Ji Licê çend gotinên pêşiyan
METÎN LICÎ
Pişê pişê çav piş-pişê mêvan şevek dudo-sisê
* Kenîna bêaran derdikeve ji kunê dîwaran
* Malê de tune ar e navê jinê dînar
e
* Dew tune fir bike hespê siwar
dibe çir dike
* Komê kulfet e niga hespê kumêt e
* Dînîtiya xelkê hat û bat, ya te
bi şahid û îsbat
* Xelk bû beg em bûn legleg
* Avê aşê bir, tu li şeqşeqoyê
digerî
* Bismillah teze, neyê ser me de
yekî şerpeze
* Xwelî li wî serî ku bîst û heft
serî jê nebe‘hecî
* Rovî têr e tirî tirş e
* Rindara yar kêm nabe ‘arara yar kêm
nabe
* Hate ji newayê bû xwediyê malê
* Se ne, hay ji hev hene
* Dizan dizî, dizan jî ji dizan dizî,
erd û ezman tev lerizî
* Gotina bikeve zarê dikeve bajarê
* Qîza kerê ye jina mêrê çê ye
* Ez ne diz im ne dilerizim
* Xuşk li ber bira ne, bira li
ber çiya ne
* Wan bi a xwe zane, wartan bi a
xwe
* Li ciyek diqarim, li ciyek hêk
dikim
* Xwediyê parsê mînayê qirasê
* Çavê deriya xwelî li seriya
* Axa bi xulam e, xulam li wilam e
* Qaza kor e nabîne, xwe ji govendê
naxîne
* Pisîk nagihê bez, dibên henûn e
* Ber bi min o, hay ji xwe tino
* Bûk li sandoqê, deng li zaboqê
* Nokê bêxwê dixwe, tirê şor
dike
* Didu hewî ne, sê ‘edû ne
* Çûçika bilotanî, bi hewala nizanî,
ji xwe û hevalan re tev anî
* Nanê me germ e, mêvanê me bêşerm
e
* Ard ji malan, rûn ji malan, emê
bikin taştiya palan
* Sibat libat, kebanî li nava malê
maye mat
* Serê xwe bixwe, şerê bixwe
bixwetiyê, kesek tune bike navcîtiyê
* Ji xwe re kor e, ji xelkê re
doxtor e
* Oreorê ferek saq yek gore, derketiye qaydê bê tore