|
Biborîne, ji bo min te dereng got, biborîne
Hatice Mollakendi
Ji bo þêrejina mînak, Hz. Xedice (x.j.r.) Sal 2007. Roj, nizam çi roj e. Siet, berbidestê sibê. Ez ji kengê de dixwazim te re bipeyvim. Min te tenê ji xwe re digot. Bêdeng… Lê îcar îro; na, na; îþev, lewra hê þev e, nikarim êdî bisekinim. Aniha. Te bi qêrîn dibêjim. Gava min xwest te bêjim, xemek li min peyda bû. Bi wê xemê; av radibûn… Çemê Dicle, Firatê zêde dibûn… Deþta Mezopotamyayê avdidan… Gola Wanê rabû… Çîyayê Sîpanê wunda bû… Adan a Deþta Mûþê zêde bû… Lê gul vedan, dar hêþîn bûn… Bi wê xemê welatek ava dibû… Û min xema xwe re bi þerm got: – Tu heta niha li kûderê bûyî? Bi xêrhatî. Xema min hate ziman: – Tu tunebûyîîîî. Xema min û þerma min mîna du heb mîyên gêj, li hev qelibîn. Ez jî navbera wan de bûm. Xema min li dilê min mêvan e. Mêvana min heye îþev. Mêvana min Hz. Xedîce (x.j.r.) Ji vir pêda êdî jin bila xwe biveþêrin. An jî navek dinê li xwe deynin. Ez jî tenê bi þev digerim. Bila kes min nebîne. Di welatê ereban de… gava ku zarokên keç saxesax dixistin erdê, gava li herderê dunyayê digotin “gelo jin însan e, an na!” Bavê te mehekî havînê xewnek dît. Hz. Yûsuf (s.l.) mizgînî da, di xew da. Lê ji bavê te re nebû mizgînî. Lewra bavê te nedixwest tu keç bûyayî. Ger tu keç nebûyayî…, Ka îcar kî dikarîbû ji Hz. Fatime (x.j.r.) re bibûya dayîk? Hz. Yûsuf (s.l.) xurme dida bavê te. Xurma herê mezin jî xist devê wî. Bavê te hat xewnê ji dayîka te re got: – Xwedê (c.c.) ewê lawek bide min. Wehya ku ji Hz. Yûsuf (s.l.) re hatîye, ewê ji wî re jî were. Dîya te got: – Na… maneya vê xewnê awha nabe. Ger ku hemla min law bûya, ewê Hz. Yûsuf (s.x.l.) þûr bida te. Lê xurme daye. Xurme jî fêkîyek mê ye. Bavê te ji ber ku zarokek law dixwest, me’na xewnê çep dît; dîya te rast dît. Rast bû þîroveya dîya te ji xewnê re. Lewra tu hatî. Gelek caran xwestin te jî saxesax bixin bin erdê. Zanyarê wê dewrê, kurê apê te Wareqe kurê Newfel nehîþt. Û ewî xwendin û nivîsandin hînê te kir. Tu roj bi roj mezin dibûyî. Ew civata nezan jî cudabûna te didîtin. Nava wê tarîtîyê de ji te re digotin “Tahîre”. Yanê jina paqiþ. Ew paqiþîya te çiqas diçilwilî… Heta ku nezanan jî dît. Li te nav danîn. Gava li her derê dunyayê digotin: “gelo jin însan e an na!” Te bi dilê xwe got: “Ez însan im.” Tenê bi zimanê xwe na, bi dilê xwe. Gotina dilê hergav bêhtir bi tesîr e. Te Ebûcehl re jî gotibû: “Na.” Ebûcehl nizanîbû, ku qirêjîya wî, paqijîya te, nabin ji hev re jin û mêr. Ji te re got: – Ez dixwazim bi te re bizewicim. Te got. – Na. Gava te got “ Na!”, gelo zinar hebûn li devdorê we? Lewra hê jî eksa wê tê guhê min. Naaaaa! Ger ku keça min hebûya minê ewê “Na”ya te, mîna sitranek hînkirayê. Belê ewê pêþî fehm nekira. Lewra ji bo meriv te fehm bike; gerek umrê meriva bibe sîh. Xemê meriv bi þerm, hirsên meriv þêrane, tirsên meriv bibin wek tirsên zanyaran. Meriv ji sîyan netirse. Weke tu