MÜÇTEBA BARAVÎ
Dersên Apê Salih
Dersa Yekem
Zarok ji mektebê hatibûn û li paş malê bi topê
dileyistin. Apê Salih ji kuça jêr xwe bera ser wan da. Bala xwe dayê ku biraziyê
wî Ebdullah jî bi zarokan re ye. Pêşî xwest ku bangî Ebdullah tenê bike û hinek
şîretan lê bike, da ku salên wî bîlasebeb li kuçan li pê topê neçin. Dawiyê di
hişê xwe de, xwe bi xwe got: “Lazim e ku ez ne Ebdullah tenê, nesla Ebdullah
xelas bikim. Lewra hetanî ku dora kulîlkan neye girtin û talûka qurmiçandina
wan ji holê neyê hilanîn, li bendebûna kulîlkan, bendemayinek bîlasebeb e.”
Dawiyê hate hişê wî ku çawa wê nesla Ebdullah ji
nava pêlên behra axirzeman derxîne selametêş Taliyê daraza (biryar) xwe da ku
tevî Ebdullah bangî çend zarokên mîna wî yên heyf bike.
Apê Salih ji bona vê xwestina bi cih bîne, bang kir:
– Ebdullah! Ebdullah! Ebdullah!..
– Ha apo tu çi dibêjîş
– Hela were bal min.
Ebdullah bi rev hate hinda Apê xwe û got:
– Çi Apê Salih.
– Ji xwe re hinekî bi topê bileyizin û dûv re tu,
Osman, Yehya û Muhemmed Azad werin cem min. Emê ji xwe re hinekî bipeyivin.
Ebdullah qebûl kir û ji xwe re got: “Gelo wê çi rê
bide ber me. Emê çi bipeyivinş
Ahê Salih gihaşt mal, neghaşt, Ebdullah bangî hevalên
xwe kir:
– Apê min got; “tu, Osman Yehya û Muhemmed Azad
werin cem min, ezê bi we re bipeyivim.”
Dema navê wan hate gotin kêfa wan û ji xwe re gotin:
“Rûmetek me jî, heye ku di nav temaman de em neqandin.”
Hema li hev civiyan û rêya mala Apê Salih girtin.
Apê Salih hîna çakêtê xwe ji xwe nekiribû ku, dengê
zarokan ji ber derî hat. Kêfa Apê Salih ji vê yekê re pir hat. Çû derî li wan
vekir. Zarok di oda xwe de, li ser mîndera rûniştin, ewî ava çayê da ser.
Apê Salih yek bi yek pirsa halê wan kir. Paşê jî
dersên wan ji wan pirsî. Hinekan rast û hinekan jî xelet bersiv dan. Apê Salih
xwe bi xwe got: “Heta ku ez dersa rastiyê rayî van zarokana nedim, tiştekî din
rayî wan nadim.”
Apê Salih gotina xwe weha domand:
– Niha ezê ji we pirsekê bikim. Ka kî yê ji we birsiv bide: Pêşiya pêşî ji me re çi lazim eş
Zarokan li çavê hevûdu nerîn, yek jî ji bersiva xwe
ne ewlebû. Lê cardin tiliya Ebdullah bilind bû. Lewra Ebdullah perda fedîkirina
ji apê xwe bi temamî nebe jî çirandibû.
Apê Salih:
– Ka bêje Ebdullah, ji me re çi lazim eş
– Xwendin.
Apê Salih:
– Wekî din kî yê bersiva min bideş
Yehya:
– Biratî.
Apê Salih:
– Wekî dinş
Îjar Muhemmed Azad:
– Îman!
Apê Salih:
– We hersêyan jî rast bersiv da. Lêbelê bersiva ku
min dixwest ne ev bû. Ji me re, ji gelê me re û ji temamê însanan re, tişta herî
mezin “rastî” ye.
Osman:
– Yanî çiş
Apê Salih:
– Di her tiştê xwe de rastî; gotina xwe de, birêveçûna
xwe de, hezkirina xwe de, nivîsandina xwe de... Lewra Îslamiyet rasî ye, kafirî
derewkarî ye. Baweriya bi Xweda, Peyxamberê wî, Roja Qiyametê... rastî ye û
nebawerkirina wan derewkariyeke mezin e.
Du mirov dema ku bi hevûdu re bipeyivin, derewa têxin
nav gotinên xwe, hêdî-hêdî ji hevûdû sar dibin û baweriya yekî bi ê din nayê.
