ŞEREFXAN CIZÎRÎ

Li Ser Danasîna Kultur û Edebiyata Devkî

Di kovara Nûbiharê hejmara 77an de nivîsarek danasandinê liser pirtûka min Kultur û Edebiyata Devkî hatiye nivîsandin. EV nivîsa hanê i aliyê birêz Selman Dilovan ve hatiye nivîsandin. Beriyahemû tiştî ez ji bona vê nivîsê dixwazim wilo bibêjim; nivîsa birêz Selman Dilovan bi dilekî germ û dostane, bi bêrîkirin û hesreta kultur û edebiyata welat hatiye nivîsandin. Di demeke wilo de ku kultur û edebiyata devkî ya kurdan li ber man û nemanê ye,nivîsa Selman Dilovan bi rastî hêviyên min xurt kirin. Min digot qey ez di vê mijarê de bi tenê me, lê wilo xuya dike ku em gelek in. Ev rastiya hanê baweriya min hîna xurttir kir. Hêviya min ew e ku ev xezîna dewlemend û tijeqîmet, ji ber windabûneke xerab bê xelaskirin û bibe malê hemû gelê kurd. Divê ev xebat ji niha û pê de piralî berdewam be. Hemû kes divê ji aliyê xwe de, bi hosteyî paleyiya vê mijarê bikin. Kes bila li benda kesî nemîne. Bêndera kultur û edebiyata me, di vê tevgirêdanê de çiqasî mezin bibe, ewê gelê kurd jî bi dewlemendiya xwe ewqasî kêfxweş bibe...

Birêz Selman Dilovan di nivîsa xwe de him pirtûka min dide nasandin û him jî rexnên dostane li xebata min digire. JI bona vê yekê ez careke din spasî wîna dikim. Bi qasî ku min rexnên Selman Dilovan baş fêhm kirine, ew hinek tiştên ku min xwestiyebibêjim, di hinek aliyan de şaş şîrove kirine. Di vê mijarê detitin din jî hene ku, mirov hîna jî dikare nîqaşê li ser wan berdewam bike. Ev nîqaş ji bona me pêwîstiyek e. Weke mînak mirov dikare li ser mijara dîn di edebiyat û civata kurdan de, bi haweyekî dûr û dirêjayî bisekine. Dîn, çi misilmantî be, çi filehtî be, çi yezîdîtî be û çi jî dînê zerdeştî be, gelo tesîreke çawa li civata kurdan kiriye?Li ser vê yekê divê lêkolînên zanyarî werin kirin. Lêbelê ez vê yekê niha li vir zêde naxwazim dirêj bikim. Min dîtinên xwe bi berfirehî di pirtûka xwe ya bi navê Tarih ve Uygal›k de li ser mijara dîn, mîtolojî û cvivatê  gelekî bi zelalî anîne ziman. Ev pirtûk bi tirkî hatiye nivîsandin ji aliyê weşanxana Doruk Yay›nlar› ve, di sala 1997an de hatiye çapkirin. kesê ku vê mijarê zêde mitale dikin dikarin vê pirtûkê bixwînin û li ser vê mijarê bibin xwediyên hinek ramanên cuda. Ez hêvî dikim ku di navbera kurdên olparêz, lîberal, neteweparêz û yên marsîst  de, hinek nîqaşên bi ber  û ku bi kêrî civata me werin derkevin holê. Gelê kurd, di nava xwe de hewcedarê diyalogên dostane û nerm e. Ma bi hişkayiyê heta niha me çi bi dest xist? Ma tûjîtiya di nava kurdan de, bi rastî bi kêrî kê hat?

Ez niha jî dixwazim ku bersiva rexnên birêz Selman Dilovan di du xalên bingehîn de komî ser hevdû bikim: Ez di vê nivîsê de naxwazim ku bersivên Selman Dilovan gotin bigotin bidim. Niha weke mînakek biçûk, bi kurtî mirov dikare qala rastnivîsandina navê Emerê Gozê an jî Hemê GOzê bike. Li herema Mêrdînê bi piranî ev nav weke Hemê Gozê tê gotin. Min jî di pirtûka xwe de ev nav wilo nivîsandiye. Lê li beşeke welêt, weke mînak, li Tora Jorîn gel dikare bibêje Emerê Gozê, an jî Emê Gozê. Lê ev tiştê hanê rastiya me naguherîne. Bi dîtina min ev haweyên nivîsandinê, nikarin tiştekî zanistî li mijara me zêde bikin. Birêz Selman Dilovan gelek rexnên bi vîhaweyî li pirtûka min digire ji ber vê yekê jî ez naxwazim bersiva hemû rexnên wîna yeko yeko bidim. Hinek rexnên Selman Dilovan gelek biçûk in, lêbelê di cihê xwe de ne, weke mînaka navê Helenzo Tilo. Min bi şaşî gotiye Herezo Tilo. Ji ber ku min deng wilo bihîstibû. tu encamên min î din ku ez navê gundekî bi şaşî binivîsînim tune ye. Lê hinek rexne jî hene ku bi raya min ew şaş in. Ezê dû re qala wana bikim.

