SELMAN DILOVAN
Roja Înê
Roj tev rojên Xwedê ne ma çima
ferqa wan ji hev heye; Sêşem, Çarşem, Pêncşem, În... Nexêr, kî çi ji min re bibêje
ez bawer nakim. Va ye În ji vê re nîşan e. Ku gunehê rojan tune be, çima weke “Sibatoka
Dîn” dê bext ji wan re tune be. Geh dost in geh neyar in ji te re. Rojek bo te,
yek li ser te.
Mîrata Sêrtê, navê wê şîrîn
bû. Digel ku têkilî û exlaqê Sêrtiyan gelekî xirab bû jî, vê xirabbûnê tu kêmasî
nedixist şîrîniya Sêrtê. Çi tiştê baş ku ji bajar dihat, li ba me ew yê Sêrtê bû.
Nanê Sêrtê, kurtanên Sêrtê, helawa Sêrtê... Helawa Sêrtê çiqas şîrîn bû... Sêrt
û Sêrt û Sêrt... Sêrt ji min re bihişta dunyayê bû.
Êvarê bavê min kara çûna Sêrtê
dikir. Min xwestibû ku ez jî pê re herim. Bavê min jî dilê min nehişti, daxwaza
min qebûl kir. Wê êvarê ez bi xwişka xwe re diketim rikê. Min digot: “Bavê min,
wê min bibe Sêrtê, te nabe!” Birayê min yê ji min piçûktir jî ji rehmetiya dêya
min re weha digot; “Yadê, bêje bavê min bila min jî bibe.” Lê ew hîna piçûk bû,
loma jî dêya min wî dixapand: “Lawo careke din, ez, tu û bavê te emê bi hev re
herin.” Bi vî awayî wî dihedinand. Kêf kêfa min bû. Ez ji xwe piştrast bûm, ku
bavê min dê min bibe Sêrtê. Heçî xwişka min e ji ber ku keçik e ew naçe, birayê
min jî piçûk e, tam li derba min e. Wê êvarê heta derengê şevê raneketim.
Ez û bavê xwe em ji bajêr
vegeriyan malê. Wê êvarê sireke dijwar dihat. Dêya min sobe vêxist û serê min,
li hundir, di teştê de şuşt. Eyn weke îro tê bîra min, dema ku hinekan derî
vedikirin, min çi qîrin didan! Ji ber ku min dil tune bû ku ez xwe bişom, bî qîrînên
min re dêya min jî, kî derî vekiriba, ji wan re bi hêrs digot: “Ehhew, ma
tebata we nayê, de ji xwe re kêlîkê li ciyê xwe rûnin!” Jixwe ez li mehnan bûm,
min nazî dikirin, lê bi rastî jî ew sira mîrat, mîna ku kêreke tazî li canê min
bikeve, ewqas ez pê têşiyam. Heta ku serê min şuşt, bi min re dixeyidî, û zirt
li min dikirin. Lê axir bê lêdan serê min hat şuştin. Hema di pey şuştinê re jî,
ez çûm ser ciyê xwe û razam.
Sibehê ez rabûm, ku çi
rabim. Ez di nav xwêdanê de mabûm. Laşê min sincirîbû. Min digot qey serê min pênc
kîlo ye. Ewqas giran, ewqas bi êş. Çavên min sor bûbûn... Min çavê xwe firikandin
û ez giriyam. Dêya min got: “Ma çima tu digirî” û pê re jî destê xwe da eniya
min û domand: “Welleh serê te sincirî
ye, tu nexweş î.” Rehmetiya pîrika min şekirê jê re weha got:
– Keçê ne eva min sed carî
gotiye te; serê van zarokan roja Çarşemê neşo!
– Wî, jinxalê! Keçê ma ji
ber wê yeş!
– Tu bikî û nekî ev jinik
weke xwe dike. Erê welleh ji wer wê ye.
Pîrika min ber bi min ve
hat û “Ez hertim dibêjim roja Çarşemê zarokan neşo, nexweş dikevin û ew bi ya
xwe dike.” got.
– Jinxalê ,welleh ne ji wê
ye, belkî serma girtiye, yan li bajêr westiyaye, nexweş ketiye.
