Çîroka min û neviyê Seyid Evdilqadir
SÜLEYMAN ÇEVIK
Rojên ku me qerar da emê li ser Seyid Evdilqadir dosyayê amade bikin, êvarekê min telefonî kekê Abdulmelik Firat kir û min jê rîca kir ku, ew jî bi kerema xwe li ser Seyid Evdilqadir hinek tiştan ji me re bibêje û rêyek nîşanî me bide. Ewî got: “Neviyek Seyid Evdilqadir li Stenbolê heye, navê wî Hidir Geylanî ye, ji Umummudîrtiya Sumerbankê teqaûd bûye. Berê paşnavê wî “Sar›” bû, piştî ku teqaûd bû, paşnavê xwe kir “Geylanî.” Niha telefona wî li cem min tuneye. Mebûsê DYPê yê Stenbolê Sedat Alo€lu kirêciyê wî ye. Ezê Sedat Alo€lu peyda bikim telefona Hidir jê bistînim. Ji ber ku Hidir we nas nake, dibe ku ji we re tiştekî nebêje. Ezê berê wî îqna bikim û paşê hûn herin cem.”
Di navê re çend roj derbas bûn, min cardin telefonî kek Abdulmelik kir ji bo ku pêşdeçûnek hene yan naş
Ewî, telefonî meclîsê kiribû, Sedat Alo€lu peyda nekiribû, ji ber ku meclîs di tatîlê de bû. Telefona wî ya malê pê re tunebû.
Min xatir jê xwest û telefon girt.
Piştî vê, heftê yan jî deh rojan carekê bi hêviya ku ez bigihêjim neviyê Seyid Evdilqadir min telefonî kekê Abdulmelik kir.
Nêzîkî du mehan derbas bûn û rojên me hatin ber xelasbûnê. Her wexta min telefon dikir, Sedat Alo€lu hîna ji derve venegeriya bû. Min nedixwest zêde kek Abdulmelik eciz jî bikim. Ji ber ku weşanên periyodîk divê di wextê de derkevin, lazim bû zû derketa, me nizanibû meyê çi bikira.
Madem neviyê Seyid Evdilqadir li Stenbolê bû, divê me xwe bigihandayê, heger ev nebana wê kêmasiyek di dosya me de bimana, lê ji destê me jî tu tişt nedihat.
Rojekî roja şemiyê kek Abdulmelik Firat hate Stenbolê. Wê rojê, ez û hevalê xwe Ercan Gür em çûne cem wî, me li ser lingan dît û careke din me gote wî, wexta me nemaye, lazim e di çend rojan em vê meselê hal bikin.
DU HEVAL
Di navê re du-sê roj derbas nebûn, rojekê kekê Halil Küçük û hevalê wî Cemil hatin cem me. Ev herdu kes jî zûde li Stenbolê ne. Li cem kekê Osman Tunç runiştibûn û min behsa vê meselê kir. Dema navê Sedat Alo€lu derbas bû, Cemil got, “Sedat Alo€lu hevalê min e, em bi hev re xebitîne.” Min bi kêfxweşî jê pirs kir, telefona wî ya malê pê re heye yan na, heger heye rîca kir ku bide min. Mêrik, telefona malê da min. Di gavê de min telefon gihand Abdulmelik Firat. Ew jî hemen telefonê vedike, ciheke din derdikeve, banqak e. Carek din vedike, dîsa eynî cih, telefon hatiye guhertin.
Piştî çend seatan dema min ji kekê Abdulmelik Firat encam pirs kir, bi xeyd bû. Got, “te yê berê salix bikira ka telefona Sedat e, yan na, paşê bida min.” Min jê lêborîn xwest û telefon girt.
Min jî carekê telefonî wêderê kir, bi rastî jî telefona kesê ku em lê digerin nebû.
Çara dawiyê min got, ezê ji numarayên ku nayên zanîn yên PTTê pirs bikim. Ji 118an pirs kir, ka telefonên wanên malê hene yan na. Bi navê “Hidir Geylanî” min pirs kir, li ser vî navî telefon tunebû. Li ser navê “Hidir Sar›” pirs kir, telefonek derket. telefon vekir, ew kesê ku em lê digerin nebû. Li ser navê Sedat Alo€lu jî hevalê me Xelîl Dost pirs kir, ji PTTê telefona malê danê.
şOP PEYDA BÛ
Me şop peyda kiribû... Vê rojê jî kekê Halil Küçük û kekê Cemil hatin cem me, min ji Cemil re got ku ew telefona dabû me xelet derketî ye. Ew jî şaş ma. Got, “çend sal e, me hev nedîtiye, dibe ku hatibe guhertin.”