Mirov hêvî dike ku di zimanê kurdî de ewê rojekê ev ferqên biçûk, bitimametî ji holê rabin. Ji ber ku bi sedan tiştên wilo di zimanê kurdî de hene... Li aliyê din hinek tişt kuli ser pirtûkê hatine gotin, ramanên birêz Selman Dilovan bi xwe ne. Ev heqê wîna ye. Hurmeta min ji dîtinên wî re heye. Ezê niha bixwazim ku bersiva xwe di van xalên jêrîn de kom bikim: Yek ji van xalan rastnivîsandina zimanê kurdî ye û yeke din jî kultur û edebiyata devkî de mijara welatperweriyê ye. Weke ku di mînaka “Seyra Glulîsor û Eliyê Mamed” de hatiye ziman...

Ji bona ku mirov bikaribe bi rehetî qala otorîteyên zimanê xwebike.

Bi taybetî li Kurdistana Tirkiyê dezgehên zimanê kurdî hîna jî tune ne. hîna ew ava nebûne. Hilbet li vir ez qala dezgehên netewî dikim. Otorîteyên zimanê kurdî heta niha tenê kes bûne. Ev kes jî ne zimanzanayên modern in. Di nava wana de ez-ezî pir xurt e. Hemû zimanzanayên kurdî dibêjin; ez im xelîfe li Bexdayê! Lêbelê di rastiya xwe de hayê gelekan ji wana, hîna jî baş ji teorî û zanistiya ku bi giştî li ser zimanan heye, qet tune ye. Çavkaniyên wana di warê ziman de, bi piraniya cara tenê pîrik û xaltîkên wana ne, an jî tenê herêma wana ye. Ev yeka hanê bitenê, bi rastî ji bona otorîtebûna zimanê kurdî ne bes e. Ev tiştekî pir eşkere ye. Lê mixabin îro gelek kes xwe weke otorîte dibînin. Lê em hemû jî baş dizanin ku ji bêhna dewê tirş, em nema karin gavên xwe biavêjin. Hezar problemên zimanê kurdî li pêşiya me sekinîne. Weke ku baş tê xuyanîkirin, di van salên dawî de îca zabitên zimanê kurdî derketine holê. Vêa di rastiyaxwe de problemên zimanê me wilo mezin bûne ku, em divê îro karibin bi hêsanî kumê xwe deynin ber xwe û bi durustî li çareseriya pirsgirêkên zimanê kurdî bisekinin. Di rewşeke wilo xerab û belawela de, –helbet ez wêna ji aliyêziman de dibêjim–, divê mirovên rewşenbîr hinekî mitewazî bin û li gora zanebûn û kapasîteya xwe dîtinan li ser pirsgirêkên zimanê kurdî pêşkêş bikin. Yan na ewê gelek zimanzanayên me bibin weke Hz. Elî, Zulfeqar di destê xwe xînin bixwazin ku serê kafiran jê bikin!..

