DI SEDSALIYA XWE DE ROJNAMEGERIYEK JI QEYIDÊ XWE DER
Süleyman Çevik
Rojnamegeriya Kurdî Rojnamegeriya Surgunê ye
Gula rojnamegeriya kurdî ji welatê xwe bi hezaran kîlometreyan dûr, di bin jiyaneke xemgînî de, di nav zahmetiyan de, li ser pişta hinek însanên fedakar vekiriye... Li sirgunê, li welatên xerîbiyê...
Çawa ku em li dîroka kurdan ya doh û îro mêze dikin kesên daxwaza heqên xwe kirine û dikin bêyî îrada xwe ji welatê xwe dûr ketine, surgunî welatê xeribiyê bûne û li wan deran micadela xwe dewam kirine, rojnamegeriya kurdî jî eynî wiha ye.
Em hinek xebatên ku li Iraqê, Îranê û Sûriyê ku kurdan di nav erdên xwe de kirine nebînin, kovar û rojnameyên kurdan tevan li derên din, li welatên xerîbiyê şax dane...
Li Stenbolê, li Pakîstanê, li Îranê, li Iraqê, li Lubnanê, li Sûriyê, li Rusyayê, li Ermenîstanê, li Qanadayê, li Amerîqayê, li Qazaqîstanê, li Gurcîstanê, û li gelek cihên din; bi taybetî jî piştî cunta leşkerî ya 12 îlonê, li Awrûpayê di gelek dewlet û bajaran de rojnama û kovarên kurdî derketin û niha jî derdikevin... Û tev jî di sirguniyê de ji welatê xwe bi kîlometreyan dûr...
Vê rojnamegeriyê bi tevî xebatkarên xwe di sirguniyê de, ji welatê xwe dûr, lê li ser pirsên welatê xwe, xwe êşandiye, bi hîsen û qelben qet tu carî ji erdên bav û kalên xwe dûr neketiye...
Rojnamegeriya kurdî ji qeydên ku îro rojnamegeriya dunyayê li ser ava bûye jî der e. Xebatên ku îro di warê rojnamegeriyê de têne kirin li ber çavan in. Dema em pîvanên wê rojnamegeriyê û rojnamegeriya kurdî didin ber hev, di warê rojnamegeriyê de kirinên me, biqasî ez dibînim û dizanim ev tiştên ji qeydê xwe der tenê aîdê me ne...
Mesela hinek kovar û rojname di nav rojnamegeriya kurdî de têne jimartin, lê zimanê wan kurdî nine... Hinek weşan jî bi zimanê biyanî û kurdî tevhev de derdikevin...
Ji rêzimana ku em bi kar tînin bigrin hetanî belavkirina weşanê metoda ku em taqîp dikin gelek tiştên me mîna xelkê ninin.
Ev tiştên ku nayên ecibandin helbet tev ji îrada me jî dernayên, gelek nexweşî ji hinek xêrnexwazan, heta derecekî bi sebebên ku emê bikaribin maqûl bibînin der tên...
***
Zimanê
Rojnamegeriya kurdî
Dema mirov li kovar û rojnamên ku kurdan derxistine û derdixin mêze bike, dikarin ji aliyê ziman de bikin sê beşan:
1- Yên ku tenê zimanê kurdî bi kar tînin. Ev beş mixabin îro li Tirkiyê û li welatên din yên ku kurd lê dijin de gelek kêm in.
2- Yên ku zimanê kurdî-tirkî, kurdî-erebî yan jî kurdî- farîsî bi hev re bi kar tînin. Weşanên ku bi vî awayî ne bi ekseriyet zimanê din in, di nav weşanên xwe de cih didin zimanê kurdî jî...
3- Yên ku tenê bi zimanê tirkî, farîsî, erebî yan jî zimanekî din î biyanî derdikevin jî bi ekseriyet cih didin pirsa kurdî, lê zimanê wan kurdî nine. Mirov dikare bibêje ku ev cûr weşan hundirê war kurdî ye, derê wan kurdî nine. Bi awayeke din van weşana kirasê xelkê li xwe kirine...
