Ziman, Netewe û Kesayetî

ÖMER GÜNES

“Kesên zimanê xwe wenda bike, mafên xwe jî wenda dike.”

Max Bauman

“Ziman, bi rêya dengên bûne peyvok, vegotina fikran e. Û dîsa ziman, hebûnên bêgihan yên li derveyên fikran, hestan, xiyalan jî dorpêç dike.”1 Ziman, di navbera mirovan de ragihandinê pêk tîne. Ji ber vê giringîya wî jî, ji heyamên ewil de hatîye ziman. Mîna feylesofên navdar Arîsto û Pilaton gelek kesên zanyar li ser ziman sekinîne.

Weke em hemû dizanin însan qewm bi qewm hatiye afirandin. Û her qewmek xwedî zimanekî cûda ye. Ji bo vê yekê ziman mafekî ji zayînê tê, bingehîn û tabîî ye. Ku Xwedê Teala di Qurana pîroz de bi awayekî tabîî qala ziman dike. Ziman taybetiyek bingehîne ku netewekî ji netewekî diqetîne, kifş dike. Meriv netewekî ji zimanê wî biqetîne, ew netewe di pêvajoyekî de asîmîle dibe û kesayetiya xwe wenda dike. Gava em li dîrokê dinihêrin, netewên çand û zimanê xwe neparastine, an jî ên ji vana hatine mehrûmkirin, ji qada dîrokê rabûne. Ji ber vê, hatiye gotin ku “gel û netewê mirov, ji zimanê xwe pêk tên.”2

Ji bo ku em bi giringîya ziman têbigihêjin, divê di jiyana civakî de erk û rola wî were zanîn.

Ziman û Çand:“Çand, hemû aliyên têkiliyên civatî dorpêç dike. Di vê wateyê de ziman û çand hevbeş neyên hesibandin jî diyardeyên ketine nav hev in. Ziman, weka parçeyekî çandê tê guheztin, lê çand jî dîsa bi ziman tê guheztin/neqilkirin.”3

 Halwakî ziman him çand e, him jî navgîna ragihandina çandê ye. Nirx, berjewendî, çand, hûner û zanînên civatekî bi ziman tên guheztin. Ziman bi xwe jî guherbar e, ji bo pêşketin û pêşveçuyînan kêrhatî ye. Ji ber vê, guherbariya ziman e ku bi guherîna wextan çanda mirovan diguhere. Ji ber vê, ji bo zêdetir pêşketin û guheztina çandê, pêşdexistina ziman pêwîstiyek mezin e.

 Ziman watiniya civatîbûnê jî dike. Lewra ziman him bandûrê li ser çandê dike, him jî di bin bandûra çandê de dimîne. Hevûdu texlîtkirina mirovan, avakirina nirx û tevgerên hevpar, ancax bi sayeta ziman mimkun dibe. Ziman, di xweavakirin û têkûzkirina mirov de roleke giring dilîze. Mirov bi saya ziman zanistiyê hîn dibe, xwe perwerde dike û pêşve dibe, bandûrê li mirovan dike û di bin bandûra kesên din de dimîne. Halvakî “ziman, kesayetiya mirov temsîl dike.”4

Ziman û Raman: Di navbera ziman û fikir de tevgirêdanek xurt heye. Ji alîkî ve “zimanên cihê, çêbûna fikrên cihê pêk tîne. Û cihêtiya di navbera mirovan û çandan de cihêtiya di navbera zimanan de ye.”5 Di nav ziman û hemû hebûnan de têkiliyek qewî heye. Em vê têkiliyê binavkirina heyok, bûyer û diyardeyan nîşan didin. “Ziman di eslê xwe de, bi girêdana têgehekî û îmgeya dengekî –di mejî de hemberiya wê dengê– pêk tê.”6 Seba vê, binavkirin di nava ziman û raman de pireke giring e. “Ziman tiştan bi nav dike û ‘çi’bûna wan dide zanîn.”7 Ji bo ku di navbera ziman û raman de binavkirin, bi qewî û pirhêlî –di her warê jîyanê de– pêk were “divê ziman ji her cûr rastiyên jîndar re vekirî be.”8 Kîjan ziman dibe bila bibe tiştên derdora xwe bi nav dike. Û tiştên ne li derdorê ye, an jî tiştên em nikarin bi orxanên sehê tebigihêjin, dîsa ziman wan bi nav dike. “Dema were xwestin ku di jiyana kirdarî û gerdûna hebûnan de behsa rewşeke heyî tê dîtin û tiştekî lê tê fikirîn, bibe, wê çaxê derfetên di ziman de dertên pêş.”9 Û ev tişta tê binavkirin û di edebiyatê de, di jiyana civatî de, di warê teknîkê de û hwd. gelek waran de kelîmeyên nû dikevin ziman. Mesela ji bo ku bi merivên bindest re û bi jiyana zordestî re pêwendî pek were, pêwîste ku meriv vê rewşa zordestiyê bi wûşeyên/kelîmeyên mîna “zulim, bêdadî, maf û azadî bîne ziman. Gava wa nebe bindestbûna mirovan tiştek îfade nake. Binavkirin û ravekirina tiştekî, bênavgîn kirina wê ye. Bi gotina Sartre “ev, di warê çandê û zanîna mirovan de  heyokek ewil bênavgîn,  xwedî navgîn kirine.”10 Evaya jî dibe sedema qewîbûn û pêşveçûyîna ziman. Pêşveçûyîna ziman jî pêşveçûyîna fikran e. Lewra ziman şikl û tixûbên çand û fikran kifş dike/nîşan dide. Çand û fikrên kesek û neteweyekî di vê çarçovê de cih digre. Ziman “neynika neteweyekî ”11 û neynika fikr û rastiyên neteweyekî ye. Ev neynik çiqas fireh û zelal be fikrên kesan û neteweyê jî ewqas fireh dibe. Bi kurtî were gotin: “Ziman him îfada jiyana civatî ye, him jî şertê hebûna wê ye; him encam e, him sedem e.”12

