NACI KUTLAY
Çend gotin li ser olperestî û laîsîzmê
Di van 20-30 salên dawiyê,
di nav Kurdan de, hine tiştên giring hatin cî. Hêdî hêdî û hûr hûr... Bi taybetî
jî di warê çandî de. Ev çend sal in rojname û kovarên Kurdî derketin û hejmara
wan zêde bûn. Çiqasî jî xwendevanên van weşanan ne zêde bin jî, dîsa, di
mebesta kultur û zanebûnê de tiştekî nû ye û pêştaçûyinek e.
Kovara Nûbiharê yek ji van
e. Kete heft saliya xwe. Ne tiştekî hêsa ye. Hemû nivîsên wê Kurdî ne. Çend
civanên ku di hêla ekonomiyê de qels in, ev kovara mehane şeş sal weşandin. Di şert
û şûrtên Kurdên Tirkiyê de, gelek însan nikarin nameyeka Kurdî binivîsin û Kurdî
xwendin di nav gel de pir pêş de neçûye, hinek civanên ku xweyî armanc in, Nûbiharê
didomînin.
Enstîtuya Kurdî jî wisa.
Di bin bandûreka siyasî û ekonomîk, dîsa jî gelek pirtûk û kovara Zend,
derxistin. Welat, kovareka Kurdî ye. Ya ku ez têdigihêjim, xwendevan û
alîkarên wê kêm in. Lê Welat her hefte derdikeve û dengê xwe nabire.
Kovara War û yên din jî wek wan in.
Min xwest li ser Nûbiharê çend
rêzan binivîsim. Berî çend meha, min pirs dabû ku, carcaran nivîsan amadeyî wan
bikim.
Naveroka Nûbiharê gelek
caran ola îslamî ye, alim û zanayên îslamê, pirrîn jî yên Kurd in. Ez bi xwe li
ser babeta dîroka nêzîk û hemdemî û pirsgirêkên civakî disekinim. Di vî warî de
dixebitim. Bala min dikişîne ku, van çend sedsalên dawî de, di dîroka Kurdan
de, mezinên Kurdan yên olî, roleka mezin dane ser milên xwe.
Ji sedsala 19an heta îro,
kîjan ronakbîr û dîroknasî bidî xeberdanê, yê qala Seyîd Ubeydullah, şêx Seîd, şêx
Mehmûd, Qadî Mihemmed, Mele Mistefa, Seyîd Riza û yên wek wan, bike. Navê Bedîuzzeman
Seîdê Kurdî, yê bê holê.
Ji ber vê rastiyê, bibê
nebê, min jî xwest, ez di derheqê "dîn" û "mezinên dînî"yan
de, hinek tiştan bizanibim. Ez bi xwe, wek yekî xwendî, li ser vê babetê
bisekinim. Lewra di vî warî de min jî hinek lêkolîn kir. Ez tika dikim, bira
xwendewan nivîsa min û gotinên min di vê rewşê de bixwînin û ber çav bikin.
A–Nûbiharê karekî
giranbuha anî cî. Ew çibûş Piştî damezrandina Komara Tirkiyê -Türkiye
Cumhuriyeti-"dîn" gelekî ket bin bandûra dewletê. Ew çend salên pêşîn,
di tevîhevbûnê de, ciyê dîn -ol- gelek ne aşîkar bû. Lê paşê hêdî hêdî her tişt
xwe da ber çavan. Ideolociya dewletê "netewetî" -mîlliyetçîlîk- bû.
Lewra gerek dewletê li ser navê netewîtiyê, "dîn" jî kontrol bikira.
Wisa jî kir. Seroktiya Rêvebirina Diyanetê hat damezirandin. Heta îro jî ev
dezgeh di bin rêvebirina hukumatê de tê domandinê. Bi hezaran mela û waîz, her
meh meaşên xwe ji dewletê digrin. Butça Seroktiya Rêvebirina Diyanetê qasî
wezaretên din in.