Li gor baweriya min lazim e mirov li ser beşa sisêyan bisekine, gelo rojnameyek yan jî kovarek bi temamî bi zimanê biyanî derkeve û xîtabî kurdan bike jî ew weşan di nav rojnamegeriya kurdî de tête qebûlkirin yan naş
Di derheqê vê pirsê de ramanên cûrbecûr hene. Bi ya min jî mirov bi hêsanî nikare wan di rojnamegeriya kurdî de qebûl bike.
Herçiqas xwedî û xwendevanên wan kurd bin jî zimanê wan kurdî nine û ji zimanê biyanî re xizmetê dikin. Hundirê wan kurd be jî derê wan kurdî nine. Kesên ji zimanê xwe re xizmetê nekin, ji zimanê biyanî re xizmetê bikin mirov wê wan di kûderê de qebûl bikeş Netewên ji ziman û çanda xwe dûrketî ne, çiqas aîdê xwe ne, lazim e mirov li ser bifikire...
Herçiqas dîroka rojnamegeriya kurdî kevn be jî, ew çend rojnamegerî di nav kurdan de pêş de neçûye. Piştî derketina rojnameya Kurdistanê ewqas sal bihurîn ka kurd di warê rojnamegeriyê de çi dikin û çi kirineş Dema em vê pirsê dikin, dibînin ku zêde tişt xuya nabin. Di nav van sed salan de kurdan gelek rojname û kovar derxistine. Lê zimanê van weşanan gelek caran kurdî nebûye. Bi zimanê biyanî nivîsîne û zimanê xwe avêtine taliyê...
Heger kurdên ku bi salan e weşangeriyê dikin, zimanê xwe bidana pêşiya îdeolojiya xwe, weke prensîbek bi kurdî fikrên xwe, berhemên binivîsandana îro rewşa ku zimanê kurdî tê de ye bêguman wê wiha kambax neba. Ez bawer im ku wê zimanê kurdî bêhtir pêş de çûbaya...
Rojnamegeriya kurdî hîna nû rabûye pêya
Bi vê salê, sed salên rojnamegeriya kurdî biqede jî, di warê rojnamegeriyê de tecrubeyên mezin li ber kurdan tunene û kurd di vî warî de xwediyê qonaxeke bilind nin in. Zimanê xwe bi besî di vê sedsala borî de, di kitêb, rojname, kovar, radyo û telewîzyonan de neşixulandine. Bi taybetî di nav kurdên Tirkiyê de kurdî di dibistanan de, yan jî bi awayê dersê di qursên ziman de nehatiye dayin û nehatiye xwendinê û nivîsandinê... Em dikarin bibêjin ku kurd hîna nû rabûne pêya û zimanê xwe di van waran de bi kar tînin.
Weke ku tête zanîn ziman bi şixulandina di kitêb, rojname, kovar, radyo û telewîzyonan de rûdine. Ji bona vê rûniştinê jî derbasbûna wextê lazim e. Zimanên dunyayê yên pêşketî piştî dehsalan, sedsalan bi şixulandina ziman, bi esasên xwe, bi qaîdên xwe cihê xwe girtine û di nav xelkê de belav bûne.
Kurd heger xwedî sazûmanên dewletî bana, bêguman wê zimanê nivîskî bêhtir cihê xwe di nav xelkê de bigirta û wê di nav xelkê de bihata xwendin û nivîsandinê. Kurdî, ji ber ku di zimanê nivîsandinê de zêde bi kar nehatiye bi qaîdên xwe, bi esasên xwe bi besî cihê xwe negirtiye. Bi rastî ev ji bo herkesî ne, lê ji bo gelek kesan wiha ye. Em dizanin ku gelek kurdên Tirkiyê nikarin bi zimanê xwe bixwînin...
Weşanên kurdî bi pirranî bi awayeke amatorî hatine weşandin. Pirrên wan di mudetên kurt de hatine girtin. Ji aliyê teknîkê ve amator bûne, ji aliyê naverokê ve tije nebûne. Di wexta xwe de derneketine.
Van gotinana ji bo me hemûyan mirov dikare bibêje. Sebebên van nexweşiyana tevan hene, mirov dikare gunehê van tiştan tevan li dijminê xwe bar bike, yan jî bavêje stûyê hinekan, lê ev ti carî me ji vê rewşa nexweş xelas nakin...