Lê di tevgirêdana “ziman-fikir û ziman-çandê de tiştekî pir giring heye, divê em wî baş bizani bin. Ew jî, pisporê ziman gava ziman bikar tînin, di ziman de pêşveçûyîn û serkeftinan pêk tînin. Seba vê jî, beriya her tiştî nivîskar û rewşenbîrên zimanekî, gerek bi wê zimanê serbixwe bifikirin. Rewşenbîrekî bi zimanekî din –zimanê ne zikmakî– bifikire û dema van fikrên xwe bi zimanê zikmakî bîne ziman, rewşeke dijwar û nexwerû tê holê. Wê çaxê mecbûr dimîne ku ji zimanê biyanî gelek wûşeyan bike nav zimanê zikmakî. Va jî ziman ji xwerûbûnê dûr dixe û dibe sedema besîdbûna wî.

Ziman di warê “zanistî”de herî objektîf e. Neteweyek û nivîskar û rewşenbîrên wî netewê ger dixwaze zimanê wan pêş de biçe û li hember asîmîlasyonê qewîtir bibe, pêwîst e bi zimanê xwe zanistiyê bi kar bîne û dîsa bi zimanê xwe bifikirin.

Ji ber vê, divê sê tişt di qewîkirin û pêşdexistina ziman de werin zanîn:

1-Nirx û rola ziman ya dîrokî. Divê li hember polîtîkayên asîmîlasyonê rola ziman were zanîn.

2-Neteweyek û nivîskar û rewşenbîrên wê neteweyê bi zimanê xwe divê serbixwe bifikirin. Bi zimanê xwe felsefe û zanistî bikin.

3-Di pêşdexistin û qewîkirina ziman de divê  giringiya şiklê îfadeyê û terza têgihandinê/pêşanînê baş were têgihîştin. Di her warî de terzekî têgîhandinê ya bi cûr û taybet pêk were. Helbette ku di ziman de pirbûna wûşeyan giring e. Lê gava mirov bi zimanê xwe bifikire, ziman bi gorî pêwîstiya xwe wûşe dihilberîne/tîne holê. An tu wate nîn e ku meriv ziman bike pavlîka wûşeyan. Hilberîna wûşeyan û dewlemendkirina şiklê îfadeyê dive bi awayekî xwerû bi hev re pêş de here.

Îro nivîskar û rewşenbîrên netewekî yên li hember polîtîkayên asîmîlasyonê têkoşîna “hebûnê” dikin, divê zimanê xwe di têkoşînê de bingeh bigrin. Lewra ziman di hişyariya fikrên netewebûnê de dînamîzmeke sereke ye. Pêşveçûna ziman, pêşveçûyîna fikr û serkeftinên wê neteweyê ye jî.

—————————

 

ÇAVKANÎ:

1-Ana Britanika, 14. cild r.149

2-şeriati, Ali, Medeniyet ve Modernizm, r. 98

3-Ana Britanika, 14. cild r.150

4-şeriati, Ali, b.n.d., r. 98

5--Ana Britanika, 14. cild, r. 149

6-Ana Britanika, 14. cild r. 149

7-Mengüşo€lu, Takiyyetin, Felsefeye Giriş, Remzi Kitabevi,  r. 240

8-Ökçesiz, Hayrettin, Ça€daş Hukuk Felsefesi ve Hukuk Kuram› ‹ncelemeleri, r. 474

9-Mengüşo€lu, Takiyyetin, b.n.d., r. 245

10-Sartre, Jean Paul, Denemeler, r. 24

11-Mengüşo€lu, Takiyyetin, b.n.d., r. 241

12-Ana Britanika, 14. cild r. 150