Tehfîl
SELMAN DILOVAN
Gulê, hê mîna berê bû...
Bi her tiştê xwe... Wê hertim fîstanekî dirêj li xwe dikir. Fîstanê wê hema bêje digihate erdê.
Serê xwe bi çarikeke çilsipî dinixumand. Piştikeke zerê sîmîn, ku ji şamê
hatibû, li pişta xwe dipêça. Pêşmaleke dirêj dida ber xwe. Û hertim, -ji bilî
dema ku karek bikira, yan bixebitiya- tizbiyê wê di destê wê de bû, pist-pista
wê bû...
Gulê jineke kin bû.
Rengekî sipî li ser bû. Ez nizam ev sipîbûna wê ji paqijiya wê dihat an na.
Lewra di tevger û kirinên xwe de wisa paqij bû, ku bi zehmet bête
te‘rîfkirin...
Tu caran kirasek ji sê
rojan bêhtir li xwe nedikir. Çarika li serê wê hertim sipî; mîna berfê. Pêşmala
xwe, bila di eynî rojê de daba ber xwe, her ferza Xwedê, ji ber xwe dikir, hîna
nimêj dikir...
Ev bizava wê ya ji bo
paqijiyê gelekî ecêb bû... Yanî jinek ancax dikare hevqasî ji xelkê cihê be;
tevgerên cuda, karê bi rêkûpêk, girêdaneke kevnare û rengîn, gotinên nedîtî û
nebînayî, safbûneke zarokane û baweriyeke xerîb. Û bi ser van tevan de jî
wesweseyeke ku kesî nedîtiye û nebînaye. Rebena Xwedê, saetekê firaxek an cilek
tehfîl nedikir. Ji wê were ku ew tenê li ser rastiyê ye.
Te digot qey dînê wê,
mezhebê wê, orf û edetên wê, nijadê wê, ne ji yê tu kesî ne. Mîna mislimanekê
di nav filehan de, yan filehekê di nav mislimanan de...
Tu caran ji ya xwe
nedihate xwar, tawîz ji ya xwe nedida... Bixwebawer bû, qinyata wê li hemî kesî
nedihat. Û jixwe ew ji tu kesî ne razî bû, bi herkesî re nediket têkiliyê.
Xwarina gelekên ji cîranên xwe, nedixwar. Sê-çar caran av li tasê werdida, pişta
xwe dida meriv û vedixwar...
Hema bêje nîvê karê xwe î
rojane li ber çem derbas dikir... Tu carî weku xelkê kinc û cilên xwe, firaxên
xwarinê, li malê nedişuştin.
Hertim te didî, ku daw û delingên xwe çikandine û li ber çem e. Yan heta
bi kabê daye nava avê, cilan tehfîl (tahir) dike, yan jî li kêleka tifika xwe
ye, wan dişo. Agirê xwe jî bi hejikan dikir, qet bi sergînan nedikir. Lewra
dilê wê nedirûnişt ku bi agirê sergîn û tertikan avê germ bike, bi wê avê tiştekî
bişo. Dibû ku ba, li xweliya wan bide û xwelî bikeve sîtilê; an destê xwe bide
sergînan û bêxe avê. Na, na. Qet weha nabe.
Ew bawer bû ku, xelk bi
buhurîna çerx û dewranê, guherîne; ji orf û adetên xwe, ji baweriya xwe dûr
ketine. Êdî mîna berê hurmet, şefqet, siyanet û dilovanî nemaye.
Xwe ji her tiştî dûr
dikir. Dema tu di ber de buhurîba, peyva wê ya pêşî ev bû: “Hêdî tu peşkan li
min nedî!” An dema te tiştek dabanê, yan jê wergirtiba, dîsa digot: “Tu ne
hinguvî min!”
