Giringiya kovarê

SELMAN DILOVAN

Di nava berhemên nivîskî de kovar gelekî giring e. Gelek taybetiyên kovarê hene ku ev taybetî kovarê ji weşanên nivîskî cihê dikin. Kovareke çandî û edebî, çendî carna cî bide tiştên rojevê jî, lê giraniya wê li ser wan xebatên ku bi derbasbûna zeman kevin nabin e. Kovareke wiha ne ciyê tiştên rojane ye, mîna rojnameyan; herwiha ne pirtûkek e jî ku ji serî heya binî li ser mijarekê raweste.

Kovar mîna sifreyek dewlemend e ku gelek celebên xwarinê tê de hene. Xwarin çiqas xweş be jî, eger celebek tenê be, meriv jê aciz dibe; lê eger xwarin celeb celeb be, îştaha meriv zêde dike û meriv jê têr nabe. Kovar jî eynî bi vî şiklî ye; ango ji ber ku celeb celeb e, dişibihe sifreya dewlemend. Ji ber ku di kovarekê de gelek ramanên cihê cihê cî digirin, xwendina kovarê jî xweştir dibe. Lewra xwendevan, her nivîsekê bi uslûbeke din, bi zewqeke din, bi agahdarîne din dibîne û bi heyecaneke din dixwîne. Ev jî xwendevan bêtir teşwîqî xwendinê dike. Ji bilî nivîsaran, kovar gelek caran cî dide rexnegîriyê jî. Pirê caran rexnegîrî ji nivîsaran bêtir bala xwendevanan dikşîne. Xwendevanê ku carna ji helselgandinên nivîskarê nivîsarekê, yan pirtûkekê guman dike, li hêviya rexneyekê ye ku wan gumanan ji serê xwe derxe û dilê wî li ser wê mijarê rûne. Ne tenê bi rexnegîriyê, kovareke baş bi naveroka xwe jî gelekî rengîn û dewlemend e. Nivîsar, şiîr, lêkolîn, ceribandin, çîrok, bîranîn, nirxandin, şîrove, rexnegîrî, hîcîv û hwd.

Eger ji vê hêlê ve li kovarê bête nêrîn, dê xuya bibe ku çiqas hêja ye. Cemil Meriç dema ku kovarê bi pirtûk û rojnameyan re muqayese dike, weha dibêje: “Pirtûk zêde ciddî, rojname jî zêde bêmesûliyet e. Kovar keleha ramana azad e. Belkî serserî ye; lêbelê ramaneke nû û germ e. Pirtûk pirê caran berhema şexsekî ye, dengvedana ramanekê ye; kovar ya civaka jîran e. Kovar wesiyetnama nifşekî ye, ya rast jî mesaja nifşekî ye.”[1][1]

Lê mixabin kovarên me bêsiûd û bêîqbal in. Xebata ku dikin bêbêrsiv dimîne, yan jî bêbersiv tê hiştin. Gelo îro çend kovarên me heneş Çend jê mehane neş Çend jê di wexta xwe de derdikevin. Kîjan kovar firotina xwe derdixe ser 5 hezaranş Kovarên me çendî carna ji hêla hêzên serdest ve hatine girtin jî, hinekên wan jî ji bêeleqedarbûnê nikarîne weşana xwe bidomînin û bi xweber hatine girtin. Mixabin telefkirina girtina wan jî nemumkun bûye. “Her kovareke ku tê girtin binketina cengekê ye, hezîmet yan jî întîhar e.”[1][2]

Berî niha bi 20-30 salî berhemên me yên bi tîpên latînî gelek kêm bûn. Piraniya berhemên me bi tîpên erebî bûn. Kovar û rojnameyên ku berê derdiketin di rewşeke ji vêga kambaxtir de dijîn. Di van 10-15 salên dawî de êdî bêhtir berhemên me xuya dibin.

Lê pirsgirêkeke giring ya van berheman heye: Pirsgirêka alfabê. Ev cihêtiya alfabê li gor ku niha xuya dike wê hîna jî bidome. Ev cihêtî li weşanên me tesîrek neyinî dike.

Em îro bi piranî bi du alfabeyan dinivîsin; erebî û latînî. Ev cihêbûna alfabê xwendevanan dike du beş. Ev herdu beş jî di berhemên nivîskî de, ji hev bêxeber dimînin. Êdî kovarên kurdî dikevin wê rewşê ku bi tenê xitabî beşekê bikin. Ev jî bextreşiyeke weşanên kurd e, ku xwendevanên wan ji ber vê sedemê jî hindik dimînin.

Kovarên me di rewşeke wiha zehmet de ne.. Ji bo serkeftina vî karî, hinek xebat, hinek cehd, hinek xeyret, hinek hêvî, têr dike.