***
PIRSGIRÊKÊN ROJNAMEGERIYA KURDÎ YA LI TIRKIYÊ
Bi gelek aliyan ve rojnamegeriya kurdî xwediyê zahmetiyan e. Li vir ez dixwazim behsa hinek noqteyên ku giring dibînim bikim. Helbet tiştên ku ezê bibêjim bi gelemperî wê eşkerekirina rewşa rojnamegeriya kurdî ya Tirkiyê be. Ji aliyê ziman de weku ku min li jor jî got, herçiqas hinek weşan bi zimanê kurdî nebin û ji zimanê kurdî re xizmetê nekin jî, ji ber ku ew weşan yên kurdan in, ji ber kurdbûniyê ji weşanên kurdî bêhtir pêrgî zahmetiyan dibin. Ji ber vê, ev zahmetiyên ku ezê bibêjim bi gelemperî li ser weşanên kurdî be, lêbelê ezê behsa pirsgirêkên ku weşanên zimanê wan ne kurdî ye jî bikim...
Zahmetiyên ku rojnamegeriya kurdî îro di nav de ye ez dikarim di bin sê beşan de rêz bikim:
1-Zahmetiyên ku ji hêla dewletê dertên
Dewleta Tirkiyê herçiqas behsa demokratbûna xwe, behsa hebûna heqên kurdan li Tirkiyê bike jî, ev tenê di gotinê de heye, lê di tatbîqatê de tuneye. Eşkere ye ku piştî ewqas zahmetiyên salan, piştî ewqas mirin, îşkence, lêdan, hepsan û mahkemeyan hîna jî kurd nikarin sazûmanên xwe ava bikin, çanda xwe, zimanê xwe bijînin.
Herçiqas rojname û kovarên kurdî li derê welêt derdikevin jî ew kesên ku van weşanana derdixinîn li welat nikarin belav bikin. Weşanên ku ji hêla dewletê ve nehatine qedexekirin jî ji ber ku kurdî ne, yan jî xîtabî kurdan dikin li gor kêfa memûrên dewletê têne qedexekirin...
Kurdên ku li welatê xwe dijin, newêrin weşanên xwe bixwînin. Tirsa dewletê li ser xelkê heye û xelk newêre bi serbestî li kitêbxanekê, yan jî ji bayiyan weşanan bikirre û bi serbestî bi xwe re bigerîne. Yên ku vana dixwînin, difroşin her gav dibe ku rastî xezeba dewletê werin...
Kurd ji ber propogondaya dewletê qîmeta zimanê xwe nizanin. Kurd îro hîna gelekên wan nizanin ku tiştê ku wan dike kurd çi ye, zimanê wan di jiyana wan de çiqas giring e, vana nizanin...
Li Tirkiyê bi qanûnan dest û pêyên mirovan hatiye girêdan û rejîma Tirkiyê du dijminên xwe yên esasî, kurd û îslam kiriye bin mercekê, her gav wan qontrol dike. Yan bi qanûnên xwe di heqê wan weşanan de dawa vedike, berpirsiyarên wan davêje hepsan, sazûmanên ku weşana diweşîne mehkûmê cezayê perên mezin dike; yan jî weşanên ku berhev nebûne û dawa venebûne jî ji ber ku bi kurdî ne, yan jî di heqê kurdan de ne bi kirinên xwe yên keyfî, bi memûrên xwe nahêle werin firotin, bêne xwendin û li nav kurdan werin belav kirin...
2-Zahmetiyên ji hêla kurdan dertên
Kurdên Tirkiyê îmkaneke wan î xwendin û nivîsandina zimanê kurdî nebûye. Herçiqas bi alfabeya erebî di medresên xwe de hinek kurdan bi zimanê xwe nivîsandin bin jî, jimara wan li gor nifûsa kurdan gelek kêm bû û ji ber hinek sebeban îro hîna jî kêmtir bûye. Zimanê kurdî ji destpêka cumhuriyetê heta niha bila nivîsandin li cihkî bisekine, axaftina wê jî hatiye qedexekirin. Dibistan û mamosteyên wan nebûne ku bikaribin bi zimanê xwe bixwînin û binivisînin.
