|
Dîlgirtina milîtanekê
Hevpeyvîn: Salih Kevirbirî
Bro Omerî
Li Nisêbîna hemdem û rengîn Payiza paþî dar û gul xemgîn. Danê esirê pirî tengijîm Bo hilmek azad, pê dilxweþ bijîm Derketim nava baxçên Girnewas Ji kul û derdan bibime xelas… Warekî pir xweþ tev baxçe û dar Ne kaþekî hov, newal û zinar… Ji sal heta sal bihar û her dem Her alî hêþîn wek Baxên Îrem. Bi meþek hêdî, gavên pir giran Ketim nav pêlên derya gumanan… Þalûl û bilbil, kewên xebxebþîn Ser serê min re azad difirîn. Ez wilo þad û ji xwe bi bawer Wextekê bijîm bêderd û keser. Gurên devbixwîn, har û bêperwa Nêçîr dikirin li erd û hewa Berê xwe dane rîya Midyadê Xezalek rabû ji nava qadê… Yeke pir xweþik, bi nav û nîþan Hêvîya kurd û kara niþtîman… Destvala, bêçek li vê dinyayê Þêrê Alî be tu deng jê nayê. Dane ser piþtê bi “ewtîn, zûrîn” Ji dev û qîlan dinisilî xwîn… Bêmefer kete destê nemerdan Ji wê rojê ve bûm pîrê derdan. Bizav çênebû ji mêr û merdan Li taxan dengê dahol û dîlan… Gelo ev kurdên tevizî û xav Ta kengî bijîn bêtac û nasnav?.. Dîrokzan û lêkolîner Celîlê Celîl: Di dema qirkirinê de xwînê laþ li ber xwe dibirin..!
|