Rûpelek ji rûresiya cîranan
MEMÊ ALAN
Diyar e ku, Komara Tirkiyê li ser ramanên turanîtî, Komara Îranê li ser ramanên persîtî ya kevnare, Komara Iraq û Sûriyê li ser ramanên erebperestiyê hatine damezirandin. Ev çar dugelên parveker yên Kurdistanê di rêvebirî û fermandariyên xwe de çand û hunerê xwe yên netewî bingeh girtinin û bi mandelkirin û tunekirina gelê kurd, hebûn û deshilatiyên xwe dimeşînin. Ji bo rehperestiyên xwe zexm û hêzdar bikin, pişaftina kurdan û yên wekî wan ji xwe re kirinin armanc û mebestek bingehîn. Heger gelê kurd ber xwe bide û hebûna xwe ya gelêrî û netewî biparêze, ev her çar dugel yek dibin, ji bo pelçiqandina kurdan yekser seferber dibin.
Ji van dugelên ku me bi nav kirin, heryekî zimanek pîroz ji xwe re neqandiye. Û ji dervê wî zimanê netewî, tu firsend û mecala jiyanê nadin zimanekî din. Di pêvajoya pişaftina zimanê kurdan de, bi pir caran cezabirîna pere û diravan pêk anînin. Ji bo berlêvkirina her bêjeyek kurdî, ji peyivdaran bi çendekan quriş, lîra, an dînaran ceza birîne. Niha ezê sê nimûneyên ku li Kurdistana Bakur qewimînin pêşkêşê we xwendevanên xoşewîst bikim. Da bila carek din eşkere bibe ku, ev birayên sexte û derewîn çi zilm û kotekiyên sosret û pêkenokî li me qewimandine:
1. Dengizan gundê Sitewra Mêrdînê ye. Gundiyekî ji Dengizan sê satil mastê xwe ji bo firotinê dibe Stewrê. Dema firotinê de, ji ber ku bazariyê bi kurmancî dike, ropelên (polîs) rejîmê dest didin ser satilên wî. Dibe roja din, zilamê Dengizî ji kûraniya sibê ve kera xwe digre û diçe Stewrê.Li hember qeymeqamxanê bi çoyekî girs û sitûr li kera xwe dide. Stewrî li devûdorê wî dicivin û jê “Ji ber çi li vê kera reben dixîş” dipirsin. Lê zilamê Dengizî bersiva wan nade. Qeymeqam dema ji mala xwe tête qeymeqamxanê, dibîne ku Stewrî li hev kom bûne û di navçeya wan de kerek li erdê di nav xwîn û janan de diqerqile. Ji xwediyê kerê, sedema lêdanê dipirse. Gundî, “ez dixwazim ku bila kera min bi tirkî bizirre, lê li min guhdarî nake; dîsa bi zimanê kertî dizirre. Yan wê bi tirkî bizirre, an jî ezê bikujim.” dibêje û lêdana li kerê didomîne. Qeymeqam merama gundî fam dike; dixwaze ku perê mastê wî paş ve bizivirîne. Lê gundî viya napejirîne. “Wê sibeyê dîsa werin min derdest bikin û dest bidin ser mastên min.” dibêje. Qeymeqam, di wateya ku “Ji te ra kurdîaxiftin serbest e” da, “Hînde ji te wê ceza neyê sitandin.” dibêje. Lêhema gundî eviya jî napejirîne û ji dervê hiş dibîne û dibêje: “Ez bi serê xwe, tibtenê dê çawa bipeyivim.” Qeymeqam sitûyê xwe ditewîne û wiha dibêje: “Tu bawer bikî ji pêvetir û zêdetir jî ez nikarim ruhsatê bidim.”
2. Di salên 1940an de, gundiyekî bi navê Mele Ebdillah, li navçeya Amedê, ji ber ku bi kurdî diaxife, ji hêla sîxurên rejîmê ve tête girtin. Û ji bo cezabirînê dibin avahîngehê (belediye). Li avahîngehê jê dipirsin: “Tu bi kurdî peyiviyî an nepeyivîyîş” Mele: “Belê, ez peyivîm.” dibêje. Li ser viya, bêjeyên peyva wî dijmêrin. Dinêrin ku bîst bêje gotiye; ev jî bîst quriş, yanê yek mecîdiyê Osmanî girêdide. Mele, li ser vê rewşê, bi tev dayina bîst qurişî, perê xwe yê din jî ji berîka xwe derdixe û datîne ser maseya serokavahîngeh. Karmendên avahîngehê bi tevayî di nav sosretî û metelan de dimînin. “Gelo te çima wiha kir.” dibêjin. Mele Ebdillah ji wan re: “Ezê hetanî êvarê li bajêr bimînim û ezê zimanê xwe yê zikmakî (kurdî) biaxifim. Ez vî pereyî pêşîn didim ku, da ez karibim bi serbestî bipeyivim.” dibêje û derdikeve, diçe.
3. Dîsa gundiyekî dorhêla Amedê rojekî tête navçeya bajêr. Dixwaze ku ji zarokên xwe ra nanê qolikî bikire. Ji ber sedema ku bi tirkî nizane, îjar nikare ji firnewan (nanpêj) nan bixwaze. şapatek şûn de, ji neçaryê, wêreya xwe kom dike û dibêje: “Kekê nanpêj, ji kerema xwe nanekî bi tirkî bide min.” Firnewan jî: “Ha ji te re nanekî bi zimanê tirkî.” dibêje û nan didiyê.