Çavdêrîyek li ser berhemên medresan ên van salên dawî

 

Ayhan Meretowar

 

Gelê ku alimên wî perîþan hatine xistin bifikirin, alimên wî di nav çend salên xerîb de, ji asta profesorîyê dadikevin asta dibistana seretayî. Bi avabûna komara cumhurîyetê re, medrese hatin girtin û derî li hicreyên feqîyan hatin girtin.

Digel ku bi tîpên latînî, nivîsandina kurdîya kurmancî li nav kurdên bakur zêde bûye jî, em dibînin ku hîna ehlê medreseyên welatê me, dîsan kitêbên xwe yên hêja, bi tîpên erebî dinivîsînin.

Bû serê çendakî ku em li ser kitêbfiroþan, li berhemên ehlê medreseyan ku li pirtûkên nû û kevin ên kurdî digerin. Serê ewil destnivîsên Seydayê Mele Zeynelabidîn Amedî bala me dikþîne. Hem bi kurmancî hem bi erebî hem jî bi tirkî kitêb dane çapkirin; lêbelê bivê-nevê bala me li ser berhemên wî yên ku bi zimanê kurdî ye. Bi rastî þayanê behsê ye û divê em jê re dua bikin. Xwedê teala jê razî be.

Wekî din Seydayê Ehmed Hilmî Qoxî, M. Emîn Heyderî, M. Saîd Yildirim, Ebdulqudus Hilmi, M. Mustefa Mela Elî Êzdarî, Ebdulselam Bêcirmanî, Mela Tewfîq Kurê mela Nezîr Xerzî Êlihî, Mele Mihemed Þîrîn...

Kitêbên ku Seydayê Mele Zeynelabîdîn Amedî ew bi destxeta xwe nivîsandine, dane çapê û weþandine, çend heb jê ev in:

1. Erbeu Menzûmat (Ji Dîwana Seydayê Liceyî, Eqîdeya Fethîyê Hezroyî û Eqîdeya mela Ebdulhadîyê Comanîyê pêk hatîye. Ji alîyê Metbeeya Cerîdeya Sozê ve hatîye çapkirin)

2. Hedîyetus-Sîxarî Fî Tercemetî Xayet-il Îxtîsar

3. Tefsîra Þîrîn (Ji alîyê Metbeeya Cerîdeya Sozê ve hatîye çapkirin) du cild e.

Sala 1999an, li Wanê, min Seydayê Mele Mihemed Þîrîn ku ev tefsîra hêja amade kirîye, dît. Min jê pirsî ka çima bi tîpên latînî ev tefsîr amade nekir. Wî jî dirêj nekir û got “Hema tu jî wî karî bike.” Eve serê çend salan e ku min dest bi transkirîpekirina wê kirîye; mixabin emel ji ber min naçe.

4. Rîsala Biratîyê

5. Çîçeka Destê Zarokan þerha Nûbihara Biçûkan

6. Dîroka Jîyana Seydayê Bedîuzzeman

7. Terceme Erbeîn ya Îmamê Newewî (digel Mela Ehmedê Mîrgeemî)

8. Îrþadul Amilîn fî Tercemetî Rîyazîs-Salihîn (digel Mela Ehmedê Mîrgeemî) Di nav Weþanên Dînî de, sala 2005an, li ser parastina Ebdulhekîm Ozdemîr, bi tîpên erebî hatîye çapkirin

9. Camiê Mucîzatan. Þerha Mewlîda bi rîwayetan

10. Keþf-ul Mecnûn Fî Þerhî Luxatî Menzûmetî Leyla we Mecnûn

11. Eqda Nîkahê

***

Ehmed Hilmî Qoxî jî, ev kitêb dane weþandin:

1. Eqîdeya Îmanê (Weþana Îhsan Ajans)

Ev kitêboka cildbiçûk, li ser bingeha wê Eqîdeya Îmanê ya ku ji zû ve ye li medreseyan dihat xwendin, hatîye amadekirin. Giþt bi tîpên erebî ye.

