Nêrînek li ser kurdî: Doh û îroya wî

Prof. Dr. EMÎN ALÎ SAÎD

Ji erebî: Abdurrahman Adak

(Prof.Dr. Emîn Alî Saîd ji Kurdistana Iraqê ye û li Urdunê di zankoya “Alê beytê” de mamoste ye. Di vê zankoyê de her telebe du zimana dihilbijêre û dixwîne; yekî Ewrûpayî û yekî ku ji xelkên misliman pê xeber didin. Di beşa diduyan de tirkî, farisî, belûcî, malayî û hwd. hene; lê yek ziman nîn e. Ew jî kurdî ye. Îcar mamostayê me konferansek derheqê kurdî de da û xwest ku kurdî jî ji vir û pê de bi dersîtî were hilbijartin. Min jî metnê konferansê ji erebî wergerand bi bal kurdî û min xwest ku em dev de li Dr. Emîn guhdarî bikin.

Ji bil sernameyên navîn min ji cem xwe tiştek li metna eslî zêde nekiriye. -Digel ku îhtîyac jî hebû- Lewra min nexwest gellek cih bigre.

Gava were xwendin, divê di bîra mirov bê ku ev konferans di nav ereban de û di zankoyeke navnetewî de hatiye dayin. A. K.)

Her wekî hemî zimanên alemê, dîrokek, merheleyên pêşveçûnê û qoyendeyên zimanê kurdî jî hene. Kurdî; wek farisî, belûcî, efxanî, hewd. zimanek ji zimanên Îranî ye, û sê merhele derbas kiriye:

Bastan (Qedîm) navîn û nûjen.

Ev ziman û qoyendeyên wê di hinek merheleyên dîrokî de, çi siyasî, çi îqtîsadî û çi îctîmaî gellek rewşên dijwar dîtine ku ev rewşên ha bûne sebeb ji bo paşvemayina vî zimanî.

Li digel vê, ji bo zimanê kurdî bikaribe beramberiya zimanên din bike, jê re gellek faktorên ku bûne sebebê zîndemayin, vekirina rê û derbaskirina astengan jî peyda bûne. Di serê van faktoran de tebîetê milletê kurd tê. Ku ev tebîat di muhafeza li ser nefs û çanda xwe û di girêdaneke kûr bi erdê “Kurdistan” ve dide nîşan. Em dinêrin zimanê kurdî ti cara ew arîkarî û palpiştiya ku tirkî û farisî ji aliyê umera, selatîn û hukkaman ve didîtin, nedîtiye.

Kurdî, wek zimanên din yên di herêm de, rê ji xwe re vekir ku bibe zimanê edeb û ulûm û îdarê. Ji bil vê gellek şair, edîb, rewşenbîr, alimên din û nivîskarên mahir yên ku digel kurdî bi erebî, farisî û tirkî jî dinivîsîn derxiste holê.

Ji bo ku bibe mînak emê behsa zanyarê Yezdan, şairê Mubdî’ û mutewazî “Baba Tahirê Hemedanî” yê ku bi “Uryan” tê leqebdan bikin. Baba Tahir ew kes e ku rubaiyatê xwe yê bi navê Dubeytîhayê Baba Tahir meşhûr bûne, di lehçeya “Lorî” de -beşek ji kurmanciya Başûr- aniye zimên. (935-1010 m.)

Lehçeyên Kurdî

Heçî zimanê kurdî ye, jê re du lehçeyên serekîn hene.

1. Kurmanciya Bakur: Gellek lehçeyên vê yên mehellî hene. Wek badînanî, Bayezîdî, Botanî, Aşîtî, Cezerî, Hekarî û hwd. Li Zaba Jor, Başûr û Rojavayê Başûr, li Tirkî û Rojhilata Başûr û li Îranê, belav bûye.

2. Kurmanciya Başûr: Gellek lehçeyên vê jî hene. Wek Soranî, Mukriyanî, Senendejî, Silêmanî-Babanî, Goranî, Lorî û Kelhorî. Cihê belavbûna vê jî bakurê Zaba Jorî heta Mendelî- Rojhilata Îran, Loristan û Îran e.

