Bajar û kaos

 

Sever Iþýk

severquista@mynet.com

 

 

Bajar

Bi wesfê xwe yên kubar û fahîþe

Prensîba te hundirê xwe de

teralkirî vereþe.

                       Cemal Süreya

 

I.

Sibeke nûbiharî min berê xwe da þîn asîmanan milê min min terk kir ew bajarê rûyê zemîn.

Niha tê bîra min ew bajarê kewiþî ku xelkî wî di navranê  wî de diketin xew. Ji navranên bajar bi mîlyonan mirî dibuhurîn gora þevê. Dûv re, ew bînayên êrîþê didin asîman; ew quleyên Babîlî, sîlueta/reþê ew bajarê efsunkar û xwînxwar. Çiqas Haman û Nebuqednezarê vî bajarî hene. Û ewqas jî zimanê xwe yî tevlihev. Hemû însan umrekî heta mirinê li hêvîya kesekî ne ku wan fehm bikin.

Serê sibê, kolan û pîyarederan, di trafîka asê de qîrîn û hêvîyên xwe vedirþîyan proleter. Di devê hemû bajarîyan de gilêzên burjuvazî. Manzaraya herî xweþ, wêne û vîtrîn in. Evîn xeyal û armanca pêþerojê. Seba rêwîtî û gihandine daketine bin erdê. Alaqe ji axê/herîyê hatîyê birîn. Þadîya herî mezin; erzanî û danîna maxazayan, hîpermarketan. Hilbijêre û bijî; hilbijêre û bimre: Fermo, pêþin yan bi qerta qredî. Ji mêran re jin; ji jinan re mêrên promosyon jî hene. Oooo vîva. Laîsssez Faîre Laîssez Passer1.

Firotinên bêkontrol, heyat û mirinên bêkontrol, qatîlên serî, neonê þewqdar/tîrêjavêj, ta’tîlê erzan, mirinên dewamî, rîya û sextekarîya sîstematîk, bazirganîya jehrê. Tîcareta zewqê. Suc/guneyên bêxwedî, fîrîn û hevalîyên enternasyonal, “erê keko êdî dinya bûye weke gundekî; -erê looo, dinya êdî ne dinya berê ye, kanîîîî…new age min.

Serê her tiþtî pêþbazî; di nav çerqên metalî, hengameya kakafonîk, makana betonî, warekî xalî, avên gemarî, esmanekî tarî de hemdemên çîmento, elektrîk û metalan  ketin pêþbazîya mirinê; raqîb hemû kes, hedef: tatmîn= pere û jin.

 “Herne Pêþ”! Eve Rîya Roma ya nû. Kî ket; herrî bi serê xwe kir. Homo Homînî Lupus2…

Herkes edalet û îqtîdara xwe di bêrîk û paþila xwe de digerîne. qralîyeta tek nefer.

Hîsterîya serkeftinê… deftera qeydên dewamî, medenîyeta/þaredarîya îstatîstîkî: Însan û jimar, însan û herf…

Bajar… kampa civînê; meytê mirî, laþê genî balata li dora xwe dicivîne. Bajar… bênasname, bêþexsîyet, bêziman, bêrê û ber, bêdar û ber…. Çîçek bona kê bîhn bidin?... Çemê bêmecra ê avên spî birijînin kû?

Kozmopolîtîzm o kaos. Qarnawala maskeyan; mîlyonan reng û rû; deng û bû. Dîsa jî tena serê xwe; li cem hev, lê ji hev dûr. Metamorfoza mezin…herkesek Gregor Samsa… Di hêlîna xwe de kêzik.

Ew bajar... tarumar bû, êdî ti qanûnên wî bajarî tunebûn ku agirê bi malan ketî vemirîne, tofanê li sûkan bisekinîne. Agirê mala cîrana ne agirê kesî bû. Bajarê bê “logos” mayî, pergal belavbûyî berê xwedeyan terk kir. Ne Îskenderê Zeman heye ku ji we re “taksîs”eke nû bînê, ne Omerê adîl heye ku ji we re “nomos”ekî nû amade bike, ne jî Eflatunekî îlahî heye ku ji we re pêþnîyarîya “logos”ekî bide. Hûn ji þandîyan ji dûr ketin. Lome li we. Li dinya we ya pergal belavbûyî; “Qertel dimeþin mirîþk difirine.”

 

II.

Li îbadetxaneyeke dijîtalî waîzekî hîkaya bajarê ber ezêb serûbinbûyî þîrove dikir. Hawar û qîrîna musîkê dengê waîz da bin xwe; “i losing my religation”3

Însanê nû, li derîyê ti ma’bedan tatmîn nebû.

Berîya asîman hilweþê xewn û xeyaleke  þadî; “quando fiam uti chelidon”4

Hûn! Ey rû reþ û spîyên bajar,

Hûn! bi xwezîya bêqusurî û lezgînîyê serxweþ û gêj bûne.

Hûn! þîzofren û nevrotîkên ji xelat û zaferên zanîstîyê têr nebû û xêr nedî. Bajarên ve nebûn bajar Alîsê, ‘dîyarê harîqeyan.’

Hûn! ey xelkê bajar, hûn ji bo banqa û þe'ran hene. Êdî ti payanda û qehreman nikarin xelas bikin vê tîyatroya dinyaya rizyayî. Li ser van xirabeyên harîqûladeyî lîstîkeke nehatî lîstin, dengekî nehatî bihîstin, muzîkeke/besteyek nehatî çêkirin, rengekî nehatî dîtin ma ma? Rê û cîyek nehatîçûyîn ma heye?  Ey bajarên sîmulasyon û sînemavarî!

Deng û þemal her der dagirtî.

Keraxa kaos!

Kefareta progress/pêþveçûnê bidin bi organên xweyî tunebûyî.

Ey hemdemê eynikan! Kanî termînatorên we.

Kanî kî we bighîne bajarê ciwanî û nemirdî û ebedîyê.

 

III.

Ma ez dilek im ku hemû cografyayê xwe xirabe ne? Min xwest derkevim rêyeke nû û  ewrên mêjîyê xwe belav bikim. Loma bi  dil û can derketim ji “welatê qeraç” daketim roj/ronîyek esmer.

Ez qaçaxê qanûna Romaî Îsa. Niha li beravê Derya Spî tenê/ çermê xwe diguherim rengê bronzî. Li darê dinê kî dikare xwe ji azêb biparêze.

“Bila kevirê peþî ji we yê herî bêguneh bavejê.” Edward Munch. Qîrîn, 1895. n

Têbinî

1 Bihêlin, çi dikin bila bikin.

2 Însan gurê însên e.

3 Ez dînê xwe wenda dikime.

4 “Ezê kîngê bibim wek dumeqesk”

Pergîlîum Venerîs