Ezê niha li vir bixwazim ku hinek mînakên pir hêsanî derxînim pêşiya xwendevanan. Mesele, gotina “wilo” bi gelek cûreyan tê nivîsandin. Weke “wisa, wuuha, wenge, wanîko, welê” û belkî hinek din jî hebin. Baş e; ji wana kîjan babet nivîsandin rast e. Birêz Selman dibêje ku fierefxan Cizîrî hinek gotinan bi awayekî xerîb bi kar tîne. Weke mînak gotina “heyvan”, gotina “helî” û gotina “zêhn” dide pêş. Gotina “heyvan” li hinek cîhan weke “haveyn”, li hinek cîhan wekî “hîvan” û li hinek deveran jî weke “hevan” tê nivîsandin. Gotina zêhn jî wilo ye. Ji vê gotinê re “zîn” jî tê gotin. Çend wateyê vê gotinê hene. Ew rast e. Heta gotina “zêhn” tê vê wateya ku, piştî ku bûkek dizewacê de çil rojî li mala xwe ya nû derbas dike, ew dû re li gora adetên kurdan dikare biçe mala bavê xwe. Ji vê bûyerê re jî “zêhn” tê gotin. “Zêhn”, li gelek herêmên welat bi vê wateyê jî tê bi kar anîn. Rastiya ziman û kulturame îro wilo ye. Heger em, van bûyerên ku hinek gotin çima bi gelek haweyan tên nivîsandin, bixwazin bibabetekee hêsanî îfade bikin, wê gavê mirov dikare wilo bibêje; li gora hereman, li gora eşîran, heta heta carna li gora gundan evgotin dikarin cihê cihê werin nivîsandin. Li hemû deverên weltê deng û nivîsandin ne weke hedû pêş ketine. Ev yeka hanê ji ber tunebûna zimanekî standart e. Hemû babetên gotinan ku heta niha bi haweyekî eşkere hatine nivîsandin, li gora rewşa ew tê de ne rast hatine nivîsandin. Ma ne herkes li gora zanebûna xwe dinivîse? Ev tiştekî pir xwezayî û normal e. Ji ber ku zimanê perwerdekirinê û zimanê fermî heta niha li welêt bi cih nebûye. Divê ev wilo bê zanîn ku, evrewşa hanê hîna jî ewê baş berdewam bike. Heta ku otorîteyaeke netewî an jî civatî di warêziman de li civata kurdan ava nebe, ewê rewşa zimanê me wilo bimîne. Ma ne divê rastiya ku di warê ziman de heye, li gora hinek tiştekên ku objektîf in werin tesbîtkirin. Ev tiştana jî dezgehên ziman in ku, hemû civat wana dipejirîne. Îro dezgehên wilo li welatê me hîna jî tune ne. Heger hemû kes ji aliyê xwe de bibêjin ez cudayiyên gelek mezin partiyên siyasî ava kiribin, emê di warên ziman de jî eynî şaşiyan dubare bikin. Heger ev mantiqê şaş berdewam be, emê wê gavê jî bi hêsanî partiyên zimanê kurdî ava bikin! Wê gavê divê hemû kurd bi hev re bi dengekî pir bilind bibêjin; “Ya Sitar!” Ma gelo li vê dunyayê gwrik, di warê ziman de ez wêna dibêjim, cenema kuli vê dunyayê heye ne ev e? Cihê ku mentiq û dezgeh lê tune be, bi rastî ev cih dibe weke cehnemê.

De ka niha em careke din werin ser mijara netewetî, kultur û edebiyata bi devkî. Bi raya min mirov nikare li mijar û bûyerên kultur û edebiyata bi devkî tenê weke problemên kesan binêre. Di evîna ku kmesan de, hergav tiştênku evîndaran derbas dikin jî hene. Evîndarî ne tenê hezjêkirina du kesan e. Evîn, bûyereke gelek firehtir û mezintir e. Evîndar, ew bixwazin nexwazin jî, nasnameyeke wana heye. Evîndar, di tevgirêdaneke birbiçav de mezin dibin, ew dîsa li civateke ku berbiçavê hîs û normên xwe digirin. Hişmendî li ba evîndaran di vê tevgirêdanêde çê dibe û geş dibe. Psîkolojiya evîndaran li vir dikemile. Ew xwe û mirovên din, ji hevdû cuda dikin. Pîvan û qîmetên evîndaran, dilbijandin û zewqawana di civateke xuyayî de formê xwe digire. Civat mohra xwe ji gelek aliyan de, li kesên evîndar dixîne. Bi haweyekî objektîf mirov dibin endamê civata xwe. Tu kes nikare di ser serê vê civatê re bisekine. Ji ber ku mirov bi giştî berhemên civata xwe ne...