Kurdî û Tîpên Erebî

Kurdan, piştî ku dînê îslamê qebûl kirin, di nivîsandina zimanê kurdî de, elîfbêya erebî girtin. Ev jî bi wasita Farisan çêbû. Çawa ku tê zanîn, farisan hinek herfên nû li elîfbêya erebî zêde kiribûn. (weka p, ç,  j, v,) Kurdan jî ev elîbêya han, bi danîna hinek îşaretan li ser hinek herfên ku dengê wan yê di kurdî de, ne wek dengê wa yê di erebî de bû, pêş de birin. Wek danîa (v) a biçûk li ser “lam” a mufexxem, “waw”a mechûle û “ya”ê.

Di Qerna Panzdehemîn de Rewşa Kurdî

Kurdan, çi nesir, çi şiîr bi vê elîfbêyê dest bi nivîsandina zimanê xwe kirin û gellek edîbên mezin ji nav wan derketin: Feqiyê teyran, xwediyê çîroka Mem û Zîn şêx Sen’an” (di lehçeya Bakur de) yek ji van edîba ye. Em dibînin ku heya Feqiyê Teyran ji Mantiq et-Tayr a Ferîduddînê Attar hebû. Lewra ev çîroka wî di nav mesnewiya Mantiqut Tayr da mewcûd e. Lê ev heye ku Feqî, di çîroka xwe de hinek cih qulubandiye. Hejmara mirîda li cem Attar 400; lê li cem Feqî 500 e. Attar bi şiklê mesnewî çîrok nezm kiriye; lê Feqî bi şiklê rubaiyat û sulasiyatan.

Dîsa di vê qerna panzedehemîn de nasyarê Xwedê, alimê dîn û şairê reqîq şêx Ahmedê Cezerî derdikeve meydanê. şairê Cezerî, di leçeya bakur de ustazê xezela kurdî tê hesibandin. Tu xezel û qesîdeyên wî nîn in ku îşaret bi bal ayetek yan jî qiseyek Qur’anê ve nakin. şêx, hakimê herdu zimanê erebî û farisî bû. Mulemmiat û tedmînatê wî jî di hersê zimanan (kurdî, erebî, farisî) de hene. Ew bi xwe di bin te’sîra Sa’dî û Hafizî de ye, lê ti caran ji wan kêmtir nabîne. Lewra di xezeleke xwe de weha dibêje:

“Ger lu’luê mensûr ji nezmê tu dixwazî

Wer şiîrê Melê bibîn, te bi şîraz çi hacetş”

Melayê Cezerî, xezela xwe ya yekemîn, kiriye bin dimnê xezela Hafizê şîrazî ku di destpêka dîwana wî ya farisî de ye. Hafiz di serê dîwana xwe de weha gotiye:

“Ela, ya eyyuhessaqî edîr ke’sen we nawilha

Ki işq asan numûd ewwel, welî uftadî muşkilha”

Gotina Mela jî weha ye:

“Newaya mutrib û çengê, fîxan avête xerçengê

Were saqî heta kengê neşûyin dil ji vê zengê

Heyata dil meya baqî, binoşin da bi muştaqî

Ela, ya eyyuhessaqî edîr ke’sen we nawilha”

Mela, xezela Hafiz bi xweşkayiyeke wisa kiriye bin vê xezela xwe de, gava ku tu xezela Mela dixwîne, ne mumkin e tu karibe tercîha beytekê ji beytên Hafiz, li ser beytekê ji beytên Mela bike.

Di Qerna Hivdehemîn de Rewşa Kurdî

em hatin şairekî din. şairê mezin Ahmedê Xanî, xwediyê destana Mem û Zîn ku çîrokeke lirik tê hesibandin. şair, di vê çîroka xwe de, evîna ku keçek û kurek pê ketine, tîne zimên. Ev çîrok, tejiyê ji felsefeyeke kûr; felsefa jiyanê û felsefa evîna paqij. Xanî, di destanê de, jîna kurdan nemaze ya civatî û meclisên mîrên wan tîne ber çavan. Tê de zanyariyên gellek giring  ji bo hemû aliyên jiyana kurdan ya wî demî hene. Divê were gotin ku Xanî ketiye bin te’sîra şairê mezin Nîzamî el-Cencewî de. -Xwediyê her pênc nezma: Leyla û Mecnûn, Xusrew û şêrîn, Heft Pêgker, Îskendername û Maxzenul -esrar Ev jî tişketî normal bû. Lewra, şairên kurd, bi sebeb rewşên xwe yên siyasî coxrafî û nisbeta dînî ve, çawa me got,di ziman û edebiyata xelkên mislimanên din yên di herêmê de jî serketî bûn. Nemaze erebî, zimanê Qur’ana Pîroz bû. Li vira tê bîra mirov ku, Nîzamî ji aliyê dê de, xwe nisbet bi bal kurdan ve dikir. Lewma ew di mesnewiyeke xwe de weha dibêje:

