Kurd û Îslamîyet

 

Av. Nevzat Eminoðlu

 

 

Ç end roj berê sîyasetmedarekî kurd, di kovarekê de, got ku: “Kurd bi qebûlkirina Îslamê, paþ de man.” Piþtî vê beyanatê gelek kurdan, îtîraz û rexne yên manîdar anîn ziman. Xwedîyê wê beyanatê jî got: “Qesta min ew bû ku kurd, ji qebûlkirina Îslamê virde, paþ ketin.”

Qest û mebesta wî çi dibe bila bibe, hin kesên îddîa dikin ku dînê Îslamê em paþ de xistin, hene. Heta ne tenê di nav gelê me de, di nav miletên din yên misliman de jî, kesên xwedîyê evê nêrînê, hene. Heta di serê evê sedsalê de, sîyasetmedarekî tirk ê ku mewqîyeke giring îþxal kirîye, awha gotîye: “Ewrupa pirî gotîye top û tiving, pêþ ve çû. Me jî pirî got Allah Allah, em li paþ man.”1

Îja gelo wusa ye? Dixwazim li ser vê yekê bisekinim û fikrê xwe bi gelê xwe re parve bikim. Da ku raya gel rohnî be. Lewra bi dijberî û li hevketina fikr û ramanan, rastî dertê holê.

 Belê her însan, di bawerî û ramana xwe de, azad e. Bawerîya bi Xweda û bi dîn de, serbest e. Bixwaze bawer dike , bixwaze inkar dike, red dike. Eva heqê însan e. Kes nikare bi zorê bide qebûlkirin. Heddê bavê kesî jî nîne. Qurana Pîroz, evî heqê însanî, awha tîne ziman: “ Di qebûlkirina dîn de, kotekî/zorî tune. Rastî jî çewtî jî, êdî eþkere ye.” (Beqere: 255)

 Lewra Qur’an û hedîsê cenabê Pêxember, ku ev herdu çavkanîyên Dînê Îslamê ne, fikirîn û bawerîyê, wek xasse û taybetmendîyek însanî destnîþan dikin. Qur’an gelek ayetan de, awha bangî mirovahîyê dike “Gelî însanan! Ma hûn hiþê xwe naxebitînin?...”(Beqere: 44), “Ma însan nafikire?” (En’am: 50) di vê derbarê de Pêxember jî di hedîseke xwe de, awha ferman dike: “Fikirîn û ramandina bi saetekê, ji ibadetê salekê, xêrtir e.” Îcar ji bo wezîfa fikirîn û bawerîyê pêk bê, divê azadîya fikr û ramanê, azadîya îfadeyê hebe.

Madem “însan fitraten mukerem e, pîroz e; li rastîyê digere. Carna batil dikeve destan, heq dizane û di hembêza xwe de vediþêre. Gava heqîqetê dikole, bêhemdê wî, delalet dikeve ser qafê wî; wek rastî zen dike, dike serê xwe.” Herwekî gotinek pêþîyên me kurdan dibêje: “Hûr bajo, kûr bajo.” Emê jî, li meselê hûr û kûr binêrin, bifikirin; ro kin bipîvin. Lewra pirî caran þaþî û kêmasî, ji nêrînek dûrî ve û bi nêzîkbûnek sûrî çêdibe. Bi nihêrînek dûr ve, tiþtekî xayet muhal, mumkun tê xwuyan. Belê dûrî ve, stêrkek, qasî mumekê, tê xwuyan. Heta, wextekî ji bo hîlala Eyda Rojîyê, li hîvê dinihêrîn. Kalekî extîyar sond xwar, got min hîv dît. Nebê, mûyekî birûyê wî xwar bûbû, ketibû ser çavê wî. Îcar de ka, ew mû li kû, hîv li kû?

Gava meriv, bi nihêrînek zanistî û bi lêkolînek bi kitkite, li rûpelên dirokê temaþe dike, tê xwuyan ku, qet ti tarîxek, ti miletekî bêdîn, nîþan nade. Miletekî bêdîn, nejîyaye û najî.

