|
Rewþa me ya olî
Murad Celalî muradcelali@gmail.com
Hz. Muhemmed çend meh piþtî bûyera fîl, ji dayik bû. Li Mekkeyê li ber destê apê xwe Ebû Talib perwerde bû. Zaroktîya xwe de þivanî kir, xortanîya xwe de bi bazirganîyê mijûl bû. Dema bû çilsalî Xwedayê Mezin ew ji bo qasidîya xwe hilbijart û bi navgînîya wî mirovê pak û durust peyxama Xweda ragihande beþerîyetê. Qasidê Xwedê yê herî dawîn Muhemmed (569-632) (s.x.l.) þêst û sê salan umir kir. Ji wî temenî bîst û sê salan qasidê Xwedê bû. Ango bîst û sê salan bi ragihandin, teblîx û weþandina olê Îslamê re mijûl bû. Rastî gelek tade û zahmetîyan hat, pir renc û cefa kiþand. Lê peyxama/mesaja ku Xwedê jê re þandibû gîhande mirovahîyê û bi wesîla wî ew reçeteya rizgarîya dunya û axretê belavî her dera cîhanê bû. Wekî her milêtê cîhanê kurd jî bi hinarîya wî hisîyan û pê bawerî anîn û bûne sehabîyên wî.1 Lêbelê bi giþtî gelê kurd ancax di serdema Hz. Omer (634-646) (x.j.r.) de bi Îslamê re çavnas bûn.2 Lêbelê rind tê zanîn ku guherandina olan, terikandina bîr û bawerîyan ne karekî hêsan û demkin e. Ev yek bûyereke derûnî û civakî ye. Ji bo pejirandina olekî, guherandina ramanekê pêvajoyek dirêj divê. Di vê heyamê de ev ol, yan ev fikir tê nasandin, teblîxkirin û hêdî hêdî ev bawerî diedile, tê nasîn, dîyar dibe û tê qebûlkirin û yan jî berevajî wê, dibe rast neyê dîtin û loma nayê pejirandin. Dema em li sîret/jîyana Qasidê Xwedê (selamên Xwedê lê be) dinihêrin vê danasîn, teblîx û niqaþa ku dîrokê de li ser olê Îslamê pêkhatîye bi awayekî baþ dibînin. Wê hingê gelek salan muþrîkan olê Îslamê qebûl nekirine, li hember derketine, xerab nîþan dane, tiranê xwe pê kirine û bi kurtasî seba ku têk bibin pir li ber xwe dane. Lewma di navbera malbatan de nakokî derketine, dê û bav, zarok û jin, dost û heval ji hevûdu belav bûne û ji hevûdu re bûne neyar. Yên dewlemend û hêzdar sitem û neheqî li kesên belengaz, kole, jin û bêkes kirine, seba wana ji Îslamê bidine vegerandin ji war û welatê wan qewirandine, mal û milkê wan talan kirine. Lê di encamê de Îslam serket, rastî derkete holê, heqîqet eyan bû. Ew kesên ku berê ji Îslamê re neyartî dikirin berêka nermbûn, fikirîn, pûçîtîya bîr û olê xwe yê þîrkê fahm kirin û bûne misliman. Bi vî tehrî tovên olê Îslamê hatine çandin. Lêbelê gava Îslamê hêz girt, belavî çar terefê dunyayê bû, êdî gelek deste, eþîret kom bi kom hatin bûne misliman û di encama vê de ji alîyekî ve bi þer û fethan Îslamê deng vedida belav dibû û ji alîyê din ve jî ji ber ku jimara mislimanan zêde dibû, gelek kesan, eþîran çav dida mezin, serokên xwe û dibûne misliman. Ji ber vê lez û bezê, mislimana nikarîbûn xwe bigihînine her kesî û wan perwerde bikin û loma Îslam wekî berê ango destpêkê bi rêk û pêk nedihate fêrbûn û zanîn. Van girseyên teze ancax hinek tiþtên sereke hîn dibûn, lê ji wê perwerde û terbîyeya ku nifþên pêþîn pê kemilîbûn û gihaþtibûn nebû para wan. Di alîyekî de ev geþ û gurbûna Îslamê sebebê þanazî