Netewetî, dîtineka heremî
ye. Di bin ruknê wê de "ez", "em" û "ew",
"ewana" hene. "Ez" û "ew", an jî "em" û
"ewana" li hemberî hev in. Lê di dîtina "olî" de, sînor ne
heremî ye û ne teng e. Sînor ji "em"ê zêdetir e. Hemû netew û hemû însan
dikevin nav sînorê "dîn". Lewra netewîtî û dîn di gelek ciyan de ne
li dijî hev in, lê di gelek babetan de jî dij in.
Di dîrokê de, pir kesên rêvebir,
xwestine ku ol –dîn– û netewîtiyê –mîlliyetçîlîk– nêzîkî hev bikin. Ya rastî,
netewîtiyê hewl daye ku "dîn" ji bo armanc û karê xwe bişixulîne.
Meriv dikare bêje ku, hemû mîlletan ev rê ceribandine. Ereban îslamiyet kar anîne,
îranê mezhebê şîî wek yê xwe dîtiye. Di nav Osmaniyan de û Komara Tirkiyê jî,
bi taybetî jî etnîsîta Tirk, yên ku dîtina netewîtiyê pêş xistine, xwestine ku îslamiyetê
ji bo Tirkîtiyê bi kar bînîn. Ev babeteka giring e. Meriv dikare di nivîseka
taybetî de li ser bisekine. Bi kurtayî, "sentez a Tirk-îslam"ê bi vî
tehrî pêş de çû. Bû dîtina dewletê. Vê dîtinê kesên olî jî kirin bin bandûra
xwe. Olperestên Tirk, Tirkîtî derxistin pêş. Islamiyet her şûn ve kişandin. An
jî di gelek babetên civakî de olperestan li rex netewperweran cî girtin û bêdeng
man. "Beynelmîleltî"ya îslamê dernexistin pêş. Islamiyetê ji bo
Ereban xizmet kiriye, çima ji bo Tirkan jî nekeş Ev dîtin di nav rêvebir û di
nav yên xwendî de, cî girt. Hêdî hêdî him tesîr li olperestan kir û him jî ew
dane tirsandinê.
Meriv dikare bêje, ji sedî
nod, olperestên Tirkiyeyê ji Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî an jî Kurdî hez dikin. Yên
ku di şopa Seîdê Nûrsî de diçin, "Nûrcî" têne naskirin. Van kesan nivîs
û gotinên "seydayê xwe" guhartin. Mela Seîd digot: "Ez li çiyayên
Kurdîstanê mezin bûm", "zarên qewmê Kurd" û "alim û zanayên
Kurd". Lê di pirtûk û nivîsên Nûrciyan de, êdî ev gotin hatibûn
guhastin... Kirin: "Ez li çiyayên Rojhilatê mezin bûm... Alim û zanayên
Rojhilatê... Zarên Rojhilatê..." Ev guhastinên ku di bîra min de mane, ne
ev tenê ne. Nûrciyan bi zanebûn, ji pirsa "Kurd" dûr diketin.
Dixwestin ku nijada "ustat"ê xwe jî bikin Tirk. Fethullah Gülen, Nûrciyê
bi nav û deng, ji bo ku "ustad" Kurd bû, Ew ziyaret nekiribû.
Em dîsa bên ser babeta
xwe, Nûbiharê ev nedurustî û çewtî hanî holê. Nivîsên Bedîuzzeman, ji eslê xwe
yên berê, nû ve çapkirin. Ew Nûrciyên Tirk rexne kirin. Di vî warî de karekî
giring anîn cî. Dibe ku hine kes qîmet nedin vî karî û piçûk bibînin, lê bi ya
min ev karekî giranbiha bû. Hirmeta xwe ji Bedîuzzeman, îslamiyetê û him jî ji
Kurdan re nîşan dan. Dîsa meriv dikare bêje ku, ji Tirkên olperest re jî...
Careka din dibêjim, çend kesên ku dînhez in û li Kurdbûna xwe xweyî derdikevin,
di nav şertên giran û tengasiyê de, ev kar anîn cî. Pîrozbayî heq kirine.