Zariwên wê jî di rêya bavê
xwe de bûn... Mîna gundiyan tu qîmet nedidanê. Ji bilî kurê wê şêxmûs... Ew jî
ji şêxmûs pir memnûn bû. Carna min didît, jê re digot; “lawo bê çiqas ez ji te
razî me, Xwedê jî hewqas ji te razî be. Wey tu nekî û Xwedê bide te.” Hewqasî
qaîl bû ji şêxmûs... Heta gelek caran jî digot; “ezê li ser dawa şêxmûs nimêj
bikim.”
Gulê dêya komek kuflet bû;
lê sedem van fikrên wê û wê weswesa kambax, di malê de, li cem zariwên wê, bi
taybet jî li bal mêrê wê, tu siyaneta wê tunebû. Mêrê wê, jê re tu rûmet
nedigirt. Bervajî vê, gelek caran bela xwe lê dida... Wê jî li hember vê lêdanê
bi tenê tiştek digot: “Xwedêwo tu min ji vî halî xelas kî!..”
Rojekê ku xwe li ser rêya
bajêr kar kiribû, li ser tiştekî beredayî lê dabû; derbek li devê wê dabû,
didanekî wê şikandibû, yek jî leq bûbû, xwîn ji devê wê diherikî... Tu tişt ji destê wê nedihat, bi tenê
digirî û bi dengekî zîz nifir dikirin: “Rebbî tu têr nexwî! Yeka te nebî dudo!
Wey çûna te hebe, hatina te tune be! Rebbî tu bi çardarê bi ser min de
vegerî!..” Careke din berê xwe dida xwe: “Xwedêwo, ez dexîlê te me, emanetê xwe
li ser îmanê ji min bistîne!.. Tu ruhê min bistîne, min ji vî zalimî xilas
bike!”
Ev nifirên ku meriv
ditirse bi ser zimanê xwe bêxe, wê bi hêsanî digotin. Ji dil, ji kezebê...
Di dawiyê de, ne Xwedê
emanetê xwe jê sitand û ne jî mêrê wê bi çardarê lê vegeriya; lê yeke din bû.
Li bajêr terembêlekê li
mêrê wê da bû, lingê wî yê rastê şikestibû. Piştî demekê, ne bi çardarê, lê li
ser pişta hespekî, ji halketî wî anîn gund...
Berî ku Hecî bînine gund,
pêşî xebera lingşikestina wî gihate gund. Yeke cînar, Gulê bi wê bûyerê agahdar
kir:
“Gulê, rebenê! Keçê
dibêjin erebê li Hecî daye, lingê wî şikestiye.” Gulê li nav çavên wê mêze kir
û tu tişt ne got. Jinik hinekî beşişî û domand: “Ez dibêm tev ji nifirên te bû.”
Gulê jê bawer nekir, jê
were ku tinaz û yariyên xwe pê dike, bi hêrs bersiv da: “Ku bi nifirên min ba,
niha ji zû de Xwedê topek lê xistibû.”
Qet bawer nedikir ku tiştek
bi Hecî hatiye. Bi her tiştê xwe bawer bû, lê ji tehfîlbûna kincan û qebûlbûna
nifirên xwe, ne pişt rast bû. Ji bo ku qinyata wê were cî, divabû bi destê xwe
bike, û bi çavê serê xwe jî bibîne heta bawer bike..
***
Rojekê di nava gund de
derbas dibû. Dîsa weku hercar tizbiyên wê, di destê wê de, pist-pista wê bû. Ez
nizanim ne selewatin didan, yan werdê xwe dikişandin. Zarok bi veşartok
dileyistin. Ew jî di ber wan re, derbas dibû. Zarokek bi aliyê hilê ve dibezî.
Hema di cih de qîr ji Gulê çû; “Kuro hêdî, kuro hêdî! Tu peşkan li min nedî!”
Lê tew ne xema kurik bû, belkî haya wî jî jê tunebû, berê wî li hilê bû, yek jî
di pey de bû, bera wî dida. Ji bilî lîstika wî, tu tişt ne di bîra wî de bû.
Dema di ber Gulê re derbas bû, peşkên heriyê pekîne Gulê. Pêşî got; “Hiiii ihi!