Te dî dibêjin: “Mala vireka şewitî kesî bawer nekir.’Ma hûn dizanin çîroka vê
meselê çi yeş”
– Na em nizanin.
Apê Salih:
– Mirovekî derewkar hebûye û bi derewên xwe xelk dixapand. Ji her çend rojan
carekê hewar û gazî dikir û digot: “Gundîno! Malîno! Agir bi xaniyê min ketiye.”
Gundiyan baz didan û digihaştin ciyê hewarê. Lê tiştek tunebû. Çend caran gundî
weha hatin xapandin. Çima rojekê agir bi xaniyê wî mirovê derewkar neket!
Derewkar derket ser pozê xanî û kire hewar. Lêbelê îjar kes di hewara wî de
nehat. Lewra gundiyan xwebixwe digotin: “Carek din bi vira dike hewar, çavê wî
lê ye ku me bixapîne! Carek, du-sê. Bes e êdî!”
Ji bona ku baweriya gundiyan bi derewkar nemabû, agir, di nava gundekî de li xanî bilind
bû û şewitand. Virên derewkar wî bêalîkarî hişt.
Ger we vê çîroka fêhm kiribe, hûnê zanibin ku ji
bona çi dibêjin “mala vireka şewitî kesî bawer nekir.”
Em vegerin ser rastiyê.
Bi saya rastiyê qernê ku Hz. Peyxamber (s) çêbûye jê
re “Esra Seadet” (Qernê Bextyariyê) dibêjin. Mirovên mîna Hz. Ebû Bekir
(x.j.r.) bi saya rastiyê çûn bihiştê û Museylemeyê derewkar jî çû dojehê.
“Derew, îftîrakirina li qudreta Xweda ye.” Lê vê yekê
jî zanibin: “Bila her gotinek we rast be. Li her derê gotina rastiyê. Yanê goşt
bavêjin ber kûçik û giya jî bavêjin ber hesp.”
Bi henekan be jî, derew nayê kirin. Ezê ji we pirsek
nêzîkî pirsa din bikim:
– Kîjan rê pir nêzîk û kin eş
Muhemmed Azad:
– Rêya Hz. Peyxamber
Apê Salih kenî:
– Pir rast e. Lêbelê min ji wan rêyên ku hûn tê de
dimeşin re got.
Osman:
– Kuça jêr!
Apê Salih:
– Çima kuça jêrş
– Lewra fetl tê de tune ne.
Apê Salih bi bersiva Osman kêfxweş bû û got:
– Aferîm ji te re! Te pê derxist. Rêyên bê fetlonek û bê kêlik ji rêyên bi kêlî
kurttir in. Ji ber vê yekê em rojê pênc cara ji Xwedayê xwe dixwazin ku me têxe
rêya rasterast.
Ka pê derxin; em li kû, bi çi awayî dixwazinş
Yehya:
– Wextê ku em rêya xwe wenda dikin:
Apê Salih guricî û cardin pirsî:
– Kî ji we zane Sûreta Fatîhê bixwîneş
Herçaran jî tiliya xwe rakirin. Apê Salih, fatîhe bi
wan da xwendin. Her çara jî bêxelet xwendin. Îjar dor hatibû pirkîna wateya Sûreta
Fatîhê. Pirsî:
– Kî ji we mana Fatîhayê zaneş
Kesê jî tiştek nizanî. Apê Salih ji wan re got:
Euzubîllahî mîneşşeytanîrrecîm (Ez xwe ji şeytanê recimbûyî diparêzim Xweda.)
Bîsmîllahîrrahmanîrrahîm (Bi navê Xwedayê Mihrîban –Li dunyayê de rehmê li
her kesî dike– û Dilovan –Li axiretê rehmê li bawermendan dike–)
Elhemdulîllahî Rebb-îl Alemîn (Xwediyê roja dîn e.)
Errehmanîrrahîm (Ew rehman e –Li dunyayê ferqê naxe nava kafir û mislimana û rizqê
temama dide wan–, û rehîm e –Li axiretê hew li mumîna tê rehmê–.)
Malîk yewmîdîn ( Xwediyê roja dîn e.)
Îyyakene‘budu We îyyakenesteîn ( Em hew perestî te tenê dibin û hew ji te tenê re îbadet
dikin, û em hew ji te tenê alîkariyê dixwazin.)
Îhdînassîratelmustaqîm (Me bide ser rêya rasterast!)
Siratellezîne ( wê rêya ku )
En‘emte Eleyhîm ( Wanên ku te nîmet daye wan.)
