|
‘Eþq ne karê nazik û nermokan e1
Mewlana Celaleddînê Romî ji farisî: Hayrullah Acar
Aqil, bendê rêwîyan e ey kurêm. Bendê biþkîn, rê 'eyan e ey kurêm.
'Aqil bend e, dil da'f û can perde ye. Rê'j van giþan, nexwuyan e ey kurêm.
Lew tu'j 'eql û can û dil dest berdî jî, Rastîya te jî guman e ey kurêm.
Mêr, ku heþ ji ser neçe ew ne mêr e. 'Eþqa bêderd, bes leylan2 e ey kurêm.
Sînga xwe bik nîþan, li hemberî dost. Vay, tîra wê di kevane ey kurêm.
Sînga ku ji tîra wê birîndar be, Li pêþanî sed nîþan e ey kurêm.
'Eþq, ne karê nazik û nermokan e. 'Eþq, bes karê mêrxasan e ey kurêm.
Her kî ku xulamê 'aþiqan be, Xusrew û sahîbqiran3 e ey kurêm.
'Eþqê'j kesî mepirs, ji 'eþqê bipirs. 'Eþq, 'ewrê dûrr-reþan e ey kurêm.
Ew, bi tercumanya min mihtac nîye. 'Eþq bi xweber tercuman e ey kurêm.
Ger tû biçî ezmanê, qata heftan, 'Eþq, çi xweþik nerdewan e ey kurêm!
Her devera ku karwanek bi rê kev, 'Eþq, qibleya wî karwan e ey kurêm.
Heta b'eþqê, wê te ne xapandibe, J’te her dûr e ew cîhane ey kurêm.
Raweste û dev bigre mîna sedef. K'ev ziman dijminê can e ey kurêm.
Þemsê Tebrîzî hat can pê þadiman. Lewra'b Þems re kir qiran e ey kurêm.
Têbînî 1 Mewlana Celaleddîn-i Rumî, Kullîyat-i Diwan-i Þems, (Neþr-i Bedîuzzaman Fruzanfer), Întîþarat-i Behzad, c., III/1097, Tehran, 1329. 2 Serab. 3 Bextîyar, kamran, kesê ku di wextê baþî û geþbûna stêrka xwe de hatibe dinê; padîþahê bi hêz û serbilind.
|