De tu dîbînî! Wa weylê!” Û hema çavê xwe girt û devê xwe vekir: “Seyê heram î
pîs! Heyla qeda bi te ketî kuriko! Wey Rebbî bavê te xêrê ji te neke, kezeba
dêya te bi te bişewite! Pîsê haram î çepel î ne weke însanan...”
Bala xwe dayê, meyzand ku
peşk heta bi noqa wê hatine, hêrsa wê zêdetir bû, nifireke dî jî lê zêde kir.
“Rebbî dil û hinavên te, di devê te de werin xwarê! Erê welleh!” Û ji xwe re
got: “De tu dibînî bê evî bîjiyî çi kirş! Wey Xwedê ji te re nehêle, lawo!”
Gulê, di nifiran de
hunermendeke bêemsal bû. Di her karî de weswese lê musellet dibû; lê ji bilî
nifiran... Di nifiran de bê sekin, bê rawest, yek bi yek, sixêf û rayîtî didan
pey hev; rêz dikirin. Te digot qey werdên xwe dikşîne!.. Qet lê nedisekinî.
Ew hosteya nifiran bû. Ne
tenê ya nifiran. Çendî ku ne wek nifiran be jî, lê dîsa bi teheriyeke di
dereceyeke gelekî bilind de dizanî dua jî bike. Ji xwe li cem wê dua û nifir xuşkên
hev bûn.
Carekê ji ber çem dihat.
Rêya çem hem dûr bû, hem jî kaş bû. Di kaş de hildikişiya jor. Du cêrên avê li
ser milê wê bûn, ji westa bêhna wê çikiya bû. Di rê de çend jin leqayî wê hatin
û keçekê, cêrekî wê ji pêl ve hilgirt. Vê keçê ew nas nedikir, lê dilê wê
nexwest ku Gula navser herdu cêran, bi wê bêhna çikiyayî hilgire û ew vale
here.
Heta bi ber gund cêrê wê
anî, li binê dara li bin gund, ji hev veqetiyan. Keçikê xatir jê xwestin û çû.
Gulê got: “Wey Xwedê ji te razî be, Xwedê miradê te bike! Rebbî tu rajî axê, di
destê te de bibe zêr! Oxira te ya xêrê be keçam.”
Serê xwe tewande ber xwe û
bi dengekî nizm got: “Destê milyaketên Xwedê di ber te de bin. Xwedê bikî ku tu
caran tu li xwe nemînî heyirî!”
***
Payizekê dîsa li ber çem
cil dişuştin. Cilên xwe tev şuştibûn, hinek xistibûne teştê, teşt jî di keviya
çem de, li ser ferşekî danîbûn. Di
wê sira payîzê de, dîsa mîna berê heta bi kabê dabû avê, cil tehfîl dikirin. Ew
weswesa wê dîsa lê musellet bûbû. Û “Eşhedu, eşhedu, eşhe.. eşşş. Eş eşhedu
ella.” û heta cilek tehfîl dikir,
rebena Xwedê saetekê li ber xwe dida. Destên wê kîsikî dibûn, av digirtin. Dibû şeq-şeqa didanê
wê. Nizanim, ne hê cilên xwe bi nîvî kiribûn, ne na. Zarokekî bangî wê kir:
“Xaltiya Gulê! Welleh,
Sedîqo li jorê, tam li dehma te, di avê de mîz kir.”
Serê xwe rakir, berê xwe
da Sedîqo û jê re got:
“Bira kuro! Xwedê nehişto,
ma te ez nedîtim, hey bêtoreyê bêedebş Qey çavên te rijiyabûnş”
Zarokê ku gileh dikir got:
“Keçê wellah, ji qest wilo
kir, li te meyzand, dikenî û mîz dikir.”
Êdî min dît tu nebînî.
