Di zaroktiya min de Melayê Cizîrî
Osman Tunç
Min Melayê Cizîrî di salên xwe yên dibistana destpêkê de nas kir. Ew qesîdên ku feqiyên medresan bi meqamên xwe, ji xwe re di gundê min Gaydimemê de dixwendin ez mest kiribûm. Ew gundê ku cihê jidayikbûna min bû, bi qeza Paluyê, nahiya Gowderê ve girêdayî bû... Hîna min manayên wan nizanîbû. Demek şunde min fêm kir ku ji gelek wan kesên ku ev qesîde dixwendin wana jî pir fêm nedikirin... Lewra paşê min fêm kir îbareyên ku wan kesan telafuz dikirin hinek ji wan xelet bûn. Naxwe ev şiîrên ku maneya wan nedihat zanîn çawa ewqas tesîr li ser guhdaran dikir? Bi rastî xususiyeta ku tesîr li ser xelkê, bi taybetî jî li ser xelkê nexwende dikir qudsiyeta naveroka wan bû. Xelkê nivîskarê vê qesîdê Melayê Cizîrî welî didît û wisa qebûl dikir... Ji ber vê, tiştên ku wî digot helbet tev bi hîkmet bûn. Feqiyê ku qesîde dixwend, bi coşiya ku qesîdê dida wî, bi ahengî serê xwe bi wî alî û vî alî ve dihejand, guhdar jî diketin tefekureke kûr û bi demeke kurt be jî ji meşgeleyên dunyayê dûr diketin û di halekî din de mest dibûn. Carina jî qesîdeyên Mela bi erbaneyê dihatin gotin...
Di nav xelkê tirk de cihê Yunis Emre û Fuzîlî çi be, di nav xelkê kurd de jî Melayê Cizîrî ew bû. Gundiyek nexwende be jî Mela nas dikir û hurmeteke mezin jê re digirt. Lazim e ez vê jî bibêjim ku, li deverên ku bêhtir Mela dihate naskirin deverên ku di bin tesîra medresan de bûn. Beriya her tiştî Mela jî di medresê de xwendibû. Ji ber vê, bi qesîdên ku feqiyan dixwendin, di gundên ku medresa têde hebûn de Mela baş dihate naskirin. Di Edebiyata Kurdî de, edebiyata devkî bi du cur kesan di nav xelkê de belav dibû. Ev jî dengbêj û feqiyên medresan bûn. Dengbêj, bi piranî mijarên weke çîrokên gelêrî, egîdiyan, şerên eşîretan bi awayeke nazim ji ber dikirin û li gor uslubê xwe digotin. Feqiyên şagirtên medresan jî, metnên edebiyata klasîk ya kurdî (Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Eliyê Herîrî, Feqiyê Teyran hwd.) bi awayeke îlmî parastine û heta îro anîne.
Melayê Cizîrî di nav van de yên bêhtir tête zanîn e. Cara pêşî ez bi dîwaneke Cizîrî ya çapakevîrî re di salên lîsê de di helqa dersa Seydayê Mele Bahrî de hevnas bûm. Dema Seydayê Mele Bahrî dersa erebî ya feqiyan diqedand û ji xwe re îstireheta çayê dida, di wê demê de, yan ji rupelên kitêbên menqibên tesewwifê di heqê erbabên tesewwifê de tiştek dixwend, yan jî bi dengê xwe yê dawudî, bi eşq qesîdeyên Melayê Cizîrî dixwend... Seydayê Mele Bahrî carinan şerha hinek beytên wî dikir û Melayê Cizîrî weke mezinekî ehlê tesewwifê bi nav dikir, li gor wî eşqa ku Melayê Cizîrî behs dikir jî, ji eşqa mecazî derbasî eşqa îlahî dibû. Dema min hinek cihên ku fêmkirina wan zahmet bû ji Seyda dipirsî, tiştê ku dizanî bû ji min re digot, lê carina jî fazîleta xwe nîşan dida û îtîraf dikir hinek tabîran wî jî nizanî bû. Lewra di wî umrî de û bi malûmata min a wê rojê ji min re çi bigota minê qebûl bikira. Ji vir pê ve êdî ezê bibûma peyrewê Melayê Cizîrî...