Lêbelê, ez dixwazim, hinek
babetên ku Nûbihar li ser nesekiniye, wan bînim ser ziman. Bi dostî bala wan
bikişînim. Nûbihar di çend nivîsên xwe de qala "laîsîzm"ê an jî
"laîkî"yê kiriye. Di Tirkiyê de, laîsîzm bi çi tehrî hatiye tetbîq
kirinş Di vî warî de nivîsên rexnebirî hene. Lê meriv nikare bêje ku ev dîtin
bi kurayî û fireh hatiye şîrovekirin. Wek olperestên îslamî, mesele ne bi dîrokî
û civakî hatiye analîzkirinê. Ev kêmasiyek e. Kurd, olperest û komunîstan, di dîroka
Komara Tirkiyeyê de pir zehmet kişandin. Di van salên dawiyê de, rewşa olperest
û komunîstan hat guhartinê, ana ji berê her baştir in. Komunîstan dest ji
"şoreş"ê kişand, olperest jî xweyî partî ne û ortaxê rêvebiriya
dewletê ne. Lewra, gerek Kurd laîsîzmê bi her alî bifikirin. Bi taybetî li
ser bisekinin. "Laîkî"ya rastî çi yeş Ya ku li Tirkiyeyê hatiye tetbîq
kirin çi yeş Gor min, gerek ev herdu hêl, him ji hevdû cuda û him jî bi hev re
bên minaqeşekirin. Nûbihar di vî warî de gereke bête rexnekirinê. Ezê hinek dîtina
pêşkêş bikim û bo minaqeşê, wan bînim holê. Lê bi kurtî niha ve bêjim: Li
Tirkiyeyê, yên ku ji demokrasiyê îstîfade bikin, berê pêşîn Kurd in.
Demokrasî jî bê laîsîzmê nabe.
Em dîsa bên li ser babeta
xwe. Di derheqê laîsîzmê de, hemû hemwelatiyên Tirkiyê wek hev nafikirin.
Piraniyeka mezin di gel "laîsîzm"ê ne. Lê "laîkî"yeka çawaş
Hemû kes ji laîkiyê tiştekî din fem dikin. Beşek, laîkiyê dijîtiya dîn qebûl
dikin. An jî dijîtîka bi sînor. Dîn bira tevî karê civatê nebe, ferd û ferd,
bira dil, wîjdan û mêjiyê însanan de be. Ji vê zêdetir xweyî rol nebe. Bira dînperest
tu tesîrê li ser kesên derî xwe nekin... Wisa ku, kêm bin jî, hinek kes
dixwazin, kar û barê dînî bên qedexekirin. Ev pirsgirêka toleransê dixwaze.
Gerek herkes tehemmulî hev bikin. Firset bidin kesên olperest ku bira şertên dînen
xwe bînin cî. Ez mecbûrim bêjim ku, di vir de ola îslamê tê gotinê. Tiştekî
ecayîb e, laîken awha, yên ku toleranseka fireh dixwazin, îslamperest in. Ji bo
xwe, bo îslamperestiya xwe li gel laîsîzmê ne. Ew bi xwe, toleransê ji bo dînên
derî îslamiyetê pir caran naxwazin.
Laîktiya hemdemî, gerek
modern û demokrat be. Ji kîjan olî dibin bira bibin, olperest gerek tu zordariyê
li ser dînên din nekin. Civateka piralî –pluralîst–, hewceyî laîsîzmê ye. Min
dixwest ku ev meseleyên olî û civakî bêne minaqeşekirin. Gerek Nûbiharê wisa
bikira. Yê pir baş bibûya.
Li Tirkiyayê dîn û dewlet
di nav hev de ne. Dîn di bin emrê dewletê de ye. Gerek ev herdu dezgeh ji hevudû
cuda bin. Laîkbûn, ji bo aqil, piralîbûn –rewşa pluralîsta olî– û demokrasiyê şert
e. Ev pêwîstî tiştekî wisa ye ku, "ew nebe, aşîtiya civakê jî nabe".
Lewra dubare dikim û li ser disekinim. Bo pêşdeçûyinê, demokrasiyê û heqê însanan,
gerek prensîbên laîkiyê bên cî. Hemû hemwelatiyên Tirkiyeyê mihtac in û berî
hemû kesan jî Kurd.