Dîsa dîrok nîþan dide ku bi piranî pêxember, hatine Rojhilata Navîn, yanî Asyayê, Mezopotamyayê. Wek mînak, li hemberî despotîzma Firewnê xeddar, Hz. Mûsayê ku têkoþîna azadîya qewmê xwe yê bindest dike, tê xwuyan. Li hemberî Nemrûdê nemerdê xûnxwar, Hz. Îbrahîmê pîrê fikr û bawerîya rastîn, heye. Li hemberî Sezarê zulumkar, dengê Hz. Îsayê mirovhez û aþtîxwaz, tê. Ev rastîyên tarîxê, îþareteke qederê ye û nîþan dide ku, tiþtê ku Rojhilata navîn rake ser pîyan, dîn e. Lewma sîyasetmedarên ku li vir serokatî û rêvebirîyê dikin, divê xwe bispêrin vê hêzê. Qet nebe, pê bawer nekin jî, divê ji bo dînê ku nirxê hevpar e, hurmetkar bin. Îcar ez þaþ û metel dimînim, hin sîyasetmedarên ku ji nav gelê me derketine, bi sala ye rêvebirîyê dikin, xwedî tecrûbeyên mezin in, ked û bedelên mezin jî dane, li orta çavê milet dinihêrin û li dînê Îslamê yê ku nirx û bawerîyeke muþterek e ji bo piranîya miletê me, lê bêhurmetî dikin, bêînsafane sûcdar dikin. Bi vî hawî, xwe û þexsîyeta xwe di nezera milet de, piçûk dixin, þax û çiqila ku li ser in, dibirin. Wax li min, heywax li min. Piþtî ewqas ked û tecrube û bedel; ma ne bes e, ev xavtî û xamtî, ev negihîþtî û nezanî?2    

Dîsa tarîx nîþanî me dide ku, heta bi þahidîya piranîya dirokzanên Ewrupa, gelên misliman çi wextê, xwe bi dînê xwe girtine û li dû çûne, ewqas pêþ ve çûne û bûne medenî. Çi çax, dînê xwe berdane û jê dûr ketine, paþ de mane û ji medenîyetê dûr ketine. Ewrupa û xwedîyên dînên din, bereksê vê yekê nin. Meriv gava li diroka miletên mislimanên esra navîn dinihêre, ku bi gelemperî li pey dînê xwe diçûn, wê serdestîyê, pêþkevtinê, þarezatîyê, dibîne. Di wê esra navîn de, Ewrupaîyên ku hiþkehiþk bi dînê xwe ve girêdayîbûn, di nav nezanî, tarîtî û hovtîyeke bêemsal de bûn. Lê, di van dused salên dawîn de, bi gelemperî misliman ji rûh û bingeha dînê xwe dûr ketin; cehalet, feqîrtî, dîktatortî, qrîzên eknomîk, jenosît, hevkujî, zulumkarî, bindestî, hovtî, irqperestî, barbartî… Yanî hemû celebên nerindîyê, nemerdîyê, nemerivtîyê, di nav wan de þax veda. Ewrûpîyan jî, dema ji dînê xwe dûrketin, pêþketin û þarezatîya ku destxistin, wa li ber çava ne. B. S. Nûrsî evê rastîyê awha tîne ziman: “Heyf û mixabin ku bîyanîyên Ewrûpî, çawa her tiþtên me yên rind, ji me sitandine; wusa jî, exlaqê me yê qenc jî, ji me dizîne. Herwekî exlaqê meyê bilind û qenc, li cem me rewac û kirîdar nedîtîye; û ji me xeyîdîye, xwe avêtîye ba wan. Rezalet û nerindîyên wan, li ba wan, muþterî û rewaç nedîtîye, hatîye bazara cehaleta me.” Ev rewþ rastîya evê gotina wî jî nîþan dide: “Ewrupa bi Îslamê hemle ye, wê rojekê biwelidîne. Osmanî jî bi Ewrupa biheml e, dê rokê biwelide.” Hê sedsal berê, dema Osmanîyan de, di 1906an de, li hemberî pirsa “derheqê pêþeroja Osmanî û Ewrupa de çi difikirî? ev bersîva tarîxî dabû. (Î. Dersler: 126)