Pîrika min ez xistim hembêza
xwe û got:
– Xeber bi serê vê nakevin
keçê, de tu jî bibîne! Lê tişta tê, tê serê van zarokan!
Wê rojê ji ber ku min serê
xwe roja Çarşemê şuştibû, ez pir têşiyam. Bavê min digot ku serwîsa gund çûye,
naxwe min dê bibira doktor. Cîrana me Hedya jî halo jê re digot: “De tu jî
lo..! Serê van zarokan jî biêşe tu dibêjî ka ez wan bibim doktor. Ma zariwên
xelkê jî wek yên te nexweş nakevinş Ma ya xelkê jî ne kezeb eş!”
Ez nizanim çawa baş bûm. Lê
ji wê rojê pê de êdî bi serê min ket ku ferqa rojan ji hev heye, roj ji hev
cuda ne. Ji wir û pê de Çarşem ji min re rojeke bêoxir bû; divabû min serê xwe
neşuşta.
***
Roj çûn ser hev, bûne
hefte, hefte bûne meh, meh jî bûne sal. Sal jî buhurîn, ez êdî diçûm mizgeftê,
cem mela min dixwend. Feqiyan dersa me suxteyan didan. Me dersek, sibehê,
dersek jî nîvro dixwend. Roja înê ders tunebû, bi tenê li dewrên me guhdarî
dikirin. Kî dewrê xwe nezanîbane, lêdan dixwar. Yê ku dersa wan dabû jî ji lêdanê
ne bêpar bû. Min jî dersa çendekan dida. Yek ji wan Dikranê cîranê me bû. Carekê
min ji serê Sûreta şûra dersa Dikrano dabû. Peyva “Eyn, Sîn, Qaf” min “E Se Qe” xwendibû. Feqiyekî dersa
min wilo dabû, min jî wilo dizanî. Sibehê, li mizgeftê, melê ew der li min
guhdarî kir. Min “E Se Qe” xwend, wî jî guhê min kişand û çend şeqam jî li min
dan. Kîjanê ku min dersa wî dabû, eger nizaniya, ez jê berpirsyar bûm.
Ji wê rojê û pê de, çiqas în
bihata, et diketim taya suxteyan. Gelo wê dewrê xwe bizanibin, wê dersa rast
bixwînin..! Êdî În jî li ber çavê min reş bûbû. În ji min re; acizî, bêhntengî,
saw, tirs, bû. În ji min re kabûsek bû. Min nedixwest bixwînim, lê bavê min ez
bi zorê dişandim. Xwendina min ne ji dil, lê bi zorê û ji bêgavî bû.
***
Ez derketim feqîtiyê,
xurbetê... Ji sibehê heta êvarê xwendin û jiberkirin. Jiberkirineke ku me nizanîbû
ji bo çi em jiber dikin. De ka were sibehê bi nimêjê re rabe, heta piştî îşayê
bi du saetan, sê saetan bixwîne. Tişta ku îro di zanîngehan de, ji endamên
mamostetiyê re tê gotin, hingê tu dixwînî. Xwezî bi wî ku fêhm bike!.. Tu fêhm
nekî jî, divê tu metnan bixwînî; herî û werî. Rawestin jî tune ye. Carna jî mîr
ceza dide, divê tu heta 12.30ê şevê bimînî. Ew xewa şîrîn bi tevê giraniya xwe ve
tê û li ser mijangên çavê te dideyne. Sibê dîsa Duşem e, Sêşem e, Çarşem e, Pêncşem
e... Sibê dîsa wilo ye. Di vê rewşê de tu reşbîn î û ji xwe re weha dibêjî, bêgav
bêgav: “Ma ji bo Xwedê kesek tune ku ahengekê bide vê rêz û risma kevnare ku
riziyaye! Evqas zehmet ji bo çi yeş Hema bila nivîs tev bi ser û bin; zêr û
ziber bin.”
