Ji Dersên Apê Salih-
Roja pêncşemê li ser xwendinê mijûl bibûn. Ji bo wê,
di hundirê zarokan de hezkirina xwendinê ewqas pêş de çûbû, nedihat gotin.
M. Azad ji kitêbxana/pirtûkxana dibistanê pirtûkek
girti bû û xwendi bû. Xwendin çiqas xweş e; ji awayê ku Apê Salih gotibû jî xweştir
e.
Lêbelê ji wê pirtûka ku xwendibû pirsek li heşê M.
Azad arqilî bû: “Birayê te zalim
be jî, mazlûm be jî alîkariya wî bike!”
Vê pirsê zehf heşê M. Azad dikurisand. Çawa dibe ku, Îslam destûr dide vê yekêş
Dersa çarem hîna destpê nekiri bû, M. Azad wê pirsa
xwe ji Apê Salih kir. Apê Salih:
–Çi pirsek delal! Te vê pirsa ji kê guhdarî kir M. Azadş
M. Azad:
–Min ji kesî seh nekiriye; wê rojê min pirtûkek ji pirtûkxana dibistanê girtibû. Di wê
de derbas dibû.
Zehf kêfa Apê Salih hatibû ku zaroka dest bi
xwendina pirtûkan kirine. Xwe bi xwe digot: “Êdî dema ku ez ji zarokan re pirtûkan
bibînim hatiye.”
Apê Salih:
–M. Azad wê gotina ku te got, hedîsa Hz. Peyxamber
(s.x.l.-Silava Xweda lê be) e. Te çi ji vê hedîsa fahm kirş
M. Azad:
–Dema ku birayê mirov û yekî din li hevûdû bixin, di
her hal û karî de mirov alîkariya birayê xwe bike.
Apê Salih:
–Ebdullah, birazyê min! Te ji vê hedîsa çi fahm kirş
Ebdullah:
–Min jî weka M. Azad fahm kir.
Apê Salih:
–Li ber xwe nekevin, lêbelê we herduya jî şaş fahm
kiriye. Tê vê wateyê/manê; dema birayê we û yekî din şer kirin, eger birayê we
li ser heqiyê be û ji bona mafê xwe şer dike, hetanî ku birayê we bigehêje mafê
xwe alîkariya birayê xwe bikin. Na ku birayê we neheq be, derbasî pêşiya wê
neheqiya bibin. Yanê nehêlin ku birayê we neheqiyê bike. Bi vî awayî wî ji
zilma wî vegerînin û bi vê tevgera xwe alîkariya birayê xwe yî neheq bikin. Yan
na, ew Peyxamberê ku temamê umrê xwe ji bo bicihbûna Edalet û wekheviyê xerc
kiriye û hîna peyxamberî jê re nehatibû jî, li hember zordestên Mekkê civata “Xulf‘ul
Fudul” çêkiriye, çawa dibe ku alîkariya neheqan bikeş Te fahm kir M. Azadş
M. Azad:
–Erê min alîkariya zalim fahm kir.
Apê Salih:
–Osman! Emê bi çi hawî alîkariya zalim bikinş
Osman:
–Emê nehêlin ku zilmê bike. Bi vî awayî.
Apê Salih:
–Ev pirsa jî ji Emar û Ebdullah re: Dema we
xerabiyek dît; hûnê çi bikinş
Ebdullah:
–Emê ji wir dûr bikevin.
Emar:
–Emê têkilî wê nebaşiya nebin.
Apê Salih:
–Baş guhê xwe bidinê! Dema ku we nebaşiyek dît; bi
destê xwe rakin, an nehêlin were kirin. Dema ku tiştek ji destê we nehat, an we
nikarî bû bi destê xwe têkilî wê bibin, bi zimanê xwe; eger hûn bi zimanê xwe jî
nikaribin û we negot, qene bi dilê xwe ji wî karê xebîs hez nekin û neyartiya wî
kara di dilê xwe de xwedî bikin; ev jî kerta baweriyê ya herî hindik e. Vê yeka
hanê hedîsa Hz. Peyxamber (s.x.l.) e.
Apê Salih:
–Ti pirsên we yên din heneş
M. Azad:
–Apê Salih! ji me re hinekî behsa jiyana Hz. Peyxamber (s.x.l.)
bikeş
Apê Salih:
–Hûn dixwazin bila jiyana Hz. Peyxamber (s.x.l.) bimîne
dersek din, dibeş
Ebdullah:
–Çima Apoş
Apê Salih:
–Jiyana Peyxamberê me, bi tena serê xwe emê wê
bigrin dest. Ji bona hinekî were fahmkirin. Lewra bi tena xwe dersek têrê nake
jî. Ma dersek çiyeş Bîst û sê salên ku li gora hezkirina Xweda Teala hatiye
ajotin bi dersek, du dersan naqedeş
M. Azad:
–Çawa ku em jiyana Hz. Peyxamber nizanin, em werê jî
Quranê nizanin. Ji niha pêve tu yê karibî dersa Quranê jî bidî meş
Apê Salih li çi digere, ji xwe ew jî li fersendek
werê digeriya. Apê Salih:
–Dibe. Lêbelê ji bona dersa Quranê lazim e ku hûn
her roj werin. Rojê nîv saet bes e. Hûn dikarin her roj werinş Teva bi hevûdû
re:
–Erê ma rojê nîv saet çiye! Em karin ji bona kitêba
Xwedayê xwe rojê saetekê jî werin.