Mesela: rewþa ereban ya berya Îslamê ku wek “dewra cehaletê” tê binavkirin, melûmê herkesî ye. Piþtî hatina Îslamê, ew erebên hov û zulumkar, bûn mamosteyên miletên derdorên xwe; nivîs û kitêb hînî wan kirin. Gelên xwedî medenîyetên qedîmî re, bûne miellim û dersdar. Ji gelê dunyayê re bûne rêvebir û dîplomat; sazûman û sîyaset hînî wan kirin. Bi serwertîya Pêxemberê Îslamê û xelîfeyên raþid/rastîn de, esreke seadeta beþerîyetê ye wusa damezrandin, ku heta hetayê model û mînakeke xweþbextî û âzadîyê, edalet û dilþadîyê ye, ji bo hemu mislimana û mirovahîyê. Endulis Emewîyên ku zanist û medenîyet hînî Ewrupa kirin, dewleta Omer kurê Ebdulezîzê Emewî yê ku nîþana edalet û seadetê bû, encama Îslamê bûn, ji Miletê ereb re. Ereban dema ji esasên Îslamê dûr ketin, yanî xelîfetîya ku îdara cumhûrî û raya gel e û ji bo rêvebirî û serkarîyê, ne neseb û malbatîyê, ehlîyet û lîyaqatê esas digre, berdan, îdara seltenatê, yanî qraltî, melîktî û sultanetî anîn. Þûna esasên Îslamîyên wek wekhevî û mirovhezîyê, fikra irqperestîya ereb, bi partîya Baas û yên mayî anîn. Paþ ketin û zivirîn cehaleta xwe ya berya Îslamê. Bûne kasealêsê Rojava; dijmin û qatîlên kurdan û Îslama rastîn.

Mesela miletê tirk berya Îslamê wek qebîlên paþmayî û talanker, di Asya navîn de, êrîþê medenîyetên li derdorê xwe, dikirin. Heta, Moxolên ku eqrebayên tirkan nin, ji ber ku nebûn misliman, ewê hovtî û barbartîya xwe domandin, êrîþê medenîyeta Çîn, Ewrupa û Alema Îslamê kirin, tar û mar kirin, þêlandin û þewitandin. Lê piþtî ku tirk bûne misliman, bi gelemperî bûne însanê medenî, nispeten dewlet û medenîyetên adil û cîhangîr, avakirin. Paþê rêvebir û sîyasetmedarên tirk, ji Îslamê derketin, serê serî de Ciwanturkan, paþê partîya Îttîhad û Teraqî û dûvre Kemalîstên modern, gotin: “Em Îslamê davêjin. Lewra Îslamê, em paþ de hîþtin.” Û paþ ve zivirîn ser eslê xwe yê berya Îslamê. Li hemberî mislimana û xiristîyana, êzîdî û alewîyan; li hemberî miletên kurd û ermenî, rûm û asûrî, heta li hemberî hemnîjadên xwe yê tirk ên muxalif û misliman; zulmeke li dar xist in, ku Xwedê nîþan nede. Mîrasa tirkên Osmanîyên Îslamî, red kirin û gotin emê sazûmaneke modern ava bikin. Ew gel û dîn û bawerî û mezhebên ku dema Osmanîyên nispeten Îslamî de, bi hev re bi cînartî û biratî, bi bîr û bawerîya hev re hurmetkar û bi aþtî dijîyan, marûzê êrîþên hov yên hemnîjadên xwe yên bêdîn, hatin. Bi terora dewletê, ewî baxçeyê bi rengînî û zengînîya gel û bawerîyan ve xemilîbû, qelandin û qir kirin. Nîþan dan ku Îslamê, çi hov kedî kiribûn, kiribûn meriv û însan. Dîsa nîþan da ku, yê ku piþtî nasîna Îslamê, ji Îslamîyetê derkeve, ji însanîyetê û medenîyetê jî derdikeve. Tu tav û ronahîyekê nabîne. Mehkûmê tarîtî û zulmatê dibe.

