|
Nûbihara Piçûkan û Nûbihara bi 100 Hêjmarî
Ahmed Onal
Ez di wê bawerîyê de me ku Ahmedê Xanî bi çi helwestî dest avête Nûbihara (ya berê) berhema xwe ya ji bo “Piçûkan”, xebatkarên kovara Nûbiharê jî bi wê helwestê dest avêtîne vê kovara xwerû ya kurdî û gihandine hejmara 100î bi serfîrazî… Ev serfîrazî berî herkesî bêguman serkeftina xebatkarên kovarê be jî, lê di dîrokê de serkeftina medya kurdî ye û weke serkeftina kurdan tê hesibandin. Ji bo wê jî ez weke mirovekî kurdperwer sipasdarê xebatkar û berpirsîyarên kovara Nûbiharê me ku bi vê xebata resen rûyê me kurdan carekî din spî kirine. Daku ev xebat beþek ji þop, helwest û xebata Ahmedê Xanî ye, daku kovara Nûbiharê ev nava jî berhemek Ahmedê Xanî standîye ez dixwazim di derheqê nirxên neteweyî û Ahmedê Xanî de çendîn tiþtan xîz bikim bi vê munasebetê. Berhemên Ahmedî Xanî weke Nûbihara Piçûkan û destana wî ya Mem û Zîn ku di sala 1695an de qedandî ye, jî alîyê nasyonalîzma kurd ve yekemîn bername ye. Mem û Zîna Ahmedê Xanî weke qilasîkên kevn yê rojhilata navîn “Kelîle û Dimne”, “Husrev û Þêrîn”, an jî weke “Usiv û Zuleyxa”yê ku ji van hemûya bi nîgarên evîn û evîndarîyek mezin ya ku derbeder û þikestî mijar stendî ye. Ji mêj ve çiroka “Memê Alan” ya gelêrîya kurd baþtirîn þibandîye wan destanan û helwestên xwe di nava vê çîroka kurdan ya resen de bi þêweyekî din hunandîye.. Di berhemên Ahmedê Xanî de taybetîya xwe ev e ku li gel evîn û adaletê ye. Aidîyet û mafê neteweyan derbirîn dike û dewletbûna miletê kurd û Kurdistanê diparêze. Netewetîyê bi jîyandina taybetî ya adet û çand, bi dîrok, morfolojî ango berhem, bi hesreta xwe weke desthilatdarîya dewletbûn û xwe îdarekirin ya 'mafên çarenûsî' û hwd. weke armanc dîyarde kirîye. Ahmedê Xanî berhema xwe ya bi nav û deng li ser esasê motîv û modela “Usiv û Zuleyxa”yê ya þaîrê mezin yê farsî Nîzamî Genceyî stendîye. Mirov dikare bibêje ku çawa ku Melayê Cizîrî dema ku “Dîwan”a xwe ya bi nav û deng dinivîse, li ser þopa Hafizê Þîrazî û dîwana wî kûr dibe, jê sûd distîne. Wê wezîn û modela Hafizê Þîrazî ji xwe re bingehîn distîne… Berhemên Ahmedê Xanî her çiqasî bi kêf û þahîya tesewufî mesajên xwe ragihandibe jî ev bi hestên xwe yên dewlet xwestinê ango bi þopa parastina serxwebûna kurd û Kurdistanê di paþeroja xwe de bi nav û deng bûye û deng vedaye… Giranî û payebilindayîya vê berhema Mem û Zînê ev e ku di heman demê de, di rojhilatanavîn de her çiqasî di nava kurdan de jî nivîsîna bi zimanê farsî bi giþtî xwe dabû qebûlkirin jî Ahmedê Xanî berhemên xwe ne bi farsî, lê bi kurdî nivîsîn û bal kiþande ser kurdî û payebilindahîya zimanê kurdî nîþan da, yekemîn car perdeya tarî ji ber çavên kurdan rakir û weke helwesteke zelal û aþkere nirxên kurdewarîye da pêþ kurdan. Ahmedê Xanî di berhema xwe de hestên xwe yên sîyasî dîyarde kir, ku cîranên nebaþ, parçebûn û neyekîtîya neteweya kurd, nebûna desthilatdarî û koledarîya kurdan bi hestekî zelal aþkere kir. Acizîya xwe di wan berhemên xwe de derbirîn kir. Ji alîyê kurdan ve di paþerojên Ahmedê Xanî de, sebeba hezkirina