Reso û Mîrê Botan
Berhevkar: MUHEMMED GARSÎ
Li gundekî Beriya Jêrîn zilamekî gundî û kurekî wî bi navê Reşo hebû. Reşo, xortekî çeleng û jêhatî bû û bavê wî, wî dabû ber çend heb karikan. Reşo qet pê xweş ne bû ku here ber karikan. Loma her roj êvarê Reşo dihat û karik nedihatin. Bavê wî digot: “Reşo! Lawo kane karikş” Reşo digot: “Welleh ez nizanim haya min jê tune. Bavê wî digot: “Lawo ma çawa haya te jê nîn eş Ma sibehê me nesiparte te.”
Reşo di ber xwe de digot; ez nizanim min nedîtiye. Ewê rabin herin, heya derengê şevê li karikan bigerin, bi sed zehmetî heya karikan bibînin û bînin. Her roj karê wan û Reşo ev e. Êdî rojek bavê wî dibêje: “Binêre! Eger îro jî tu werî û karikan neînî ez dê te bikujim.”
Reşo sibê radibe, karikan dide pêşiya xwe û diçe çolê. Li çolê, di dilê xwe de weha dibêje: “Heyra welleh, ez ne ê karika me; ez êdî bi van karikan re ketime belake Xwedê.” Radibe kêrika xwe derdixe û dest pê dike, hebo hebo karikan serjê dike, heya teva diqedîne, dibêje: “Ox! Ez û we em jihev filitîn.”
Reşo dinêre ku piştî vî karî nikare here gund, hema ji wêderê berê xwe dide Cizîra Botan; mala Mîr Bedirxanê Botî, ku wê gavê bi nav û deng bû û bi dad û edaletê navdar bû.
Bi rê de lê dibe şev. Bi şev wexta di rê de tê, li ciyekî piyê wî dikeve ser heywanekê, û ji heywan warîn tê. Reşo jî qet piyê xwe ranake û wê heywanê digre. Wexta lê dinêre dibîne ku kîroşkek e. Ew, serê wê jê dike û agir pê dixe, wê li ser dipijîne û dixwe.
Reşo wê şevê di rê de dimîne, dotira rojê dikeve rê, tê Cizîrê. Diçe ber deriyê Burca Belek û li derî dide. Dergevan derî vedikin, Reşo dikeve hundir. Dergevan dibêjin: “Tu kî yîş Te xêr eş Tu hatî çiş”
Reşo dibêje: “Ez hatime Mîr bibînim.”
Dibêjin: “Ma tu wî dinasî, yan ew te dinaseş”
Reşo tenê dibêje ez diçim bal Mîr, dixwazim Mîr bibînim. Yek ji van, yek ji wî, di nav wan de xirecir çêdibe. Mîr bi wan dihese. Nîhayet gazî dike, dibê; wî berdin bila were. Li ser vê, wî berdidin, diçe bal Mîr. Mîr dibêje: “Navê te çi yeş” Dibêje: “Navê min Reşo ye.” Mîr dibêje: “Te xêr e, tu hatî çiş” Dibêje: “Mîrê min ez hatime bal te kar bikim.” Mîr dibêje: “Baş e, emê karekî bidin te. Tu here ber qaz û werdekan.” Reşo dibêje: “Na, ez naçim ber wan” Mîr dibê: “Here ber karik û berxikan.” Reşo dibêje: “Na, jixwe ez ji ber wan reviyame hatime, xuyê min ji wan diçe. Ez qet naçim ber wan.”
Mîr çi karî dibêje, Reşo qebûl nake. Paşiyê Mîr dibêje: “Ê Reşo ka tu bêje, tu çi karî dixwazîş” Reşo dibêje: “Mîrê min! Ev karê hanê ji min re biçûk tên, ez mêrekî jêhatî me, dixwazim li vêderê li bal te bim.” Mîr dibêje: “Tu çewa dizanî tu mêrek jêhatî yîş” Reşo dibêje: “Mîrê min! Ez şeva din bi rê de ku hatim, min pêl heywaneke kir û warîn jê çû. Ez netirsiyam û min piyê xwe ji serê ranekir, heya min wê bi dest girt. Ez ji vî karî dizanim ku, ez jêhatî me û mêrê karên mezin im; ne karên piçûk.”