Birêz Selman Dilovan dibêje ku, li ba Seyra Gulîsor evîndariya Eliyê mamed di ser her tiştî re ye. Bi raya min ev dîtin heta radeyekê rast e. Lê ku mirov tenê ji vê nuqtê dîtinên mutleq ava bike û nuqtên din î hêja jibîra bike, wê gavê mirov dikare şaşiyên mezin jî bike. Weke ku tê zanîn, Eliyê Mamed xortekî kurd e û Seyrê jî keçeke kurd e. Kesa ku bibe evîndarê Eliyê Mamed, bi hemdê xwe an ji bêhemdê xwe, ew beriya her tiştî dibe evîndarê xortekî kurd. Ew xort bila Hesenî an jî Heyderî be. Ew dîsa Kurd e. Kurd jî weke ku tê zanîn netewe ne, ew xwediyê welatekî ne. Her çiqase ew gotina welat di wê heyama ku em qal dikin de, hinekî herêmî mabe jî, ew dîsa welatek e. Her çiqase Seyrê dibêje; li min şermekara welatê Hesenanû Heyderayê jî, ew dîsa evîndarê welatê xwe ye. Ma kesên ku şermekar in nikarin bibin evîndarên welatê xwe? Ma kesên ku welatê xwe terk dikin an jî ji welatê xwe direvin, nikarin bibin evîndarên welatê xwe? Helbet ew dikarin bibin evîndarê welatê xwe. Rastî wilo ye. Hema li derdora xwe binêrin... Gelek mirovên hêja welatê xwe carna terk kirine, ew ji ber gelek encamên siyasî û ekonomîmecbûr mane. Heta mirov dikare gaveke din jî pêş de here; şermekarî û evîndarî ji gelek aliyan de hevdû xurt dikin. Xwînê didin hevdû. Wexta ku mirov li miqabilî tiştekî şermekar be, bêşik, wê gavê li miqabilî vî tiştî evîndariyek jî heye. Belkî ev evîndarî hinekî veşartî be. Hinekî ne xurt û zelal be, lêbelê ew dîsa evîndarî ye. Bi kurtî Seyra Gulîsor hem evîndarê Eliyê Mamed û hem jî evîndarê welatê Hesena û Heydera ye.

Di strana Derwêşê Evdî de jî, hîsê netewî bi Edlê qîza Temir Paşayê Milî re gelekî xurt in. Edlê di nav xwe û du netewê girseyî de dîwaran ava dike. Ev herdu netewe weke ku tê zanîn misliman in. Yanî ereb û tirk in. Edlê wilo dibêje; ez tirkan nakim, nan û xwuya wana li ser kabê wana ye, ew hergav xaîn in. dîsa ew dibêje; ez ereban nakim, ew hergav derewîn in. Careke din jî; ez filehan nakim, ew hergav bi rojî ne... Lê di vê navê de tiştekî biçûk heye. Li hinek cihan Miradê Kinê dibêje; koçeran nakim û li hinek cihan jî weke ku birêz Selman Dilovan jî nivîsandiye; ez kurmancan nakim dibêje Mirado. Di vê tevgirêdanê de liba Miradê Kinê nezelaliyek heye. Ev rast e. Mirado caran wilo dibêje û carna jî bi haweyekî din dibêje. Weke ku Selman Dilovan jî nivîsandiye; gotina “kurmanc” gelek caran ji kesên ku neeşîr bûn re dihate gotin. Ev yeka hanê li hinek herêmên Kurdistanê wilo bû. Ez rastî an jî çewtiya vî tiştî li vir nîqaş nakim. Lêbelê rastiyeke din jî heye; ev gotin ne li hemû deverên Kurdistanê, wilo tê bi kar anîn. Mesele Edlê nabêje; “Ez kurdan nakim.” Heger Edlê bigota ez kurdan nakim, wê gavê min dikarîbû hinek şîroveyên cuda bikirana. Lê Edlê wilo nabêje. Ji ber vê yekê jî Edlê ne tenê li yekî xwedîdesthilat û arîstokrat digere. Edlê berî hemû tiştî li kurdekî desthilatdar û arîstokrat digere. Ew dilê xwe dibijîne kurdên arîstokrat û desthilatdar. Divê vê ferqa hanê mirov karibe bi hêsanî bibîne. EV kurdê ku em qala wî dikin jî, Derwêşê Evdî bi xwe bû... Derwêş mêrxas e, kurd e û yezîdî ye. Ez li vê mesêl wilo dinêrim. Birêz Selman Dilovan jî dikare bi haweyekî din li vê meselê binêre...

Lê di vê mijarê de tiştek bala min pir dikişîne; gelo birêz Selman Dilovan çima ji gotina netewî ewqas dicefile? Ma gelo Selman Dilovan gotina netewî çawa şîrove dike? Bi rastî ez vê yekê gelekî meraq dikim... Baş e; wexta ku qala zimanê kurdî bê kirin, wexta ku stran bi kurdî bên gotin, wexta ku hîs û evîndariya kurdan bê ziman, wexta ku qala xaîntî û mêrxasiya kurdan bê kirin, wexta ku qala coxrafya Kurdistanê bê kirin û hwd. bi rastî wê gavê kurdayetî û netewetî tê bîra min. Welatparêzî tê bîra min. Ez li van bûyeran wilo dinêrim û ez bawer im ku gelek kurd jî îro van bûyeran wilo şîrove dikin.

Di dawiya dawî de ez ji bona Selman Dilovan wilo dibêjim; spas ji bona nivîsa te ya ku bi dilgermî, bi dostanî û bi hîsên “netewî hatiye nivîsandin!