NÎZAMUDÎN EBDULHEMÎD

Ji erebî: ABDURRAHMAN CÛDÎ

 

Çend Tefsîrên Kurdî yên Qur’ana Pîroz

 

(Par, (18-21.05.1998) li Urdunê, li Zankoya Alu’l-Beytê derheqê tefsîr û wergerên Qur’ana Pîroz de, bi beşdarbûna zanyaran, ji 14 dewletan civîneke navnetewî çêbû. Mamoste Nîzamuddîn Ebdulhemîd jî di mijara tefsîrên bi kurdî de bêşdarî vê civînê bû. N.Ebdulhemîd niha li Ingîlîstanê bi kurdî lêkolînên xwe dewam dike.

Nivîsar du beş bûn. Beşa yekem derheqê Qur’an, Kurd û Îslamiyet û sehabiyê Peyxamber Caban b. Meymûn el-Kurdî de bû. Ev beş me wernegerand. Beşa duyem jî me wergerand û em niha pêşkêşî we dikin.

Lê N. Ebdulhemîd di vê beşa duyem de, qet qala tefsîrên ku ji aliyê kurdên Tirkiyê ve hatine çêkirin nekiriye. Wek mînak li Tirkiyê tefsîra Mela şîrîn bi navê Tefsîra şîrîn (2 derpêç/cild) bûye û çawa ku em dizanin Fî Zîlala Seyid Qutub jî li Çinarê ji aliyê melayekî ve tê wergerandin. Herweha xebata Abdullah Varl› Qur’ana Pîroz û Arşa wê ye Bilind jî em dikarin bînin bîra xwe. Naxwe tefsîrên bi kurdî ne tenê ewên ku mamoste Ebdulhemîd jimartine. Diyar e ku heya diasporaya kurdî newê damezradin, em dê nekaribin ne tefsîrên bi kurdî, ne jî tu tiştên din bijmêrin. A.C. )

Tefsîr (şîrovekirin, ravekirin)a Qur’ana Pîroz bi kurdî mijareke ku bala kêm zanyaran kişandiye.

1. Yek ji wan zanyaran Mela Ebdullahê Çelebî ye. Çelebî, li navçeya Erbîlê Kersencafê, di nav hempayên xwe de zanyarekî xuyayî bû. Wî Qur’an bi kurdî tefsîr kir, lê ji bilî cuz’a yekem, tefsîra xwe çap nekir. Ji ber ku hem Çelebî di ilmê kelamê de kûrbûyî bû û hem jî di tefsîra wî de mijarên vî ilmî tejî bûn, ev tefsîr, nemaze ji yên ku pêwendiya wan bi vî ilmî re heye bi havil (feyde) ye.

2. şêx Muhemmed Xal jî, ku li Silêmaniyê dadgehvanê (hakim) şer‘î, wêjevan û zanyarekî kurd bû. Di vî warî de xebitiye. Xal tenê tefsîra herdu cuzên pêş çap kir. Ew di rêya Cemaleddîn Efxanî û Muhemmed Ebduhu de bû û hejmekar (heyran)ê tefsîra şehîd Seyid Qutub Fî Zîlalê bû. Carekê ji min re gotibû ku, ez dê giyan(ruh)ê Seyyid Qutub têxime tefsîra xwe.

3. Yekî dî yê ku xwe di ber vî karî re kiriye, zanyarê navçeya Helepçê şêx Osman e. Niha serokekî tevgera Îslamî ya Kurdistanê ye[1][1]. Dîsa ew bi teqwa û qenciya xwe tê nasîn. Berya ku cih û warê wî ji aliyê zordestan ve bête xapûrkirin (talan), wî li Helepçeyê di medresa xwe ya li tenişta mizgefta wî de bû, dersdarî dikir. şêx Osman çawa ku ez dizanim piraniya Qur’anê tefsîr kir. Pêwîst e ku tefsîra wî bi havil be. Lê ez nizanim ew rîwayetên ku pêwîst bû nekatana pirtûkên tefsîrê, –lê dîsa jî di wan de hene– wî êxistine tefsîra xwe yan na.

4. Li Erbîlê yek hebû zêdegaviyek kir û berê xwe da tefsîra Qur’anê. Lê hin zanistî pê re nebûn. Dûv re min ji zanyarekî hêja bihîst ku wî yekî navê sûretan jî wergerandiye. Wek mînak sûreta el-Beqere kiriye “Mangela” û sûreta el-En‘am kiriye “Eserlegan.” Lê heçî sûret in navên wan nayên wergerandin. Navên wergerandî jî li guhê xwendevanên kurd xweş nayên. Ez dibêm qey, ev hewldana wî dê bimîne di cihê xwe de.