wê berhema Mem û Zîna wî, bi taybetî ne ji bona çîrok, evîn, û hunandîna edebî bû. Belko xweþik dîtina wê çîrokê ji wan hest û helwestên nasyonalîstî bû. Daku di sedsala 20î de înkarkirina neteweyekî derbederî û parçebûyî, belko ji bo dermanê eþq û evîna 'Mem û Zîn'ê zêdetirîn bû dermanê helwesta kurdperwerîyê weke belge, delîl û desîseyek berbiçav ya herî kevn û zelal û hiþmendîyek bi bername û proje bû. Ahmedê Xanî, ji eþq û evîna 'Mem û Zînê bêtirîn; evîndarê ziman û çanda kurdî ye. Daku bi zimanê kurdî; çand, huner û danûstendin, perwerdeyî, sîyaset û desthilatdarî ku nebe, ev netewe jî weke netewe nikare ku li ser pêya bisekine, nikare ku xwe di nav miletê cîhanê de bi cîh bike û li ser plana berjewendîya xwe têbikoþe! Ahmedê Xanî, paþ 100 salîya bernameya Þerefxanê Bidlîsî Þerefnameyê ku li ser dîroka reîs, emaret û eþîrên kurdan û têkilîya wan rêz kiribû û di nava wî sed salî de tu kesî ranehîþtibû ku bi zimanê kurdî binivîsîne, ku zimanê kurdî pejoral û nizm dihate dîtîn, ji wê sedemê jî nivîsandina bi kurdî nedihat aqilê ti kesan. Daku farsî ji bo berheman evqasî bi îhtiram bû ku ji nav Osmanîyan heyanî Hindistanê dihatin nivîsîn û ji alîyê potansîyelek mezin yê xwendevanan ve dihatin pejirandin û xwendin. Ji bo wê jî her nivîskarekî ku dest diavêtin nivîsîn û xwendina xwe, di vê herêmê de berî her tiþtî dixwestin farisî bixwîne û binivîsîne. Ahmedê Xanî, dema ku bi kurdî dest bi berhemên xwe kir, wî gelekî xweþ dizanîbû ku ev berhemên wî yên kurdî wê qasî Usiv û Zelîxaya Nîzamî Genceyî bi berfirehî belav nebe û neye xwendin û qasî Nizamî Genceyî jî bi nav û deng nebe… Lê çavê Ahmedê Xanî li pêþvebirin û azadîya kurdî û kurdewarîyê bû ku xwe westand, bi dilekî zîz bêtirînî evîna “Mem û Zîn”ê evîna kurd û kurdewarîyê derbirand… Ji bo wê jî vê armanca xwe bi vî awayî dadixistin ser lênivîsê. Daku; “Da xelqî nebêjitin ku ekrad Bê me'rîfet in, bê esl û binyad Enwayê milet xwedan kitêb in Kurmanci tenê di bê hisêb in” dibêje… Lê Ahmedê Xanî; ev helwesta nebervî xwe û nekurdî di mêjû û dilê xwe de çirand, dest bi kurdîya xwe ya resen kir, berhemên xwe li ser nasyonalîteya kurdewarîyê û bi kurdî nivîsî.. Kovara Nûbiharê jî ji wê helwesta Ahmedê Xanî, sûd stendîye. Daku di sedsala 20î de her kesekî nivîskar yê kurd ku bi seranserî berê xwe dabû tirkî, ne ji kurdî lê bi dilgermî zimanekî ditir hez dikir, pê kêfxweþ dibûn, dilsozîya xwe dida tirkî û tirkî distira û dinivîsand, an jî farsî û erebî hin ji her wehaye ku hîç ji xwe re kurdî nedikir/nakin armanc û bervê nedibûn/nabin, ango kêm dibûn/dibin.. Lê xebatkar û damezrênerên kovara Nûbiharê ne zimanê bîyanî, zimanê xwe; zimanê kurdi bi kar anîn fena Ahmedê Xanî… Ziman û dajotî bi karanînê pêþ ve diçe… Nûbiharê jî weke Ahmedê Xanî zimanê kurdî bi rikek daxwaz bi kar anî… Ev jî di dîroka me de mînakeke girîng e. Kî dikare bibêje na, ne girîng e?! Ji bona kovara Nûbiharê bi hêvîya herî sedan hejmaran û weþaneke herî zêde bi rêk û pêk! Xweþî, baþî, herî xebata serkeftî para xebatkar û dostên kovara Nûbiharê be!
|