ji sîya Ebûcehl netirsî. Te got: “Na”. Çîyayê umrê min, te ji çîyayê zilmê re got: “Na” Gelek piþtî “Na”ya te, ayetek hate xwarê: “paqij ji bo paqijan in”. Qey te dizanîbû! Hê ayet nedihatin, nehatibûn; te wan ji xwe re dixiste zagon. Dibêm qey ji bo wî, gava min xwest te bêjim, xemek li min peyda dibe. Êþeke ku qet naxwazim bibire, davêje serê min. Ji te Ebûcehl re got: – Na, hewce tune bizewicim. Aborîyê da azad im. Zarokên min jî hene. Na. Bi te re zewac na. Îcar min ji vê gavê çi bi dest xist zanî? Tu dixwazî ez bêjim: Gelî jinên li ser rûyê erdê! Kesê ku taybetîya yartîyê li balê tunebe, jê re nebêjin “yar”. Bila yar ji we be, hûn ji yarê, paþê wî hildin malê. Li evîna te dinêrim çiqas bi dil e, ewqas jî bi aqil e. Çima evîna te mînak hilnaynin? Dema evîndar dibin, aqilê wan diçe betlanê. Bawerîyê wan tev diguherin. De’wên xwe tev difiroþin. Îcar, divê meriv ji te re, di vir da bibêje hêvî. Lewra tu ji bo bibêjî: “Erê” tu li hêvîya Hebîbullah (s.x.l.) bûyî, ku ew were. Yarê Xweda yarê te. Yarê te yarê Xweda. Tu dizanî ez kengê li maneya jîyana xwe gerîyam. Gava bi xewna te hesîyam. Þevek te xewn dît. Nûrek ji asîmana daket, hate dilê te. Û ji dilê te belavî her derê dunyayê bû. Tu sibê zû rabûyî, çûyî cem Wareqe kurê Newfel. Li maneya xewna xwe geryayî. Îcar di wê demê de, jinan jî mena jîyana xwe, mena afirandina xwe jibîr kiribûn. Piþtê xewnê tu li hêvîya yara xwe mayî. Ji serê xwe heta binê nigê xwe, tu bûyî hêvî. Ka ji te re bêjim “Hêvî”, nabe? Her hêvî nava xwe de, hesretek diveþêre. Her hesret nava xwe de hêvîyek. Navê te bi peyvikek qet nayê ziman. Hesret- Hêvî. Lewra tu bi hesret, bi hêvî li benda yarê xwe bûyî. Rojek keþiþek mîna mecnûn, digot: – Ew tê! Ma hindik, ewê were. Ew tê! Jinê dora Ka’beyê tev lê nihêrîn, gotin: – Ev dînê han çi dibêje? Te digo qey bi xwe zehf baqil bûn. Bi keþîþê ku hatina hebîbê Xweda (s.x.l.) zanistîyê de dîtibû, dikenîyan. Lê tu behra dilê min. Te li erdê nihêrî, kûr dûr çûyî, devliken bûyî. Bi hêvî, bi hesret. Her hêvî nava xwe de hesretek diveþêre. Dilê min jî, te, û te yar hilbijart. Yara te dibû pêxember jî, te li ser lêkolîn kir sê meh. Lewra tu bi xwe çêbibûyî. Kes axayê jîyana te nebû. Were, îcar belengazan bibîne. Bavê wan, birayê wan, bi kurtî mêrekî ji qebîla wan tembîh dikin. Ew jî dibêjin “Temam”. Te yar bijart. Ew tên bijartin. Belê îþev ji bo te qêrîn, ji bo belengazan lawij datînim. Bila bi wê lawijê erd biheje, lehî rabe, mala nezanînê xirab bibe. Bi evîna zelal re, roj bi roj tu zer bûyî. Karwanê te bi rêketin, ber bi alîyê Þamê ve. Ew jî pê ra. Te pê re jî Meysere þandî. Tembîhek dayê. “Ewî çi xwest, nebêje na. Lê çi kir, hema çi kir, were ji min re yek bi yek bêje.” Hesta meraqê tu car awha di cîh de nehatibû, nehate xebitandin. Û te evîna xwe anî ziman. Te Nufeyse keça Munya þande balê. Ku fikra wî hîn bî. Nufeyse ji Hebîbullah (s.x.l.) re got: – Dema we û zewacê