Di dîrokê de erkên siyasî û
olî di nav hev de bûn, an jî yek bûn. Wek Xelîfe û Siltanê Osmaniyan. Wek Emewî
û Ebbasî yên Ereban. Piştî sedsalên dirêj ol û siyaset ji hevdû cuda bûn. Lê
belê ne gelekî. Vê demê jî, îro jî hinek kes dixwazin dewlet û siyasetê, bi ser
qaîdeyên dînî bimeşin. Di pêvajoyê de, ol, hêdî hêdî ket derî rêvebirina
siyasetê. Lê ev prosesa hêdî meşiyaye. Başbûn û pêşdeçûyin bi gavên hûrik dom
kiriye û heta îro hatiye. Guhastin, ewlîn li Avrûpayê hatin cî. Millet û dewletên
Avrûpayê jî, pêvajoyên cur bi cur derbas kirin. Yên herî radîkal Fransiz bûn.
Bi şoreşa Fransayê re, sala 1789an de, papazan û olê, erka xwe winda kirin. şoreşgeran
îbadet û karên olî qedexe kirin. Piştî demekê rewş hat guhastin, di zordestiya
li ser olperestan de nermî pêk hat. Lê dîn dîsa jî di bin bandûra dewletê de
ma. Ev zordestî bi ser navê "laîkî"yê dihate cî. Piştî damezandirina
Komara Tirkiyeyê, rêvebiran, şoreşa Fransayê texlît kirin. Ne qasî wan be jî, dîsa
meriv dikare bêje Jakobentiya Fransizan bû nimûne. Li Fransayê neçû serî û li
Tirkiyeyê jî Jakobentiyê ji xwe re jiyaneka dirêj nedît. Lê belê, ana îro jî
tesîra vê dîtinê li welatê me heye. Ya rastî ev ne laîsîzm e. Gerek dewlet û dîn
ji hevdû cuda bin û ne tenê cuda bin, him bi xwe serê xwe bin jî. Dîn û dewlet
hevudû îdare nekin. Ev rewş laîkî ye. Gerek pirolî hebe û dewlet, tu alîkariya
yek ji van olan jî neke. Dewlet tevî karê camî, qurs û melan nebe. Meaş nede û
alîkariyê jî neke. Dewlet, bo ehlaq û sihheta xelqê, dikare tevî hine karên olî
bibe. Lê belê dema Cumhûriyetê de, dîn hertim di bin bandûra dewletê de bû. Nûbiharê
minaqeşeyên wisa nekirin. Dibe ku fikirîn; Kurdî nivîsandin, bi tena serê xwe
belaka mezin bû, dewlet rexnekirin, yê rewşa wan her xerab bikira.
Dînê îslamiyetê jî dixwaze
hereket, ehlaq, hiqûq û dîtinên însana bike wek hev. Formekî wek hev bide însanan.
Wek hev bin însan. Wek însan di fabrîqayekê de form girtine. Wilo mîna hev bin.
B– Pêwîste ku meriv xwe bi
xwe, an jî hemdemên xwe baş analîz bike. Vegere li ser kar û salên xwe yên çûyî
bisekine. şaşî û rastiyên xwe bi nû ve bide ber hev. Nesla min, yên şêst û heftê
salî, em di nav hîssên germ, yên şoreşgeriyê, sosyalîzmê de man. Em bi van dîtinan
ve dijiyan. Ez bi xwe, ji vê kêfxweş im. Lê belê kêmasiyên dem û salên xwe, dîtinên
wan rojana niha baş dibînim. Têdigihêjim ku kêmasiyên gelek giring jî hene di
nav wan de. Yek ji wan ewe ku: Em li ser tesîra "dîn" pir nesekinîne.
Di pirsgirêkên civakî de, rola "dîn" çî ye û çiqas eş Me ev sedeman
bi tevayî nedan ber çevên xwe. An jî, gelekî li ser nefikirîn. Dibe ku tesîra
"laîsîzm"ê bû, an jî ya sosyalîzmê. Lê, çi dibe bira bibe, me ev tişt
zelal nekiriye. Dibe ku sebebekî din jî hebe. Wek mînak, olperestên misilmanên
Tirkiyeyê, derheqê Kurdan de ne durust bûn. Min bibexşînin, wan jî bi durûtî
Kurd înkar dikirin. Digotin ku; misilmantî têra her tiştî dike. Kurd didefandin
û dûr dixistin. Ser de jî nêzîkî nijadperestên Tûranî dibûn. Di nivîs û helbestên
wan de, him Mekke û Medîne û him jî Ergenekon û Çiyayên Tiyan şiyanê hebûn.