Mîr li gotinên Reşo dinêre, hin tişt jê dikevin serê wî û qaîl dibe ku Reşo li balê bimîne. Radibin ser û guhê Reşo didin hev û wî di dîwana Mîr de dihêlin.
Hinek di ser de derbas dibe, Mîr li tevger û tewrên Reşo dinêre, weziyeta wî rind û meziyeta wî bilind dibîne, û hin diçe wî nêzîktirî xwe dike û wî dike şêwirdarê xwe. Reşo jî di dîwanê de û di nav siyasetên giran de ew salix û taybetiyên wî yên suruştî her roj geştir û xweştir dibin, hê bêhtir dikeve çavê Mîr û wî nêzîktirê xwe dike, heya wî dike razdarê xwe yê taybetî.
Sal û zeman di ser re derbas dibin, rojekê Mîr biryar dide ku wê herin nêçîrê. Di wê demê de, ji bo mezinan, xweştirîn kêf û şahiyên wan nêçîr bû.
Mîr tevî xulaman ve dertê çolê; pişt re Mîr bîst xulamî li destê rastê dişîne û bîst xulamî jî li destê çepê, da ku rawiran ha-ha bikin û bi ser Mîr de rakin û Mîr jî wan bigire. Mîr, Reşo jî bi xwe re dihêle. Pir di ser de derbas nabe, hinek dertên ser girekî û gazî dikin: “Mîîr! Mîr! xwe hilde, dêwek bi ser te de tê. Mîr û Reşo li bestê ne; ew siwar jî li ser girên dorê ne. Ha dibînin ku marekî wek ejderhakî li wan diqelibe. Wextê rûbirûyî hev dibin, mar qesta wan dike. Reşo kêra xwe dertîne û xwe dide pêş. Mîr dibêje: “Reşo, tê çi bikîş” Reşo dibêje: “Mîrê min, îro yan ji min re ye, yan ji wî re ye. Gava em bi hev meşxûl bûn, tu hesp bajo xelas bibe.” Wexta marê wek sitûnekê qalind nêzî wan dibe, xwe bilind dike ku xwe bavêje wan, Reşo jî wek pilingekî xwe çengê wî dike û xwe davêje sitûyê wî. Êdî bi hev digrin û mar xwe li vî alî û li wî alî, li keviran dide. Reşo jî bê rawestan wî dide ber kêran. Mîr jî, digel ên li jorê, bi ser wan de sekinîne û li wan temaşe dikin; lê newêrin werin. Reşo û mar êdî ji hedan dikevin. Reşo wî bi kêran xirç dike, di nav xwînê de dihêle; lê mar jî hîna xwe li vî û wî alî, li kevir û daran dide, ku Reşo bipelêxe. Êdî ji bêçareyî, herdu jî dibên “gurm” û li erdê dikevin.
Mar dimre, lê Reşo hê ruh tê de maye. Hema Mîr gazî xulaman dike, dibê werin em Reşo xelas bikin. Reşo heyf e. Lê îcar xulam ji tirsa Mîr newêrin dakevin. Mîr eman dide wan ku werin Reşo xelas kin, dibêje, “soz be ez têkilî we nabim.” Li ser vê, xulam tên, Reşoyê pelixî ku di nav xwînê de sor bûye radikin. Reşo dibin Burca Belek. Êdî Mîr gazî hekîm û zanayên wê dorê dike û dibêje: “Hûn çi dikin bikin, Reşo xelas kin, Reşo heyf e.”
Mîr carek din jî fam dike ku nanê daye Reşo beredayî neçûye û roja giran bi kêr hatiye. Radibe, wan xulamê din jî sirgûn dike û dibêje: “Ji ber soza xwe, ez têkilî we nabim, lê we wezîfa xwe di heqê min de pêk neanî. Êdî hûn ji min re nabin. Divê hûn ji bal min herin.”
Ew çil siwar radibin, malê xwe bar dikin û diçin.