hatîye. Malbata we û þexsê we pir baþ e. ji bo wî hûn dikarin însaneke hêja bibînin. Hûn çima nazewicin? Hebîbullah (s.x.l.) got: – Ez nikarim barê malekê hilgirim. Min biborîne. Nufeyse got: – Min ji cîhkî bedew, dewlemend, birûmet, binamûs, ji we re pêþnîyarek anîye. Gelo hûnê bipejirînin? Hebîbullah (s.x.l.) got: – Ew kî ye? Nufeyse got: – Xedice (x.j.r.) Hebîbullah (s.x.l.) got: – Ez bi wê re çawa dikarim bizewicim. Di vî bajarî da kesên dewlemend tevan jî wê xwest. Ewê got “na”. Nufeyse got: – Ger ku hûn li pêþnîyara min germ dinihêrin, mijara “erê û na” bihêlin li hêvîya min. Hebîbullh (s.x.l.) got: – Ku wusa ye… Ez hazir im. Mîna ku li çolekê tî bim, li avê bigerim. Li peyvikeke gerîyam ji bo þarezatîya te bînim ziman. Li peyvikekê. Îcar hinek jinên ku zanîngehan dîtine. Li ser pîyê xwe ne, an jî li ser pîyê xwe dixwuyin, min ji wan pirsî: Ger we ji yekî hezkira… Navbera we û wî de cudahîyên awha hebûna… Hûn du caran zewicî bûna, jinebî bûna… Ew ezeb bûya, hê qet nezewicîbûya… Hûn dîya sê zarokan bûna… Ger hûn çil, ew jî bîst û pênc salî bûya… Hûn panzdeh sal, jê mestir bûna… Ew panzdeh sal, ji we ciwantir bûya… Û welatê ku hûn lê dijîyan, jin wek însan nehatibana dîtin… Gelo weyê wêrîbûya evîna xwe jê re bianîya ziman. Gotin “Na”. Ji xwe jî. Lê qey ewê bigotana “belê me dikarîbû bianîya ziman?” Nikarîbûn. Evînê niha, tenê bîhna jinanîyê- mêranîyê, bêhna cinsîyetê jê tê. Bêhna dilê, bêhna þexsîyetê na. Û roja daweta xwe, daweta pîroz, te bi xwe nîþan kir. Roja dewetê apê te, pismamên te, apê pêxember Hz. Hemze, Ebû Talib, û hevalên wî Hz. Ebûbekir (x.j.r.) tevê giregirê qureyþîyan… ku dixwîyan evan bûn. Lê kesek nizane çend heb feriþte hatibûn daweta pîroz. Tev bi hev re hatin mala te. Mehra we birîn. Tu bûyî dîya bawermendan. Mehira te bîst deve bû. Daweta we de, du heb deve serjêkirin. Qederê dused kesan, mêvanê we çêbûn. Piþtî dewetê Hebîbullah (s.x.l.) hat mala te. Êdî jîyana wî, li mala te bû. Mala we, bû cîyê aramê. Cîyê wehyê. Cîyê “malbata mînak.” Piþtî dawetê Ebûcehil hêrsa xwe anî ziman: – Qe kes tunebû, bi wî sêwîyê re zewicî? Malbata te… Pêxember (s.x.l.), Fatima (x.j.r.), Alî (x.j.r.), Zeyd (x.j.r.)… Li dayîka dinhêrim. Ew nikarin têra zarokên xwe jî bikin. Te Alî, Zeyd çima hilda ba xwe? Û tu bûyî mamoste, ew xwendevan. Ronahîya zanistîyê, azadîyê didine vê demê û hemû deman. Malbata te de, herkes ferd bû. Herkes weyna/rola xwe dileyîst. Kes sîya di bin kesî de, nemabû. Urtê Pêxember (s.x.l.) bi te dom kir. Hz. Fatma (x.j.r.), Hz. Hesen (x.j.r.) Hz. Huseyn (x.j.r.)