Gava hê kurd nebûbûn misliman, ne navekî wanê wek “kurd” ku mena xwe “egît, qehreman, xurt”e, hebû; Ne jî welatekî wanê bi navê “Kurdistan” ku bi mena xwe “warê egîtan, warê qehreman û þehîdan” e, hebû. Ne jî, pirtûk û mektebek wan hebû ku meriv bêje: “Kurd berya Îslamê xwedîyê vê nivîsê, vê pirtûkê, vî xetê bizmarî bûn, vê eserê bûn”. Tiþtekî wusa zelal tunebû. Lê çi hebû? Berya Îslamê, di bin îdareya dewletên Pers û Bîzansan de, wek qebîlên bêser û ber, bênav û deng digerîyan, dijîyan. Rewþ û reng û dengekî wanê tarî û temirî hebû ku, hemû dirokzanên dinê û hemû evîndar û aþiqên rewþa kurda ya berîya Îslamê, dikin nakin, lêdigerin nagerin, tam zelal nabe ku kurd wê demê çi bûn, çi dikirin. Ka qebîlên bi navê Mîtanî bûn yan Xaldî bûn, Medî bûn yan Kardûkî bûn..hwd. Qe nebe, dîsa serê me kurdan bilind e, ku wek wan miletên din yê berîya Îslamê, bi barbarî û cehaletê, zirara me negîhaye kesî. Dibe ku pêþerojê de, tiþtên zelaltir jî derên û em kurd pê îftîxar bikin. Lewra herêma kurda, cîyê medenîyetên qedîmî ne, wek Sumerîyan û mezopotamîyan. Warê medenîyeta Cûdî yê Nebî Nuh e. Warê þarezatîya Hz. Îbrahîmê ku bavê pêxemberan e.

Lê rastîyek dîrokî û li ber çavan heye. Ew jî ev e: Piþtî Îslamê, tarîxa kurd ji þêlûtîyê, tarîtîyê dertê. Nav, ziman û navê welatê wan, tam zelal dibe3. Zimanê kurdî cara pêþin, eserên xwe yê nivîskî dighîne ber destê me. Zana û edîbên wek Tahirê Uryan, Elîyê Herîrî, Hesenê Bateyî. hwd. kitêb û dîwanan, edebîyata kurdî re yadîgar dihêlin û bingeh çêdikin. Profesorê tarîxê yê Universîteya Harvard a Amerika, lêkolînê xwe yên derheq vê demê de, awha tîne ziman: “Kurd, piþtî sêsed salên xerabûn û pelçiqandinê yên di bin îdareya Sasanîyên Îranî û împaratorya Bîzansî de derbasbûyî, navbera sedsalên 7an û 9an (mîladî) de, hêza kurda ya sîyasî ya ji nû ve þînbûyî, mohra xwe lê dixe. Ev heyama ku di esrên 10an û 12an de dertê asta here bilind, bi awakî heqdarî, wek “sedsalên Îslamê yên kurd” tên binavkirin. Hakimîyeta kurdan ya sîyasî, bi saya fethên leþkerî û koçberîyê, ji Asya navîn bigre heta Libya û Yemenê dirêj dibû. Kurdan him dewlet û xanedanên ku herêmên dil û navenda Rojhilata Navîn nin, diparastin, ava kirin. Him jî çand û kultûra kurd, demên xwe yên zêrîn jîya. Kurd di pêvajoya van hemû deman de, di warê felsefe, muzîk, muzikolojî, mîmarî, muhendisî, matamatîk û astronom de, bûne pispor. Di nav pêþtatirên kurd yê wê demê de, dirokzanên wek Ebul Fîda, Îbnî Esîr, Îbnî Þeddad û Îbnî Quteybe; fîlozofên wek Suhrawerdî, Ayn el-Qudat Hemedanî;  muzîkologên wek Seyfeddîn Ûrmewî û Muhammed Îbnî Katib Erbîlî; muzîsyenên wek Îbrahî û Îshaq Mawsîlî û Zeryab; mîmar û muhendisên wek Munîs; matamatîkzan û astrologê wek Muhyedîn Axlatî; bîyografîstên wek Îbnî Xalîqan, ensîklopedîstên wek Îbnî Nedîm; þoreþkerên civakî û dînî yên wek Babek û Narseh, meriv dikare wek mînak bêje.” (Prof. Dr. M. R. Îzady. Kürtler. Îngilizce'den: C. Atila. Doz Yayýnlarý. r.97) Di nav kurdan de ilim û medrese pêþ dikeve. Bi vê bingehê, kurd dewletan ava dikin. Wek dewleta Rewadî, dewleta Merwanî, dewleta Erdîlani, Împaratorîya Eyyûbî hwd. Nexasim bi dewleta Eyyûbî, medenîyet, edalet û însanîyetek e wusa nîþanî alemê didin ku, ne tenê alema Îslamê, hemû Ewrupa jî, lê hewes û heyran dimîne. Heta niha ti dewleteke rohilat û ti serokekî misliman, ji hêla Ewrupa ve, qasî Dewleta Eyyûbî, qasî serokê wî, Selaheddînê Eyyûbî, nehate hezkirin û teqdîrkirin. Belê, mezintî û camêrtî ew e, ku ji hêla dijminê xwe ve jî, bê pejirandin kirin (bi vê munasebetê, bi çend kelîmeyan, kuleke dilê xwe, naxêr kuleke miletê xwe jî, bînim ziman: Em kurd li Eyyûbîyan xwedî dernayên. Derheqê de, lêkolînê tarîxî nakin. Pirtûkan nanvîsin û li alemê, nadine nasîn. Ew jî derdekî me yê li ser derda ye. Ku ne hûn bipirsin, ne jî ez bêjim.).

