Mirov û Pêwîstiya Azadiyê
ÖMER GÜNES
Nebe bindestê kesî, lewra Xwedê te azad
afirandiye.
Hz. Elî
Nirx û armancekî hebûnê heye: Hebûna mirov/meriv. Lê
mirov çi ye, hebûna wî çi îfade dike, di tebîetê de hebûna mirov tê çi wateyêş
Wesf û taybetiyên wî çi neş Tiştên heta niha li ser mirov hatine nivîsandin bi
besî meriv tarîf/rave dike an naş Xisûsiyetên meriv yên herî mezin û sereke kîjan
inş
Bersîva van pirsan girêdayê zanistiyên li ser mirov
in. Lê xisûsiyetek meriv heye ku her cûr fikir/îdeolojî li ser giringiya wî
hemfikir in. Ew jî “azadî”ye. Mîna wekhevî, ewlehî, tevger, vîn/îrade gelek maf
û taybetiyên meriv hene ku hebûna wan bi azadiyê ve girêdayine. şimûl, naverok û
“çi”bûna azadiyê jî bi gorê zanistiyên li ser mirov kifş dibe.
Mirov ji du tiştan hatiye afirandin: Rih û made(1).
Ango mirov dualî ye. Rih sembola mezinahiyê û bilindahiyê ye. Lewra meriv ev
aliyê xwe rasterast ji rihê Xwedê girtiye(2). Meriv bi vî aliyê xwe “eşrefî
mexlûqet e”(3) û semera kaînatê ye(4). Taybetiyên meriv yên
başiyê –şifqet, başî, sêncî, hezî, eşq û hwd.– ji vî aliyê tê. Tiştê duyem made
jî sembola nebaşiyê û xirabiyê ye, li nizmiyê/esfelesafilîn mêze dike. Taybetiyên
meriv yên nebaşiyê –zilm, nefrîn, dijminatî, xiravî– jî ji vî aliyê duyem tê.
Yanê mirov him wesfê îlahî, him jî wesfê heywanî wergirtiye, aliyekî meriv bi
xweliyê, aliyê din jî bi Xwedê ve girêdaye. Halwakî mirov zarokê dewlemendî û
feqîrtiyê ye.(5) Di nav hemû jîndaran de yê xwedî hiş û aqil, meriv
e. Meriv bi hiş û eqlê xwe, xwe û derdorên xwe fehm dike, tiştan têdigihêje, têkûziyê
dide tevgerên xwe, dikare xwe qontrol bike û encamên tevgerên xwe fehm bike. Em
dikarin bêjin “mirov him tiştekî madî, him hebûnekî jîndar, him jî navenda çalakiyên
zîhnî/mêjî ye”.(6)
Anha taybetmendiyên mirov yên bingehîn ku di hûmanîzmê
de li ser tên îtîfaqkirin ev in:(7)
1. Mirov hebûneke asîl e. Ango di nav hemû hebûnên
xwezayî/tebîî û metafîzîk/xeybî de xwedî şexsiyeteke serbixwe û xwedî gewherekî
seglawî ye.
2. Mirov hebûneke xwedî îrade/vîn e. Azadî û
hilbijartin aşîkerên hebûna mirov in ku wesfekî îlahî dane mirov.
3. Mirov hebûnekî zanyar e ku dizane, têdigihêje.
4. Mirov hebûnekî afirandêr e.
5. Mirov hebûnekî bi îdeal e. Îdealîzm; sedema
tevger û kemiliya meriv ya herî mezin e.
6. Mirov hebûnekî bi exlaq e. Mijara “nirx”ê di vir
de tê holê.
Du cûr pêwistiyên meriv yên bingehîn hene ku yek ji
van tevger e, yek jî fehmkirin e.
Du heb jî aşîkerên meriv hene ku ew jî meriv ji hemû
“hebûnan” diqetîne û sedema asaleta mirov e: Îrade û hilbijartin.
Bikaranîna îrade û hilbijartinê rasterast bi azadiyê
ve girêdaye. Azadî tune be îrade û hilbijartin watedariya xwe wenda dike.
Beriya her tiştî dualîtiya mirov –rih û made– di nav xwe de pir xisûsiyetan
dihewîne. Mîna fehm, eql, hest, hiş, hişmendî, bîr/hafize, îrade, hilbijartin,
hezî, nefrîn, cînselî, têkilî û hwd. Azadî serbestiya xasayisên mirov, yên erênî
û nutr e. Mirov bi van hemû xasayisên xwe “mirov” e. Azadî jî di nav serbestiyê
de pêkanîn, pêşvebirin, dorfirehkirin û serfirazkirina xasayisên mirov e. Bi
gotinekî din, azadî bê asteng “xwe avakirin” bi xwe ye. Lê azadî ev tenê jî nin
e. Ji ber ku çar aliyên mirov bi çar zîndanan hatiye girtin(8), seba
azadiyê derfetên kesayî û rêxistinî lazim e. Esas, watiniya dewletê û rêxistinên
taybet, pêkanîna azadiya mirov e. Da ku kesayetiya mirov di nav azadiyê de
bikemile. Ji qesta kemilbûnê pêşvebirina xasayisên erênî û nutr e. Le kesên ku
bixwazin aliyên xwe yên neyînî jî pêşve bibin, wî çaxê prensîba dadiyê ya
navdar dertê pêş: Zirarê nede tu kesî, wekî din tu serbestî.
