Zelzele
R. KARAKAYA
Zelzela Golcikê dilê me tevan de birîneke kûr vekir.
Belê 17 Tebax 1999ê de, Îzmît, Adapazarê, Yalova,
Stenbol, Bursa, Eskîşehîr û Bolu, nîvê şevê, bê hev re hilweşîya.
20 hazar însan mir, nêzîkî 50 hezarî jî birîndar bû.
10 hezarî zêdetir xanî derizîn yan jî xerab bûn...
şînekî mezin, kete nava welat. Sê-çar rojan gelê
Tirkîyê, bê qîyameta piçûk re bû cînar...
Telefon hatin girtin. Elektirîk hatin birîn. Bi
rojan, însan, negihaştin meriv û nasên xwe. Germa havînê, afeta bêçare, mirin û
birîndarî...
Dilê 65 milyonî, li cîyê zelzelê avet. Hêstirên çavan,
ji bo wan rijîya.
Hewara zarokan, dayîka, bav û kala, pêl bi pêl
derkete asîmana.
Her merivî, çi destê wî de hebû, wê rojê, ji
afetzadeyan re derxiste rê. Ev arîkarî, bi mehan ji dil hate domkirin.
Ya rastî, li navenda zelzelê jîyan pir dijwar bû.
Wexta zelzele çêbû, ez li Bodrumê bûm.
Zelzelê, seat 03: 04 de çêbû.
Xebera min, sê-çar deqîqan şunda çêbû. Cuneydê kurê
min ji Stenbolê telefon kir:
–Bavo, li vira zelzeleyek mezin çêbû. Ez baş im. Em
tev revîyane derve. Ezê dîsa li we bigerim. Bimînin di xweşîyê de.
Avekî germ bi serê min de rijîya. Wê şevê mîvanên me
hebûn. Heya derengî em runiştin. Paşî em çûne otela xwe. Ez ketim nava cîyê
xwe. Lê min kir nekir, xewa min nehat. Nava cîyan de vegerîyam mam. Giranîyek
mezin li ser min hebû. Her roj, çawa diketim nava cîya, min çavê xwe digirt, diketim xeweke
giran. Îşev xêr bû, çima xewa min nedihat.
Bi denge telefonê re rabûm ser xwe. Telefona nivê şevê,
qet xêr nedibû.
Min bi tirs, dest dirêjê telefonê kir.
Bi nuçeya zelzelê hîn bûm.
Min xwe bêhiş avetê derve. Cîranên me yên Stenbolî jî
derketin. Ji wan re jî telefon hatibû.
Paşê me kir û nekir, telefon nexebitîn. Nêzîkê seat çaran,
min sentirala rojnemeya Hürrîyetê derxist. Min pirsî, li Stenbolê çi
dibeş
Ewê ku derkete telefonê, wiha bersiv da:
–Li Stenbolê zelzeleyek pir mezin çêbû. Niha bajar,
tarîyê de ye. Telefon naxebitin. Ji tu cîyî nuçe nikarin bistînin.
Heya sê rojan, me tu nuçe ji nasên xwe nestand. Navenda
zelzelê Goluk û derûdorê wê bûn. Ez ji Golcikê 600 km. dûr bûm.
Wê erdhejandinê dilê min carekî din, birîndar kir.
Ez sê şevan bi xew mam.
Tirsa, 33 sal pêşîyê dîsa kete nava dilê min. Laşê
min, ji zelzela Golcikê de pitir lerizî. Dilê min lihev ket, eş kete serê min, çavê
min tarî bû.
Zelzela Wartoyê dîsa hate ber çavê min. Ew ardhejîya ku heft roja min bê xew hiştibû.
Min, bîhna mirinê li ber pozê xwe dîtibû.
Zelzela Wartoyê jî 19 Tebaxê 1966an de çêbûbû. Mala
me li Rihayê bû.
Kalikê minê Mele Zahir wefat kiribû. Bavê dêya min e
Mele Zahir... Em ji bo serxweşîya wî çûbûne Muşê. Mala wan li Tendûreka
Malazgirê bû... Qasî heft rojan em li Tendûrekê man. Paşê jî derbasî Bulanixê bûn.
Çûne gundê bavê min. Pîrika min a Zozan û ap û pismamên li Pirkaşînê diman.