Min got ku, “me telefona malê ji PTTê peyda kiriye.” Cemil got, “madem te peyda kiriye telefonî mala wî bike, wê zarokên wî derkevin, ji xwe Sedat ne li mal e. Navê min bêje, bêje, ez hevalê Sedat im, bi kerema xwe telefona xwediyê xaniyê xwe bidin min. Ew min nas nakin, ew û mala Hidir bi hev re pir xweş in, wê bidin te.”
Min telefon kir xizmetkara wan derket. Ji wê pirs kir, ewê telefon nizanîbû. Jê re got, “ji dergevan pirs bike, ezê deh deqîqe paş de cardin telefon bikim.” Piştî deh deqîqeyan min telefon kir dergevan jî nizanîbû.
Êvarê min telefonî mala Sedat Alo€lu kir, kurê wî derket. Min got, “ez hevalê bavê te Cemil im.” Kurê wî got, “bisekine ezê te neqlê bavê xwe bikim.” Min got, “ma bavê te hatiyeş” Got, “belê îro vê êvarê ji Amerîqayê vegeriya.” Min di dilê xwe got, “eywax! Min çi kir! Ezê ji wî re çi bêjimş”
Bereket, kurê wî ji min re got, “bavê min û dêya min çûne derve.” Min jî got, “ez hevalê Cemil im, Cemil jî hevalê bavê te ye” û min telefona Cemil ya malê dayê.
PAşNAVÊ MIN DIBE “SARI”
Eynî rojê dîsa min telefonî kek Abdulmelik kir û telefona Sedat Alo€lu ya rast dayê.
Sibetirê kekê Cemil telefon vekir, got, “Silêman îş tevlihev bû. Sedat telefonî min kir got, xêr eş” Cemil jê re dibêje, “merivekî Hidir li vir e, hevalê min e, dixwaze wî bibîne, ez dixwazim ku tu telefona Hidir bidî min, ezê jî bidim wî.” Sedat jê re dibêje, “ka telefona hevalê xwe bide min ezê bidim Hidir Beg, bila Hidir lê bigere.” Navê min û telefona min didiyê û paşnavê min “Sar›” dibêje.
Min ji hevalan re got, “heger yekî telefon kir û navê ‘Süleyman Sar›’ pirs kir nebêjin, tuneye, bidin min, heger li vir nebim, bibêjin, wê were.”
Du roj şunda telefonek hat, got, ez “Hidir Geylan” û pirsa min kir. Kelîma wî ya yekem got, “tu ji kê yîş”
Min got, “ez benî, ez bi rastî ji Diyarbekirê me. Em kovarekê derdixin û li ser kalikê wê yê muhterem hejmarekî amade dikin, heger destûra we hebe ez dixwazim di mala we de, we ziyaret bikim.” Ji min re got, “hay hay keremke were!” Bi xweşikî, navnîşana xwe ji min re xweş tarîf kir. Min telefona wî jî jê girt. Ji min re got, beriya ku tu werî telefonê veke, paşê were.
Min hemen telefonî kek Abdulmelik kir û got, “me merivê xwe peyda kir, êdî tu xwe newestîne.” Wî jî, selamên xwe jê re şand. Min gelek spas kir, “Xwedê ji te razî be” got û telefon girt.
LI MALA NEVIYÊ WÎ
Piştî du rojan bi niyeta ku em herin mala wî, min telefonî mala wî kir. Lê telefon xelet e! Cardin vekir, dîsa xelet e. Ez şaş mam. Bi heyecan min telefon xelet nivisiye. Çi dibû bila bibûna, navnîşan hebû, emê biçûna. Ez û kekê Osman Tunç em êvarê derketin. Çûn mala kekê Osman me şîv xwar, li ereba wî siwar bûn û çûn. Peydakirina malê hêsan nebû, ji ber ku em di rêya tarîfkirî de neçûn, gelekî geriyan. Paşê nihayet seat 9.30 şevê (21.30) me mala wî peyda kir.
Em çûn li ber deriyê malên luks û xweşik sekinîn. Bekçî ji me pirs kir, “hûn kî neş” Me got, “em merivê wî ne.” Em girtin hundir. Me li zîl da, jinikê derî vekir, me êvarxêrek dayê û me pirsa Hidir Beg kir. Em li devê derî sekinîn, Hidir Beg kincên xwe li xwe kir, hat em dawetî hundir kir.
Piştî halê hevûdu pirskirinê, me merama xwe jê re got.