Her îdeolojî, her felsefên jiyanê azadiyê li gor xwe
tarîf/rave dike. Lê li ser pêkanîna azadiyê hemfikr in. Her yek dibêje ez zêdetir
azadiyê didim mirov. Va rewşa hanê jî derheqê azadiyê de erêniyek baş e û
giringîdayîna azadiyê nîşan dide.
Îro di warê zanistiyan de pisporîtî heye. Ji viya jî
wêdatir di nav her zanistiyê de jî şaxê pisporiyê çêbû ye. Pêşveçûyînên teknîkî
jî pir pêşve çûne. Welhasil qada zanînê pir zêde bûye. Di nav vê piranîyê de ne
mumkun e ku merivek bigêhêje her cûr zanistiyê. Lê bi rastî, heqîqet bi zanîneke
pirhêlî –lewra her zanistiyek aliyekî mirov ronî dike– tê têgîhiştin. Gava
tunebûna madiyatê jî xwe bide ser –mixabin bidestxistina her tiştî bi pera ye–
di vê sazûmanê de meriv tu carî nagêje heqîqetê. Û di çarçoveke weha de “berjewendiyên
fehmê û têgîhaştinê yên mirov teng dibin”, “heqîqet tê kerta wendabûnê, fikra
rehetî û menfeetê dewsa heqîqetê digire”.(9) Di nav pergalekî weha
de jî meriv gelek kêm perwerde dibin. Kêmperwerdebûn li pêşberê azadiyê astenga
herî mezin e. Lewra her tişt li gorê zanînê şikil digire. Bi qandê azadiyek
teorî û rihî, azadiyek madî/şênber jî pêwîst e. Îro li gerdûnê qeyd û zincîr
him li fikr û him jî li tevgerên meriv xistîne. Peyva azadî di bingehînqanûna
her komarê de cih girtiye, lê bi qalik tenê. Di gerdûnê de hîna jî pirsgirêka
azadiya mafên siriştî/tebî –weke ziman, çand, perwerdehiya zimanê zikmakî– heye.
Di gelek warên din de jî pirsgirêkên azadiyê hene. Gava meriv di asoya pirsgirêkan
de li jiyanê dinihêrin bivê nevê pirsekî tê bîra meriv: Gelo mirovahî ji ceribînên
dîroka xwe qet fayde û îbret nagirinş Ger armanc kamraniya mirov be, gerek hemû
neyîniyên jiyanê baş werin dîtin. Gava wiha nebe meriv dikare bêje “ji bo
mirovahiyê du rê hene: Xwe îmhakirin, an xwe însankirin”.(10)
Pêwîstiya mirov pir bi azadiyê heye. Di pêvajoya dîrokê
de wateya azadiyê û nêrînên li ser azadiyê carna hatine guhertin. Lê lêgerîna
azadiyê tu car neguheriye. Ev jî rastiyek e. Ji bo jiyaneke kemil, têkûz, xweş û
kamran îhtiyaciya mirov bi azadiyê heye. Him seba xwe, him jî seba herkesî.
Lewra xwesteka azadîyê ji wesfa “însan” tê.
——————
ÇAVKANÎ
1.Qurana Pîroz, 15/28,29
2.Qurana Pîroz, 15/29
3.Qurana Pîroz, 95/4
4.Nûrsî, Bedîûzzaman Saîd, Mesneî-i Nûrîye, Zehra
Yay›nc›l›k, 1998, r. 201.
5.Diemer, Alwîn (Ji Hayrettin Ökçesiz: HF ve HK ‹ncelemeleri,
Alk›m 1997, r.21. )
6. Carrel, Alex ‹nsan Denen Meçhul, Hayat Yay›nlar›,
1997, 1. bask›, r. 264.
7. şeriati,
Ali, ‹nsan, Fecr Yay›nlar›, 1997, 3.bask›, r.54–58.
8. şeriati,
Ali, ‹nsan›n Dört Zindan›, ‹şaret Yay›nlar›, 1997, 5. bask›, r.11
9. Guenon, Rene Niceli€in Egemenli€i ve Ça€›n
Alametleri, ‹z Yay›nc›l›k,
1990.
10. Cemil Meriç, Ümrandan Uygarl›€a, ‹letişim
Yay›nlar›, r. 106.