Delalê dersa mezin da min

R. KARAKAYA

“Meriv li welatê xerîb jînekor e”

Kilama “Xezal Xezal”ê de Mihemed Arifê Cizîrî wisa dibêje...

Hinek tiştê ku min dîtin, jîna min xemilandin. Birûskeke nû xiste nava dilê min... Min bire alemeke zehf kûr.

Belê... Îro, bi hezaran kurd, ji ber  zordestiyê ji welatê xwe dûr ketine. Bê xanî, bê war, bê nan û bê av, bêçare mane...

Erd û milkê bav û kalê xwe berdane... Bayekî bêwîcdan, wana avêtiye quncikeke tarî... Sibê, dû sibê paşî, yê halê wan çibe, kes nikare tu tiştekî bêje...

Zar, xort, kal, pîr, tev dest didin hev, li ber mirinê disekinin.

Hinek bajarê mezin, zarê kurdan tim li ber çava dikevin. Li Stenbolê her roj bi çend zarên kurd re dipêyivim. Umrê wan, hîn cara sê çar sal ya heye ya tune.

Destmalên kaxiz difroşin bi zehfî... Wexta wan dibînim, biçûktiya min tê bîra min. Jiyana min a welat, mîna fîlmekî sînemayê ber çavê min re derbas dibe. Xwe dixime şûna wan... Hêstir ji çavên min tên. Bi wan re bi kurdî xeber didim. Dilê min xweş dibe...

Her carî ji wan destmal distînim, navê wana dipirsim. Welatê wana hîn dibim. Xwendegeha wan, dersa wan pirs dikim. Ew zarokên bêguneh... Ber bayê zilm û zordestiyê hatine van deran. Piştî ji xwendegehê derdikevin ser rêyan, tiştan difroşin... Çend quriş, seba nanekî dikeve destê wan...

Umrê wan piçûk, bejna wan kurt e...

Lê çavê wan zehf tijîmene ye. Mêjiyê wan pir tiştan vedişêre...

Sekna wan, nêrîna wan, xeberdana wan, tijî ders in...

Ewana, rêwiyên rêya dirêj in... Ji bo wê hê ji niha de xwe amade dikin... Ji xwe  bawer in. Çavê wan de rêça tirsê naxuye...

Kur û qîz, zarokê kurdan, êdî weha mezin dibin...

Delala Sêrtî jî ji wana yek e...

Min wê li Stenbolê, li Taksîmê nas kir...

Hat ber ereba min sekinî.. Bi tirkî got...

—Destmalekê nastînîş..

Min bi kurdî bersiv dayê... Paşî xeberdana me weha domî:

— Ezê bistînim. Lê pêşî tu navê xwe bêje.

— Navê min Delal e...

— Tu ji kûderê yîş..

— Ez ji Sêrtê me...

— Hûn çend xuşk û bira neş

— Du xuşk, sê bira...

— Tu çend salî yîş

— Çar salî me...

— Ezê bi te re bazarekê bikim... Tu çi dibêjîş..

— Bazara çiş

— Wan destmalê kaxiz bi çiqasî difroşîş

— Heba wan pêncî kaxizî ye...

— Baş e. Ezê sed û pêncî kaxezî bidim te... Tu destmaleke tenê bide min. Tu qebûl dikî...

— Na, wisa nabe... Ezê sisiya bidim te...

— Ji min re yek destmal bes e... Yên din naxwazim...

— Ew çax pêncî kaxizî bide...

Min, guh neda Delalê... Ji berîka xwe sed û pêncî kaxiz derxist da destê wê... Trafîk hêdî hêdî diçû... Ji destê Delalê jî destmalek tenê kişand... Ketim rê...

Delal, bi hêrs kete pey min... Min cama erebê jî girt. Ewê bi kulman li camê xist... Destê wê de du destmal hebûn... Dixebitî ku wana jî bide min...

Min li çavê wê yên ronî, li rûyê wê yê, temîz nêrî... Zehf hêrs bûbû...

— Nabe... Tê mutleqe vana jî hildî... Ez parsek nîn im... Vê tu carî ji bîr neke...

Delala Sêrtî hêstir bi çavê min xist...

Delal, ber çavê min, mîna welat zehf mezin bû...

Bila umrê Delalan, Zelalan, Ferhadan, Miradan pir dirêj be...