û kêfxweþîyê bû û di hêla din de seba paþerojê de ji bo sedemên nexweþîyan dibû hawirekî guncan. Jixwe sî sal piþtî rêzanê me Hz. Muhemmed, ew dad û edaleta ku wî pêk anîbû berêka winda bû, li dewsa xîlafeta ku bi rêka þêwr û hilbijartinê pêk hatibû, seltenat bû serdest. Ji ber vê di nav civaka Îslamê de gelek nakokî û nexweþîyan rûdan û alozî derket. Bandora wan heya îro hatîye. Ya rastî ev rewþa ku em qala wê dikin rastîyeke dîrokî ye. Çi çax li heremekê hêzek mezin bibe û bela bibe, li gel wan pêþveçûnan herweha xîmê hinek neheqî û pirsgirêkên ku dê paþê bibine egera serêþîyê jî di wê heyamê de tên avêtin û ya rastî ji bo bi cîhbûnê derfeteke rind bi dest dixin. Lewra ew dem tevlihevî zêde ne û kar û bar bi lez dimeþin. Gelek caran mirov pê re nagihîne, hinek neyînîyên piçûkê ku dê paþê bibine egerê nerindî û xerabîyên mezin wê çaxê nayên dîtin. Ji bo ku meriv vê rastîyê bibîne dîroka Osmanî ya serdema Qanûnî (1520-1566) bes e. Her çendî ev dem zîrweya dewleta Osmanî ye, li gel vê tovên pûçbûnê jî wê çaxê hatine reþandin.3 Em dîsa li mijara xwe vegerin. Di dîroka Îslamê de çaxê Hz. Omer de piþtî þerê Nîhawendê (637) artêþa Îslamê ber bi herêma Kurdistanê ve hatîye û di van þeran de pir hindik kurd û misliman rastî hevûdu hatine. Lê piþtî fetha Tîkrit û Hîlwanê raste rast artêþa Îslamê ketîye xaka Kurdistanê. Wekî gelek miletên din kurdan jî di serî de olê Îslamê nepejirandine. Loma pir caran li hember hêzên Îslamî serî hildane, seba parastina olê xwe yê berê li ber xwe dane û serî hildane. Di pêvajoya dîrokê de berêka kurdan jî olê Îslamê qebûl kirîye. Lê ev di demeke dirêj de bûye. Lewra kurdan di dîrokê de gelek dîn pejirandine, wekî êzîdîtî, zerdeþtî, cihûtî... Ji van olan yê ku êzdîtî ye, zimanê we yî olî, rê û resmê wî kurdî ye. Lê ev ne mijara me ye. Wekî me li jorê jî qala wê kir. Dema fethan de teblîx û danasîna ol, bîr û bawerîyan bi awayekî rêk û pêk nabin. Tenê hinek emir û fermanên wê yên sereke tên hîmkirin. Lêbelê ji bo ku ev ol û bawerî bi awayekî baþ rûnê, biêzanîn û biêhînbûn divê teblîxeke dûr û dirêj biêkirin; pirtûk, emir û fermanên wê olê teze bi zimanê wê girseya ku tê dawetkirin biêþîrovekirin da ku têbigihêjin, li ser bifikirin û bi bîr û bawerîyên xwe yên berê ve raberî hevûdu bikin ku cudahî di navbera wan de bibînin, hêjahîya wan fêm bikin û di encam wê de bikaribin tercîha xwe bikin. Ger ku wisa nebe, ne ew ol û bawerî tê fêmkirin û ne jî tê pejirandin. Heke bê pejirandin jî evê ji ber hinek egerên din be. Ango ev yan ji ber tirs û gefan e, yan çavdayîn/teqlîda mezin û serokan e û yan jî ji bo berjewendîyên maddî ye. Mixabin gava mirov li dîroka cîhanê dinihêre, piranîya mirovan bi çavdayînê bîr û bawerîyên bav û kalên xwe pejirandine û bûne peyrewê wan. Pir kêm kesan bi lêkolîn û tehqîqê olê xwe hilbijartîye. Ji ber vê, endamên gelek olan hîkmet, bingeh û hêmanên bawerîya xwe baþ nizanin. Bilî çend tiþtên ku devkî bihîstine, çend rituelên ku