“Ger maderê mine-î reîse kord

Mader-sifetane pîşîmen hemî mord”

Di Qerna Nozdehan de Rewşa Kurdî

Evaye bi dehan edîb û şair hene ku bi zimanê kurdî, di helçeya bakur de nezm çêkirine. Heçî lehçeya Başûr e,em şairê mezin Nalî, Xidir kurê Ehmed şahweysî -Ji şehrezor, di herêma Silêmanî de- dibînin. (1797-1855 m.)

Ew yekemîn şexs e ku şiîr ji leçeya goranî* wergerandiye bi bal lehçeya Babanî Silêmanî. Ew şairê îmareta “Babaniyan” bû. Nalî alimekî dî û şairekî ronak bû. Di lehçeya Başûr de ustazê xezelê tê hesêbê. Bi sebeb firehbûna zanyariya wî di zimanê erebî, farisî û tirkî de, em dibînin ku hinek şiîrên xwe bi van zimanan rêz kiriye. Ev xezela delal, numûneyeke ku tewana Nalî, di bikaranîna ş’rê di erebî û kurdî de, didê nîşan:

“Ya bedru uluwwen we diyaen we kemala

Fe’l xusnu ma’al esîlî îla fer'ike mala

Ta su binalê zulfet, li nihalî qeddet ala

Min dudî hinekasem, geh bibe alemê bala

Ma ade lekel banû we lellînetu lîna

Îz edde lekel barîu husnen we cemala”

Di rubaiyeteke xwe ya farisî de jî weha dibêje:

“Sûyê murest mera cezm, ez în lucce-ê xem

Takî der nîl keşem came, zi bî dad û sîtey

Mîrewed Nalî ez înca, cu herîs ez dunya

Ba lebê xuşk kefê xalî çu çeşmê pur ney”

Ji tirkî jî ez dixwazim vê beytê neqil bikim:

“Nefîs, saat gîbî îşlerse ger, yad île taattîr

Bîr anin kurmasi bîr quluna îhya-yi saattir.”

Nalî ji bo pêkanîna ferda hecê derdikevê seferê û di ê de qesîdeyeke çak di medhê nebî de dibêje: “Destpêka qesîdê jî ev bû:

“Eyê sakinê riyadê Medîne-ê munewwere

Lutfe bike six(f)ermo, Medîne-ê minew were”

Di vegerê de, ji ber nesîheta hevalê xwe yê şair Salim, ma li şamê û nevegeriya Silêmaniyê. Li şamê jî nesekinî û ji wêderê jî çû Stenbol. Rojên xwe yên dawî di payîtexta Osmanîyan de qedand. Heyf û mixabin, ti berhemên wî yên ku li Stenbol aniye meydanê, di destê me de nîn in. Bê şek û şubhe pêwîst e ku di nav berhemên wî yên ku li Stenbol nivîsiye şiîrên tirkî jî hebin. Nalî li xurbetê çû rehma

Xwedê, û li Stenbolê di mizgefta Eyyûb de hat veşartin (1855-56 m.)

Pişt re, em şairekî din dibînin ku ew bi xwe di qerna nozdehemîn de ye, lê fikrên wî ji zemanê wî pêşdetir in. Di şiîrê wî de rihê neteweyetî, terka adetên kevn û rizî, berketina bi zanayî û fehmê tijî ne. Herweha hinek şiîr nezm kiriiye ku di wan de dev diavêje însanên ku dîn, ji bo fêda xwe ya dunyewî dikin alet, lê di eslê xwe de ti elaqa wan bi dîn re nîn e. Ev şairê ha, Hac Qadirê Koyî (Koysencer) ye.