5. Weke ku ez bi ser ve bûme, li Îranê zanyarekî hedîsê bi navê Muhemmed Salih Îbrahîmî; Qur’an bi bal kurdî ve wergerandiye û ev wergarandiya xwe bi Qur’an nav daye û li nîvê rûpela Qur’an, li dora wê jî wergerandiya wê bi vî awayî çap jî kiriye. Ez vê yekê çewt dibînim. Lewra ew tişta tê wergerandin bi kêr nayê ku bi “Qur’an” bête navdan. Lewra Qur’an di ser wergerandinê de ye. Qur’an ew e ku di nava herdu bergan de ye, bi erebî ye, çawa ku Xweda şandiye. Ew mûcîza Xudê ya eşkere ye. Lewra di sê ayetan de zirta li erebên zanaştexlî (fusha) dike û dibêje, “de ka hempaya wê yan jî tiştekî mîna wê bînin.” Lê ew bi kêr nehatin ku bersiva vê zirtê bidin. Naxwe î‘caza Qur’anê di darvekirin û levhatina bêjeyên wê de ye. Hin hene ku î‘caz sivik dîtine; bûyer (qisse)ên ku di Qur’anê de derbas dibin, nîşandana wê bi hin tiştên zanistî (ilmî) ku çaxê hatine wehyê nedihatine zanîn û nûçeyên we yên derheqê xeybê (el-îbar bî‘l-xeyb) de jî wek î‘caz  dîtine. Lê ramana min ew e ku di van tiştan de î‘caz tune ye. Ev tiştana bes, rêberî (delalet)yê ji bo rastiya Peyxamberî, gava ku dibêje “ev Qur’an ji cem Xudê ye” dikin.

Piştî ku Qur’an bi‘caz e û ji aliyê Xudê ve ye, naxwe şên (îmkan-qudret) a wergerandina wê tune ye. Bi wateya ku ji “wergerandin”ê tê têgihiştin û navdana wê bi Qur’an jî bikêr nayê. Xwediyê wê kî be jî ne şênahî (mumkin) ye ku heya niha tu wergerên Qur’anê ji kêmasî û çewtiyê dûr mabin.

Ji ber vê yekê, zanyarên ku di xwe de şêna têgihîştineke rast ya Qur’anê dibînin û zimanê biyanî jî qenc dizanin, li ser wana ye ku pêwîstiya wergerandina wateyên Qur’anê bi bal zimanên cur be cur ve bînin cih. Lê divê di vî karî de, şêwaz (uslûb)ekî hêsan ku mebesta ayetan bide têgihîştin hebe, dîsa divê palpiştiyeke bimerdîtî ji aliyê serok û dewlemendên mislimanan ve û dûr ji îsraîliyat û rîwayetên şaş hebe. Ev palpiştî ne ku diraf (ucret) ê karên wa ye. Lewra karên wan bêyî xwîlbûn (meyl)a li ser dinê, divê ji bo Xudê be. Ev palpişt ji bo çapkirin û belavkirina berhem û pirtûkên wana ye. Lê gava karên wan bibe wek asteng ji bo aboriya wan wê gavê rewş cihê ye.

6. Digel kêmasiyên xwe, min jî xwe kiriye bin vî barî. Di vî karî de rêça ku ez li pey çûme, li jêrê hatiye diyarkirin.

a– Hêsanbûna zimên ku ji aliyê hemî xwendevan û guhdaran ve bête têgihîştin. Li dewsa hin bêjeyên bi erebî ku ji aliyê her cûr însanan ve têne têgihîştin bêjeyên nûjen û hişk (bi kurdî) nehatine bikaranîn.

b– şîrovekirina wateyan bi awayekî kurt –Lê ne bi kurtayike ku wate dê pê xira bibin– û vekirina wan biqasî ku mebesta min ji xwendevanan re eşkere bibe. Lê ayetên ku ne bi şîrovekirineke dirêj be dê neyêne têgihiştin, ji vê yekê der in. Wek bûyera ifkê û bimalbûn (zewac)a Peyxamber bi Zeyneba keça Cehş re.

c–Dûrbûna ji hemî îsraliyatan yên ku hîn pirtûkên tefsîrê tejî ji wan e. Lewra di wan de vir, şaşîtî û xapandin heye.

