Rîsaleyê Nûr çi ye û tefsîreke çawa yeş
NEWZAT NÛRULLAH
Min ev nivîsara ji kulliyata Risaleyên Nûr, ji kitêba Tarihçe-î Hayat hilda û wergerande kurdî. Da ku xwendevanên me yên ezîz û di şexsê wan de xelkê me yê bêxwedî û belengaz, qehreman û mucahidekî Îslamê Seydayê Ustad Bedîuzzeman Seîdê Norsî, hinek be jî nas bikin û bo îstîfadekirin û xwendina Rîsaleyên wî yê ku di zor û zehmeteke bêmîsal de nivîsiye. Lewra ewî heqîqetên Qur’anê li gor esrê îzah û îspat kiriye, aqil û qelbê însan tetmîn kiriye... Ji bona vê em çavê xwe vekin û ji bo îstîfadeyê werin xîretê. Ez bi vê munasebetê çend gotin û xatirayan jî bibêjim. Piştî wê, ezê wê wergera rîsalê pêşkêş bikim... N.N.
Ez pirar payizê li Wanê bûm û min li wir
unîversîtê dixwend. Ez li medresê bûm. Her hefte roja paşînê li medresê ders û
sohbet hebû. Piştî sohbetê di fesla çayê de ez û îxtiyarekî me nasîna xwe da
hev. Min jê pirsî:
— Te Rîsalên Ustad çawa nas kirş
Got:
— Birê min! Ez çerçî bûm, gund bi gund digeriyam. Rojekê li gund, min dît ku millet bi dizî diçin malekî û tên. Min ji gundîkî pirsî, ev çi yeş
Wî got:
— Rîsaleyên Nûr dixwînin, dersa Qur’anê distînin.
Min got:
— Rîsale çi neş
Ewî got:
— Van rîsalê ustad kafira xwendin bûn xwedî îman. Cahila xwendin bûn alim. Em çima paş de dimîninş
Piştî vê gotinê, xîretek hate min, min rîsale
bi meraq û lezetek mezin xwend. Birînên minê rûhî re bûn derman û reçete. Ew
roj ev roj e, ez û çar heb zarê xwe
em di vê xizmeta Qur’anê de ne.
Gelî xwendevanên ezîz! Piştî vê xatira
min a Wanê, gotinekî Ustad hat bîra min. Yê rîsaleyên xwendine dizanin, yê
nizanin re jî ezê bêjim.
Di Mektûbatê de Ustad weha dibêje:
“ Ji bo muhafezekirina ji nefret û tehqîra îstîqbalê, min eva nivîsiye. Yanî gava
ku tûh li wan merivên bêxîret yên wê esrê” hate gotin; bo tûka wan neyê rûyê
me. Yanî ji bo paqijkirina rû, min ev nivîsiye.”
Aniha ez awha difikirim. Ew ustadê weha
fikiriye û ev eserên wek xezîneke ilmê ji me re mîras hiştiye, li me derê û bêje:
“Gelî mîrasxwarên bêwefa! Min bo hûn tûyî min nekin, min ev eser ji we re hişt.
Xêncî we herkesî jê îstîfade kir. Hûn tenê ji vê nûra ji nav me derket, bê par
man. Tûh li bêxîret û be wefatiya we. Anina hinek be jî bo paqijkirina vê tûka
rûyê me, kurdiya mektûba di Tarîhçe-î Hayat de pêşkêş dikim. Ew jî ev e:
Tefsîr du qism in
Yek: Tefsîrên malûm in ku maneyê îbare û
kelîme û cumleyên Quranê beyan û îzah dikin.
Tefsîra qismê didiwan jî ev e:
Heqîqetên Quranê yên îmanî bi delîlên
saxlem ve beyan, îsbat û îzah kirine. Ev qisim ehemmiyeta wê pir heye. Tefsîrên
din yên malûm vî qismî carna bi awakî kin derc dikin. Feqet Rîsaleyê Nûr raste
rast ev qismê didiwan ji xwe re kiriye esas. Tefsîreke manewî ye ku bi tarzekî
bêhempa, feylesofên bi inyad jî dide sekinandin.
Rîsaleyê Nûr, kulliyateke bi şiklekî dûrî
mutala û nazariyetên subjektîf û
heqîqetên kîtaba me Qurana pîroz a ku di her esrê de bi milyona însana
re rêberiyê dike, bi awakî rasyonel a objektîf ve îzah û pêşkêşî îstîfadeya însaniyetê
dike.
Rîsaleyê Nûr tefsîrek ayetên Quranê ya nûranî
ye. Bi sedan heqîqetên îman û tewhîdê ve muberhen e, li gor fêma her tebeqeyên
xelkê amade bûye... Bi ilmên musbet ve mucehhez e. şekdarên bi weswese îqna
dike.... Ji yê herî ewam heta yê herî
xewas, xîtabî herkesî dike, feylesofên herî muennid jî mecbûrê teslîmê
dike.
Rîsaleyê Nûr kulliyateke bi nûr e. Sedûsî
eser. Bi şiklê rîsaleyên hin piçûk, hin mezin îhtiyaca esrê re tam cewab dide.
Aqil û qelbê tetmîn dike. Tefsîra Qur’ana kerîm a di esra bîstan de -a lefzî
na- (tefsîra) a manewî.
Îsbat dike! Hemû pirsên tên aqil... Ji
zereyê heta rojê mertebên îmanê.... Wehdaniyeta Îlahî, heqîqeta pêxemberiyê.
Îsbat dike! Ji tebeqeyên erd û ezman, ji
behsa milyaket û rûh, ji heqîqeta zeman, ji bûyîna heşr û axîretê, ji hebûna
cennet û cehnemê, ji esliyeta mahiyeta mirinê heta menbaya şekawet û seadetê...
hemû meselên îmanê yên ku werin aqlê însan, neynê aqlê însan, delîlên herî qet’î
ve aqilên, mentiqen, ilmen îsbat dike.... Teşwîqkerê ilmê pozîtîf şahesereke ku
ji delîlên meselên hesabê daha qetîtir ve, aqil û qelbê îqna dike, meraqan îzale
dike...
Qezenca van eserên ku bê îmkaniyê hindik
tên çapkirinê, qet tu carî bi zihniyet û niyeteke ticarî nayê xebitandin. Heta
li bayiyan jî nayê belavkirin bihaya
van kitêba; ji bo çapa eserin mayin tên xerckirin.
Xusûsiyeteke muhîm e ku em bi tîtîzî û bi
xesasiyet li ser disekinin jî ev e ku
Rîsaleyên Nûr bikeve destên hêja û layiq;
fiyeta wê jî heqîqiyetê jî herî kêmê wê temînkirina îstîfadeya bîst û pênc
kesan e.
Ev tefsîra manewî bi çar kitêbên mezin yên
bi navê Sözler, şualar, Mektûbat, Lemalar teşkîl bûye,
ser hev sedûsî rîsale ne. Xebatkarên wê di neşra wê de dixebitin.