Di salên xwe yên lîseyê de carna ez diçûm Diyarbekir û dihatim. Di her çûyina min a vî bajarê kevnare de ji Fîsqeya, ji sahabiyên ku tê gotin şehîd in û di paş-jorê mizgefta Hz. Silêman û paş bînaya adliyê ya kevn de medfunun re fatîhayek dixwend, Dîcle temaşa dikir bi ava wê ya ku mahzûn û bêdeng diherikî re min xwe dirêjî heta Cizîrî dikir ku cihê jidayikbûn û wefata Melayê Cizîrî bû. Hayalen min merqeda wî ziyaret dikir, ez beşdarî helqeya medresa wî ya Sor dibûm, bi tesîra qesîdên wî yên ku dixwend, ez peyrewê wê pîra gundî a yextiyar ku bi germayiya zinar ve nanê xwe dipêjand dibûm, min jî xwe di cihê wê de dihesiband û pişta xwe dida wî zinarê pîrozbûyî û gavek be jî min rehet dikir...
Di her çûyina min a Diyarbekirê de ciheke din ê ku ez tim diçûmê jî Mizgefta Mezin (Ulu Camii) ya tarîxî bû. Eger ji rojan roja înê bûna li vêderê piştî nimêjê hafizên ku qesîde dixwendin hebûn. Van hafizana jî bi piranî qesîdên Melayê Cizîrî dixwendin. Di nav wan de yek hebû ku wî kesî bi dengê xwe yê şewatî herkes li ser serê xwe dicivand. Bi rastî xusûseke biqasî nimêjkirina li vêderê kêf dida min jî, di vê hewşa tarîxî de ji van hafizan guhdarîkirina beyt, xezel û qesîdeyên Mela bû. Di salên pey re hatin de ev hafizana yek bi yek wenda bûn û kesek din di pey wan re nehat...
Di rojên havînên yên germ de li Dortyolê, di bin honikayiya siya mînara Mizgefta Nebî (Nebî Camii) ya stûr de hafizek bi çarmêrkî rudinişt...Navê wî Reso bû... Reso zilamekî esmer, ne kin ne jî dirêj bû. Di nav kesên ku qesîdên Mela digotin û min guhdarî kiribûn de ji kesên ku herî xweş digotin bû, belkî yê yekem bû. Reso bi qesîdên Mela re qesîdên curbecur, mersiye, nimune ji bûyerên tarîxî jî bi awayê parçên nazmî pêşkeşî guhdaran dikir...
Di rojeke wî ya bi kêf de, min ji Reso re got ku, ji hedîsa fiêx Seîd tiştekî dizane yan na? Heger dizane min jê xwest ku ji min re bibêje. Di rûyê Reso de tevî telaşê memnuniyetek jî peyda bû. Ew çavên wî yên ku nedidîtin ber bi rast û çepê wî de çûn û hatin. Meriv digot qey, li tiştekî digeriyan yan jî li hinekan mêze dikirin. Paşê bi hêdîka: “Kesek heye?” got. Dema min got, na, bi awayeke şînî, bi dengekî ji dil û xemgînî serê xwe bi rast û çepê de bir û anî û dest bi serhildana kurdan ya dema me ya nêzîk kir... Di her wexta ku min Reso guhdarî dikir de, min çiqas niyet kir û got ku, ezê careke din înşaellah bi teybê werim û gotinên wî bigrim qasetê jî ev niyeta min pêk nehat. Çiqas heyf e ku îro cihê Reso di binê siya mînara Mizgefta Nebî de vala ye...