Bila
her tiflt bi dilê min ba
R.KARAKAYA
Dêya
min, mamosteya min e jî.
Belê,
min dersa Qur'anê ji dêya xwe sitand. Çar-pênc salî bûm. Zarokên gund
seba xwendinê dihatin cem dêya min.
Bi
zehfî qîz dihatin. Min bi wan re Elîfba dixwend. Sûreyên nimêjê hîn bûm.
Hîni nimêjê dibûm. Min rojî girt. Hin cara heta nîvê rojê birçîbûm,
min nan xwar, av vexwar. Lê di dawiyê de, tu car rojiya xwe derbas nekir.
Nimêj jî çiqas ji destê min hat min eda kir.
Bûme
çil û heflt salî, hêjî wan rojên xwefl jibîr nakim. Hertim
têne bîra min. Pê keyfxwefl dibim. Ji bo dêya xwe dua dikim. Ku emrê
wê dirêj, suhbeta wê her tim xwefl be.
Sibehê
zû radibûm, min Elîfba xwe radigirt. Di nava flagirtên dêya xwe de
rûdinifltim... Wexta dora min dihat, min dersa xwe hildida. Paflî
diketim nava qîzan. Bi çoyê di destê xwe de bera wan dida... Heryek ji wan
heya bi mala wan dibir.
Bi
zehfî ji min mestir bûn. Bi vê lîstika min aciz nedibûn. Carekê dîsa
min bera wan dida. Tilya piyê min î çepê li kevir ket. Neynûka min
flikest. Xûn jê hat. Ez nîv saetî flûn de pê hesiyam...
Heta
niha jî neynûka tiliya min a mezin du perçe ye...
Nîflana
wan rojan êdî wê qet jê neçe.
Car
caran, tiflta ku hîn bûme, min li cem bavê xwe dixwend. Ewî çiqas
ku “aferîm” digot, ez pê keyfxwefl dibûm... Ji kêfa, difiriyam
ser ewran...
Xwendina
Qur'anê, hînbûna nimêjê, girtina rojiyê bi xweflî nîflanî
min kirin.
Min
ji wan wezîfên xwe bi dil anî cî...
Bo
vê jî, her daîm pê mesûd bûm... Dilxwefl bûm, dilgefl bûm...
Çima
min vê mîsalê got, sebeba wê heye...
Hevalekî
min î pir kevn heye... Ew jî mîna min lawê melayekî naskirî ye...
Rojeke
înê, em bi hev re bûn... Wexta nimêjê nava me de ev gotinên weha derbas
bûn:
— Kekê, rabe em herin nimêjê...
—
Tu here ez nayêm...
Min,
ev bersiva han jê texmîn nedikir... Min go qey henekan dike... Min li çavê
wî nêrî... Na na, henek nedikir. Bi rastî bi min re xeber dida...
—
Tu çima nayî, min pir meraq kir...
—
Ezê ji te re sebeba wê bêjim. Hîn bibe... Min piçûktiya xwe de seba nimêjê
zehf lêdan xwar... Ji bo wê, niha dilê min naxwaze herim nimêjê... Meriv,
tifltekî bi dil neke, qey bi zorê dibe...
Ez
fikirîm, neheq nebû... Çima bi lêdanê wî hînî wezîfa dînî kiribûn!
***
Dengê
bilûrê hiflê min ji serê min dibe...
Di
alemeke nû de winda dibim. Mînanî teyran, bi saetan difikirim... Dilê min
di pêsîra min de bi cî nabe...
Radyoya
Êrîvanê de wexta ku bilûrê lê dixist, dilê min ji kûr ve
diflewitî. Kilamên dilbirîn, hêstiran bi çavên min dixist. Dengê
Meryemxan, Kaus Axa, Karambêtê Xaco, Mehemed Arifê Cizîrî, Seyyadê
fiamih, agir bi serê min dixistin.
Wexta
def û zurne lê dixe, mînanî bayê di ciyê xwe de nikarim bisekinim.
Govend hebe, hema dikevime navê.... Jê derbas dibim... Leystikeke welat, kîjan
be bila bibe, pê rast tînim...
Çima
ketime vî halê ecêb?..
Sebeba
vê jî dêya min e...
Ji
piçûktî ve, ji min re digot, “def û zurne elametên cehenemê ne... Yê
ku li wanan bixe, li ber wan bilîze wê mînanî kayê biflewite...”
Ji
vê tirsê qey min dikarîbû li ber def û zurnê bilîzim...
Li
Mûflê, def û zurne zêde tunebû. Di dawetan de nedihate lêxistin...
Sebeba wê jî, tesîra medresan bû. Mele û flêx bûn...
Li
Wanê, leyistikên li ber def û zurnê, zehf bedew bûn... Lîstikên bi
flal û flapik meriv mest dikirin. Zivistanan li ser xaniyan dawet
dibû. Bihar, havîn û payizan jî li ber malan...
Ez,
ji tirsa cehenemê, nediçûme ber def û zurnê. Du-sê sal weha derbas bûn...
Wexta ku donzde salî bûm, me li mektebê leyistika Sêwasê leyist. Ji wê
rojê bi flûn de, êdî min tirsa cehenemê neanî ber çavê xwe...
Ciyê
ku def û zurne lê hebû, leyistik lê hebû, ez diketim nava govendê...
Bila
def û zurna papurî, çokerî, koçerî, devzer, goflinik, goranî,
govend, hawasor, hileylî, kersî, lezgî lêxe... Ez di ciyê xwe bisekinim,
ne mumkun e...
Çima
leystikên me guneh bin. Çima gotina bi kurdî, bibe sebeba çûyina cehenemê.
Çima nava agirde em biflewitin.
Nexêr,
bila kes li qusûra min nenêre...
Ezê
kilamên xwe jî bêjim, leyistikên xwe jî bilîzim... Def û zurna xwe jî
lêxim...
Ji
bo vê jî dilê min rihet e...
Sala
1996an de li Haymanê mêvan bûm... Sibehê zû bi dengê def û zurnê rabûm...
Derketime
ber derî... Li maleke li ber pale, dawet hebû. Deng ji wir dihat...
Qey
ez dikarim di ciyê xwe de bisekinim... Min ji xwediyê malê re got:
—
Ezê jî herim hinekî govend bigrim...
fiafl
bû, li ser gotinên min...
—
Tu kesî nas nakî. Çawa diçî...
Min
bersiva wî da û bi bez çûme dawetê...
Govend,
def û zurne, seba naskirina min bes bû... Mîna nasekî sedsalî min selama
xwe da, ketime nava govendê. Bi qasî du saetan di nava govendê de min dilê
xwe rihet kir...
Him
dileyistim, him jî min li xwediyê xanî dinêrî.
Ew jî li jorê rûnifltibûn, li halê min dinêrîn...
Wexta
xwêdan bi ser min ket, min xatir xwest û ji govendê derketim...
Dêya
min a ku dawet, def û zurne ji min re qedexe kiribû, niha çi dike...
Ew
jî -bi qasî me nebe jî- kilaman bi kêf guhdarî dike, li lîstikan bi
dilxweflî temafle dike... Di wexta programa kilam û leyistikan
de ji ber televizyonê ranabe...
Ku
çavê me rastî hev were jî, hêstirê dilgefliyê ji çavên wê
diherikin...