Li kû mayî

 

Hasan Hüseyin Çevik

 

 

Xerîb im li xurbetê dûr im

Bêîlac im bêhuzûr im

Her wekî li ser devê þûr im

Wer dostê dostan tu li kû mayî

 

Wek Yûsif di zindanê da

Bi ling û desta di qeydê da

Kes naxwanê di vê rê da

Destegîrêm tu li kû mayî

 

Kerwan bar kire di xew da mam

Roj çû ava bi xwe hesîyam

Mi heval nedîn pir gerîyam

Wer dostê dostan tu li kû mayî

 

Dil di xew da çav di xew da

Bi sala li dunya derew da

Ji serêm çû aqil û sewda

Destegîrêm tu li kû mayî

 

Bêrehber im bêdelîl im

Mi rê wenda û sefîl im

Esîrê rebbê celîl im

Çav ma li rîya tu li kû mayî