Çavreşiya ku min avêtibû, Înê
ne bi rojeke halo ba, jê nediçû. Piştî 6 rojan, êdî betlane bû; În bû. Wek evîndarekî
kû ji yara xwe dûr ketibe, roj bi roj, min bêtir bi qîmetê Înê dizanî. Înê em
derdiketin derve. Ne înê hê ji Pêncşemê, piştî esrê pê ve em serbest bûn. Hin
bi hin pêlên evîna Înê di dilê min boş dibûn. Lewra di Înê de me xwe dişuşt, em
serbest derdiketin sûkê, me bi hev re suhbet dikir, me baş hevûdin nas dikir.
Ya herî xweş jî em dileyistin: Birrê, birra feqiyan, kêl, cinet û cehneme (talê),
şah û mîr, danbehrheva helbestan û hwd. Ev tev di Înê de bûn. Êdî bi tenê min
hez ji Înê dikir. Çiqas li xweşa min diçû ku navê Pencşemê jî bûbû “Êvara Înê”.
Carna, min digo qey îd e, ewqas hez ji Înê dikir. Dîsa “roj tev rojê Xwedê bûn”
lê În ji wan cuda bû. Ma tiliyên destan tev weke hev inş Roj jî wisa ne.
Ez nizanim Çarşem li kû ma.
Ez dibêm qey min wê êxistibû û winda bûbû. Tew pêjna wê nedihat. Lê În hertim
di rojeva min de bû. Min hîna ji kû de haziriya Înê dikir! Ji Sêşemê ve min xwe
tesellî dikir. “Siba, ez dê bibêjim: siba Êvara Înê ye.” Ango roja Çarşemê dê me ji Pêncşemê re bigota, “sibê Êvara
Înê ye.” Çarşem jî hin bi hin, bi min şîrîn dibû. Lê ez hîna jî bi tevdîr bûm,
min serê xwe di Çarşemê de nedişuşt. Çarşem ji ber ku cînara Êvara Înê bû, kêfa
min jê re dihat. Piştî ku min hefte li pê xwe hiştin, ez û Çarşemê jî em bûn
dostê hev. Êdî min baş dizanî ku ger wê rojê serê xwe bişom jî, tu tiştî ji min
re nabêje. Çarşem destpêk bû. Mîna ku yek di pêpelûkê de hilperike, bigihêje
armanca xwe. Du pêpelûk li pêşiya min hebûn: Çarşem û Êvara înê, În êdî wîsal bû.
Ez bêtir têdigiham ku çima În betlane ye ji mislimanan re. Lêwra êdî ji min re jî
betlane bû.
Li pey Înê, şemî dihat. şemî
destpêka wan rojên kabûsane bû. Êvara şemiyê dibû ejderhayek. Êvarê bi hemû
huzna xwe her alî çarmandor dikir.Wê huznê her tişt tanî bîra min. Xurbet, xerîbî,
tarî, saw, tirs, tenêtî, bêrî, bêgavî, betilîn, xemgînî û kenogirîbûn... şemî, şev
bû, bi roj û şevên xwe û reş bû weke qîrê.. Li ferhenga min ya rojên nebaş êdî şemî
jî zêde bûbû... Ne bi qasî Îna kevin, lê ji Çarşema berê zêdetir...
***
Roj hat ez ketim nav xebatê.
şemiya navser ji lîstikê derket; ciyê xwe da Duşembê û şemiya ciwan jî ket şûna
Îna Pîr. Yekşem jî di ciyê Êvara Înê de dileyist. Êdî ez bi hatina şemiyê kêfxweş
dibûm, Yekşemê radiwestam, û Duşemê jî min dest bi kar dikir... Lê ev jî pêvajoyek
bû, û mîna her pêvajoyê dawiya wê jî hat.
Çemê jiyanê nedisekinî û
her û her pêl jê radibûn û bi lez û bez diherikî. Keştiya min jî ketibû qûnaxa “xebat”
û “berpirsyariyê”. Di vê qûnaxê de roj tev mîna hev bûn; rast û misêwa. Wek
didanê şehekî. Çawa ku min ji yekî bêtir hez nedikir, wilo jî min çavreşî netavê
te yeke din. Êdî tu rojên min tunebûn. “Roj tev rojê Xwedê bûn!..”