|
Werin em ji hev re rastîyê bêjin
Süleyman Çevik
Sedam Huseynê ku di nav hidûdên Iraqê de li her tiþtî hikûm dikir piþtî ku ji îqtîdarê hate xwarê, pêþî zarokên wî hatin kuþtin, paþê ew û li pey wî jî sê rayedarên wî hatin dardakirin. Li pey çûyina Sedam û hevalên wî jî hizûr û sikûnetek nehat Iraqê û di navbera þiî û sunnîyan de þerekî navxweyî dest pê kirîye û her roj bêhesab ji hevûdu dikujin. Heta kûderê dê biçe, kîjan quwet dikare bike ku dîsa weke berê þiî û sunî di dewletekê de pev re bijin? Weka vê, kîjan quwet dikare bike ku kurd vegerin dema xerab ya berê û dev ji van qezencên xwe berdin?..
Sedam, bi salan ji bilî xwe li Iraqê ti îrade nas nedikir. Li hemberî vê îrada wî bêyî kurdan jî ti kesî nikarîbû dengê xwe bikira û serî hildana... Di vê micadelê de, heta niha kurdan çiqas can û mal bedel dane, kî dikare hesab bike?… Sedam Huseyn, ne li kurdan tenê; kî jê re muxalîf bû, li herkesî zilm dikir. Kurd, þiî, sunnîyên muxalîf û tirkmenan tevan biqasî para xwe tahakûm û zilm dîtin… *** Piþtî çûyina Sedam û hilweþîna rejîma wî, ev demek e li Tirkîyê hinek derdor û kes rojeva xwe gelek caran bi Kerkûk û tirkmenan ve tije dikin... Kerkûk û Mûsil kula dilê gelekan e li Tirkîyê. Mesela Kerkûk û Mûsilê di sala 1923yan de li Lozanê çareser nebû û çareserkirina wê ji Cemîyeta Milletan re hiþtibûn… Paþê di sala 1926an de Tirkîyê û Îngilîzan li hev kirin û Tirkîyê di bedelê hinek þertan de statûya Kerkûk û Mûsilê ya îro qebûl kir… Weku ku tête zanîn dewleta Iraqê di sala 1932yan de bû dewletek serbixwe. Ji vir pêve li Iraqê îqtîdar gelek caran bi zorê hatîye guhertin. Ji sala 1963yan pêve partîya Baasê hatîye îqtîdarê û di 30-35 salên dawîn de jî mohra Sedam Huseyn li her tiþtî heye… Îqtîdarên berîya Sedam bi awayekî sîstematîk neçûne ser kurdan û xelkên din. Lêbelê Sedam bi îqtîdara xwe heger bi kuþtinê, heger bi hepiskirinê, heger bi koçberkirinê û heger bi asîmîlekirinê ve be, çûye ser xelkên muxalîf… Di dewra Sedam de bi hezaran malbatên kurd û tirkmen ji mecbûrîyetê ji Kerkûkê, koçber bûne; Baasîyan, dewsa wan koçberan bi ereban ve tije kirine. Îro kurd yan jî Kerkûkî vedigerin malên xwe. Ev xirecir û þemate jî ji ber vê vegerê ye. Lêbelê îdîaya ku gelek kesên dibêjin kurdan Kerkûk îstîla kirîye, bingeha wê derew e. Malbatên ku sî sal berê bi zorê koç kirine, niha vedigerin malên xwe, mesele ev e… Li gor hinek rayedarên Tirkîyê, di referanduma ku dê îsal bibe de ji bo ku reyên kurdan zêde derkevin bi sed hezaran kes birine li Kerkûkê bicih kirine. Gelo ma ew kes dizanin nifûsa Kerkûkê çiqas e? Nabêjin ewqas kes li kûderê bicih bûne? Ji bo kesên ku vegerîyane Kerkûkê reqamên wisa mezin telafuz dikin ku ev reqam ji nifûsa Kerkûkê zêdetir e… Ma eqlê kesî digre ji Dihok, Hewlêr û Silêmanîya ewledar; meriv rabin biçin Kerkûka ku her roj tê de kuþtin çêdibe?… *** Heta van salên dawîn jî li Tirkîyê haya gelek kesan ji tirkmenên Iraqê tunebû. Partîya Baasê di bin serokatîya Sedam Huseyn de bi salan li tirkmen û milletên din zilm dikir, lêbelê rayedar û hikûmetên Tirkîyê li hemberî vê zilmê tim û tim bêdeng bûn û ti tiþt nedikirin… Iraqê bi salan li ber çavê dunyayê li þîî, kurd û tirkmenên hemwelatîyên xwe zilm dikir, li hember vê ji Tirkîyê qet dengek bilind nedibû û ev zilma vê partîya nasyonalîst û serokê wê yê zalim carekê jî nedibû sebebê xirabûna têklîyên dewleta Tirkîyê û Iraqê… Biqasî ku min xwendîye û taqîp kirîye, di van 30-35 salên dawîyê de meriv dikare bibêje ku zilma partîya Baas ya li ser tirkmenan û bajarê Kerkûkê neketîye rojeva Tirkîyê jî… Dema Sedam ji Kerkûkê kurd û tirkmen derdixistin û ereb dianî