… ne, rinda ji rindan jî, rind e… Piþtî zewaca we, daþîra Hebîbullah (s.x.l.) hate mala binûr. Hijmara wan nizanim, lê te gelek deve xelat danê. Paþê carekê jî xelayî çêbû. Te çil mîh û deveyek dayê. Daþîra wî re, ewqas baþ bûyî. Lê ku Hz. Amîne (x.j.r.) bihata, te çawa dikir? Lê ewê, ku bûkek mîna te bidîya, ji þabûnê çend meh digirîya. Lê Hebîbullah (s.x.l.) ku we herduya li ba hev bidîya, navbera du heb þêrejinan de rûniþtîya. Tu li kîjan kêleka wê rûdiniþtî? Xwezî bûkên li rûyê erdê, tev te neskirana. Ji bo þerê bûk û xwesîya xilasbûya. Navbera wan de aþîtî çêbûya. Nizanim çima gava te difikirim. Zivistan be jî dibêm qey bihar e.. li bêdera berx dimele.. karik dibahre.. Gava ku wehy nû dihat, Hebîbullah (s.x.l.) digot: – Gelo ewê ez dibînim, þeytan e an feriþte ye? Te anî li bersîva vê pirsê geryayî. Hê tu zanyar, qasê ku feriþtehan ji þeytan bikaribe veqetîne, di zanistîyê da kûr neçûbû. Û hê jî jinên xwendin û nivîsandinê nizanin, hene. Te ji Hebîbullah (s.x.l.) re got: – Ku îcar ew hat, min pê bide hesandin. Rojekê te pê da hesandin. Got: “Hava hat. Ez wî dibînim.” Tu li her çar alîyê Hebîbullah (s.x.l.) rûniþtî. Li rasta wî, çepa wî, pêþîya wî û te çiqas cîh veguhast, te pirsî: Gelo tu hê wî dibînî? Got: – Erê. Ez wî hê dibînim. Paþê te bi hezkirin wî hembês kir. Dîsa te pirsî: – Gelo tu wî hê dibînî? Got: – Na. Te ew çax, zanistîya xwe ya kûr ku çavkanîya wî ya, Wareqe kurê Newfel e, rêt. Te got: – Ez bêþik bawer dikim ku ew feriþte ye. Lewra ger ku þeytan bûya, di gava min ê dawî de, wunda nedibû. Ewê li ba me bisekinîya… Dema ez bi vê þîrova te hisîyam, min xwest ez zanîngehekê vekim bi navê te. Îcar min nihêrî, ne zanîngehek, tenê dibistanek piçûk jî bi navê te tunebû. Biborîne, bawermendan biborîne. Dirokê de awha dibêje: “gava hê Hebîbullah (s.x.l.) nehatibû, hinek zanyarên ereban, bêþik bawer dikir ku ewê pêxembera dawî demek nêzîk de were. Ew zanyar ev in: Wareqe, Ubeydullah, Osman, Zeyd û Xedîce. Ka li lîstê binêrin, ji Xedîce pêþtir navê jina tê de heye yan tune ye. Ew li herderê, li herhêlê bi tenê ye. Dema Bûyera Fîlê de jî, bi Wareqe kurê Newfel re jî, bûyerê þîrove kir. Ji hev re gotin: – Ma hindik. Ewê were. Aniha jî hê xwendina jinan li welatê min qedexe ye. Lê tu jî jin bûyî. Ayeta pêþî, “Bixwîne” ku hate xwarê, bi te re þêwirî. Çima bi te re? Hevalê wî jî hebûn. Wek Hz. Ebûbekir (x.j.r.) apê wî, pir jê jî hez dikirin. Çima bi te re þêwirî? Lewra kesî, ti kesî, ne jin ne mêr, cîyê te nedigirt. Ji sala mirina te re nav danî. Got: “Sala xemê”. Dema bi sala xemê hesîyam. Ez tev bûme xem. Mêr qirbûn çavê min de. Ez bi hêstir gerîyam. Paþê baran jî barî. Çêre þînbûn. Ez li te vegerîyam. Tu çavkanîya aborîya Îslamê. Dayika hejaran. Te heftê de carek li kuça navê wê Hacer ku mala te li wir bû, te pêþîya mala xwe, ji bo hewceyîya kesên hejar, te tiþt belav dikir. Her hefte ew kuç tijî dibûn ji kesên hejar. Û hê tarîtir bû. Hebîbullah (s.x.l.) jî nehatibû. Lê tu diçilwilyayî. Dewlemend jî, hejar jî li vir hene. Hejar hê mîna xwe ne. Dewlemend mîna te nînin. Hinek dewlemend pirî dixwin, aþika wan dêþe. Zekatê jî wusa didin, bi celeba dayîna wan, hejar car jî hejar dibin. Pêþîya Hebîbullah (s.x.l.) de tu li ser birçîbûn, tazîbûna hejaran