2. Hedîyet-ul Hebîb Þerha Xayet-et Teqrîb: Weke Îlmîhalê ye. Cîyê xwestinê, ev navnîþan hatîye dayin: Bismil Kitap Kýrtasîye Namýk Kemal Cad. No: 59 Bismil-Dîyarbekir

Beþa pêþî ya vê kitêbê, li ser mijarên mîna paqijî, necisî, destnimêj, nimêj, zikat, rojî, hec, danûstendinên civakî, feraîz, telaq, cinayet, hidûd, cîhad, nêçîr û seyd, sond, nezir û azadkirinê ye. Beþa dawî jî li ser behsa mijarên Quran û xîlafetê ye.

M. Emîn Heyderî jî ev kitêb bi tîpên erebî dane weþandin:

1. Mewlûda Kurmancî

2. Eqîdeya Îmanê

***

M. Saîd Yildirim jî, Elîfbêya Qurana Pîroz û Cuzuya Emayê, bi “Weþanên Zemzem” daye çapkirin

Ebdulqudus Hilmî, bi navê Tecwîd kitêbek di nav Weþanên Îhsanê de daye çapkirin. Bi tîpên latînî ye. Sala çapê 2004 e. Tîprêzî û tîpên elfabeya kurmancî ya ku ji alîyê hemû derdorên kurdîparêz ve hatîye qebûlkirin, bi temamî di vê kitêbê de nehatîye qebûlkirin...

***

M. Mustefa Mela Elî Êzdarî, bi navê Mewlûda Þerîf Ji Ewil Heta Axir Rehberê Xelasî Muhemmed (e.s.w.), hem bi tîpên latînî hem jî bi tîpên erebî bi Weþanên Îhsan daye çapkirin. Ev kitêb jî ne li gor vê rastnivîsê ye ku a niha hema hema hemû derdorên kurdîperwer dane ser wê rîyê.

Ebdusselam Bêcirmanî, Elîfbêya kurdî ku muherrîrê wê Xelîl Xeyalî Motkî ye, di Weþanên Hîvdayê de, bi tîpên erebî daye çapkirin.

Mela Tewfîq Kurê Mela Nezîr Xerzî Lihî, kitêba bi navê Kîtabî Xayet-ul Îxtîsar we Nihayet-ul Îcazî kurdî daye çapkirin. Nav û nîþana cîyê ku lê hatîye çapkirin, ne belî ye. Sala çapê: 1997 e. kitêba Xayetê, giþtî bi kurmancî wergerandîye. Navê Weþanxaneyê ne belî ye.

Ev kitêb, giþt bi tîpên erebî ye. Hemû bi kurdîya kurmancî ye. Weke Îlmîhalê ye.

Mele Mihemed Þîrîn, piþtî xebata xwe ya bi navê Tefsîra Þîrîn, îca bi navê Þerîeta Þîrîn jî, berhemek daye çapkirin. Ev jî bi tîpên erebî ye.

***

Weþanên Kovara Nûbiharê

• Dîwana Seyyîd Elîyê Findikî: Ne bi xêra ked û heda kedkarên Nûbiharê bûya, me dê ev berhem, nekarîya bidîta. Alîyekî rûpelê kitêbê, bi tîpên erebî; alîyê din bi tîpên latînî ye.

• Feqîyê Teyran: Ev kitêb jî, bi xêra keda M. Xalid Sadinî hatîye amadekirin.

• Çil Hedîsa Îmamê Newewî: Selman Dilovan, ji zimanê erebî li kurmancî wergerandîye. Metnê wê yê eslî ku bi zimanê erebî ye, li berê danîye; li berê jî wergera wê ya kurmancî kirîye. Sala 1999an, hatîye çapkirin. Giþt bi tîpên latînî ye.

• Pêxemberê Ummetê Hz. Muhemmed: E. Botî, ev kitêb amade kirîye. Hemû bi tîpên latînî ye.

• Dubeytî ya Baba Tahirê Uryan: Sabah Kara ew ji lorî wergerandîye kurdîya kurmancî.

• Leyla û Mecnûn a Siwadî: Çapa yekê, sala 1999an e. Bi edîtorîya Suleyman Çevik û Selman Dilovan hatîye amadekirin. Ji nusxeya eslî ya destnivîsa Nûrullah Godiþkî hatîye girtin. M. Reþît Irgat jî tîpderbasîya wê ya latînî kirîye. Ji bo weþanê jî Selman Dilovan amade kirîye.

