Dîroka novelê û çend problemên wê

 

Hesenê Metê

 

 

Novel: biqasî romanê rê nade nivîskar ku qelpî û zexelîyan bike, cêwî an jî hewîya romanê ye, di prosayê de kakil e, xwedîyê formeke þidîyayî û guviþandî ye, dihêle ku xwendevan zûtir û kûrtir têbigêhîje, di prosayê de desthilatîyeke hunerî ye...

NOVEL

Li gor lêkolîneran, novel peyveke îtalî ye û tê maneya nûçe û nûyînê. Etimolojîya gotina novelê bi maneya nûçe, nûyînê tê zanîn. Ev gotin cara pêþîn di deftera rêdarên keyser Justinianus de peyda bûye. Li wir di wê deftera rêdarê de weke novellae derbas dibe û dibêjin, di wê demê de di binê vî navê novellaeyê de biryarên nû hatine nivîsandin.

Dûre ev terma novelê bi maneya bûyer an jî bûyerên nû di antolojîyên qesrên Italîya kevn de derdikeve pêþ. Ew novelên di wan antolojîyan de, weke nûçe û bûyerên nû hatine nivîsandin. Tê gotin ku piranîya van nûçe û bûyerên ha bi zimanekî çîrokî hatine hûnandin. Il novellino yek ji van antolojîyan e ku li dor salên 1250î derketîye. Yeke din jî bi navê Cento novelle antiche ye ku ew ji li dor salên 1300î derketîye.

Lê di salên 1350î de bi navê Giovannî Boccaccio nivîskarekî îtalî sed novelên kurt bi hunermendî û pîvanên novelên îroyîn bi awayê prosayî dinivîsîne û bi navê Novelên Decameron belav dike. Û herweha ev di tradisîyona ewrûpî de dibe cara yekem ku bûyer, çîrok û serpêhatî bi rengê hunereke bilind têne nivîsandin û di lîteraturê de bi navê novelê cîyê xwe digire. Ew novelên ku îro bi gelek reng, stil û ekolên nû û cuda hemû jî deyndarê evê Decamerona Boccaccio ne, an jî em bibêjin, novela hunerî ji wir, ji wê demê û ji cenabê wî belav dibe.

Formên novelên wî kurt û mijarên wan têvel in: Metranên xerifî, rahîbên doxînsist, mezinên kêmaqil û sed babetên weha... Weke tradisîyon di piranîya wan novelan de motifên çîrokên orientalî û fablên dewra navîn hatine hûnandin. Mîna ku em pê dizanin di sedsala yanzdehan de bi awayê prosayî romanên þovalyan jî dest pê kirîye. Lê dema ku Boccaccio di demeke humanîzmê de dest bi van novelên xwe dike, di prosayê de bi formeke nû, bi formeke kurt dinivîsîne. Ev kurtîya ha ji bo novelê dibe pîvaneke bingehîn û di lîteraturê de bi navê novelê rûdine.

Herweha meriv dibîne ku novel jî bi romana wê demê re weke babetekî prosayê geþ dibe.

Piþtî ekola humanîzmê tevgera ronesansê pêþîyê dikiþîne, dûvre jî ekolên klasîzm û romantîzmê dide pey. Lê wusa dîyar e ku ji humanîzmê û heta ekola realîzmê jî guhertinên welê radîkal di form û hunera novelê de çênebûne. Loma ev form, nav û naveroka novelê heta dema realîzmê jî bêyî serêþî û bêyî sergêjîyekê tê

Di ekolên realîzm û naturalîzmê de, bi gotineke din, di navîna salên 1800 û 1900î de di warê form û naveroka novelê de ronesanseke hunerî dest pê dike. Novel bi Pûþkîn, Gogol, Maupassant, Çêxov û gelekên mîna wan di lîteraturê de dibe xwedîyê cîyekî balkêþ û xwe davêje sedsala dawîn.

Li gel van ekolên realîzm û naturalîzmê di vê sedsala dawîn de du ekolên bi reng û kirasên din jî derdikevin ku jê yek expresyonîzma Kafka, Strindberg û James Joyce e.

Bi vê ekolê re em dibînin ku bi navê existensîalîzmê þaxekî felsefê û ekoleke nivîskarîyê derdikeve û di berhemên gelek nivîskaran de reng dide. Bo nimûne weke pêþengê vê ekolê J.P. Sartre û gelekên mayî.

Her ekol bi serê xwe reaksîyonek e, serhildaneke ekola berîya xwe ye, felsefe û tevgerek e, rewþ û haletekî rûhî ye ku li ba xwedîyê wan ekolan e. Û bêguman heyîna her ekolekê jî gavek e, rengek e ji bo geþbûna lîteraturê. Ji ber vê yekê ye ku meriv nikane bibêje novelên kîjan ekolê çêtir, baþtir, an jî xweþtir in. Û ne tenê ekolên nû, di roja îroyîn de xwendevanên hemû ekolên buhurî jî hene. Li gel van ekolan îro meriv rastî gelek nivîskar û novelên wan tê ku ne tenê ekolek, herweha reng û bêhna çend ekolan jî ji berhemên wan tên.

