Mirovperwerî û serdema nû

 

Zilkîf Xweþhêvî

 

 

Mirovperwerî yan jî humanîzma weku tê zanîn wek bêje li rojava derketîye meydanê lê naveroka vê bêjeyê çavkanî û îlhama xwe ji derunîya gîyanê hemu mirovan wergirtîye. Elbet ev bêje mumkîne pir alîyan de bê kiþandin, li gorî gelek felsefeyên cîyawaz bê tehlîl kirin û bê þîrovekirin lê ez di vir de mirovperwerîyê di çend xalên hevbeþ de dest nîþan dikim ku ev kakila peyamên hemu dîn û felsefeyên beþerî ne.

1) Wek mexlûqekî kerîm rêz girtin li mirovan,

2) Bergirîkirina azadîya mirov li beramber hêza koraneya serwer,

3) Damezrandina edaletê di nav mirovahîyê de.

Eger em berê xwe bidin serdemên destpêka bizava humanîstên Ewrupa nebûna ew her sê xalên ku me jimart derdikevin pêþ çavê me. Ev bizav, bizava têkoþîn û lêgerînê bû. Sitem û fiþara dirêj a dêrê mirovan bêzar kiribûn û di binyada xwe de humanîzma serhildanek bû li beramber vê zilmê. Humanîstan bi bîrokeyeke însanî cîhanê dixwendin, kar û xebatên xwe li ser navê ti neteweyekê nedikirin lê armanceke wan a gîrîng hebû: Ewrupayîbûn yanî damezrandina cîhaneke nû ku navenda wê de mirov hebe. Xweþbextane xewna humanîstên Ewrupayê ber girt û niha ew di ber Almanbûn û Frensîbûn û Îngilîzbûna xwe, bi Ewrupayîbûna xwe jî þanaz in. Ev þanazbûn tenê ji bo bidestxistina armaceke sîyasî nîne. Di binê vê þanazîyê de þikandina pergaleke sitemkar û damezrandina pergaleke însanîtir heye. Wate qudsîyet ji dewletan û ji rêvebiran hate stendin mafên bingehîn û rastîyên bêguman þûna wan girtin heta radeyek.

Di rojhelata navîn de jî pêwistîya me bi serhildanake mirovperwerane heye. Lewra vê hiþkî û tûndîya atmosfera sîyasî û berxwedan û bertekên statukoparêz, herêmê bi giþtî berve karesateke mezin ve dibin. Ew sîstemên ku piþta xwe dabûn hêza xweya derewîn î çavsor niha dibînin ku ew hêza ku pê gef û guran dixwarin beramber metirsîya nemanê de ye. Ji ber vîya xwedîyên van hêzan; di serî de gelên bindest, welatîyên kêmar(hindikayî) paþê hemû hêzên dijber wek dijmin û têkder bi nav dikin û bi ser van alîyan de hewla êrîþên tûnd dikin. Van hêzên tarî digel ku îslamê ji xwe re heta niha wek xeterek didîtin lê balkêþ e niha bi hinek “ulemayên rusum” ku di bin baskên wan de xwedî dibin “sîyaseta antî emperyalîsta Îslamî” dixin rojevê. Li alîyekî dî zarokên xweyên har î nîjadperest jibo bergirîkirinê sor û tûj dikin. Ji ber wî di qeneta min de di dahatu de ligel sîyaseta menfeetperest a dewletên mezin du komên di bin kontrola hêzên statukoparêz (nijadperestên faþîst û rêxistinên tûndrev ên –qaþo- Îslamî) li herêmê amadeyîya qirkirineke tevahî dikin ku wê gotina navdar “mirov gurê mirov e” heqdar derbixe.

Tevî van rastîyên metirsîdarên ku niha serî hildane hevî û nîyazeke min heye ji mileta kurd û ji axa wî ya ewledar ji hezretî Nuh vir ve. Weku tê zanîn her mileteke qedîm di serdemek de roleke xweyê pêdivî lîstîye û beþdarî di geþepêdana þaristanîya mirovahîyê de kirîye. Di vê babetê de em Cemîl Merîç guhdarî bikin: “Her çand ji rûmetên mezin ên mirovahîyê yekî yan çendan pêkhanîye. Þaristanîya Yunan “ciwanî” yê diafirîne; Roma “huquq”ê, beþdarîya þaristanîya Samî “dîn” e. Çîn, “sudwerî”yê pêktîne. Dîyarîya Hîndê bo mirovahîyê “xeyal” û “tesewuf” , þaristanîya Ewrupayê “zanist” e. (Cemîl Merîç, Umrandan Uygarliða, Ýletiþim Yay. r: 109-110)