Di lehçeya Goranî de em Mele Abdurrehîmê Tewqazî, yê ku bi navê Mewlewî tê naskirin dibînin. Alimekî din, zilamekî sofî neqşebendî-meşreb bû M. Abdurrehînm ket bin tesîra şairê meşhûr Celaleddînê Romî-Belxî yê ku bi “Melayê Rom” tê naskirin- Xwediyê Mesnewiya 26 hezar beyt û dîwana şems ya 46 hezar beyt- Mewlewiyê kurd ewqas ma di bin te’sîra Celaleddînê Romî de, heta ku mexlesa xwe “Me’dûm” quluband, kir “Mewlewî”. Herweha teqlîda mewlana di Mesnewiyê de jî kir û Eqîdetul Merdiyye te’lîf kir. Ev pirtûk di sala 1930 de ji aliyê Muhyeddîn Kaymuşkanî, li Misrê, di çapxana Darusseadet de hat çapkirin.

Di herêma Kerkûk de (Taliban) di qerna nozdehemîn de, şêx Riza Talibanî derdikeve holê. şêx di şiîra kurdî de, sazgerê dibistana heceyê tê hesibandin. Ew jî, wek şairên din yên kurd, digel zimanê xwe yê eslî, şiîr di zimanên din; tirkî, erebî, û farisî de jî dinivîsî. şêx ji wan şairên “çarziman” bû û di dîwana wî de, di herçar zimanan de şiîrên wî hebûn. şiîrên wî yên di hersê zimanên biyanî de jî, ne kêmî şiîrên wî yên kurdî bûn.

Di Dîrasetê de Tewana Kurdî

Zimanê kurdî, bi sivikayî, rêyeke dijwar û bi zehmet derbas kiriye û îro geriyaye, bûye zimanekî hêja ji bo ku qedrê wê were girtin û ehemmiyet pê werê dayin. -Çawa ku tirkî û farisî di îroya me de bi vî awayî ye.- Lewra tewana vî zimanî heye ku pê werê nivîsandin û tedrîsa hemû branşan pê werê kirin. Eva ye telîf û tercemeyên gellek pirtûkan ji zimanên biyanî -nexasim jî erebî, farisî û tirkî-, û dîsa telîfa gellek pirtûkên ilmî -di matematîk, fîzîk, kîmya, zîraat û hwd. de- temam bûye. Herweha çêkirina ferhengan, nivîsandina pirtûkên derheqê ziman û amadekirina ansîklopediyan hertim pêşve diçe. Em dibînin ev ziman li Rûsya, Fransa, Almanya- Îngîltere di zankoyan de, dibin Beşa şarkiyat de û li Iraq, di zankoya Baxdad, Salahaddîn û Silêmaniyê de tê xwendin û tedrîs pê tê kiirin. Ya herî giring jî ev e ku bi zimanê kurdî gellek pirtûkên dînî hatine amadekirin. Em gellek tefsîr û tercemeyên Qur’ana Pîroz, bi vî zimanî dibînin.

Îbn Salah û Yên Din

Ji bil evana, di nav kurdan de gellek alimên mezin yên dîn rabûne û bêhejmar pirtûk û şerh nivîsandine. Îbn Salah jî, yek ji van aliman e. Ev alimê hêja, di 577ê de hatiye dunyayê û 643ê de li şerxan, gundekî nêzî şehrezor wefat kiriye. (1182-1246m.) Ji ber ku navê bavê wî Salahaddîn bû, bi nisbet wî bi “Îbn-u Salah”  hat naskirin. Îbn Salah, di malbateke xwedîilm û rîaset de mezin bû. Bavê wî jî alimekî mezin bû, nemaze di ekola şafiî de gellek xurt bû. Pêşî, bav rê nîşanî kurê xwe da; fiqh jê re got, û ji bo ku ilm ji mamosteyên xwe bihîstine şiyande Mûsulê. Pişt re jî, Îbn Salah ji Mûsulê çû Xoresan û ji wir jî çû şamê. Ji mamosteyên xwe ders girt, heta ku di ilm de, nemaze di branşa hedîsê de kûr bû. Berhemên vî alimî pir girîîng in. Hinek ji wan: Tabeqat’u-el Fuqahaî’ş-şafiiyye, el-Emalî, Fewaîdu’r-Rihle, şerh’u Sahîhî’l-Buxarî, el-Mu’telef we’l-Muxtelef fî Esmaî’r-Rîcal û Ulûlu’l-Hadîs.