Di kîjan ekolê de dibe bila bibe, pîvanên novelê ne xweþikîya novelê ye. Bi gotineke din, peyva xweþik peyveke îzafî ye, pûç e, hîsî ye û bêmane ye. Pirî caran ji bo motîfa novelê tê gotin û dibêjin: noveleke xweþ e. Ev xweþî xweþîyeke hîsî ye, þexsî ye û ji bo wî an jî wê xwendevanê welê ye, dibêje: xweþ e. Ev nabe pîvana noveleke serketî. Peyva serketî bêtir li pîvanên novelekê digunce.

Noveleke serketî: ji konflikt, konsentrasîyon û klîmaksa xwe pêk tê û ew jî: Dîalog, monolog, sembol, stîl, ziman, nîgar û hinek tiþtên mîna van tiþtan e. Ku bi hunereke bilind ev mefhûmên ha li hev werin hûnandin û bi cî û wext bibin, ji bo novelê serketinek e. Motîf ne girîng e. Pirî caran motîfa noveleke serketî, motîfeke bêmane ye. Em dizanin ku jîrîya hunera nivîskarekî dikane maneyeke gelekî xurt ji bêmanetîyekê ava bike. Huner jî ev e, serketin ev yeka ye.

 

ÇEND PROBLEMÊN KU DI NOVELÊ DE HÎN JÎ SAFÎ NEBÛNE

Li gel ku di ser nivîsandina forma novelê re nêzîkî 650 sal buhurîne, lê ev term û forma novelê hîn jî zelal nebûye. Ne di nava lêkolînerên lîteraturê de, ne di nava zimanên navnetewî de û ne jî di nava nivîskaran de.

a- Ji alîyê formê ve (kurtî û dirêjayî): Piþtî ekola humanîzmê û novelên Boccaccio heta demekê jî ew kesên ku vî babetê prosayê bi navê novelê bi nav dikin, wekî pîvan kurtbûyîna wê didin ber çavan û heta derekê li ser vê yekê zelal dibin. Lê dema ku 1800 û 1900 tê û forma novelê diherike, novel deforme dibe, a wê çaxê serê gelek lêkolîner û zimanzanên lîteraturê tevlihev dibe û heta derekê nivîskarê novelê bi xwe jî nema ji nav derdikeve. Bi gotineke din, ew pîvana tradisîyonel ku digot di novelê de karakterê bingehîn kurtbûyîn e, ji navînê radibe.

Ji ber ku li dor salên 1830î bi navê novelê berhemên 138, 226 û 600 rûpelîn derketine û di van demên nû de jî, demên ku êdî em jî pê dizanin bi navê Duelloyê noveleke Çêxov 170 rûpel e, novela wî ya bi navê Beyarê 121 rûpel e, Stocholma Bavê Nazê 122 rûpel e.

Ev nimûneyên weha jî didin dîyarkirin ku ji bo novelê kurtbûyîn ne karakterekî bingehîn e, an jî ev kurtbûyîna ha sergêjîyekê çêdike. Ji bo ku ji vê sergêjîyê bifilitin rabûne li ser pîvana kurtî û dirêjayîya novelê pêþnîyar jî kirine. Em bibêjin, di nava nivîskarên almanan de hinekan gotine: Ew prosayên ku di hunera edebî de heta 50 hezar pîtan dirêj bin, em wan bi navê novelê bi nav bikin. Lê ez bi xwe van pîvanên weha mekanîk û têr nabînim û loma li ser vê yekê nasekinim.

b- Ji alîyê cî û wextê ve: Îro di hunera nivîsandina prosayê de cî û wext jî alîkarîyê nake ku meriv berhemeke hunerî bi navê novel an jî romanê bi nav bike. Ku em bibêjin: novel, motîf an jî fîgurekî xwe di cî û wexteke teng de dihûne, emê nikanibin ji çewtîyeke mezin derkevin. Lewra novelên bi panzdeh salan hatine hûnandin hene. Novelên bi deþt û çîya, novelên bi gund û bajar hene. Ji alîyê din ve romanên bêwext, romanên tenê di nava nivînan de an jî li ber mirinê hatine nivîsîn û van romanan ne cî û ne jî wext girtine. Herweha ev pirsa ha bi cî û wexteke dîyarkirî jî safî nabe.

c- Ji alîyê strukturê ve (avahî): Ji alîyê struktura xwe ve dibêjin ku novel: Konflikt, Konsentration, Klimaxa prosayê ye. Bi gotineke din: Novelîstekî serketî nakokîya bûyerekê (konflik) digire (carina ji destpêkê, carina ji nêvî û carina jî em bibêjin ji kûderê pêwîst bike) tevayîyê bal û zelalê wê bûyerê dicivîne, diguvêþe ser hev (konsentration) û ber bi mebesta xwe bilind dike (klimax) û ji wir bi harmonîyeke pêwîst weke sembolekê ber bi dawîya novelê dadixe.