dixebitîyayî. Dema te Hebîbullah (s.x.l.) nas kir, dema we hevdu nas kir, tu mîna darek ku kulîlk vede… Te malê xwe tev rêt ji bo mirov azad bin. Te kole kirrî û wan azad kir. Tarî bûn, zilmat, gava min te nasnekir. Ew dem, “jin darê þikestî ”bû. Wusa digot gelê min. Lewra ew bi xwe, nava gelan de tenê þikestî bû- þikestîye. Ji ber wî ve, nikaribû min jî sax bidîya. Îcar min herderê xwe dinihêrya sax bû. Tu derê min neþkestî bû. Ji bo ez jin bûm, dîsa þikestî bûm. Tarîbûnê de, zilmatê de, gava min te nas nedikir, ew dem. Nimêja ewil, Cebraîl (s.x.l.) hênî Hebîbullah (s.x.l.) kir. Hebîbullah (s.x.l.) nimêj kir. Nimêja duduyan bi te re kir. Tenê danekî bêyî te nimêj kir. Ew jî nimêja pêþî. Paþê tu û wî, we xutbe çêkir. Ew bû mele, tu bûyî cemaet. Tu ne, ji bo ku bi hezaran hêja yî, tu tenê û we gelek rojan, bi dizî bi hev re nimêj dikir. Xweda di dîyarkirina ola Îslamê de weynekî giran da te. Bi weyna te þîmaq li rûyê nezanînê, tarîtîyê diket. Kî digot “gelo jin însan e an na!” piþtî te kî dikare bêje? Kî dibêje? Ji wir tiþtekî awha jî dertê. Jin di her derheqê de, hewce heye alîkar be ji yarê xwe re. Tenê jinanî na. Dema ku Hebîbullah (s.x.l.) diçû çîyayê Hîrayê, demên dirêj li wir dima. Te hey caran jê re xwarin, vexwarin dibir. Rojekê Cebraîl (s.x.l.), Hebîbullah (s.x.l.) re got: – Ewa ji dûr ve tê, Xedîce (x.j.r.) ye. Ezê rabim herim. Ku ew hat, silavê min jê re bêje. Gelo ez jî îþev ku bi hezaran ji te re silavên bi bêrî, bi hezkirin biþînim, tê hilbidî? Ez dibêm qey, meriv ji te hezke, ew dibe sipartin/îbadet. Na . Na. Tenê sipartin na, hibe sunnet. Hebîbullah (s.x.l.) awha ji te hez dikir
Piþtî “Sala Xemê” bi gelekî, dema ku tu ji ber çavan wenda bûyî. Herder bûbû xem. Çavê wî tim li te digerîya… Rojekê cardin dixwest dengekî mîna dengê te bibhîse, ji bo ku bîhna wî derkeve. Xwuþka te Hale çû mala wî û Hz. Ayþe (x.j.r.), gava dengê Hale bihîst, bi xwe jî di hundir de bû, ew çax bi þabûn awha got: – Xweda! ev Hale ye hatîye. Lewra dengek ku diþibîya dengê te seh kir. Û ji vê þabûnê Hz. Ayþe (x.j.r.) hesûdî kir. Hesûdîya xwe anî ziman. Hebîbullah (s.x.l.) jê re taybetîyên te da rêzê: – Ez bi Xweda sond dixwim. Ji bo min ji Xedîce (x.j.r.) bi xêrtir kes tune bû. Gava piranîya gelê min gawir bû, ewê bi min bawerî anî. Gava piranîya gelê min, min derewîn dikirin, ewê min pejirand. Gava ku herkesî piþta xwe da min, ewê mala xwe, heyîya xwe tev ji min re hîþt. Gava ku gelê min zarokên xwe ji min dûr dixist, Xweda bi wê zarok da min. Dibêm qey ji bo wan taybetîyên te bûn ji te re dibên “Xedîcet-ul Kubra”. Yanî Xedîca Mezin, lêbelê ew mezinayî ne ji bo ku tu jê panzdeh sal mestir bûyî. Belkî ji bona zarokên teyê pêþîya Hebîbullah (s.x.l.) da jî bûn misliman paþê mirin. Ka kîjan dayîk wisa mezin e ku zarokên xwe tevan dikare bixe bawermend. Sebebên zewaca Hebîbullah (s.x.l.) hebûn. Yên sosyolojîk, yên danezan, yên ku Xweda bi ayet