Ji temenekî þevek

 

Berhîm Paþa

berhimpasa@hotmail.com

 

 

Were yar were em veqetînin

ji temenê xwe vê þevê

ne kerb ne xem ne kul

ne jî derd û gedayên welêt

bi tenê tu û dîsa dîsa tu

ku hewce bû carna jî ez

lê ji xeynê vê ne tu tiþt

 

were yar were bavêje xemsarîyê

biçirîne wêneyên xemgînîyê

þev dirêj an kin bila ya te be

lembo zelûl an gurr bi daxwaza te be

tu destên xwe yên fodil li hev xe

ezbenî ez li benda fermana te me

 

kevirê

Tûmikê Çîyayê Bêlê1 yek û yek bidim berhev

tûna xalîçeyên Sîne2 li ber nigên te raxînim

textê Stî Xatûnê3 nû de amade kim te li ser daynim

bi gulavê biþom bîhnê bireþînim hawêrdorê

serxweþ bibe û jixwe here bi evînê

ez gorî min bike meze xwe re vê þevê

 

ne ji temenê çûyî ne jî yên ku têt

þev ev þev e dem ev dem e

li min bimeyze dixwazî bi nêrînek berketî

destê ku dirêj te dibe tu venegerîne

berxwe nekeve temen çil be jî ne dereng e

þeh ke porê herîrî berde biskên kever

bibehecîne Leylê, Þêrînê û Zînê

îþev ez

Memtir, Ferhattir û Mecnûntir im

ger daxwaza te be ez ji Eyub Eyubtir im

 

1- Çîyayê Nemrûdê, havîngeha mîrên “Komagenayê”ye, li herêma Semsûrê ye (Adîyaman)

2- Heremêk e li Meletyê, bi xalîçeyên xwe navdar e.

3- Avakera "Komagenayê" ye.