Motîf, dîalog, monolog, sembol, fîktion, fîgur, bûyer, cî, wext, ziman, nîgar û ew hemû tiþtên ku ji bo novelekê pêwîst bikin, divê di çarçoveyeke weha de nerm bibin, bibine weke hevîr û dûvre mîna peykerekî were çêkirin.

 Di hûnandineke weha de pirî caran gelek tiþtên li kêlekan, li hawurdorê bûyer an jî lehengê novelekê vala û veþartî dimînin û divê bimîne jî. Ji ber ku novel bi xwe formeke guviþandî ye, zelal û kakilê bûyerekê ye, bi desthilatîyeke hunerî daxwaza dayîna mebestekê ye. Gotin û vegotinên zêde, zimandirêjîyeke wusa ye ku kubarîya novelekê nahêle. Fîgur, motîf û mijarên nepêwîst ji bo novelê paç û pîneyên serêþê ne. Li ser valayî, veþartî, pêwîstî û nepêwîstîya van tiþtan Guy de Maupassant weha dibêje: “Dema ku hunermendek portretekî me çêdike, sikeletê me rê nade.“

Û di vî warî de Anton Çêxov jî nimûneyeke weha dide û dibêje: “Dema ku meriv bixwaze ji latekî mermerîn rûyekî çêke, merivê wan hemû alîyên ku êdî nabin rû bavêje.”

Lê ev pîvanên weha di roja îroyîn de ne tenê di novelê de, herweha di romanê de û nemaze di romanên kurt de jî baþtir dîyar dibin. Di warê hûnandina avakirinê de jî herwekî ku meriv dibîne, cudayîyeke berbiçav di navbera noveleke dirêj û romanekê de ne dîyar e.

Bi kurtebirî û biqasî ku ez bi ser ve bûme, wext, cî, form (weke kurt û dirêjayîya xwe), avahî û heta derekê ez dikanim bibêjim nîgara (teswîra) prosayekê jî ne pîvanên zelal in ku meriv bi navê novel an jî romanê bi nav bikin.

d- Ji alîyê nav û zimanî ve: Ji bo ku vê tevlihevîyê piçekî zelal bikin zimanzanan li gor zimanên xwe hinek termên nû peyda kirine, lê dîsa jî ev dudilîya li ser nav û navaroka novelê çareser ne bûye. Em bibêjin novela ku me behs kir, ji bo ingilîzan short story e an jî taleyê bi kar tînin. Ji bo ku cudayîyekê têxin nava dirêjayîya prosayê navê noveletteyê jî bi kar tînin. (Peyva novela ku em pê dizanin jî bi mana romanê bi kar tînin.) Herweha di fransî de jî sê peyvikên cuda bi kar tînin: nouvelle, ji bilî vîya récit û conte bi kar tînin. Di swêdî de: novell, historia, berättelse, skiss. Di almanî de peyva kurzgeschichte û ärsellung bi kar tînin ku mîna kýsa û uzun öykü ya di tirkî de.)

Wek gotinên dawîn dixwazim bibêjim ku nivîskarê swêdî IvarLo Johansson li ser novelê dide zanîn ku: ”novel, weke mana xwe ya îtalî nûçeyeke nû ye, ewqas nû ye ku pêwîstî bi lêkolîna vê nûçeyê heye.” Li gor dîtinên hinekên mayî jî: Di lîteratura paþerojê de geþbûneke bêtir ew ê vê tevlihevîya novelê ji hev safî bike. Û ez jî hêvî dikim welê be. Herwekî ku dîyar e gelek tiþt li ser vê babetê prosayê, li ser novelê hatîye gotin. Ez naxwazim, nawêrim û min dil nîne ku ez jî tiþtekî li van tiþtan zêde bikim. Lê ez vê gotara xwe tenê bi pêþnîyarekê, pêþnîyareke ji bo zimanê kurdî berhev dikim û dibêm: Ev tevlihevîya norm û karakterê novelê bêguman ji bo me jî problemek e. Di warê terma ziman de ev problem mezintir e. Mezinîya vê poblemê jê yek: Em pirî caran peyva çîrok bi kar tînin ku ev peyv ne bersiveke van peyvên xelkê ne jî. Çîroka me masala tirkî ye, sagaya swêdî ye, fairytaleya îngilîzî ye. Bi gotineke din, bûyer û lehengê çîroka me berhemeke kolektîf, berhemeke anonîmîtetê ye. Lê novela ku em behs dikin tiþtekî din e. Loma jî bi gumana min ev peyva çîroka ku em bi kar tînin bersiva novelê nade. Ez dizanim gelek kes peyva serpêhatî jî bi kar tînin. Lê ez nawêrim vê peyvê jî bi kar bînim. Bi bawerîya min heta zimanzanên me di warê ziman de bi ser nekevin, weke bersiveke rastir û têrtir peyvên nû nebînin, divê em jî novelê bi kar bînin. Bi kêmanî ez wusa dizanim.