SÜLEYMAN ÇEVIKSedsale

Dem nasekine, dimese. Umr, ji destpêkê li ser xetekê diçe, xwe digihîne menzîlekê, ji dunyayê xatir dixwaze û wenda dib. Umrê însan weke bayek e, tê û diçe.

Heta rojek umrê dunyayê biqede li dunyayê jiyan dê dewam bike. Umrê dunyayê jî diqede; lê heta ku dunya hebe, ew erdê ku di roj û salên berê de ji merivên berê re bû cihê sitarê û hebandinê, îro jî dê ji merivên niha û ji yên sibê re mazûvaniyê bike. Dunya li gor umrê însan xwedîumreke dirêj e, umrê mirovan kurt e...

Herkes, her însanê ku çavê xwe li dunyayê vedike di ser vê pirê re derbas dibe. Merivên, bi şûr û qelema xwe dewlemend in, li ber karê xwe rêyan vedikin, xwe digihînin derenceyên bilind; ewên ji şûr e qelemê, yan jî ji van yekê mahrûm in, ji gelek tiştan jî bêpar in...

***

Di dîroka mirovahiyê de ji roja ku salnameyê dest pê kiriye, derbasbûna “dema kevn” û hatina “dema nû” tiştek giring e.

Li gor salnama zayinî/mîladî çend mehên din, dawiya sedsala 20an; destpêka sedsala 21an e. Çend mehên din tenê destpêka sedsala nû, dawiya sedsala kevn nin e; weka vê  dawiya salên du hezarî, destpêka salên sê hezarî ye jî. Ji vir pê ve her roja ku dê derbas bibe, ji umrê sedsala nû û ji salên sê hezarî ye...

Di çûyina dema kevn, di hatina dema nû de jiyan weke berê dewam dike. Jiyan ji cihê ku dimîne dewam bike jî mirovên dunyayê, dewlet û sazûman, piştî çûyina demê û bi hatina dema nû, li ser tiştên kirine û tiştên nekirine niqaşan dikin, kêmasiyên xwe dibînin, di pêşerojê de lazim e çi bikin bernameyan amade dikin...

Dem derbas dibe û sekinandina wê ne di destê me de ye. Di meşandin û sekinandina wê de, di destpêka wê de tu însiyatifeke me tune ye. Lê em dikarin ji kirinên berê ders bigrin, tiştên neçê nekin, tiştên hêja û kêrhatî jî bikin.

***

Li dunyayê ji aliyê maddî û manewî de em tenê ji tiştan bêpar nin in. Biqasî me nebe jî xelkên weke me jî li rûyê erdê hene.

Di halê hazir de xelk “tuneyiyên” xwe, em li “heyinên” xwe digerin. Di vê dema niha de xelk dibêje, “çiyê me tune ye”; em dibêjin, “çiyê me heyeş” Tuneyiyên me, ji heyinên me kor bi kor zêdetir in.  

Dunyaya ku xelk tê de di mertebeyên bilind dixebite, em tê de tune ne. Helbet di van salên dawî de tiştên ku ji bo xêr in gelek in û zêde dibin jî, lê ne bes in.

Ji wan “tuneyiyên” me tenê ezê behsa yekê bikim:

Îro rojnameyek kurdan ya rojane ku di nav dewletan de li rûyê erdê belav dibe tune ye.

Li dunyayê li gor hinekan sî, li gor hinekan jî çil milyon kurd hene. Eger îro rojnameyek kurdan ya rojane î navnetewî hebana, ev rojnama li nav welatên dunyayê belav biba, gelo tesîra vê rojnamê çi dibûş

Li Ewrûpayê rojnameyên Îngîlîzan, Fransizan û Almanan hene. Hinek dewlemend û dewletên ereban jî li Ewrûpayê kovar û rojnamên erebî derdixin û van rojnamana li cîhanê belav dikin. Nivîs û nûçeyên van rojnaman gelek caran di çapemeniya dunyayê de dibin nûçe.

Îro li rûyê erdê rojnameyên kurdan yên rojane hene. Lê hinek ne bi zimanê kurdî ne, hinek rojnamêyên li başûr derdikevin jî hem heremî ne, hem jî ji ber bêîmkaniyan bi amatorî ne. Xwediyên wan, xebatkarên wan, hetta xwendevanên wan rojnamana kurd bin jî zimanê wan ne kurdî ye. Ji ber ku zimanê wan ne kurdî ye, meriv nikare wan ji rojnamegeriya kurdî jî bijmêre.

Bifkirin, li welatekî cîhanê kurd rojnameyek rojane bi awayekî profesonel amade dikin; li her deverê, xususen li cihên ku kurd lê hene nûçevanên wan hene û her şexsek ji kaniya nûçeyan, nûçeyan amade dike û dişîne; ev rojname li Rojhilata Navîn, li Ewrûpayê, li Amerîkayê û li cihên din belav dibe... Hûn tesîra vê difikirinş

Gelek sazûman û rojnameyên biyanî, kutupxanên dewletan, buroyên lêkolînê wê bibêjin ka ev kurd, bi kurdî çi dinivîsin, merak bikin; û ji bo ku ji zimanê wê rojnamê fêm bikin di nav xebatkarên xwe de cih bidin kesên ku kurdî dizanin jî...

Di salên du hezarî de, divê kurd li ser rojnameyek wiha bifikirin. Hûnê bibêjin, ma em dikarin vêya bikinş Bi ya min em dikarin!