Li alîyê rûpelên çepê bi tîpên erebî; li ser hêla rûpelên rastê jî, bi tîpên latînî hatîye nivîsandin. Li bin rûpelan jî, peyvik û têgînên helbestan, hatine ravekirin.

• Seyf-ul Milûk û Melke Xatûn a Sîyahpoþ: Bedirxan Amedî, ev kitêb berhev krirîye û ji tîpên erebî, derbasî tîpên latînî kirîye. Hemû bi elfabeya latînî ya kurmancî hatîye amadekirin. Sala 2006an hatîye çapkirin. Dawîya vê kitêbê, bi ferhengokeke xweþik hatîye xemilandin. Di pêþgotina kitêbê de hatîye dîyarkirin ku destnivîsa vê kitêbê ya Zeynelabîdîn Amedî jî, li ber çav hatîye girtin.

Hejmara beytên vê kitêbê, 2883 ye. Çend xezel bi xwe jî tê de hene.

• Gulîstana Þêx Sadîyê Þîrazî: M. M. Garsî Farqînî, ev li kurmancî wergerandîye. Giþt bi tîpên latînî ye.

• Cewhera Eqîdeya Îslamê: Ev kitêb, a Ellame Tahir el-Cezaîrî ye. Abdusselam Bêcirmanî û Muhemmed Bêrkevanî, ew ji zimanê erebî wergerandîye kurmancî. Weþanên Peyxam çap kirîye.

• Qurana Pîroz û Arþa wê ya Bilind: Abdullah Varlý, ew li kurmancî wergerandîye. Hem bi tîpên erebî ye hem jî bi tîpên latînî ye.

• Meala Fîrûz û Þerha Qurana Pîroz: M. M. Garsî Farqînî, ev li kurmancî wergerandîye.

• Mewlûda Nebî a ku Melayê Batê ew nivîsîye bi tîpên erebî ya wê ya berê Sala 2003yan, li Stenbolê hatîye çapkirin. hatîye çapkirin. Cildê wê xweþ hatîye çêkirin. Bi awayekî pir zêde xweþ û henûn hatîye ravekirin. Hin kelîmeyên farisî ku mewlûdê hene, di binê rûpelan de bi kurmacî hatine ravekirin.

Ji alîyê Ebdulbasit Muhemmed Ebdussemed Ibnu Mulla Muhemmed Tahir el-Amedî ve hatîye amadekirin. 

***

Ji nav Weþanên Dozê jî, kitêba bi navê Ahmedê Xanî ku li ser jîyan, berhem û bîr û bawerîyên Ehmedê Xanî ye, sala 1997an de derketîye. Amadekarê wê, Mûrad Ciwan e.

***

Di nav weþanên kovara Vate de jî ya ku xwerû bi dimilkî derdikeve çend berhemên xweþ ên ehlê medreseyê derketine.

• Mewlîdî Nebî ya ku ji hêla M. Kamîl Puexî ve hatîye amadekirin.

• Mewlîdê Kirdkî ya Mela Ehmedê Xasî.

• Mewlîd, Yûsif û Zelîxa, Qesîdeyê Kerbelayî ya Mela Mehemed Elîyê Hunî.

• Eqîdet-ul Îman a Mela Mehemedê Mela Evdulxefûrê Hezanî.

• Dîwanê Muhemedê Kavarî ya Muhemedê Kavarî.

• Bîyayiþa Pêxemberî (Mewlûda Nebî) ya Usman Efendîyo Babij.

• Dîwan a W.K. Merdimîn.

***

Di nav weþanên kovara War ê de jî, kitêba bi navê Qise û Letîfeyên Behlûlê Dîwane derketîye. Ev kitêb, ji alîyê Rêzan Cixsî ve, ji zimanê farisî bo kurmancî hatîye wergerandin.

Di nav kovara Mizgînê de kitêba bi navê Dîroka Pêxemberan û Çîrokên Dînî derketîye. Cemal A. Biçak ji Seyyîd Qûtûb A. Cude es-Sehhar, li kurmancî wergerandîye.