d– Behsnekirina sedemên hatina piraniya ayetan (el-esbab en-nuzûl). Lewra hem ev ayetana bêyî ku sedemek hebe ji nişka ve hatine, hem jî sedemên ku hene hevûdu nagirin. Lê ayetên ku ji bo hatina wan sedemine eşkere hene ku bê wan ayet rind nayêne têgihîştin cihê ne.

e– Hin rîwayet, her çend di piraniya tefsîran de derbasbûne jî, dîsa rawestina li pêşberî wan û dûrketina ji wan. Wek mînak, gava Musa ji lavakirin(munacat) a Xwedayê xwe vegeriyaye û dîtiye ku gelê wî yê cihû beşdarî ji Xudê re çêkirine û îbadet ji golikê re kirine, qeheriye, û çawa ku di sûreta Beqerê de, di ayeta pêncî û çarem de hatiye ji wan re gotiye ku “xwe bikujin.” Piraniya mufessiran dibêjin ku, wê gavê cihûyan dest pê kirine ku xwe bi xwe, yan jî hin ji wan yên din bikujin, heya ku hejmara kuştiyên wan gihaye heftê hezarî(!) Xwediyê el-Manrê hejmara kuştiyan tenê dike sê hezar. Piştî ku min dêhnê xwe dayê, li gor ramana min, tu kesî xwe nekuştiye. Lewra ne ji kîtabê, ne jî ji sunnetê rêber(delîl)a vê kuştinê tune ye. Tişta ku heye ew rîwayetên bi kêmasî ne. Ma sertewandina cihûyan ji Peyxamberê wan re kengî geha rade (derece)yeke wisa ku bi fermana “xwe bikujin” çûbin xwe kuştibin. Ma qey rewşa wan bi Peyxamberê wan re her gav ne gengeşî û miqersî bûş Ma ne ew bûn gotibûn ku “heya em Xweda bi eşkeretî nebînin, em bawerî bi te naînîn.” Ma gava Peyxamberê wan, ji wan xwestibû ku bikevin “axa pîroz” (el-erd el-Muqeddese) de ji wî re negotibûn ku “li wî cihî gelekî zordest heye, heya ew ji wir dernekevin em naçin wir” û “tu û Xwedayê xwe herin bi wan re şer bikin, em jî dê li vir rûniştî bin.” Ma dema ku Peyxambêr wan gotibû ku, Xweda fermana gurandina çêlekekî li we dike, wan digel hemî quretiya xwe ne gotibûn ku, “ma tu henekê xwe bi me dikîş” û heya ku gumandar nebûn û hin pirs nepirsîn jî negurandibûn. Xweda jî weha gotiye: “Heme ew bû ku nedigurandin.”

Dûv re wekî ku Xweda ji wan re gotibe, “li cem Xwedayê xwe tewba xwe bînin”, ma çima çûbin xwe kuştibinş “Xweda tewba we pejirand.” Naxwe mebest ji kuştinê çi yeş Musa (s.) gava delala gelê xwe û îbadeta wan ji golikê re dît, zêde qeherî, bi ser wan de hilbû, rencîde kirin û ji wan re got: “xwe bikujin.” Ev, ji tişta ku we kiriye çêtir e. Naxwe mebesta wî ji kuştinê rencîdebûna wan e.

Bikaranîna fermana yekî bi kuştinê, li şûna rencîdekirina wî yekî, bi sedem karê ku kiriye, li nav kurda jî û li nav ereban jî belavbûyî ye. Gava bav ji kurê kurê xwe diqehere bi ser wî hil dibe û dibêje: “Ma ji tişta ku te kiriye, tu fedî nakîş Ji ber çavê min wenda bibe û xwe bikuje” Ango “bimire, bicehime”, ji te re çêtir e. Mebesta bav ne kuştin bi xwe ye, belku rencîdekirin û hetikandin e.

f– Zvirandina berê xwe ji nesxê. Ne ku kêm caran be. Lewra baweriya min ew e ku piraniya ayetên ku mensûx têne pejirandin, muhkem in, ne mensûx in. Ew ayetên ku hejmara wan qey biqasî tiliyên destekî, yan hêj kêmtir bin yên ku di wan de nesx xuyaye, em dikarin bêjin ku, bi wateya usulî-îstlahî, ew ayetana ne mensûx in. Belku amm in muhassas yan jî mutlaq in, muqeyyed bûne. Li ser vê bingehê Ebu Muslim el-Îsfehanî gotiye ku, di Qur’anê de nesx tune ye. Ev, ramana hin muheddisa ye jî.

