|
Welatê min
Selwa Gulî
Her ez ew dînim Ya ku ya-eyuhelkafiron ser û bin dixwend. Evînek stewr di oqîyanosê de ribête dikir. Bi hevokêt nîvero, li qedera þevistana xwe ya dawî li bîr tîne. Li gel bihna simen þevê, xatir dixwast..! singa xanima û kezeba mêrêd dînove libin linga dipirtikand.
Hêj ez ew dînim. ya ku li ber xiþxiþoka , Piyvet oldara xilmaþ dibû Di xelwegiha Cizîri da dibûm pêkek mey kilasizm serxweþ dikir. li pirêzgeha gewherî navê wê li ser xaça hesinî taher dikir
Hêj ez ew dînim Ya ku Dr. Bedrixan Sindî, zemara ji bisket wê diweþand, navê wê li zilmatê dimeyand û bi ser helbestên xwe da berda. Darbestek ji nalîna kala û ji gundên sotî. Li ser deryayê ejdeha dibezand. Dibû peyvek birîndar li ser destê Mêjûnasa ne dimir û ne dima
Hêj ez ew dînim Ya ku Mueyed Teyib Henasa xerîbîya sala, li nav berîstana ji yê wê da veþartî birinêd seqemgirtî di xeribîya þeva xwe de rêzkirî li nav pirtûka krîynê herzêlk. li ser çar stûnka, bûye bîrnameyek bû yek pêxember nijinandî
Hêj ez ew dînim Ya ku li bin siha keleha þabanîyê Fêrî þoreþa ker û lal bûye cara dibû efsaneyek li nav pirtûkên, sofi-sizma da disot. cara dibû qor_ek ava Laleþ, qirêja destêt mela diþûþt. çavêt wê di bûne Kevne dastaneke ne weþandî Xewin di hiþîyarbûnê da, Aram dikirin Hemû xelk ji sîbera pêjna wê direvîn tenê tu dibûye dêwek, li ber sîbera pêjna wê Peyv radikirine reqasê.!
Hêj ez ew dînim, li gel dengê þimþala Qale mere dibû xalxalok, di paxila sakoyê te de awazêt Tehsîn Taha dijenî. sêryan li wê dibûne mirovêt wiþk dengê peyvet te jê diherikî
Hêj ez ew dînim ya ku di pistoka rojê de pêlêt barana te vedimalî..! bîst û þeþ pirs dibûne dîdarek bê ku pengavekê jibîr bike. li þanêdêra çavêt xwe de li himbêza te ya pîroz digerîya.
Hêj ez we dînim dema tu li nav þopa dînatya wê de winda dibûyî hemû reng tevlî hev dibûn esman dibû þahidê þeva wê… zemîne dibû dozeha axreta wê… roj di bû xozîyeke lerzok li ser levet dîna.. asoyên xwe li nav jîyekê. Dêm de tewl dikir û Hêj ez ew dînim
|