Dema Komara Tirkiyê saz bû, pirsgirêkên wan jî hebûn, hê jî hene. Weku tê zanîn piştî Komara Tirkiyê saz bû, alfabe xwe guherandin; ji tîpên erebî çûn tîpên latînî. Ji vî alî ve ew jî di pêvajoya ku niha em tê de ne re derbas bûn.

Wê demê kovarên wan jî bêeleqedar man, xwendevanên wan jî hindik bûn. Cemil Meriç wê rewşê weha dinirxîne: “Di nava me de çarenûseke kovaran ya hezîn heye. Pirên wan mîna kulîlkan, demekê dijîn. Yên herî bi siûd deng li nifşekî dikin. Kovarên kevin mîna tirbeke bêziyaretvan, mîna kaşoyeke bêmefte ne. Tu kes meraq nake, ka gelo çi bîranîn ketine nav rûpelên wan, kîjan hêvî û kîjan heyecan tê de veşartî neş”[1][3]

ZEHMETIYÊN KOVARÊ

Zehmetiyên kovarekê pir in. Yê kovareke kurdî hê pirtir.

Kovar weku rojnameyekê her roj dernayê, lê mîna pirtûkekê jî nikare ji dema xwe paş jî bikeve. Divê di wexta xwe de der bikeve.

Kovar heta ku diweşe di gelek merhaleyan re derbas dibe. Nivîs, ziman, uslûb, rêzkirin, teshîh, mîzanpaj, filîm, montaj, çapkirin û hwd.

Heryek ji van jî di nava xwe de ji hev vedizelin, dirêj dibin, ji wan jî problem derdikevin. Mesele nivîs. Carna nivîsên ku ji weşanvanên kovarê re diçin, peyv bi hevê ve nayê girêdan, bi xwendina çend caran ancax meriv tê digihe ku armanca nivîsê çi ye. Nivîskarê wê, xwe di mijarê de winda dike. Di serencamê de dixwaze çi bibêje nayê fêhmê. Eger mudaxele neyê kirin, ew nivîs bi kêr nayê û ne muqabilê weşanê ye. Çendî ku biweşe jî, nayê fêhmê. Hingê jî dibe ku rexne ji weşanvanên kovarê re werin. Lewxe lazim e weşanvan mudaxele bike, zimanê wê, uslûba wê rast bike. Weşanvan bi vê rastkirinê re carna bêmubalexe bi qasî nivîskarê nivîsê zehmetiyê dikşînin. Lê ev jî ne çareserî ye; lewra mudaxela nivîsê jî pirsgirêk e. Lewra kesê ku ev nivîs rêkiriye dibe ku îtîraz bike, bibêje; “çima we zimanê min guherandiyeş” Carinan aliyekî meriv agir e, ger meriv nêzîkî bibe, jê dişewite; aliyek jî derya ye, ku meriv bikeviyê merivê tê de bixeniqe.

Yek jî ziman e... Zimanê nivîsê jî giring e. Hinek nivîs zimanê wan herêmî ne. Ev peyvên herêmî carna nayên fêhmê, bê ka ji bo çi tiştî hatine gotin. Peyvên ku hatine gotin di ferhengan de jî nîn in. Çend peyv dibe ku li gora bikaranîna wê di cumlê de werin fêhmê, rast bibin; lê yên ku neyên fêhmêş Eger neyê fêhmê û biweşe, çênabe. Eger biguhere, dibe ku ne bi maneya wê peyvê hatibe bikaranîn. Rêyeke wê ev e ku neweşe, lê ne çareserî ye. Lewra divê di kovarê de ciyê nifşên nû jî hebe, meriv cî bide wan jî.

Hinek tiştên din jî hene.

Karê kovarekê ne tenê ev karên wê yên taybetî ne. Bi kovarê re deh karên din jî têne kirin. Roj heye ku ji karên din dor nagihêje kovarê. Weşandina pirtûkan li dera han... Sed karê ku xelk ji wan hêvî dike dikeve holê...  

Piştî derketina kovarê, divê kovar were belavkirin. Ji deveran re bête şandin. Kî çi xwestiye divê hûn daxwaza wan bînin cî.

Jibilî van jî pirsgirêkeke din î mezin heye. Ev pirsgirêk ji tevan jî zehmettir û girantir e: Aborî. Eger ku aboriya kovarekê baş be, ji nîvî bêtir dê pirsgirêkên wê çareser bibin. Carna kovarek piştî ku çap dibe, ji ber ku perê şandina kovarê nîn in, 10-15 rojan disekine. Xwendevan jî bi xwezayî sedema derengketina kovarê pirs dike. Lê mixabin xwendevan nizane ku carna ji ber ku perê şandina kovarê nîn in, du hejmar bi hev re jê re diçin.

Kovarek heta digihe destê xwendevanan di evqas merhaleyan de derbas dibe.



[1][1]. Meriç Cemil, Bu Ulke, Ötüken Yayinevî, Stenbol, 1975, rp. 28.

[1][2]. K.n.d. rp: 29

[1][3]. K.n.d. rp: 29