Ez jî dibêjim çima kurd di vê serdema nû de çand û ferhenga mirovperwerîyê di vê herêma kambax a bextreþ de wek tîrêja destpêka jîyaneke nû saz nekin. Ev xeyala xweþ lê ne dûrê rastîyê di serî de bext û talihê kurdan dûvre mexdûr û mezlûmên vê herêmê û bi giþtî talihê rojhelata navîn dê veke û dê ev bibe dêstpêka þaristanîyeke nû ku hêja êþa tîrên helatinê dikþîne. Ezê sedemên vê geþbînîya xwe bi çend xalan raber bikim:

Tîrêja yekem: Weku tê zanîn di nav kurdan de adeta kirîvatîyê heye. Ew malbatên ku Xwedê kurekî bide wan li gorî kevneþopîya Îslamî pitikê xweyê kurîn sunet dikin. Lê ev sunet bi merasîmek tête kirin. Ew malbat gazî mirovekî xwe yan jî dostekî xweyê hezkirî dikin û dema sunetê de ew zilamê dostê malbatê, kurê wan dike dewa xwe û bi vî awayî kurik tête sunet kirin. Ji vir pê de di nav wan her du malbatan de ew dostanî û hezkirin vedigere ser merivatîyeke bihezkirin û dostanîyeke mayînde. Heta ew zarok mezin bibe her du malbat tên û diçine malên hevdu, dîyarî pêþþî hev dikin û her wuha dilovanîya wan ji hev re zêdetir dibe. Balkêþ e kurd li Kurdistanê ji filehan(mesîhî) re ji berê de “kirîv” dibêjin. Ev nîþana çi ye! Peyvekê wuha çima ji devê cîranên me bo kêmarên di nav wan de nahê bihîstin û kurd çima peyvekê wuha þîrîn bo welatî û cîranên xwe bi kar tînin. Bersîveke min a besît heye: Çanda lêborînê(tolerans) û warisbûna axa þaristanîyên qedîm. Ji ber vîya ye kurd weke xelkên dî, kêmarên welatê xwe ji bo xwe taluke û xetere najmêrin, navên wan bi heqerat helnagirin, dest danaynin ser heqê wan û tehdayê li wan nakin. Ji wan re dibêjin: KÎRÎV! Kirîv yanî dost, hezkirî, cîranê birumet…

Tîrêja duyem: Yek nîþana vê çanda lêborînê jî di nav kurdan de di Mem û Zîna Cenabê Xanî de tê dîtin. Seydayê Xanî bi rasti jî xaleke gelek girîng raber dike ku ev dîtina wî cewhera meseleyê derdixe meydanê.

þa mirovahîyê çi ye? Tûndtûjîya hesta xezebîya însan, çavnebarî û xodxemîya însan û ji ber serdestîya van hestan kêmîya merhemet û dilovanîya însan… Ev e, kêþeya sereke ev e. Seyda xwe dihavêje bextê navê Xwedê yê “Xeffar” û ji bo kafir, asî, þeqî(cihenemî) û natemaman nîyaza bexþîn û lêborînê dike. Serwerê mutlaqê kaînatê Xwedê ye, ji xwe di rastîyê de þîrk muhal e ji ber wî hebûna baþî û xerabîyan û her wuha hebûna kafir û mumîn cenet û dojehê hemû pêkve tecelîyên navên Xwedê ne. Seyda ji Xwedê nîyaz dike ti mirovî navêje dojehê û bes þeytanê dijminê zaroyên adem bihavêje dojehê. Eger guneh û xetayên zaroyên adem hebin jî ev ji ber tecelîyên navên xwedê ne. Navê “Xeffar” e ku guneh û xetayan îcab dike. Dîsa Seyda dibêje: “Xwedê! eger tu nikarî kufrê bibexþînî nexwe çima te gunehan li me nexþand.” Wate madem te gunehan li em nexþandin mumkîne tu kufrê jî bibexþînî. Hêjayê gotinê ye Seyda di vir de nabêje ku mirov bi temamî pak û bêrî ne lê seza kirina mirovan layiqê rubûbîyeta Xwedê nabîne û ewa dibêje:

 

Kufr û gunehan bikî behane

Laîq te bitin, ev e þehane!

 

Yekrû ne li nik te kufr û îman

Yeksû ne li nik te xuld û nîran

 

Qehra xwe bikî eger tu zahir

Cennet li me dê bibîte agir

 

W’er feyzi biket sehabê rehmet

Dozex li me dê bibîte cennet

 

Ger kafir û ger gunehkar in

Bîlcumle ji te umîdewar in

 

Kes nîne ji kafir û usatan

Mezher nebitin jibo sifatan

 

Kafir bûyîn em bi îsmê “Qehhar”

“Xeffar” e ku em kirîn gunehkar

Kufrê tu meger neþî bibexþî

Ger dê gunehan bi me binexþî

 

þadi bibin li me þeyatîn

Mesrûrî bibin gelek melaîn

 

Qet xîret e, ey penahê alem

Qet laîq e, ey þivanê adem

 

Ev gurgê leîn ê bed, serencam

Jêkra biketin me þubhê exnam!