Gula gewr bû agirekî sor: “Heyla Xwedê belqitî kiro! Sitû şikesto, gerden
xelawo!.. Hêviya min ji Rebbê alemê heye ku tu xêrê ji ciwaniya xwe nekî!..”
Bi van gotinan re jî rahiştibû
çend keviran di Sedîqo werdikirin. Hem bera wî dida û hem jî digot:
“Mera Rebbî ev av bibe
xenîmê ruhê te!.. Bavê te xêrê ji te nebîne, Xwedê miradê te neke!.. Wey tu bi
vê avê bikevî, bibî xwarina masiyan, ku bavê te piçikên te li Bexdayê jî
nebîne!.. Hey kûçik kurê kûçikan! Erê welleh, necisê necis! Ne, peşka te heram
e, ku peşka te ne heram bane, te halo nedikir!.”
Agir ji devê wê dibarî,
digot û dibiland!.. Lê Sedîqo çîsk
dane xwe û revî.
Rebena Xwedê, belengazê
Gulê. De were û careke din evqas kinc û cil bişo...
Ji nifir û sixêfan pê ve,
tu tişt ji destê wê nedihat... Lê ji nifiran re qet ne belengaz bû. Di vî karî
de gelekî serkeftî bû, û ev kar bi hunermandane, bêkêmasî dikir. Te digot qey
fabrîqa nifiran e. Dikarî saetekê nifiran bike, yek jî ne ji ya din.
Gulê ji pey vegeriya,
bangî wî kir:
“Heger ev li te çû, bila
ez qurbana te bim. Heger ev ji te re ma, bila tu tenê ji pişta bavê xwe bî...
De here êdî! Heger min ji dêya te re negot û wê danê dilê te nekuta, bila tu li
qebra bavê min...”
Mîna başokan dibû şîqşîqa
wê... Ji hêrsa, sor û şîn dibû... Bêhna xwe berdida û careke din, bi awayekî
din dişidand:
“Hêviya min ji Xwedê heye
ku di van îd û erefatan de, ev gund li te bimîne betal!..”
Piştî nefeseke din êdî
weku wî kuştî bizanibe didomand, bê weswese:
“Wey di bin erda sar de
jî, cih ji te re tune be! Wey cehnema sa jî bi test te nekeve!...” û sed sixêf
û rayîtî...
Tew nedisekinî, bê rawest
dida pey hev. Ez nizanim bê êdî çî din got. Lê baş tê bîra min ku, di dawiyê de
ev got; “Li wê dunyayê ez dawedarê te; û îmana te û nizam çiqas kesî te me!..”
Xwedêo, ev çi nifir bûnş
Wê ev ji kû anîbûnş! Di kîjan pirtûkê de xwendibûn, li kû jiber kiribûnş!
Te digot qey dersa xwe li
cem melayekî diwazde ilmî; melayekî muntehî xwendiye, rewa kiriye, û jiber
kiriye. Mîna feqiyekî ku metnên xwe dixwîne. Bê sekin, wek aveke liherk, hewqas
gotinên wê herikbar bûn. Na, na, ne gotinên wê, nifirên wê.
Ev hermeta navser temenê
wê çûye 50-60 salî. Pişta wê kod bûye, tewaye. Ew bi xwe jî bi ser hev de çûye.
Destên wê sipî mîna neynikê, tê bê qey tê xwe tê de bibînî. Tê de hinek rayên şîn...
Çarika wê hertim li ber devê wê. Ew meşa aheste, hêdî hêdî...Tu wê bibînî tê bê
qey ferişteyek e haşa!
Ev jin û ev nifirên erjeng
çi dibêjin hevş Eger te nedîtiba, xelkê ji te re destê xwe li Qur’anê jî daba,
te bawer nedikir. Ew û ev nifir!ş.. Ez nizanim çima di nifiran de ew weswesa wê
nedihatiyê... Ew weswesa wê î meşhûr. Ew weswesa ku di tehfîlkirina çekan de
herdu destên xwe dikirin qirika wê...