Ewî tiştek weha nedipa. Ji min re wisa hat ku, ji ber ku di nav me de kirêciyê wî Sedat Beg hebû bi hêsanî em qebûl kiribûn û bi ya min wî kovareke kurdî nedipa û ji me re jî got, “ez bi kurdî nizanim.”
Di heqê kalê wî çi dizanin, ji me pirs kir. Me tiştên ku dizanîbûn bi kurtî jê re got, hebekî şaş bû.
Me bi israr xwest ku ew xatirayek xwe ji me re bibêje, got , “ez tu tiştî nizanim.” Me xwest ku belgeyek, yan jî sûretek heger li cem hebe ji bo çapkirinê bide me, got, “tuneye.”
Li ser wî jî, li ser me jî heyecanek hebû. Ji bo ku em pê re bi rehetî bipeyivin me behsa hinek navan kir. Behsa Arwasiyan kir, behsa Evdurrehîm Zapsu kir. Ewî herdu malbat jî baş nas dikirin. Xwediyê rojnama Türkiyeyê Enver Ören jî baş nas dikir. Me got, “hevalekî me li Îranê Urmiyê neviyekî Seyid Evdilqadir dîtiye”, ewî got, “rast e, ew zarokên apê min Seyid Evdillah in û apê min Seyid Evdillah jî wefat kir.” Li gor ku ewî digot, endamê “Kurdistan Tealî Cemiyetî” Seyid Evdillah di sala 1924an de ji Stenbolê diçe Wanê. Dema li Stenbolê di sala 1925an de Seyid Evdilqadir û kurê wî Seyid Mehemed têne girtin, Seyid Evdillah bi zarokên xwe re derbasî Îranê dibe. Me pirs kir bi wan re têkiliyên wî hene, yan naş Got, “em jî carina diçin û tên, ew jî têne diçin.”
Me xwest ku behsa bike, ewî hinek tişt gotin. Dema kalê wî Seyid Evdilqadir û bavê wî Seyid Mehemed darda bûne, ew 4-5 salî bûye. Li Tirkiyê heta lîsê dixwîne û paşê diçe Amerîqayê. Li Amerîqayê muhendîsiya tekstîlê xelas dike û di sala 1948an de vedigere Tirkiyê. Ji sala 1971î heta 1974an di dewra hukûmeta Nihat Erim de dibe Umummudîrê Sumerbankê û ji vir teqaûd dibe. Di navbera salên 1974-1979an de jî li Belçîqayê dimîne û di Bazara Hevbişk (Ortak Pazar) de dixebite.
Hem digot “ez bi kurdî nizanim”, lê bi pismamên wî yên Îranê re têkiliya wî hebû. Wan pismamên wî niha tirkî nizanîbûn, wî jî bi kurdî nizanîbû. Wana bi çi zimanî ji hev fêm dikirş
Di axaftinên me û wî de du-sê tiştên me qebûl nekir û îtîraz kir. Me got, “Seyid Evdilqadir du caran, di sala 1896an û di sala1908an de ji Erebîstanê hatiye Stenbolê”, ewî got, “tenê di sala 1908an de hatiye, di sala 1896an de nehatiye.” Heger ev gotin rast be, li gor nivîskar dibêjin ku Seyid Evdilqadir li hember Siltan Evdilhemîd qomplo çêkiriye û surgun bûye, rast nin e.
Kitêba U€ur Mumcu ya “Kürt-‹slam Ayaklanmas›” bi me re bû, me nîşanî wî da, ew sûretê kalê xwe Seyid Evdilqadir û yê bavê xwe Seyid Mehemed wî dabûn U€ur Mumcu. Di hinek ciha de xuya bû ku hinek tiştan dizane, dibe ku newêrî bibêje. Dema rabûnê me jê xwest ku di heqê kalê wî, bavê wî û malbata wî de heger belge hebin bide me emê pê kêfxweş bibin.
Berî ku em rabin me rîca kir ku em du-sê suretên wî bikşînin, qebûl kir û min kişand. Me got, “em sûretên te biweşînin yan naş”, ewî got, “ne hêjaye ku hûn biweşînin.”
Dema em ji mala wî derketin seat dihat 11.00an (23.00). Piştî derketinê me ji hev pirs kir, “ka me çi safî kirş” Tiştekî şênber li ber çavan tune bû. Tenê me ew kurmê dilê xwe şikandbû û neviyê Seyid Evdilqadir dîtibû...
Êdî em bi wijdana xwe rehet bûn, û me nikarîbû bigota, “dibû ku neviyê Seyid Evdilqadir tiştek nû raberî me bikira.” Rewş niha ev e, paşê wê çi derkeve, wê jî em nizanin...