Eger şerm nekirina, yê Kurdbûna Bedîuzzeman jî înkar bikirina. Lê Kurdbûna Wî
hilnedidan ser zimanê xwe. Eger mecbûr bimana, bêdil, "ustad jî Kurd bû"
digotin. Dibe ku vê rewşê jî tesîr kiribe. Ana meriv diha baş fehm dike ku,
"ol" meseleka giring e. Lê, bi dîtineka laîk, gerek meriv li dîn binhêre.
Gerek meriv vê jî jibîr neke, olperestên îslamî yên siyasî, olperestiyê li dûrî
rêvebirina dewletê û civatê nagrin. Dixwazin ku bi dîtin û baweriya olî dewletê
îdare bikin. Lewra siyasî partî damezirandine û dixwazin, dîn û dewletê têkin
nav hev. Bi tehrekî din bêjim; ew jî dewletperest in. Bi ya min ev xeter e. Pêşiya
demokrasiyê digre. Yên ku hemberî olperestên siyasî derdikevin, ew jî olperestên
siyasî bêtir dixwazin dîn û îslamiyetê kontrol bikin, him jî bi ser navê
"dewlet"ê. Bi vî tehrî, du alî jî dikevin nav dubendiyê û dijitiyê,
bi vî tehrî tolerans û tehemmul diçe û sertî û pevçûyîn tê holê. Herdu alî jî şaşitiyê
dikin. şaşitiyek dibe nan û ava şaşitiyeka din.
Em dema berê bihêlin alîkî,
van salên dawiyê de jî, siyasî partiya olperestên îslamî, di derheqên Kurdan de
bêdeng ma. Sirgûn, kuştin û hemû zordestî di ber çevên wan dihat kirinê. Him jî
demekê, erka dewletê destê olperestê siyasiyên îslamî de bû. Ji bo demokrasî,
edalet û heqên însanan, çi kirinş Bûn hevalbendên zordariyê. Qanûna hilbijartinê
firset dida wan ku, Kurd nekevin Meclîsa Tirkiyê û Partiya Refah û Fazîlet,
dewsa van bên û cî bigrin. Demokrasî û wekhevî, ji bo xwe xwestin. Bûn ortaxê
neheqiya ku li Kurda dibe. Ev jî nîşan dide ku, gere dîn û dewlet ji hev cuda û
dûr bin. Çi feyde, pirsgirekên wisa jî nehatin minaqeşekirinê. Kovara Nûbiharê,
kovareka Kurdên olperest tê qebûl kirin. Nûbihar li ser vê babetê jî nesekinî. Çend
nivîsên bi tirs û çend rêzên bi "îma" zêdetir nînbûn. Ew Kurdên
olperestên siyasî ku dewsa DEP û HADEPiyan bûn parlamenter, ew jî kêfxweş bûn û
dixwestin ku ev rewş dom bike. Lewra wan jî durûtî dikir, derheqê demokrasiyê
de bêdeng bûn û ji emrê serok partiya xwe dernediketin. Rewş bi xwe re
nedikirin mesela ar û durustiyê. Ferqa wan û O€uzhan Asiltürk tunebû. Ev rastî
jî, di Nûbiharê de cî negirt. Lê dîsa jî dibêjim, ew nivîs û şîîrên Kurdî, bi
tena serê xwe, karekî giring e. Ev rexneyên min ji bo Nûbihareka nû, zindî û pêş
ve çû ye.
C–Olperestên Tirkiyeyê jî
dixwestin ku Kurd asîmîle bibin, bên helandinê. Du tişt ji bo wan bi qîmet bû.
Yek îslamiyet û yek jî dewlet. Ji bo wan, însan wisa bi qedr û qîmet nîne. Her
tişt ji bo îslamiyetê ye. Bo "ol"a xwe, gerek însan xwe feda bike.