Dîtina wana ji min re dibe hêviyeke mezin...

***

Xatirnasiya zar û xortê welat, her tim min bextewar dike...

Ji bo nexweşiya qîza xwe havînan diçim ber behran... Roj, ava behrê, qûm, seba nexweşiya hestiyî wê lê baş tên...

Lê Egeyê, li Behra Sipî zehf gelê welat dibînim... Bi wan re bi kurdî xeber didim... Ji wan xwarin, vexwarin distînim...

Par, li Bodrumê, çûme xwaringehekî... Li derve em rûniştin. Me xwarin xwest. Nava qasekê de ser masa me tijî nan û xwarin bû... Me wana bi afiyet xwar... Çûme hundir, hesab da... Tabloyên li dîwar bala min kişand...

Keriyê pez û şivanê wan... Sûretekî zozanê welat...

Min ji xortê ku hesab girt pirsî:

— Kekê, tu ji kûderê yîş

— Ez ji Mûşê me abê...

— Kûdera Mûşêş

— Malazgîrê...

— Tu Mele Zahirê Tendûrekî nas dikîş

— Çawa nas nakim... Min nedî. Lê bavê min zehf jê behs dikir. Ewana mezinên welatê me ne...

— Ez neviyê wî me...

— Ser çava ser sera... Te çima pêşî xwe neda naskirin,  weha nebû. Ez, ji te pere nastînim. Tu mêvanê me yî îro...

— Spas dikim... Tu sax bî... Lê îmkan tune, tê mecbûrî hesab bistînî. Eger mîna gotina min nebe careke din nayême vira...

Mehekî li Bodrumê mam. Çiqas çûme dikana xortê Mûşî, ewî her carê me mehcûb kir. Bi zorê hesab girt...

Xortekî ewqas xatirnas, meriv qet dikare ji bîr bike...

ji bo xortê weha kî dua nakeş.. Seba ku yên mîna wî pir bibin li her koşeyên welat...

Li Kuşadasî, li Ada Avşayê, Mêrdînî li ber behrê tiştan difroşin. Bi wan re min bi kurdî xeber dida... Wexta min ji wan tişt distand, dîsa diketine mucadelê.

— Abê welleh em perê te nastînin... Nabe... Perê te li cem me naçe...

— Bavê min, qet wisa dibê... Tu ji Mêrdînê rabûyî hatî van deran. Seba çend quriş qezenc bikî... Çawa pere nedim te... Vira welat ba, ezê mêvanê te bim, tu heqdar î... Ema li van deran, gerek tu xatirê min neşkînî.

Wana jî, bi mehcûbiyet, mîna ku qusûreke mezin kirine, pere qebûl dikirin...

Ka bêjin, ezê çawa ji wan însanan hez nekim... Çawa behsa wana nekim...

***

Par havînê, di navbera Bursa û Balikesîrê de, min li ser rê zebeş, petêx kirî...

Petêxê Mistefa Kelampaşa û Karacabey, pir baş in... Min wexta perê zebeş û petîx da, xortê hevde-hejde salî ji min pirsî:

— Tu ji kûderê yîş..

— Çima dipirsîş..

— Xeberdana te mîna ya welatê me ye, seba wê...

Min li rûyê wî nêrî... Bi rastî, ji kû derê ye min fêhm nekir...

Bo vê min jê pirsî:

— Ka tu ji kû derê yîş

— Ez ji Qereyaziya Erzirûmê me...

— Ez jî ji Mûşê me...

Zehf dilgeş bû.. Me jê xatir xwest ku em bikevne rê... Ewî hemêza xwe tije zebeş û petêx kir, hat ber erebê sekinî...

— Ewana jî yê we ne... Gerek hûn li vî welatê xerîb dilê min neşkînin...

Me kir nekir, ji gotina xwe venegeriya...

***

Hinek caran ji min dipirsin:

— Tu evqas sal e ji welat dûr î... Lê dinêrim ku tu car jê neqetiyayî... Ev çi rewş eş..

Bersiva vê gotinê ev e:

— Ez sî salî, zêdetir e ji welat dûr dixuyim... Lê welat, di nava dilê min de ye... Rihê min, guhê min, çavê min tim li welat e... Xewna min de jî welat heye...

Xwedê, tu kesî bêwelat nehêle...