Piþtî Îslamê kurdan, bi avakirina wan dewletan û medenîyetan, li hemû alemê, di rohilata navîn de, xasma li Kurdistan, li bajarên wek Dîyarbekir, Bidlîs, Hesenkeyf, Ruha, Mêrdîn, Meya Ferqîn, Þam, Heleb, Kerkûk, Mûsil, Qahîre hwd. gelek eserên tarîxîyê nemir li dûv xwe hîþtin. Bi gelek mekteb û medrese, pire û xan û man, koþk û sera, camî û nexweþxane hwd. wan bajaran îmar û îhya kirin. Piþtî ku gelên rohilata navîn, xasma ereb û tirkan, di van esrên dawî de, dev ji medenîyeta Îslamê berdan; dewra “cehalet” û “barbarî” ya xwe, ji nû ve, jîyan. Bi alîkarîya Awrupa, kurd û miletên din, Îslam û dîn û bawerîyên mayî, kirin hedefên xwe yên hovane. Kifþ bû ku Ewrûpîyên Rojava, berîya sedsalan, ew derb û þîmaqên ku ji kurdên Eyyûbî xwaribûn û ji Rohilata navîn û ji Qudsa þerîf hatibûn derkirin, jibîr nekiribûn. Lewma Ewrûpîyan, kurd û Kurdistan kirin çar perçe û di nav tirk û ereb û farisan de parve kirin. Da ku heyf û întiqama wê darbeyê bistînin. Lê kurd û kurdî û Kurdistan, bi wê xêr û bereketa ku ji Îslamê hildabû, çiqas hate înkar û îmhakirin, neqedîya û nemir. Çiqas hate tunekirin û qedexekirin, nehelîya û nehat jibîrkirin. Çiqas hate talankirin û wêrankirin, wenda nebû. Ev rêzên ku þairê kurd ê navdar, Ahmed Arif anîye ziman, rastîya wê bû: “Lêxin lawo, lêxin. Ez wusa bi hêsanî namirim” Ji bo ku ev eserên tarîxî yên ku ji dewlet û medenîyetên kurd mane, îmha bin û li rû erdê da ku qet ti þop û îmzayek, ji kurdan nemîne, bi qestî, li ser wan bajar û eserên tarîxî, baraj û bendavan çêdikin. Binê avê de dihêlin. Heta akademîsyenê kurd Prof. Dr. Îzady li ser evê qetlîam û talanê, lêkolînek hêja kiribû. Tenê sernava nivîsê, kezeba meriv diþewitîne: “Barajlar, Kahrolas Barajlar”