Kêfa Apê Salih zehf li cih bû. Lewra wan tovên ku çandi
bû, hêdî, hêdî di dilên xerdik de mîna sosin û reyhana şîn dibûn. Apê Salih:
–Eferim ji we re! Hêviyên dilê min. Elîf Bêtikên
we jî bila ji min bin. We bi vê xwestina xwe gelekî kêfa min anî. Ma ez Quranê
rayî we nedim, ezê çi rê we bidimş Ji xwe temamê ilmên dinê ji bona ku mirov
rastiyên nava Quranê bizani be pêlik in. Ji alîkî de emê di wan pêlikan re
hilkişin ser minara Quranê; ji alîkî de jî, emê hînî xwendina Quranê yî ji rû
de bibin. Peyxamberê me (s.x.l.) dibêje: “Bi xêrtirên we, ewên ku Quranê dixwînin
û didin xwendin in.” Ew Qurana ku Xweda Teala, xwestinên xwe yên ji me dixwaze
xistine nav wê. Ew Qurana ku bi kevnbûna dem û dunyayê rexd û can dibe, ew
Qurana ku temamê kafiran bicivin, nikarin serî bi sûrekî wê re derxin. Ew
Qurana ku li cem me zimanê alema xeybê, ew Qurana ku ji heyata me ya di nava
tariyê de maye re weka çira û fanosê, heyv û rojê ye... Ew Qurana ku qanûn û
darazên wê ji kelama ezelî hatiye û ewê biçe heta ebedê. Yanê şerîetek bê mînak
û daîmî pêşkêşî mirovahiyê dike. Ew Qurana ku ji cirkî ve çirûsiye, hetanî niha
temamê neyarên wê yên bêeman xwestine ku Nûra wê vemirînin, lêbelê her ku diçe
ew diçirûse, rohniya wê bêhtir dibe. Bi wê rohniya xwe cih û war li perçimokan
teng kiriye. Ma ez kî meş Hedê min e ku pesnê Qurana pîroz bidim. Bi peyv û
gotinên dawîhatî û fanî, bêgûman tarîfa tiştekî baqî, bêdawî eger werekirin jî
li hember behrê mîna peşkek baranê ye.
Bi van gotinên Apê Salih î heq û heqîqet xwestina
zarokan ji yekê derketi bû deha:
–Kîjan roja ku me Quran xwend û rastiyên nava wê
fahm kir, ewê wê roja neslek zêrîn çêbibe û esra xwe ji şevreşê derxe û bigehîne
ronahiyê. Rohnkaya zanebûnê, rohnkaya lihevhatin, desthevgirtin, huner û pêşveçûnê.
Wê dema ku em li pê Qurana pîroz bi rê ve diçûn, Ewrûpaya ku îro me bi çand,
huner û zanebûna fenî bende û xulam girtiye, xwendevan dişandin medreseyên me û
ders digirtin. Ji wê gava ku me rû ji Îslamê zîvirand, mîna zarokan bi kêf û
zewqê ketin; me di şûna xwe de jimart. Heta ku em gihaştin şevreşa îro. Lêbelê
hêvîdar bin. Sibeyên şevên şevreş gelekî nêzîk in û li dûv zivistanên xedar,
biharên rengîn serê xwe derdixin hebûnê. Xwestina we ya li hember zanebûn û hînbûnê,
hêviyek werê di dilê min de şîn dike ku sed tavên havînê lêxin jî bêhûde ye. Wê
nikaribin hişk bikin. Hûnê bixwînin, pêşiya pêşî derdora xwe, paşiyê jî
rizgarkirina temamê mirovahiyê. Çawa ku, Peyxamberê me (s.x.l.) bi tena serê
xwe derket, li hember xeletî û çewtiyan mîna şêra ceng kir û pêşî gelê xwe yî
ereb, dawiyê jî wê nura pîroz gîhande temamê mirovahiyê.
Dûv re Apê Salih vegeriya ser Ebdullah:
–Ebdullah! Hela ji kîlerê şuşa çayê bîne em çaya xwe
havên bikin.
Ebdullah:
–Ma mast e em havên bikinş
Apê Salih:
–Tu dizanî mana demê çiyeş
Ebdullah:
–Dema mirov tavêje nav ava kelandî wê sor dike dem
ev e. Apê Salih:
–Dem gotinek
erebî ye, û tê mana xwînê! Lê bila mîna te be. Ka demê bîne em çaya xwe
dem bikin. Li kîlerê qutîkek piskuvîta heye wê jî bîne!
Gavek şunda zaroka piskuvîtên xwe bi çayê xwarin û
bi hêviyek nuh ji hinda Apê Salih veqetiyan.