birayên min ên bixîret û fedakar! Em bawer dikin ku, têkoþîna bêîlm, îlmê bêe'mel, e'melê bêîxlas nabe. Hest û aqil di kûranîyên dil de, kom dibin. Ne zanîna hiþk; îlmê ku bi hal û nêrînan pêþve çûye, bingeh e. Madem daweyek wisa mezin û bilind li piþta me bar bûye; madem di navbera, hilnegirtina wê da‘wê û hilgirtinek bi awayeki ku famnekirina ehemmîyeta wê û nedayîna qîmeta/ezma ku heq dike de, ferqeke mezin tune ye; madem wisa ye, divê em vê emanetê wer bikþînin ku bi zanîneke ku ev emanet ji kê tê, bi cîddîyet, dilsozî û bi zordayîneke heta dawîya sînorê qeweta xwe… Û vîya em li piþta xwe ne wekî bar, divê em bizanin ku çiqas nîmetekî mezin û rûmet e. Divê em jibîr nekin ku qîmeta me li gora xîreta me ye. Nexwe, werin, em diltengî û xeydên xwe yên hûr mûr û kar û barên vala ê bê qîmet deynin alîyekî; umrê xwe di rêya ewê ku ew umra dayî me de, di çerçewa îrada wî de xerc bikin. Di vê wextê de, em dia, selawat û nîyazan jibîr nekin; hezkirineke ji dil û bi îrtîbateke zêde zêde em qewwetê bidin hev. Hemû bira, dost û telebeyan silav dikim û ji Xweda serkeftinê dixwazim.n 1) Ev nameya, Þehîd Ýzzeddin Yýldýrým bi tirkî nivîsîbû û di bultena Weqfa Zehrayê de di sala 1997an de, hatîye weþandin. 2) Meriv dibêje qey, Seyda, bi “hîssî qablel wûqû” þehîdîya xwe hîs kirîye.
|