di civakê de tênkirin tiþtekî nizanin û ya ecêb meraq jî nakin. Ev rewþ li herêma me jî heman þeklî rastîya hemû gelan e. Têkilîya wan a bi olê wan re li ser bingeha çavdayînê pêk hatîye. Dibe ku civakên mîna me kurdan ji ber ku zimanê wan hatîye qedexekirin, ne azad in û ji ber vê perwerde nebûne, bi zimanê wan pirtûk û xebatên olî tunene û yan kêm in, loma piranîya gel nexwenda ye, -bi taybetî jî jin- li ber gelên serdest hinekî mezûr bin. Lê wekî tê zanîn olê Îslamê her kesê ku xwedî hiþ û balix, xwedî vîyan muxetabê Xwedê qebûl dike. Her weha olê Îslamê bingeha xwe li ser zanîn û agahîyê qebûl dike. Loma dema îbadetek, karekî qenc têkirin, biryarek tê dayîn divê îlam bi nîyetê destpê bibe û ev jî ancax bi zanînê gengaz e. Lê gava em bala xwe didine civaka xwe -ji vê meqset ne tenê kurd in, tirk, faris, ereb jî wisan in-, bêser û berîyek heye. Ji bo ev rind bê fêmkirin em qala çirokeke di nav gel de tê gotin bikin: “Wekî melûm e, çaxê mehra bûk û zavê têbirîn mela þert û þirûtên Îslamê ji wan dipirse da ku heke þaþ bikin, rind nizanibin hînî wan bike ku bikaribe mehra wan bibire. Lewra ji þertên nikahê yek jî mislimanbûn e. Loma mela berya mehra wan bibire ji zavê dipirse ku çend þertên Îslamê hene. Zava li der û dora xwe dinihêre vedigere ser mela û dibêje Seyda þertên Îslamê pêncî ne. Mela lê dinihêre þertên Îslamê nizane jê re dibêje çawa þertên Îslamê pêncî ne qet tiþtekî wisa dibe, ka rind bîne bîra xwe. Ji ber vê zava dîsa li der û dora xwe dinihêre, wê çaxê ji cemaetê yekî li piþt mela sekinî, pênc tilîyê xwe, vedike nîþan didê, zava çaxê çav bi wî dike ve jê re dibêje: Heyran ez dibêjim pêncî Seyda qebûl nake tu radibî dibêjî bêje pênc yê çawa pê qayîl be?!”
Camîya Duminare-Sivas
Em rind nizanin gelo ev bûyer qewimîye yan na. Lê ev ji bo civaka me, halê gelê me teswîr bike çîrokeke balkêþ e. Lewra ne dûrî aqilan e. Ji ber vê gotî zanayên me, li hêvîya ti kesî nesekinin divê ji cem xwe seba perwerdeya gel dest bi xebatê bikin. Di serî de ji wan re qala tewhîdê bikin. Lewra esasê Îslamê qebûlkirina yekîtîya Xwedê ye. Dema mirov yekîtîya Xwedê qebûl bike û hemû hêzên taxûtîyê ku doza îlahtîyê dikin red bike dibe misliman. Gotî evê bi zanebûn bike û dema dibêje la îlahe îllallah serwext bibe ku ev tê çi maneyê. Ji ber ku ev þîfreyeke pir girîng e pêxemberê me Hz. Muhemmed ji bo vê bide gotin gelekî xebitîye û muþrîkan jî seba vê nebêjin pir li berxwedane. Lewra ev peyveke wisan e ku jîyana mirov ji serî de rêk û pêk dike. Dema em li jîyan û tekoþîna wî (s.x.l.) binihêrin emê wateya wê baþtir têbigihêjin û emê bizanibin ku hema bi devkî gotina wê ve kar naqede. Loma pêwîstîya mirovan her bi wê heye.
Têbinî: 1 Þark Ulemasý, Mehmet Çaðlayan, Çaðlayan, r. 35, 1996, Ýst. 2 Dîroka Kurd û Kurdistan, M. Zekî Beg, Avesta, r. 95, 2002, Stenbol. 3 Yedîyüz Osmanlý Beyliðinden 28 Þubata: Bir Devlet Geleneðinin Anatomisi, Fikret Baþkaya, Ütopya Yayýnevi, Ankara, 1999, s. 151-152
|