Apê min ê Mele Arif jî li Andakê rudinişt. Ez û
birayê min, em peşîyê çûne Andakê. Yê bav û dêya min jî çend roj paş de
bihatina wêderê.
Andak gundekî pir xweş bû. Di newalekî pir kûr de bû,
cîye wî. Newal bi av û heşînayê hatibû xemilandin...
Darên sêva, hirmîyan, givijan, bindeqan, guzan, gêlaza,
tûyan çav digirt... Bindeqên ku derûdora Behra Reş tê naskirin, di gelîyê Andaqê
da pir hebûn. Tama wan bindeqan tu car jibîr nekir.
Kosîyên Andaqê jî, di jîyana min de cî girtin...Çiqas
pir hebûn di nava av û daran de... Rê de kerîyê kosîyan bê tirs ber me de
derbas dibûn. Nizanim, ew çax çima bibûm neyarê wana. Min kevirê mezin
radigirt, dida ser serê xwe... Paşî bi hêrs, li ser pişta kusîyan dixist...
Nava çend rojan de, panzdeh, bîst kosîyan birîndar kir...
Heya ku zelzela Wartoyê ku tirsa mirinê dilê min de bê cih kir...
Belê wextê nîvro bû... Em li mala apê min runiştin.
Amojina min, zarokên wê, ez û birakê min...
Bi carekî, ji ardê gurîneke mezin hat. Paşê erdê binê
me û dîwar, bi hêz hejîyan.
Amojina min cih de qirîya:
–Zelzelê dibe. Zû xwe bavêjin derve.
Em rabûn û revîyan... Qet mecel tune bû ku meriv gav bavêje. Li wî dîwarî
diketin, cardin li yê din.
Me xwe bi tirseki mezin avête derve. Wext, mîna
salekî derbas bû. Em direvîyan, lê diçûne kûderê. Hişê me li serê me nema bû...
Ku ji derî derketin, bîhna me çikîya...
Min çavê xwe girt... Cîyê xwe de runiştim erdê. Laşê
min kûr kûr dilerizî..
Di nava Andakê kelek hebû... Zinarek ji cîyê xwe qetîya,
hate jêr. Bû qal û qir, kete ser axurekî... Toz û duman ser gund ket... Binê
zinar de çêlekek mir...
Di navê de çiqas derbas bû... Nizanim... Em hêdî hêdî
hatine ser xwe.
Apê min hat. Gundîyan tev dora wî girtin... Hinek tişt
jê pirsîn.
Li Andakê axûr cîyê wan zêde xerab nebû... Xanîyên
gund jî ji keviran bûn. Kevir bi hostatî hatibûn birandinê. Wan xanîyana, pêşdarîya
gund pirtir rind dikir...
Apê min, bi saetan, şîret da me. Seba ku tirsa me
here...
Piştî sê-çar saetan, em hinekî hatine ser xwe...
Mala Apê min de radyo hebû... Men bi can û dil, guhê
xwe da radyoyê.
Navenda zelzelê, Warto bû. Xinisa Erzurimê jî pir
xesar ditîbû. Derûdorê Warto û Xinisê nêzîkê sê hezar însanî jîyana xwe winda
kiribû.
Bi hezaran xanî hilşîyan.
Welat ji berê de wîran bû. Zelzelê pirtir xerab
kir...
Mezinê dewletê, rêz bibûn, waat didan gelê Warto û
Xinisê: “Em we bêxanî, bê mal û bê war nahêlin... Bila dilê we geş be... Hûn bêxwedî
nin in... Naha havîn e... Emê nava çend mehan de ji we re xanîyên germ çêkin. Yê zivistana wê, nava germê de derbas
be. Em li pişta we ne. Dilê xwe rehet bigrin.”
Navê de meh derbas bûn, sal derbas bûn. Ji her derê
dinê xwarin û vexwarin hat, bi zehfî şandin, kinç şandin, pêlav şandin...
Çend meh paşê tiştê ku ji bo afetzadan hatibû, li
bazarên Enqerê, Îzmîrê, Stenbolê hatin frotin.
Yê ku mirin xilas bûn. Yê ku birîndar û sax xelas bûn,
ewana jî bi kedera xwe re man.
Xanîyên ku seba wan hatin çêkirin, piştî 30 salî
hate xelas kirin.