Xeyrîlmexdubî elehîm ( Ne ji wan yên ku tu li wan hatiyî xezebê.)
Weleddalîn
(Û ne ji wanên ku ketine delaletê.)
Amîn (Ya
Rebbî! Tu van xwestinên me qebûl bikî!
– De ka bêjin em rojê pênc cara li kûderê û bi çi awayî dixwazin ku Xwedayê teala me têxe rêya rasterastş
Muhemmed Azad ji hevalên xwe zîrektir bû. Ji ber vê
yekê dema ku wateya Fatîhê hatibû dayin di hişê wî de mabû û hema bersiva Apê
Salih da:
– Di pênc wextên nimêjê de, di sûreya fatihê ayeta îhdînessîratelmusteqîm
de em ji Xwedayê xwe dixwazin ku me têxe rêya rasterast.
Apê Salih:
–Min çavê te xwaro. Te tiştekî kêm nehişt. Û dersa
me ya îro jî di vir de xilas.
Zarokan li çavê hevûdu nêrîn ku rabin, Apê Salih:
– Hela rûnin, ma ecela we çi yeş Emê çaya xwe jî
vexwun, dûv re hûn bi kêfa xwe ne. Apê Salih ji bo ku çayê dem bike çû aşxanê.
Av ji zû de keliyabû û serhev re diçû. Hema kevçiyek çaya qaçax xiste binê çaydan
û ava kelandî bera ser da. Hindik mabû ser hev re biçûna ku binê tûp vemirand.
Istikan, kevçiyên çayê û tasika şekir danî ser
sifreyekê û hate nik zarokan. Ebdullah jî rahişt çaydan û anî. Istikanên çayê
tije kir û danî ber zarokan. Ebdullah:
– Apê ji te re jî istikanekê bînimş
Apê Salih:
– Na birazî, ez bi rojî me.
– Qey te rojiya xwe xwariyeş
– Na biraziyê min. Peyxamberê me (s.) roja duşem û pêncşeman
rojî girtiye. Ji ber vê yekê duşem û pêncşema girtina rojiyê sunnet e. Îro pêncşem
e, ez jî bi rojî me.
Muhemmed Azad:
– Hz. Peyxamber (s.) çer kiribe,
emê jî mîna wî bikinş
Apê Salih:
– Belê Xwedayê Teala dibêje: “Ey Muhemmed bibêje
eger hûn hez ji Xweda dikin, li pey min werin.” Naxwe şertê hezkirina Xweda,
lipeyçûna Peyxamber e.
Zarokan hîna fir li çaya xwe nexistibûn. Apê Salih
xwest ku çaya xwe vexwun. Osman gulpek li çaya xwe xist û ji bêdengiyê firsenda
kirina pirsa xwe dît:
– Emê çawa zanibin ku Peyxamberê me çawa kiriye û çawa nekiriyeş
Apê Salih:
– Vê pirsa te kêfa min anî. Gotin, tewr û tevgerên Hz. Peyxamber ji aliyê
sehabiyan ve hatine dîtin. Bi taqetek mezin li ser sekinîne û piştî wefata wî jî
hatine nivîsandin. Ya dinê, Qur’ana Pîroz e, ku ji xwe ew di dema Hz.Peyxamber
de li ser çerman, hestiyên heywanan û ferşan hatiye nivîsandin, bêguherandin
gihaştiye dema me û wê heta taliya dunyayê jî neye guherandin. Lewra ku Xweda
soz daye. Emê hezkirî û nehezkiriyên Peyxamberê Xweda ji van herdû çavkaniyana;
yanî ji Qur’ana Pîroz û Sunneta Peyxamberê Ekrem bielimin û derbasî heyata xwe
bikin.
Zaroka çayên xwe vexwaribûn; êdî dor hatibû rabûnê.
Apê Salih:
– Emê her rojê pêncşem û duşemê bi xwe re bicivin û li vêderê behsa Xweda û
Peyxamberê wî bikin. Herê biraziyên minş
Hemûyan bi devekî:
– Bila be. Emê roja duşembê bi hevûdu re werin.
Apê Salih:
– Bi taybetî emê duşembê li ser nimêjê bisekinin.
Pirsên xwe yên derheqê nimêjê de hazir bikin. Ezê ji we pirsna bikim û ji ê ku
pê derxe re diyariyên min hene.
Zarokan hîna ji wê demê de bêriya roja duşembê kirin
û bi kêf di derî re derketin.