Alimên pey wî gellek wesfê wî dane. Îbn Xelkan dibêje:

“Di esra xwe de zanayekî tefsîr, hedîs, fiqih, Esmaur' -Rîcal û şaxên hedîsê bû.” Zehebî dibêje: “Xwedî heybet û rindî bû. Li ser xwe bû, li nik sultan û emîra jî waqûr bû.”

Li cem Îbn Salah, em dikarin Allame Elbeytûşî, Îbnultac, û şêx Me’rûf en-Nûd -xwediyê zêdetir ji 50 pirtûkan- jî înin ziman. Ji nav kurdan piştî Îslam qebûl kirin yên ku xizmet ji zimanê erebî re jî kirin derketin. Wek Îbn Xelkan, Îbnu’l-Esîrê Cezerî, Zehawî, Rassafî û hwd. Em dinêrin hinek malbat û şêx hene ku arîkariya wan gihaye ereba û erebî wek malbata Ferecullah, Aîşe Tîmur, Sabrî, Mş Kaynmuşkanî, (ji Misir) xwediyê pirtûka Min Amman îla Amadiye Alî Seyda Gewranî (ji Urdun)  û M. Alî Awnî (wergerê xisûsî di seraya Misrê de).

Di Berhemên Kurdî de Temaya Dîn

Kurdan, nemaze alimên dîn, di nivîsarên xwe de hetta di berhemên xwe yên şiîrî de îhtîmam dane aliyê dînî. Ji ber vêqasê em di şiîra kurdî, nexasim di ya klasîkî de, munacatê Xwedê, medhê Resûl, Xelîfeyên Raşid, Ehlê Beyt û sahabiyan bi piranî dibînin. Di çanda xelkê de jî -hem bi nesr û hem bi şiîr- çîrokên derheqê betlên mislimanan de hene. Herweha hinek çîrokên eşq (evîn)  û eqîdeyê hatine wergerandin bi bal kurdî ve. Wek Qisseya Îmamê Hemze, Yuzuf û Zuleyxa, Qisseya Anter û Fetha Xeyber.

Di folklor û çapemeniyê de kurdî

Di folklora kurdî de, digel hîkmet û emsalên ku hinek ji wan piştî Cenga Cîhanê a Yekem hatin çapkirin û hê jî tên çapkirin, çîrok û hîkayeyên ku bi dev tên gotin tejî ne. Ji bil van, di bin destê me de, derheqê heywan, botanîk, sîrişt, hewa, tibma kevn û felek de bêje û istilahên ilmî hene. Ku hinek ji van istilahan bi awayê ferhengên biçûk hatine çapkirin.

Bi çavavêtina biblîoxrafya telîfên kurdî,  em topek pirtûkên ilmî, edebî, dîrokî, kovar û rojnameyên ku bi vî zimanê çapemenî û rojnamekarî jî. Ji xwe eva hinek kovar bi kurdî derketine ku yekemîn kovara kurdî, di dawiya qerna nozdehemîn de, Mîdhed Bedirxan li Stembol weşandiye. Pişt re jî li Misir, Sûrî, Iraq, Îran, Azerbeycan û Ermenîstan rojname, kovar û weşanên din ev taqîb kirine. Ji bil yên ku li welatên Ewrûpaî derketine û hêjî dertên. Di vê gotina xwe de min xwest ku ez ziman û wêjeya kurdî, rola wê di nav zimanên xelkên misliman û tewana wê ji bo telîf û wergerandina berhemên edebî û ilmî, bi we bidim nîşan.

Kurd û Ereb

Di dawî de ez dibêjim, netewê herî nêzîk bi bal ereban ve û zimanê herî nêzîk bi bal erebî ve, netewê kurd û zimanê wan ê kurdî ye. Kurdan welatê ereb û mislimanan di wextê Xaçiyan de parastine. Lewra piraniya eskerê Salaheddînê Kurd ji kurdan bû. Herweha kurdan -çi maddî, çi manewî- arîkarî dane şoreşa Cezayir û Filistîn. Arîkariya wan ya maddî ji bo Filistîn xwîn danin wî alî, xortên kurd ketin nav eskerên azadiyê bixwe. Kurdan ji gava Salahaddîn heta şêx Mehmûdê nevî, yê ku li Iraq arîkarî da şoreşa bîstan, parastina ereban kirine.

Di dawî de ji bo Xweguhdariya we, ez spas dikim.