 

Elqisse, bikî ku dêwê serkeþ

Tenha û tenê biçîte ateþ

 

Fîlcumle me cumle xas û aman

Asî û þeqî û natemaman

 

Têkra bi þefaeta xwe xas ke

Vêkra me ji agirî xilas ke

(Mem û Zîn, Ehmedê Xanî, Beþa Çaran, Weþanên Deng)

Di vir de mesele “Gelo kafir dikevin dojehê yan na?” nîne. “Mirov xêra hev dixwazin yan na?” mesele ev e. Dîtina mirovan bo hev divê çawan be, a girîng ev e. Ji xwe mirovên xezebxwaz li benda dojeha Xwedê nasekinin, dojehê li dinê çêdikin û hev dihavêjinê. Kesên ku dojeha Xwedê ji xwe re dikin doza sereke û pê êrîþ dibin ser mirovan ji heman kesên ku dojehê li dinê çêkirine ne. Evan kesan mucahîdê dînê Xweda nînin, belkî mucahîdê kîn û kerba xwe ne ku dixwazin sûretekî heq bidin vê kîn û kerbê.

Seydayê Xanî çawa þaîrekî mezîn e ewa jî alimekî têr û tijî ye. Ji ber wî ev dîtinên wî ne ji nezanînê û laûbalîbûnê ye! Belkî þîret û pendek e bo mirovan ku merhemet û dilovanîyê amaje dike.

Belê, medreseyên kurdan mirovperwerên wek Seyda pêgîhandine û ji xwe di alîyek de komalgeha kurdî berhemê vê ferheng û edeba medreseyên kurdî ye. Xwedîyên vê çanda mirovperwerane çawa derîyê welatê xwe ji bo kêmarên dînî û qewmî heta dawî vekîrî hiþtine her wuha zanyar û seydayên wan jî ji bo xweþî û bextîyarîya wan a uxrewî ji Xwedê bexþîn û lêborînê nîyaz kirine.

Tîrêja sêyem: Ji vir du sal berê wek gelek niþtimanperweran bi kêf û þadî min jî berê xwe da Kurdistana azad. Tiþtên ku min li wir dîtin vê qenaeta min kamil kir. Bi taybetî Duhok wênayeke baþ e bo vê þaristanîya ku em bahs dikin. Di nav gelek mizgeftan de dêra bawermendên mesîhî û bingeha laliþa kurdên êzîdî, bi þanazî û hêmînî bilind dibin her wuha ligel piranîya kurdên misliman; kurdên mesîhî, kurdên êzîdî û asurîyên mesîhî bi biratî jîyana xwe dibihurînin. Çewa navên Ahmed û Mehemed li kuçe û kolanan tê bihîstin ewa jî navên Gorgîs û Luîs jî tê bihîstin. Her wuha di bajarên dî de jî heman rengînî û dîmena xweþ a biratîyê tête dîtin.

Dîsa helwesta hikûmeta Kurdistanê berember bi kêmarên Kurdistanî gelek erênîye û hêjayê gotinê ye. Di parlementoyê û di rêvebirîyên dî yên dam û dezgehên hikûmetê de her cemaeta etnîkî û dînî tê temsîl kirin û di rêvebirîyê de cîyê xwe digirin. Her wuha di reþnivîsa destura herêma Kurdistanê de, di xala binavkirina welatîyan de þûna “kurdbûn”ê “Kurdistanîbûn” bingeh hatîye girtin. Heta rayedarên kurd ji bo cîyên ku kêmarên Kurdistanî dijîn otonomîyeke îdarî ku xwe bi xwe îdare kirinê digire hundirê xwe teklîfê welatîyên Kurdistanê dikin. Mafên perwerda bi zimanê zikmakî heye û bi navê etnîsîta xwe partî, komele û rêxistinên medenî û sîyasî damezrandin serbeste û ev maf têne bi kar anîn jî. Ev nimûne hemu nîþanên rêvebirîyeke demokratîk û mafnas e ku di herêma rojhelata navîn de ev nimune tiþtekî nû ye.

Xulase di vê herêma hiþk û biring û bêrehm de erkeke pîroz li benda me kurdan e. Di welatê xwe de ew kesên ku xwe bindest û mexdûr dibînin û ji pergala neadîlaneya mewcûd gîlîkar in divê em wan dawetî peymana biratîya adîl û bihevre jîyana wekhev û însanî bikin. Divê em bi xwe, bi dostên xwe, bi nehezên xwe û bi hemû cîhanê bidin selmandin (îspatkirin) ku em dikarîn jîyaneke xweþtir, adîltir û însanîtir pêþþî miletê xwe, welatîyên xwe û cîranê xwe bikin. Xweþbextane nimûneyeke ewa li baþurê welatê me zîl daye û hevîya duwarojekê xweþtir di dilê me hemûyan de çêkirîye. Ev dikare bibe dêstpêkeke baþ. Lê ev kareke dûrûdirêj û berfireh e, ji ber wî di her alî de xebateke pirtir dixwaze. Û em mehkûmê kirina vê xebatê ne.