Zelzela Wartoyê 1966an de bû. Xanîyen wan 1995an de
dane xwedîyên wan. Pirên wan jî hê xelas nebûye. Rikni wan hê, hêvî dikin ku li
ser wan xanî bine çêkirinê.
Bi zelzela Golcikê, ew tabloya han anî ber çavê min.
Heft roj bêxewîtîya min hate bîra min.
Min serê xwe xista nava destê xwe, bi dil girîyam.
Warto û Xinis cîyê piçuk bûn. Qada zelzela Golcikê,
pir mezin bû.
Yê kula bi milyona însanan çawa bihata girtinê ş
Tu umîda me nema bû ji girînê wir dê.
Guhê min li radyoyê, ketine roja dudîyan.
Adapazar, xirab bibû. Haya, dewletê ji tunebû... Ku şehîr
wiha bûye, gundê wan eceb çi halî de bûnş
Wan rojên teng de, arîkarîya gelê welat û dinê ji çava
hêstir dianî.
Bi serê xwe jîyan nabe. Gerek însan rojên baş de jî,
rojên teng de jî bi hev re bin.
Gerek, dewlet, ji bo afetên bêçare, tim li ser xwe
be. Ji kula re bibe derman, bêkesan re bibe dê û bav. Bibe rehberên wan. Rê nîşanê
wan ke.
Piştî zelzela Wartoyê, li welat pir cî hejîyan.
Adapazarî, Pûlûmûr, Alaşehîr, Gedîz, Burdur, Bîngol, Lîce, Wan, Agirî, Erzurim,
Doxanşehîr, Erzîncan, Dînar û Edenê zelzele çêbû.
Lê kula zelzela Golcikê nayê jibîrkirin.
Alîyê din jî, bû dersekî mezin ji bo dewlet û gelê
Tirkîyê.
Hê birîna zelzela Golcikê nehate girtinê Duzce û
Keynaşli, îja hejîya... 12 Çarîya Paşin1999an de.
Ez li Stenbolê bûm. Li Galatasarayê, di apartimanekî
de, em li qata pêncan rudniştin. Ez û hevalê min helbestvan Yilmaz Odabaşi bi
hev re. Min got:
–Erd diheje.
Hevalekî me yî din got:
–Min dolap vekir, ji bo wî erd hejîya.
Hê gotina wî xelas nebibû. Em wekî dergûşê hejîyan.
Ez, qet jî cîyê xwe ranebûm. Min çavê xwe girte
asraqi, wisa sekinîm bêçare...
Însanên devdorê me, nesekinîn û revîyan derva.
Me guh da televzîyonê. Zelzelê, li Duzce û Keynaşliyê
xistibû. Sê-çar rojan paşê, taploya erd hejandinê jî derket.
Hezar însanî can dabû. Pênç hezar jî birîndar bibû.
Li îjar ferqeke nû hebû. Dewlet û gel, pirtir gihaşte
hewara wan.
Evî piçekî av reşanda ser dilan...
***
Ji min qet nepirsin: “Zelzelê dibe tu qe çi dikîş”
Ez, ji zelzela Wartoyê virda herro dihejim. Îdî hejandin
bûye, hevalê min.
Di xewe de, roniştî, pîya, xebatê de dihejim. Îdî
wisa bûye, ji kesî re newêrim bibêjim. Bi zehfî xeyalê xwe de erd hejandinê dibînim.
şerm dikim, dengê xwe dernaxim. Bira ev jî qusûra min be...
Her şîna zelzelê de vê kilama ku li ser Wartoyê tê
gotin, ji ser zimanê min qet naçe...
Derketime ji dîyara
Ji dîyara qarê wê
Mi bala xwe berda
Hela vê Wartoyê
Ew bûkên rû xêlî
Ew qîzên bakîre
Zar û zêçên mena
Ser de barîn xwelî
Sê roj û sê şeva
Erd li me hejîya
Toz û dûman rabû
Dikêşa ezmana
Nale nala birîndarên bin xanîya oy
Ewê ku sax mabûn rûniştin girîyan
Erd û ezman li me çima bûye tarî
Hela li Wartoyê...
Çira vedimirin
Li çava gonîyî dîsa derd û birîn
Xwedê talanê me dîsa hilşand hêlîn.