 Kurd piþtî dawî lêhatina Eyyûbîyên Hesenkêfê û girêdana wana bi Osmanîyan, ketibûn xewê. Xeweke pêncsed salî. Bi nezanî, bi þerê navxweyî, hêza xwe wenda kirin. Li hemberî hev, cînayet û xunxwarîyên mezin kirin. Di serê vê sedsalê de, yanî tam sed sal berê, yanî hê ne tirk, ne ereb, ne faris hwd qet ti miletekî rohilata navîn azad û bi dewlet nebû. Di navbera 1907an û 1921ê de, S. Nûrsî yê kurdî, ji bo li Kurdistanê bi navê Medreset-uz Zehra Unîversîteyekî avake, tê Stenbolê, da ku kurdan ji nû ve rake ser pîyan. Padîþah Ebdilhemîdê 2., wî davêje tîmarxanê, paþê jî dike hepsê. Bi kitêb û maqaleyên xwe, kurdan, gazî zanîn û hiþyarîya netewî dike. Paþê 1908 û 9an de diçe Kurdistanê. Gund bi gund, bajar bi bajar, eþîr bi eþîr, serdanpê li welat digere. Dersa azadîyê, dersa yektîya millî, dide kurdan. Bo ku bi lîstikên Ciwanturk û îttîhad û Teraqîcîyên ku plan dikin ku li hemberî ermenî û asûrî û êzîdîyan qetlîaman çêkin, nexapin. Awha bangî kurdan dike: “Ey gelî kurdên leþkerên qehreman! Pênsed sal e, hûn di xew de ne. Bes! Ger hûn teralîyê bikin, ji bo azadî û yektîya millîya kurd nexebitin, hûnê sed sal þûnda ancax sipehîtîya azadîyê bibî” (Î. Dersler. 86) Ji ser van gotinan re, sed sal derbas bû. Mixabin kurdan guh nedanê. Ev bela, musîbet û bindestîya ku hate serê wan, ji vê guhnedayînê bû. Wuhareng kurdan kefareta wan cînayetan dan, di nezera qedera Îlahî de, paqij bûn. Teze musteheqê mukafatê bûne. Ger em ji paþerojê ders bigrin û rind bixebitin. Emê kurdê, azad û serxwe bin. Paþê yektî û biratîya Rohilata navîn saz bikin û aþtîya alemî de, roleke sereke hildin ser xwe. Dîsa dersa edalet û însanîyetê bidin Rojhilat û Rojava. Ev yek, ne dûrî aqilan e. Dûrî dîrokê, qet nîne. Dûrî rehm û hikmeta Xweda Teala, qet qet nîne. Lewra çerxa felekê, bi fitl û ger û dewr e. Tarîx jî bi tekerrur e. “Musîbet, encama cînayetê û destpêka mukafatê ye.” Lewra Xweda Teala di Qurana Pîroz de, awha ferman dike: “Lê em dixwazin ku, lutf û alîkarîyê, li mezlûm û bindestan bikin. Wan bikin serok û rêber. Milk û mîrasa welatan, bixin destê wan.” (Qesas: 5) Ger meriv bi zanyarî li rûpelên dîrokê binêre, emê rastî gelek numûneyên evê rastîya ku ayeta kerîme ferman dike, bên. Heta S. Nûrsî yê ku pisporê ilmê ma‘na û mesaja Quranê ye, qala evê dustûra îlahî ya ku di nav civatên gelan de carî ye, dike. Derbarê rizgarîya kurdan de, mizgînîya wan îþaretên ayetan dide. Wek mînakekî pir kurt: Di behsa têkoþîna Hz. Mûsayê li hemberî Firewn de, di sureya Îbrahîm de evê ayeta han nîþan dide: “Bi sond û peyman, me Mûsa bi mucîzeyan þand û jê re got ku; qewmê xwe ji tarîtîya zulmê, derxe ronahîya azadîyê. Wan rojên borî yên felaket û bindestîyê, bîne bîra wan...” Lewra yê zana re, îþaretek bes e. Dewama van îþaret û mizgînîyên ayetan, hewaleyê kitêbên Ustad Nûrsî dikim.