Dewlet jî wisa. Heye tuneye, her "dewlet" heye, însan ji bo dewletê
ne. Çawa ku Ziya Gökalp dibêje; "hertişt ji bo dewletê". Mussolînî jî
wer gotiye. Prensîbên Faşîzmê bi vî cureyî ne. Lê di vê dema hemdemî de "însan"
gelekî pêş de çû ne. Her tişt ji bo însana ye. Dewlet ji bo xizmeta kesa ne. Dîn
jî wisa. Bo ku însan pêş de herin, aza bin, dilxweş û rihet bin... Jiyaneka
aza, serbilind û bi hizûr bijîn. Gerek însan dewlet û dînê xwe hez bikin, jê
netirsin. Bê tirs gerek meriv bîne ser ziman, Jakobenîstên Fransizan, faşîstên
Italyayê, naziyên Almanyayê, rêvebirina Stalîn û fanatîkên olperest, di gelek
ciyan de wek hev difikirin. Ana li Tirkiyeyê ev şer dom dike.
"Dewlet"ê şûn ve bikişînin û "însan"an pêş de derxin. Tek û
tek "însan", gerek li qatê herî jorîn î civatê cî bigre. Ev şer di
nav olperestan de kêm e. Xwazila Nûbihar tevî vî şerî bibe.
D–Niha em bên dor babeteka
din, babeteka taybetî. Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî an jî Kurdî, di nav olperestên
Tirkiyayê û welatên din, xweyî gelek bi qedr û qîmet e. Li ser dîtin û jiyana Wî,
pir pirtûk hatin nivîsandin. Xebatên lêkolînî û doktorayê hatin kirin. Eger
meriv di vî warî de xeber bide û binivîse, dibe ku rûpelên kovara we têrê neke.
Min bi xwe jî ev babet koland, çiqas ji destê min hat, pirtûk û dîtinên di vî
warî de çap bûne, xwend. Dikarim bêjim ku, dîtin û jiyana Seîdê Kurdî, têra xwe
nas dikim.
Di kitêbên "‹ttihat
Teraqî û Kurd" –‹ttihat Terakki ve Kürtler– û "Pêvajoya Bûyina
Nasnameya Kurdî" –Kürt Kimlik Oluşum Süreci- de, min gelek ciyên taybetî
da Mela Seîd an Seîdê Kurdî. Gerek meriv hemû dîtin, kes û "tişt"an
bi piralî bikolîne. Lewra çend aliyê Seîdê Kurdî hene ku, li ser van xalan
gelek nehatiye sekinandin.
–Bedîuzzeman li pir
medreseyên wê demê xwendiye.
Bi vî tehrî gelek mela û
alim nas kiriye û hema hema temamê Kurdistanê wan salan geryaye.
–Li Medresa Ehmedê Xanê
xwendiye û bin tesîra Xanê de maye. Bi şevan çûye, tena serê xwe, serê xwe daye
ser kevirê tirba Xanê û xwestiye pê re xeber bide.
–Bi hîs û fikrên
netewperwerî ve hatiye naskirin.
–Li Diyarbekirê, zana û
ronakbîrên Kurdan re têkilî daniye. Di nav wan de Ziya Gökalp jî heye.
–Li Stenbolê, bi şal û şapikên
Kurdî ve çûye her derê û tevî minaqeşeyên ilmî û civatî bûye.
–Kurdiya xwe li her derê û
li ba herkesî daye der.
–Bedîuzzeman miraceatî
Siltan Ebdilhemîdê Duyem kiriye ku, li Kurdistanê dibistan vebin û zimanê Kurdî
jî bê xwendinê. Li ser vê pêşneyarê, Wî dixin nexweşxana dînan.
–Di nav şerê Cîhanê yê
Yekem de, dijî eskerê Rûsyayê şer kiriye û dîl ketiye. Li Rûsyayê dîlîtî kişand.
Piştî şer, bi rêya Awrûpayê û bi pasaporta penabirî -mülteci- hat Stenbolê. Tu
cara Kurdîtiya xwe bîr nekir û di pasaporta Wî de, "Tebaayê Osmanî û
Yarbayê Alayên Sûvarî yên Eşîrên Kurdan" -Kürt Suvari Aşiret Alay› Yarbay›-
hatiye nivîsandinê.