Îro em li rewşa kurdan mêze dikin dibînin ku ji bo xwendin û nivîsandina zimanê xwe amade nin in. Mirov dikare bibêje kurd bi temenê xwe nebin jî di xwendin û nivîsandinê de hîna zarok in. Herweha, îro em dibînin ku kurd qîmeta zimanê xwe nizanin. Qîmeta tiştên ku wan dike kurd nizanin.
Biqasi ziman tu tişt tuneye milletekî ji milletekî din cihê bike.
Kurd îro zimanê xwe wenda bikin, bibin mîna milletekî din, tiştê ku wê wan kurd nîşan bide çi yeş
Gelekên me nabînin, yan jî nizanin ku encax bi parastina ziman û çandê wê kurd bikaribin li rûyê dunyayê bimînin. Em dizanin tiştên nivîsandî piştî gelek salan jî wê hebin, lê gotin wê bifirin û herin. Ji ber van cûr nerînan û mehrûmayina kurdan ji nivîsandin û xwendina bi zimanê xwe, karê kesên ku bi kurdî rojnamegeriyê dikin zahmet e...
Kurdan heta niha bi gotinên hamasî û sloganîk ku wê ew slogan weka ba bifirin û herin jiyana xwe borandine û diborînîn. Kesên ku rabûne behsa zimanê wan, çanda wan dikin pirr kêm in...
Zimanê weşanên kurdî hîna bi esasî rûneniştiye. Gelek caran zimanê heremî derdikeve pêşberî xwendevana...
Zahmetiyek din, di dema me de kurd sê alfabeyan bikartînin. Li cihkî latînî, li cihkî erebî, li cihkî jî alfaba kirîlî bi kar tînin. Kurdekî heger latînî dixwîne, bi îhtîmaleke mezin nikare bi alfabeyên din bixwîne, heger bi alfabeya erebî dixwîne nikare bi alfabeyên din bixwîne. Ev pirsgirêka li ber me ye û mîna her pirsgirêkeka kurdan kesek nizane wê çawa çareser bibe...
Zahmetiyek din di nav kurdên Tirkiyê de li ser bikaranîna alfaba latînî ye. Mixabin li ser bikaranîna ‘î’ û ‘i’yan û hinek herfên din wekheviyek tuneye. Rojnamegeriya kurdî îro van herdu herfan bi du awayan dinivîsîne... Li gor min ev cûrecûr bikaranîn carina ji ber endîşeyên siyasî dertên. Herkes dixwaze ku kesên din werin ser gotina wan. Ji ber van nerînan di nav rojnamgeriya kurdî de hevkariyek, alîkariyek tuneye. Wiha xuyaye ku hinek kes endîşeyên xwe yên siyasî li ser her tiştî digrin...
3-Zahmetiyên ku ji hêla aboriyê dertên
Îro pirsgirêkeke rojnamegeriya kurdî jî aborî ye. Hem çapemeniya kurdî, hem jî xwendevanên kurd feqîr in. Mirovên ku îro rojname û kovarên kurdî taqîp dikin gelekên wan xwendevan in, ji hêla aboriyê de dewlemend ninin. Ew kesên xwedî hebûn in, dewlemend in mixabin li weşanên kurdî xwedî dernakevin. Bêguman ew ditirsin ku dewlemendiya xwe, hebûnên xwe wenda bikin. Çapemeniya kurdî ji ber bêîmkaniyan nikare xwe nû bike, ji bo bala xwendevana bikişîne tiştên nû bike, xwendevanên kurdî jî ji ber bêîmkaniyê nikarin ji çapemeniya kurdî re bibin alîkar... Kesek newêre îlana, reklaman bide çapemeniya kurdî. Li her deverê dunyayê ji bona weşanek jiyana xwe bidomîne esasên gelemperî hene... Yan weşanek pirr tête firotin zerar nake, yanê bi firotinê mesrefa xwe derdixe. Yan firotina wê kêm be û mesrefa xwe dernexîne jî îlanan û reklaman distîne zerara xwe bi vî awayî ji holê radike. Yan jî li pişt weşanan kesên dewlemend hene, dibin fînansorên weşanan û mesrefa weşanê digrin ser xwe... Lê çi feyde ji vana yek jî li cem çapemeniya kurdî tuneye...