g– Hin tiştên zanistî (ilmî) yên ku di dema wehyê de nedihatine zanîn û zanayî (ilm) yên nûjen jî rastiya wan dipejirîne, bal kişandina li ser ayetên ku van tişta nîşan didin û şîrovekirina wan, bi armanca ku bibine rêber ji bo hatina Qur’anê ji aliyê Xweda ve.

h– Rawestina li ser wateya hin ayetan ya ku pêşî tê têgihîştin û şîrovenekirina wan, bi qanûnên xwerist (tebîet)ê, bi gumanê û bi rawêj (texmîn)ê. Wek mînak Xweda daxuyanî kiriye ku, heft ezman afirandiye, her heft bi hêz in, ezman kiriye banekî qewîn û ezmanê yekem -yê dinê- bi çira xemilandiye. Naxwe ezman heft in, ne kêm ne zêde ye. Bi hêz in û bi awayekî zexm bi hev ve girêdayî ne. Her ezman jî, ji ya bin xwe re ban e. Lê hin muheddisan gotine ku, mebest ji heft ezmana heft stêrk in. Lê hew dîtin ku stêrikine din hatin dahênan (îcad) kirin. Muheddisne din jî gotine ku, mebest ji ezmana niham (tebeqe) ên hewa û gazên ku li serhev in û rûyê erdê diguncînin (îhata dikin). Ev raveyên weha xiyal in û gotina bi wan jî bi kêr nayê. Ilmê felekê digel pêşveçûna wê ya mezin û dahênanên ku dike, dîsa nikare hemî tiştên ezmanê dinê derêxe holê, wê çi ezmanên din ên bêser û bêbin derêxe holêş Roj stêrik, rojger... tiştên ku heya niha hatine dahênandin, hemî di bin vî ezmanê me de ye. Ev gumez (qubbe)a hişîn û bilind ji bilî Xweda ti kes bilindahiya wê nizane.

i– şîrovekirina ayetên ku di wan de kotek (cebr) xuyaye. Mebest ji gotina Xweda “kî bixwazê, wî dibe dalaletê” çi yeş Aya mebest ew e ku Xweda bendeyên xwe têxe rêya xirabş Yê ku bala xwe bidiyê jê re diyar e ku na. Mebest ji dalaletkirina bende ew e ku, Xweda dest ji wî berde, bi destê wî negre û wî nebe hîdayetê. Lewra bende bi xwe, hinde maye di nav xirabiya xwe, ji hîdayetê re ne xwestek e û berê xwe jê divegerîne. Îcar destberdan jî hîdayeta bende tişteke û bêxwestina wî êxistina wî ya dalaletê tiştekî din e. Bende hem hejar (muhtac) in ku Xweda bi destê wan bigre, wan bibe hîdayetê. Lê gava ku bende ne xwestek be û berê xwe vegerîne, wê gavê Xweda wî nabe hîdayetê. Lewra yekî ku ne xwestekê hîdayetê be û Xweda wî bike xwestek, ev bi xwe kotekî ye. Îcar çiqas ayeta ku kotek tê de xuyaye, me bala xwe da wê bi xwe û da pêş û paşiya wê, me dît ku ew ayet derheqê wî kesî de ye ku karê wî xirabî ye û li tu şîretan guhdarî nake.

j– şîrovekirina ayetên xweristî (kewnî-felekî) ji bo anîna rêbera li ser hebûna Xweda, hunerê wî yê bêhempa, şêna wî ya mezin, hebûna ba‘s û nuşûrê, cezakirina xiraba û xelatkirina qenca. Ev tiştana, tev hemî kitkite (tefsîlat)ên xwe, di pirtûka min a bi kurdî bi navê Zanayî û Hay (Marfet) Du Rê ne Ji bo Nasîna Xweda de hene. Ev pirtûk li Erbîlê li hêviya çapê ye.

Wek dawî, ez dibêjim ku, di tefsîra xwe de ez gihame nîvê cuz’a nozdehan. Ez ji Xuda hêvîdarim ku ji bo kutakirina tefsîra pirtûka wî arîkariyê bide min û di tişta ku ez dinivîsim û berê xwe didimê de rastiyê û gihaştin (ruşd)ê têxê dilê min.



[1][1]. Sêx Osman, îsal 12 Gulanê çû dilovaniya Xwedayê xwe.