–Bedîuzzeman piştgirtiya
azadîxwazan -Con Tirk- kiriye. Dijî despotîzma Siltan Ebdilhemîd derketiye. Dîsa,
dijîtiya zorbetiya axayên Kurda kiriye. Wek Mistefa Paşayê Cizîrê.
–Mela Selîmê Solexanê, dijî
Ittihadiyan, lê Bedîuzzeman gel wan bû. Li Kurdistanê, herdu melan jî, gotin û
dîtinên xwe bi rîsaleyên Erebî propaganda dikirin. 1914an de, Mela Selîm li
Bedlîsê serî hilda.
–Seîdê Kurdî, ji serok eşîr
û mezinên Kurdan re telgraf kişand û name nivîsî, feydeyên şoreşa Meşrûtiyet a
Duyem nîşanî wan da. Meşrûtiyet, taybetî jî, ji bo Kurdan çiqas pêwîst bû, anî
ser ziman.
–Du-sê roj piştî şoreş a
Meşrûtiyetê, çû bajarê Selanîkê, li "Meydan a Hurriyetê" xeberda û
qala feydeyên şoreşê kir.
Bilî van, gelek tiştên
din jî hene. Lê ez dixwazim li ser xalên ku pir nehatine xeberdanê bisekinim.
Em van jî bînin bîra xwe. Mînak, di hêleka din em dikarin bêjin:
–Her çiqas, Bedîuzzeman ku nîjadperestiya Ittîhadiyan dît, dest ji alîkariyê kişand, lê heta dawiyê terka Enwer Paşa yê nîjadperest, Tûranî û olperest berneda. Her çiqasî jî olperest înkar bikin, Wî alîkariya "Teşkîlat-i Mahsûsa"yê kir. Misilmanperestiya Enwer Paşa ev tişt anîn serê Bedîuzzeman. Tê zanînê ku Enwer Paşa misilmanperestiyê zêdetir nijadperest bû. Talat û Cemal Paşa hevalbendên Enwer Paşa ne û wan hersêka bi hev re rêvebirina Dewleta Osmanî dikir. Talat û Cemal Paşa herdu jî mason in. Yek serokwezîr û yek jî wezîr û waliyê ûmûmî bû. Meriv nizane ku Seîdî Nûrsî derheqê van têkiliyên xwe de, çi digotş
–Bedîuzzman li hin deran,
nehîştiye ku Kurd Ermeniyan qir bikin. Lê gelek dijwar dijitiya wan jî kiriye.
Hertim sebebê olî aniye holê. Di bin van hîs û dîtinan de, dijî şerîf Paşa yê
Kurd derketiye. Dewletên Ewrûpa û Emerîka ku dixwestin li rojhilata Anadoliyê
Ermenî û Kurd bi cînartî xweyî dezgeh bin, dij derketiye û nexwestiye ku Ermenî
xweyî erd bin. Ev babet pir ne zelal e. Ermeniyan gelek ji erdên Kurda
dixwestin, ev sedemê yekem. Bi alîkî din ve, Ermenî di bin tesîra hedîseyên
1916an de bûn. Ji bo sirgûn û qirkirina Ermeniyan, Kurd sûcdar dikirin. Gerek
meriv bi wijdan qebûl bike ku ev dîtin bi piraniya xwe ve rast e.
–Seîdî Kurdî, piştî şerê Cîhanê
yê Yekem û piştî şoreşa Meşrûtiyetê, di nav dezgehên Kurdan de, ciyekî
taybetî girtiye û dîtinên xwe nivîsiye. Lê ji wan nivîsan yek tenê Kurdî ye.
Kurdî xeberdana Wî gelek vekirî bûye, lê dema ku nivîsiye, zimanekî nîv Erebî û
Farisî bi kar aniye, gelê Kurd tu tişt jê fem nekiriye. Berî mirina xwe jî, nivîsên
wî wisa bûn. Di vî warî de wek Ehmedê Xanê nefikiriye.