 Wek encam; gava bawerîyek, yan îdeolojîyek, were nirxandin, divê bi referansên wî yên bingehîn ve, were nirxandin. Ne bi mensûbê wê yên sextekar ve. Îslamîyet jî divê li gor referansên xwe yên esasî ku Quran û hedîsên pêxember in, bê pîvan. Belê mêþ, avê vedixwe, hingiv dide; lê mar avê vedixwe, jarê dirêje. Çawa tirk dibêjin: “Yiðidi öldür, hakkn yeme.” Yanî, camêran bikujin; lê heqê wan nexwin. Merivek dikare bêje: “Hiþê min nagre, yan jî nayê hesabê min, ez dînê Îslamê bawer nakim.” Hayhay, ser çavan. Ev mafê wî ye. Lê dijî rastîya tasrîxê, bi bêînsafî, heqaret û îftira li Îslamîyetê bike, ev li camêra nake.

Bi vê tespîta Seydayê Nursî, gotinên xwe diqedînim: “Îslamîyet wek royê ye, bi pufkirinê natemire. Wek rojê ye; bi çavgirtinê nabe þev. Yê ku çavê xwe bigre, li xwe tenê dike þev.”

Têbinî:

 1) Nûrsî, qala vê gotinê dike û bersivên biderb û zanist, didîyê. Beþeke wê bersivê: “Em jî dibêjin ku gelî belengaz û bêçareyan! Ev dunya misafirxanek e. Her roj dused hezar þahid, bi cenazên xwe, hukma “el mewtu heqqun/ mirin heq e,” îmza dikin û ji vê dewê/îddiayê re, þahidyê dikin. Ma hûn dikarin mirinê bimrînin? Dikarin van þahidan tekzîb/red kin? Madem nikarin. Mirin, bi meriv, Allah Allah dide gotin. Di sekeratê de, li þûna Allah Allah, ka kîjan topa we, kîjan tivinga we, wê tarîtîya ebedî, li ber ewê di sekeratê, ewê bêkesî û bêhêvîtîyê, dizîvirine hêvîyeke tam? Madem mirin heye. Herkesê bikeve qebrê. Ev heyata diçe. Heyateke daîmî tê. Ger carekî top û tiving bête gotin, divê hezar carî Allah Allah bê gotin. Him di rêya Xwedê de be, tiving jî dibêje Allah, top jî dibêje Allahû Ekber û diqêre. Bi Allah îftar dike”(Mektubat:499)