dixiste malên wan jî dengê Tirkîyê dernediket… Îro însanên ku xwedêgiravî ji bo tirkmenan digrîn û li xwe dixin, wê demê ji bo wan ti tiþt nedikirin. Bereksê vê, di navbera Iraq û Tirkîyê de têkilîyên baþ û îtîfaqên sîyasî heta vê dema me ya nêzîk jî herikîne û hatine… *** Di dewra wan ya herî xirab de dewleta ku ti carî li tirkmenan xwedî derneketîye, îro çi bûye û çi hatîye guhertin ku sîyaset û rojeva xwe bi tirkmenan ve tije dike?.. Li pey îþxala Amerîqayê çima bi carkî ve gelek nivîskar, rayedar û sîyasetmedarên Tirkîyê li hember vê îþxalê derdikevin? Nîyet li tirkmenan xwedîderketin e, yan na dixwazin mala kurdan xirab bikin?.. Bi rastî gelo raya giþtîya Tirkîyê ewqas ji Amerîqayê nefret dike? Gelo, ev rayedar di vê sekna xwe de çiqas samîmî ne? Kesê ku piçekî li pey xwe li tarîxê binêre, wê bibîne kî li pey çi tiþtî ye… Di tarîxa xwe de, vê civakê ne ji Amerîkayê nefret kirîye, ne jî ji tirkmenan hez kirîye û lê xwedî derketîye… Îro ji Amerikayê hez nakin, ji ber ku Amerikayê ji kurdan re li Iraqê rehetîyek anîye. Xwedêgiravî ji tirkmenan hez dikin û lê xwedî derdikevin, ew jî derew e; dixwazin tirkmenan li hemberî kurdan îstîmal bikin û bi vî awayî nehêlin kurd xwe jî îdare bikin… *** Îro rewþ hatîye guhertin, kurd bûne xwedîyê statûyekê, dewleteke federal ava kirine; meclîsa wan, hikûmeta wan, eskerên wan hene. Sazûmanên xwe yek bi yek ava dikin. Di Qanûna Bingehîn de heqên wan hatine naskirin û tê de cih girtîye… Sebebê nerehetîya van kesan jî, ji statûya kurdan ya îro re ye. Evê nerehetîya xwe gelek caran ev kes bi xwe jî dibêjin. Berê, partîya Baasê rê li ber hedefên kurdan digirt û li tirkmenan jî zilm dikir... Ji bona ku rê li ber hedefên kurdan digirt, seba xatirê vê tirkmen ji rayedarên Tirkîyê re derd nebûn û ji zilma li ser tirkmenan re bêdeng diman… Ji sala 1991ê û vir de herçiqas kurd, ji sefhayên dijwar derbas bibûn jî îro di welatê xwe de azadane dijîn. Li gor maddeya 140an ya Qanûna Bingehîn a Iraqê, divê di dawîya vê salê de li ser statûya Kerkûkê referandum bête kirin. Helbet îhtîmala paþvexistina vê referandumê jî heye. Hema meriv dikare bibêje ku jibilî kurdan ti kes vê referandumê îsal naxwaze. Dibe ku Amerîka bibêje, zemîn ji hêla ewleyê de ne musaîd e, bila îsal referandum nebe jî… Referandum îsal bibe-nebe tiþtek din e, lêbelê ji Tirkîyê gelek kes bi rastî jî ji referandumê ditirsin… Tirsa wan, dibêjin gelo nebe ku Kerkûkî biryara xwe li ser Kurdistana Federal bidin û bixwazin ku Kerkûk bi Kurdistanê ve bête girêdan… Kerkûk ji hêla petrolê ve zêde dewlemend e. Sibê kurd bibin xwedîyê vê petrolê, wê aborîya wan bêhtir bi pêþ bikeve. Dema kurdên Iraqê dewlemend bibin, wê ji kurdên dunyayê re nimûne teþkil bikin û qet nebe her kurd bi dilê xwe, xwe bi van kurdan girêbide… Li cihê ku rayedarên Tirkîyê rewþa kurdên nav xwe baþ bikin, nahêlin rewþa kurdên derve jî baþ bibe. Ji ber vê, tiþtên bêeleqe tîne rojevê. Dibêje, Kerkûk têkeve destê kurdan wê þerê navxweyî derkeve û jîyana tirkmenan wê têkeve tehlîkeyê. Helbet ev tiþt tev bahane ne. Ne tirkmen bi piranî Tirkîyê dixwazin, ne di navbera kurd û tirkmenan de mîna ku ew dibêjin, ewqas problemên mezin hene, ne jî weke gelek caran hinekên derewçîn îdîa dikin û dibêjin, kurd tirkmenan dikujin… Tirkmen îro ji her demê zêdetir xwedîyên heqên xwe ne. Gelek tirkmen jî weke kurdan difikirin û li gor vê wê weke kurdan rey bidin. Gelek tirkmen wê kurdan tercîhê hikûmeta Bexdayê bikin. Dema ehlên însafê dewra Sedam û îro li hev muqayese dikin, vê rastîyê ew bi xwe jî îfade dikin… Gelo bi rastî kurd tirkmenan bikujin, ma wê Tirkîye wiha bêdeng bimîne?..
|