xwast… Lê kîjan dîrokzan dikare bêje “tenê sebebên zewaca wî ev bûn?” Qey nabe ku sebebek jî lêgera rûhê te be. Belkî li rûhek mîna rûhê te gerya û tunebû, nedît. Tu kengê diketî bîra, ya dikenya ya digirîya. Gava gerdenîya ku te dabû keça xwe ya Zeyneb dît, çima Hebîbullah (s.x.l.) girîya?. Qey ji gerdenîyê bû? Na. Ji bo ku gerdenî xelata te bû. Bila dunya tev pê bihese. Te ji min ra jî xelatek, danîye. Xelatek mezin wek navê xwe. Jîyana te ji min re xelat e. Gava hewce bi mînakek bibînim. Jîyan min bimiçiqîne devdorê min tarî be… li jîyana te dinhêrim. Piþtî wî jîyan çiqas teng dibe bila bibe, ez natirsim tirsrevîna min! Û tu wusa kubra bûyî ku Xweda te hilda cem xwe, þûna te da bi mîracê ber dilê Hebîbullah (s.x.l.) de. Mîna ku bêje “han ji te re. Bila bîhna te derê. Were mîracê. Ne Xedîce li wir nîne. Were Miracê.” Þûna kîjan jinê an jî kîjan însanê bi mîracê tê dagirtin? Xwezî ez peyvikek bûma. Ji taybetîyek te re nav bûma. Wek “kubra”. Hebîbullah (s.x.l.) ji te ewqas hez dikir. Kesên ku merivê te bûn, Hebîbullah (s.x.l.) ji wan re qedir dikir. Mîndera xwe dida binê wan. Ku sebebê wan qedran jê dipirsîyan awha digot: – Ez jê hez dikim. Ji hezkirîyên wê jî hez dikim. Dibêm qey bêhna te ji kî bihata Hebîbullah (s.x.l.) ji wî hezdikir. Ji bo çavek, çav tev têne hebandin. Îcar ku ew çav, çavên teyê kûrbin. Ewê ku jê jî hezke, Hebîbullahê yarê Xweda be… Ne piþtî çevên te, çavên kûr man. Ne jî yê ku ji çavên kûr fehm kin, mêr man. Ewrupayê, jinê xistîye girtîgehê. Girtîgeha çavên mêran. Wê xistîye defika jintîyê. Bi çavê wana, jin tenê jin e, xweþik e. Xeynê, xweþiktîyê taybetîyên wê tunene. Rojhilata navîn jî, wê xistîye navbera çar dîwaran. Li gor wan jî, jin nikare gavên civakî bavêje. Ji hev re dibên, wê bixe hundir kedî ke! Ez bi te biþêwirim, dibe? Bi ya te, ez li kû bisekinim? Gor Ewrupa bijîm... Ka îcar þerma min, aqilê min, dilê min, rûhê min, bawerîya min, îmana min... Ez wana çawa bikim? Ger li gor Rohilatîya bijîm, ma ez ne hirç im ku min kedî kin. Û tenê ji bo zarok bînim nehatime afirandin. Jintî hemû taybetîyê min nîne. Tenê taybetîyekê min e. Bi te, ez li kû bisenim? Dema min te nas kir, ez du car bêkes bûm. Yek tunebûna te, tunebûna mînaka te. A dudûyan, hebûna wan belengazan. “Li þûna þêran kundê kor rûniþtî ye.” Ka bersîv ji min re biþîn Dayêêêê! Ez li kû bisenim? *** Ca Navê Xwe Li Min Dayne
Ez dixwazim navê te Ji xwe ra nav hilînim. Evîna te ji xwe'r mînak De'wa te jîyan bibînim.
Ca keremke destûr bide Bê paþnav, bê pêþnav Tenê navê te hilînim. Ka nabe Te sînoran da bihêlim Sîyan da bibînim
Jinan “Na”yê jibîr kirîye. Lê te ji kî ra gotibû ”Na”. Ebûcehl ra Gelo çima, gelo çawa? Te wê hêzê ji kû anî? Fehm nakim, aqlêm kêm ma.
Xemek min heye birevîne Aniha jin, Rojhilata navîn e Kî radibe wî dihebîne Lê ew, xwe nabîne
Piþtî te qet jin neman, Temam bûne jingog Ca keremke, destûr bide, Ez bûbim dar, tu bûbe kok.
|