–Osmanî bela bela bûn, lê
Ew ketibû derdê xelasiya Imparatoriya Osmanî. Dîn û Osmanî, armanca Wi bûn. Nedît
ku Osmanî ji holê radibin û milletên misilman jî dixwazin ji Osmaniyan biqetin.
Arnawûd, Ereb û yên din... Dema "netew-dewlet"ê -Ulus devlet- bû. Netew-dewletê
bi xwe re pirsgirêkên nû dihanî. Rast e. Lê pêşî nedihat girtinê. Teesûba Wî ya
îslamiyetê wilo bû, heta mirinê bi vî xeyalî ve jiya.
–Seîdê Nûrsî, li ser
"cemaet" û "netewbûn"ê nesekinî. Hertim li ber çavên Wî,
dewletên dînî û împaratoriyên olî hebûn. Netewbûn tiştekî civakî ye, pêvajoyeka
sosyolojiyayê dixwaze. Bi tehrê "cemaet"ê netew çê nabin. Lewra, Bedîuzzeman
li ziddî dîrokê disekinî. Gerek, ev tişt hemû bên minaqeşekirin. Nûbihar,
nizanim bi zanebûn an nezanî nêzî van babetan nebû. Lê ji virha dikare dest pê
bike. Hewcedariyeka giring e.
–Di nav olperestên vê demê,
yên ku herî nêzîkî modernîzmê ye, Bedîuzzeman e. Lewra fikrên Wî dijîn û li ser
tê xeberdanê.
–Bedîuzzeman pir zehmet kişand.
Piştî 1926an heps, sirgûn û zordestî dît. Dibe ku ji ber van bûyeran be, hat
guhastinê. Problemên civakî û netewî dan alîkî, her li ser olperestiyê sekinî.
Min xwest ku, Seîdê Nûrsî
bi nû ve û bi van aliyên xwe ve bibe babeta xeberdanê.
D-Di dîrokê de, li her derê
şerê di nav pêşverû û kevneperestan dom kiriye. Ev kar di nav olan -dîn- de jî
hebû. Qerekterê mihefezekariyê bi hemû dînan ve heye. Her tiştên civakî di nav
pêvajoyeka taybetî de tên guhastin. Hinek ji van, pir dereng tên guhartinê û pêvajo
dirêj dikşîne. Ya herî dereng, guhastinên dînî ne. Guhastin wisa hêdî û dereng
dibin ku, însan difikirin, di emrê wan de dîtinên olî nehatine guhartinê. Lê dîsa
jî pêwîste ku em bi ilmî bifikirin û bêjin, guhastin dibin, lê dûr û dirêj dikşînin.
Qet nebe di gelek xalan de, naverok tê guhastinê. şertên hezar salî berê, ne
wek îro bûn. Lewra dîtinên olî jî mecbûr dibin ku xwe gora dîtinên vî zemanî
biguherin. Xênjî vê, hertim û li her derê di nav olperestan de şerê paş û pêş
hebû. Serhildanên olî pêk hatin. Bi sedhezaran însan hatin kuştin. Alim û zanayên
olperest, bi ser çûyina civatê, fikrên nû gotin û pirtûk nivîsîn. Mezheb, terîqet
û dîtin hatin holê. Tiştên kevn dubarekirin ne dirust e. Lazim e meriv van dîtinên
"paş" û "pêş" jî minaqeşe bike.
Wek em têdigihêjin, li
Tirkiyeyê grûbên cuda cuda kovarên olî derdixin, lêkolînan dikin û pirtûkan
dinivîsin. Di nav gel de, ji bo Nûbiharê tê gotin ku, ew li ser dîtin û şopa
Bedîuzzeman in. Ev tiştekî din e. Lê ev kovara ku şeş salê wê xelas bû, pêwîste
minaqeşeyên wisa jî bike.
Berî sed salan, mela û
feqiyên Kurdan, ronakbîrên wê demê bûn. Helbest, pirtûk nivîsîn. Di medresan de
zimanê Kurdî pêş de birin. Di vê mabêynê de, fikrên civatî û felsefî pêşkêş
kirin.
Min xwest ku çend noqteyan
û babetan bînim bîra ciwanên Nûbiharê.