Lê eger we, ew weswesa wê
bidîta, dê we bigota ku Gula reben hindik jî gotiye.
Carna li ber devê kaniya
gund dikir ku nimêj bike. Niyeta xwe tanî...Bi dengekî bilind: “Min niyet, min
niyet , min niyet e... Min niyet e çar... rik...” û dima sekinî, cardin dubare
dikir, heta carekê bi ser diket, çavê şeytan dipeqî. Piştî ku niyeta xwe tanî,
yekê digotiyê; “keçê te niyeta xwe li nimêja esrê anî”. Êdî cardin nimêja xwe
xera dikir... Pirê caran niyeta xwe rast tanî, lê xelkê tinazên xwe pê dikirin,
û ew nimêj pê betal dikirin... Carna berê wê li qublê bû, piştî ku têra xwe
sixêf dikirin, dest bi nimêjê dikir.
***
Piştî demeke dirêj ku ez
li xerîbiyê mabûm, êdî vedigeriyam malê. Heta bi gundê cînar, bi terembêlekê
hatim. Ji ber ku di rê de terembêla me di heriyê de teqinî, nîvê şevê em gihaştin
qonaxa xwe; gundê cînar. Li wir, li mala camêrekî ez bûm mêvan. Ji ber ku min
gelekî bêriya malê kiribû, hîna sibehê zû, bi bangê re rabûm û hema piştî
nimêjê, kir û nekirin ez nesekinîm, bi rê ketim.
Piştî ku ez teqrîben du
saetan meşîm, êdî nêzî gund bûbûm. Dengê sa dihat. Pez li kozê diçêrî û hêdî
hêdî hildikişiya. Ez gihatim goristanê. Goristan nêzîkê kîlometrekê ji gund dûr
bû. Jêra wê, zinarekî mezin bû, tev bi kils bû. Tiştekî sipî bi ber çavê min
ket. Li aliyê rê, li wî rûbarê pêşberî çem, di ber keviya rê de... Tirbek li
goristanê zêde bûbû. Gelo ya kî bûş Ma çima hinga ez hatim min nepirsî, ma kî
sax e, kî mirî yeş..
Digel ku mirina tu kesî ne
kufş e û tu kes ecelê tu kesî nizane jî, dîsa çend rîsipiyên ehlê mizgeftê
ketin bîra min. Hecî Xelef, Hecî Sefer, Sofî Kerem, Hecî Elî, Sofî Evdê û Sofî
Yaqûb. Di dawiyê de, dilê min li
ser yekî rûnişt. Sofî Yaqûb... Jixwe zehf extiyar jî bûbû, hertim dikuxî. Êşa
weremê lê da bû. Her serê du gavan radiwesta, bêhna wî diçika.. Naxwe ev tirb
ya wî ye.
Mirin çiqas ecêb eş.. Ya
ji wê jî ecêbtir, çima ev tirb weha ji tirbên din cuda yeş.. Belkî cî di nav
goristanê de nemabû; lê seba çi weha balkêş e; ji wan dûr, sipî, kêlikne dirêj
û bi tena serê xwe. Min bala xwe dayê tirb hîna gelekî nû bû. Ji kêlika serî,
xîç û ferşikên hûr rêz bûbûn heta ku digiha kêlika piyan. Axa li dora wê hinekî
gewr û pirê wê jî sipî bû. Bi miqdarê du bost-du bost û nîvê, ji erdê bilind
bû. Kêlik jî bostekê bi ser bilindiya tirbê diketin. Dora wê rip û rût. Ger te
ji dûr ve li gorsitanê mêze kiriba, te yê pêşî ew tirb binasa, û te yê bi wê
tirbê bizaniya ku ew der goristan e. Lewra tu dar jî di goristanê de nîn bûn,
ku mirov pê binase.
Min silavî tirbê kir;
fatiheyek jê re xwend û ez derbas bûm.
Piştî ku ji goristanê
sedek erd bi dûr ketim, êdî gund jî xuya bû... Roj êdî gelekî bilind bûbû û
germa tavê gund hin bi hin disincirand.