2) Hevalê hêja Sever Iþýk li ser gotinên Mehdî Zana, maqaleyeke hêja û bi navê “ Kürt Koloni Subaylarý ve Ýslam” nivîsî bû. Bi awakî zanistî û bi rexneyên pozîtîv, nirxandibû. Ji wê maqaleyê çend hevok: “li ser vî erdî, fikra çep, pêsîra xwe ji “duajotîya” rojavatîyê xelas nekir. Zivirî þêweyeke modernîteyê ya wusa ku, ji Kemalîzmê diha radîqaltir. Program û nêzîktayîyeke “rastîn” û “jigel/yerli” ya ku hemû derdoran/kîtleyan hembêz bike, pêkneanî. Ev refleksa “dijberî ya li dîn” ya pozîtîvîst ku ji bermaya Kemalîzmê maye, tevlî “hiþsazîya” çepa kurd bûye. Di vê hêlê de, di gotinên Zana de, tiþtekî nuh tune ye. Lewra ev gilî û gotin, “bi me ji nas”bûnê, wêdetir; ev ji hêla kurdekî ve û ji bo kurdan, herf bi herf tekrara gotinên ku çepgîr û millîtarîstên tirk û Fars û hetta yên ereb ku bi dehan sala ye tekrar dikin e. Ya ku Zana dike, dubarekirina “çîroka berê” ye. Lê çi? Îslama ku ereban jî paþ de hîþtîye, çima kurdan jî paþ de nexista! Nakokîya di navbera hêzên sîyasîyên zordest û hereketa sîyasîya kurd de, di “kûr”da nîne, li “rû”ye. Meriv cîyên kelîmeyên “tirk” û “kurd” biguhirîne, di navbera wan de ti ferq namîne. Helwesta sîyasetmedar û rewþenbîrên ku bûne bîyanîyê dîn û bawerîya gelê xwe û evê bawerîyê,heta bi dereca empatîyê jî tênaghêjin, “serbazên kolonyalîst” tînin bîra meriv. Ev rewþenbîrên ku di jîyana þexsî û civakî de giringî û giranîya bawerîyê; qîmeta wê ya paxiþok û rohnîdar, naxwazin fêhm kin, bi “wijdanek bîyanî” nêzîkî civata xwe dibin. Bi “nirxên bîyanî” însanê xwe dinirxînin. Tenê balkiþandina li têgeha “kurd”a ku ma‘neya sîyasî û etnîsîte dihewîne, bandoreke hawirdor pêk nayne. Lewra ji bo însanekî, nasnameya netewî û etnîk, di nav gelek nasnameyên wî de, jê yek e. Divê meriv evê rastî û dîyardeyê li pêþçav bigre ku însan xwe bi gelek nasnameyan, dinasînin. Ziman û awayê “sûbayê dagirker”ê ku bi civata xwe re lihevnehatî, ji kultûr û têgihîþtina wî ya jîyanê bêpar e; ji hevbûna gel, rewþenbir û sîyasetmedaran; û ji kûrkirina jihevnebawerîyê wêdetir ti encamekê nade. Divê hemû rewþenbîr, pirsa “însan bi çi dijî?” ji xwe bike. Kifþ e “barbarên kurd” bi paþve (vegerîna)/rû‘cûa xwe, lêne/dilhene “ramûsanên/maçên nû yên kujjar”bibexþînin kurdan. Îro di Alema Îslamê de, Îslam bi xwe, marûzê êrîþê ye. Erê, ev gotinên sarobaro, xêncî rencîdebûna kurdên dîndar, temîz; kêrî çi tên? Û li însanekî rewþenbir dike?” (www.nasname.com)

3) “Kurdan, warê ku lê dijîn, wek “Kurdistan” bin nav kirine. Nivîskar û seyyah/gerokên Rojava jî, herêma kurdan wek “warê egîdan” wesfandine/nasandine. Belê ev hemû jî rast in. Lê em destê xwe bidin ser wijdana xwe, divê em jê re bêjin “welatê þehîdan”. Lewra kurdan di hemû demên tarîxê de, ji bo azadîyê, ji bo Îslamê û ji bo heq, gelekî þehîd dane. Giringîya þehadetê jîyane û hînî hemû neslê xwe kirine. Piþtî ku gemîya Nuh li çîyayê Cûdîyê kurd rûniþt, li van deran, bi pêþengîya Nuh, dewreke nû dest pêkir. Ji wê tarîxê heta îro, zaroyên kurdan yên qehreman, Cûdî terk nekirin. Ewladên kurda yên girêdayî Nuh, ji bo azadî û bawerîya xwe, canê xwe kirin feda û paþve gav neavêtin. Zulm û zordestî çiqas dijwar dibe bila bibe, kurdan, ji ti zordestîyê re, serî danenîne. Her dem di þopa bawerîya xwe de, ji serîhildana li hemberî zulm û zordarîyê, nehatine xwarê. Lewma tarîxa kurdan, serdanpê tarîxeke têkoþînê ye. Lewma tarîxeke trajîk e…”Nivîskarê Mirsî yê Îslamî yê ereb, Dr. Fehmî Þinnawî (r.aleyh). Ýslam Ummetinin Yetimleri: Kürtler/ Kurd: Sêwîyên umeta Îslamê.