 ***

Ji xeynî van berhem û kedkarên medreseyan, di bin banê Enstîtuya Kurdîya  Stenbolê de, Feqî Huseyin Saðniç, Kerem Soylu, Îkram Îþler, Celalettîn Yoyler, M. Reþît Irgat jî gelek xebatên giranbiha kirine.

• Dîwana Rûhî: Ev kitêb, a Þêx Evdirehmanê Axtepî ye. Osman Akdað û Kerem Soylu, ew ji tîpên erebî guhaztine tîpên latînî. Sala çapê, 2002 ye.

• Çend Xezel û Helbest a Sîyahpûþ M. Reþît Irgat, ew ji tîpên erebî guhaztîye tîpên latînî. Sala 1999an hatîye çapkirin.

• Sirr-ul Mehþera Feqe Reþîdê Koçer: Osman Akdað û Kerem Soylu ev ji tîpên erebî guhaztine tîpên latînî. Sala wê ya çapê, 2002 ye.

Her yek ji van kitêbên me yên kevnar, li benda ciwanên unîversiteyî ne ku li ser wan tez amade bikin.

• Dîroka Nijada Þêrwan, ji alîyê Salihê Kurê Xan Budaq ve, bi zimanê erebî hatîye nivîsandin. Kerem Soylu ew li kurmancî wergerandîye û sala 2005an hatîye çapkirin.

• Weþanên Firatê jî, çend kitêbên hêja yên ehlê medreseyan çap kirine:

• Nûbara Ehmedê Xanî: Ev berhema hêja ku bi sed salan li medreseyên me weke kitêbeke rêzê dihat xwendin, Zeynelabîdîn Zinar, ji tîpên erebî bi tîpên latînî guhartîye. Sala çapa wê jî 1992 ye.

• Mewlûda Nebî ya Mela Ehmedê Xasî: Çawan ku xwendevan jî pê dizanin, ev kitêb, bi kurdîya dimilkî ye. Mihanî, ew ji tîpên erebî guhastîye tîpên latînî. Sala 1994an de hatîye çapkirin.

Ebdurrehman Durre jî, xebateke xweþ li ser helbestên Ehmedê Xanî amade kirîye û Weþanxaneya Avestayê, ew çap kirîye.

Di Medreseyên Kurdistanê de Pirzimanî

Di medreseyên kurdan de, sê ziman dihatin hînkirin. Erebî, kurdî û tirkî. Heke derfetan rê bidaya, îca hin kitêbên ku bi zimanê farisî bûn jî dihatin xwendin û mutaleekirin.

Piþtî xwendina Quran, tecwîd (bi zimanê tirkî), Eqîdeya Îmanê ya Ehmedê Xanî (bi kurdîya kurmancî), Mewlûda Mela Husênê Batê (bi kurdîya kurmancî), Nehc-ul Enama Mele Xelîlê Sêrtî (bi kurdîya kurmancî), Nûbihara Ehmedê Xanî (ferhenga kurmancî û erebî), îcar dor dihat ser xwendina ilmê serf û nehwê.

Kitêba pêþî Emsîle bû. Di vê kitêbê de rêzimanîya erebî, bi zimanê tirkî dihat –aniha jî tê dayin– dayin.

Bîna bi erebî, Izzî bi erebî bû; Zurûf, Terkîb jî bi kurdîya kurmancî...

Digel van her sê zimanan, çend kitêbên ku bi zimanê farisî bûn jî hebûn.

Wan feqîyên ku kitêbên rêzê diqedandin, di nav xwe de dest bi muzakereyan dikirin. Gulîstana Þêx Sadîyê þîrazî jî, weke meyweya ser xwarinê, dihat xwendin.

Þîyarî: Bê guman kitêbên medreseyîyên welatê me, ne ev bi tenê ne. Hîna gelek kedkarên din hene ku me hay ji wan nîn e.

Li derveyê welat jî çen kesên mîna Zeynelabidîn Zinar, M. Emîn Bozarslan û yên mîna van hene ku bê navber dixebitin, hene. Gelek berhemên xweþ jî dane.