Ev çi menzere bûnş Digel
ku ew demeke dirêj bû ku ji gund dûr ketibûm jî; lê dîsa gund, eynî mîna berê
bû.
Keriyê pez li diyarê pêşberî
bostanan, hêdî hêdî diçêrî û diçû.. Seyên gund, gihaştibûn hev û li pey şivan
bûn, dûvê xwe jê re dihejandin. Li binya gund du zilam diçûn, di destê yekî de
tevr, li ser milê yê din jî bêrek hebû. Gavan, garan ji gund dûr kiribû.
Zarokekî ku dereng mabû, dewarên xwe ji mal dibirin, darekî di destan de bû, pê
tajotin û bi lez digihandin garanê. Pek! Ev her tişt mîna xwe yeş.. Ev bû
çiqas, hîna jî ew gayê mala Hecî Reşît ê belek di nav wan de bû. Û aha wa çêleka Zeynebê jî di nav wan
de ye...
Du pîrek li ber devê
tenûrekê bûn; yekê nan pê ve dida, yekê jî dida dest. Qeyika gund tije bûbû, bi
avê ketibû, yekî tenê herdu mil didan û qeyik derbas dikir.
Çend heb masîgir, ji gund
bi jêr de, tora xwe kişandibûn, wê paqij dikirin.. Yanî her tişt weke berê bû..
Balkêşiyeke din ku ez birim
wan demên buhûrî bi ber çavê min ket... Min dît ku dîsa jinekê daw û delingên
xwe çikandine û heta bi çokê daye nava avê, cil şûştine, wan tehfîl dike. Ev
kar û sin‘etê ha yê Gulê bû.. Ma ji wê pê ve kî dê bi tena serê xwe, li ber çem
çil bişuşta, tehfîl bikiraş.. Li hember vê menzera bêpayan delal, min ew tirb
jibîr kir.
Hê wilo, ez rastî hevalekî
xwe hatim. Piştî bixêrhatinê, min jê re got:
“Subhanellaaah! Tu dibînî,
xaltiya te Gulê hêj weke berê, dîsa daye nîvê avê, cilan tehfîl dike.”
Kurik deng nekir, li min
meyzand û sekinî.
Min domand: “Min got, vê
gavê mirov here jê re bêje, ‘rebenê welleh ji te û bi jor de seyên gund
diketine avê’, bê wê çiqas hêrs bibe!”
Kurik dîsa qet deng nekir.
Ev peyvên min li xweşa wî nehatin, nizam çimaş Berê, wî jî tinazê xwe pê
dikirin. Lê vêga çima weha sekiniye, li erdê dinêreş Ji nişka ve ew tirb hate
bîra min. Tiştekî baş bû, bi pirsa tirbê, min ê hem ew fihêtî ji ser xwe
bavêta, û hem jî min ê ew tirba cuda a balkêş bizaniya. Min di cî de jê pirsî:
“Saliho, tu bi Xwedê kî di
nêzîk de kî miriyeş Ew tirba ji goristanê cuda ye kî yeş”
Dîsa deng jê nehat. Ez jî
êdî sekinîm. Çend saniye weha bêdeng derbas bûn. Wî bêdengî xira kir, bersiva
min da. Bi bersiva wî re, mûyên min qij bûn, min fedî kir. Ez li gotinên xwe sed carî poşman bûm.
Xwezî min ev gotin negotibane! Ji şerma, min nikarîbû lêborînê jî jê bixwazim,
min serê xwe tewand. şermeke bêpayan ez girtim, ez pêçam... Ku erd qelişîba,
ezê ketibanê... Ew peyvên wî weke tîran di laşê min de çûn.
“Ew tirb ya xaltiya min e!
Doh na pêr rehmet kir. Ew jin jî, weku tu zanî ne ew e; bûka wê ye. Cilên ku
xesuwa wê di şûn xwe de hiştine tehfîl dike!..”