Reşo jî hin bi hin ber bi başbûnê ve diçe û bi xwe ve tê.
Êdî piştî mudetekî, Reşo baş dibe, birînên wî rihet dibin û tê ser qews û qiyasa xwe ya berê.
Di wê demê de ku yekîtiyek ji kurdan re çêdibû û her diçû siya xwe li ser welat radixist. Dîsa weke her carî Dewleta Alê Osman xwest vê yekîtiya wan xerab bike û welatê wan wêran bike. Ji bo vî karî leşkerek giran şand ser mala Mîr Bedirxan û ji wan bac û perekî giran xwest.
Li hember vî leşkerê giran ku ketibû herêma Botan û hawîrdorê Cizîrê girtibû, Mîr Bedirxan jî xwe amade kir û haziriya berxwedanê kir. Lê pêşî bi ehlê şêwra xwe re şêwirî. Ji Reşo pirsî ku ew weziyetê çawa dibîne. Reşo got: “Mîrê min! Ez weke me bêjim, yan weke wan bêjimş” Mîr got: “Pêşî weke me bêje.” Reşo got: “Mîrê min! Em kurd in, malbata cenabê Mîr mezin û fireh e, xal û xwarzê, ap û birazî, pismam û merivê pêş pir in û tev jî ji bo te canfeda û ruhgorî ne. Lê leşkerê Alê Osman her kesek ji derekê ye û ji bo pere hatine van deran. Eger şan û şerefa me bibînin, wê her yek bi alîkî de bireve û li parastina xwe bigere.” Mîr got: “Ev dîtina me ye, lê ka ya wan çawa yeş” Reşo got: “Mîrê min! leşker giran e û ev tenê jî nîn in, çek û cebilxanên wan gelek in. Eger ew biqedin wê hinekî din bînin. Serleşkerê wan bi ber nefera nakevin, eger tev bên kuştin jî ne xema wan e. Lewra her yek kurê xerîbekî ye û ji derekê hatiye. Lê a me wisa nîn e, em nikarin weke wan bikin.” Mîr got: “Weke wan rasttir e û di ber re hat ku baca xwe bide û vê belayê ji gel bi dûr bike.”
Pir di ser vê bûyerê re derbas nebûbû ku yek ji kurê Mîr ji bin ve dixebite ku şoreşekê li dijî bavê xwe bike û bikeve şûna wî. Mîr jî pê hesiyabû û biryar bi kuştina wî dabû. Rojekê Mîr ji Reşo re dibêje: “Haziriya nêçîrekî bike û emê tevî wî ve herin nêçîrê. Ez û wî emê li pêş bin û tu jî li pey me were. Gava min destê xwe bilind kir û îşaret kir, tu ji paş ve berdiyê.”
Wisa qerarê didin û tevî wî ve derdikevin seyd û nêçîrê. Piştî demekî ku dimeşin û dûr dikevin, êdî kurê wî jî tê, derdikeve ku belayekî bi ser de bînin.
Piştî Mîr destê xwe bilind dike û bi alî pêş ve îşaret dike, Reşo tifingekî berî kurik dide û wî di ser hesp re dide erdê. Piştî tê serê, dibîne ku Mîr xemgîn e û diponije. Reşo dibêje: “Mîrê min xêr eş” Mîr dibêje: “Reşo xwezî te nekiribûna!” Reşo dibêje: “Mîrê min! Min jî ji dil nekir, min bera binê lingê wî da.”
Radijine kurik û wî tînin malê. Birîna wî ne pir xedar e. Di mudetekî hindik de baş dibe. Kurik jî fêhm dike ku Reşo ji dil bernedayê. Piştî mudetekê ku Mîr diçe rehmeta Xwedê, kurê Mîr dikeve dewsa bavê xwe. Lê Reşo êdî naxwaze li wê derê bimîne. Kurê Mîr, cilê bavê xwe lê dike û pir li berê dide ku li ba wan bimîne. Lê Reşo qebûl nake û li ba wan nasekine, dibêje; piştî mirina Mîr, ev der ji min re nabe.