YÛSIF MARÎNÎ
Xubeyz Nebî Bera li Ber Te bî
Yekî ereb û yekî kurd bi rê de çûn. Yekî jî bi zimanê
yê din nizanîbû. Ê kurd cotkar bû, nanê wî genim bû û nerm bû. Ê ereb şivan bû,
nanê wî ceh bû û bi ser de jî hişk bû. Ê ereb di dilê xwe de got: “Ezê viyê
kurd bixabînim. Ezê jê re bêjim Peyxamber nanê cehî xwariye, tu jî nanê cehî
bixwe.”
Bû wexta taştê, li ser kaniyekê rûniştin ku nan
bixwin. Ê ereb rahişte nanê xwe, danî ber yê kurd û jê re got:
–Hak, xubeyz Nebî! (Ha ji te re nanê Peyxamber)
Rebenê kurd nanê cehî xwar, yê ereb jî nanê wî yê
genimî xwar.
Dîsa bi rê ketin, çûn heta ku bû nîvro, çûne ser
avekê ku nimêja nîvro bikin û av vexwin. Dîsa weku cara din yê ereb ji yê kurd
re got:
–Hak, xubeyz Nebî!
Dîsa rebenê kurd nanê cehî xwar û deng nekir.
Piştî xwarinê dîsa bi rê ketin çûn heta li wan bû êvar,
li ciyekî rûniştin ku nan bixwin. Lêbelê ê kurd gelek eciz bûbû. Dîsa ê ereb
rahişte nanê cehî, danî ber û got:
–Hak, xubeyz Nebî!
Ê kurd rahişte nanê cehî û danî ber ê ereb û bi hêrs
jê re got:
–Xubeyz Nebî bera li ber te bî!..
Rind şîrove Bike
Rojekê profesorekî Fransa bû mêvanê Mîrê Botan. Wext
jî Çilê zivistanê ye, gelekî serma ye. Heft rojan di hundir de man. Ê Fransiz
gelekî aciz bû, got:
–Ezbenî ciyekî ku em derkevine seyranê nîn eş
Mîr, gazî mela kir, jê re got:
–Ka ez û tu, bi vî mêvanê me re herin seyranê.
Çûne ber şetê (çemê) Cizîrê. Meyzadin ku wê sermayê
ordekek di avê de ye; xwe binav dike û xwe serav dike. Mîr dimeyzîne ku kurk li
wan e, lepik di destê wan de ne û cilên wan gelekî germ in, lê dîsa dicemidin,
wan sar e. Ma ev ordek çima wê ne sar e. Ji melê re got:
–Mela, ev çi hikmet eş
Mela:
–Mîrê min ev îşê Xwedê ye.
Mîr ji yê profesor re got:
–Çima me sar e û vê ordekê ne sar eş
Profesor:
–Pirtikên wêna bi rûn in. Çermê wê av tê naçê, xwîna
me û wê ji hev cihê ye. Xwedê ev nîmet bi vê heywanê re kiriye.
Mîr li mela vegeriya:
–Hey malxirab, vî camêrî jî wek te got karê Xwedê
ye, lê şîrove kir, bi min da fêhmê û hîna got. Dema te tiştek got rind şîrove
bike.
Êzîdî û Başçawîş
Di demsala havînê de ji mehan Remezan bû. Hinek Êzîdiyên
Wêranşarê hirî anîbûne Qiziltepe firotinê. Êzîdiyan hiriya xwe firotin, ji hev
re gotin ku birçî bûne. Rabûn ji xwe re nan û şebeşek kirin, dest bi xwarina
xwe kirin û xwarin. Başçawîşek jî hatibû wî welatî. Vî başçawîşî rojî nedigirt,
lê dema ku bala xwe dayê xelk tev rojî digirin, wî got: “Ez jî rojî digirim.”
Başçawîş rastî êzîdiyan hat. Mêze kir ku wa xwarina xwe dixun. Çend esker jî bi
başçawîş re bûn. Ji wan re got:
–Çima hûn rojî dixunş
–Em êzîdî ne.
Derbas bû lê birçî bû û ji eskerê xwe jî fedî dikir
ku rojî bixwe. Careke din vegeriya cem êzîdiyan:
–Kuro hûn çima rojî dixunş
–Ê ne me ji te re got; em êzîdî ne.
Başçawîş êzîdî nas nedikirin. Bi tenê zanibû ku
misliman dema ku rojiya xwe bixun wê bikevin cehennemê. Ji wan re got:
–Çok îyîdîr. Obur dunyada bîr poxunuz çixmasa (Zehf
baş e, lê ku li wê dunyayê ji we re biselihe.)
KOÇERÊ
Were were were were wer koçerê
Bejna te zirav û dirêj e weke sipanderekî ji vayê avî,
şev û rojê av li serê
Were were were wer koçerê
Tê bidê xatirê Xudê û Pêxemberê
Rojêeê di ber mala me de herê–w werê
Ev derdê giran î weke êşa xencrê
Belkî ji dilê min derê
Koçerê digo kuro domaniyo tê dilê xwe neberdê ser qîzên
van koçera
Wê bê qehr û kuleke mezin ji te ra
Hero malê me digerê li sed dera
Kuro domaniyo li dûv min negera
Kurik digo
Were were were wer koçerê
Wele ti bêjê tu li kûdê herê û werê
Lawikê domanî wê li dûv te bigerê
Keçiko digo
Domaniyo warê mala bavê min bihar kêç ketinê
Va war wê bar kir ketiye ber barkirinê
Kalê bavê min ketiye ber mirinê
E’jî ketime ber kul û qehrê vê dinê
Kurik digo
Were were were wer koçerê
Ma tu nizanî ku ev êşa zirav j’dilêm nayê derê
Tu nizanê ku vaye malê me jîkê hatiye ser bênderê
Em gêrê dikin gêre digerê
E’d’kim û nakim destê min li min nagerê
Çavê min hertim li te digerê
Keçikê digo
Domaniyo kuro rabe domaniyo
Va ye ezê rabim meşim herme ser kaniyê
Civanê min û teyê l’ser kaniyê
Belkî derdê min û te bikevê hêsaniyê
De were were were domaniyo