Mala minê
R.KARAKAYA
Meha Sibatê ji min re berfa sipî û qereqaş e...
Piçûktiya min de, li Mûşê, li Wanê, jiyan Sibatê di
bin berfê de derbas dibû...
Sibat, yek ji meha nexweşiyê ye seba min...
Sibata îsal, jiyana min de ciyekî mezin girt. Hem
ketim pêncî salî û hem jî çarde roj nexweş razam...
Erê, Sibata 28 rojî... Bejna te kin e, lê mehareta
te pir mezin e...
Di qeydê de, ez yekê sibatê hatime dinê... 1 Sibat
1950... Bi vî hesabî, îsal ez ketme pêncî salî de... Min tu car netanî bîra
xwe, yekê Sibatê. Min, ku li neynikê dinêrî, pêncî sal paş ve diçûm... Ka porê min
ê reş... Heya ser û birûyê min dadiket!...
Niha porê min, ji nîvî zêdetir sipî bûye... Roniya çavê
min, mîna berê êdî xweş naberiqe... Wexta di nexweşiya xwe de ku min li xwe nêrî,
ev gotin bêhemd ji devê min derket:
Mala minê...
Sibata 1964an bû... Ez diçûm sinifa pêncan... Li şaxika
Wanê rûdiniştim... Bi hevalan re, me xwe li ser bûzê xij dikir.... Di piyên min
de cizmeyên cizlewêt hebûn... Di nava bûzê de, serê kevirekî ji der ve mabû...
Wexta ez bi hêz li kevir ketim, ser devo çûme erdê. Rûyê min, ji aliyê rastê ve
sê tiliyan qelişî... Xwîna sor bi ser çavê min de herikî... Ez ji xwe çûm...
Hevalan min rakirin, birin dibistanê. Ji wira jî, min birin Ocaxa Tendurustiyê
(Sa€l›k Oca€›). Nayê bîra min... Lê rind dizanim, ew çax li şaxikê doxtor tunebû...
Memûrê Tendurustiyê hebû. Min carekê ku çavê xwe vekir, ez li ser masa emeliyatê
bûm. Nîvê rûyê min, bi pembû hatibû girtin. Çavê min î rastê jî hatibû girêdan...
Rûyê min werimîbû... Çavê min girtî bû...
Ez bêhal ketibûm... Di nava agir de ditevizîm...
Du heval ketne milê min... Di nava berfê de, bi
zehmetî min birin mala me.
Li derî xistin. Dêya min derî vekir... Çawa min ser û
rû pêçayî dît, bêhemd, ev gotin ji devê wê derket:
Mala minê...
Ev gotina weha germ û ji dil, wê rojê kete ser zimanê
min û cih girt...
Wexta ez ji tiştekî xemxar dibim ew çax ev gotin ji
devê min derdikeve...
Ez, di wê nexweşiyê de çardeh roj li mal razam. Êşeke
giran, ketibû serê min... Çardeh roj, ji mekteba xwe dûr mam... Hevalê min, car
caran dihatin ziyareta min... Êvaran dersa me, ji min re digotin... Bi hatina
wan, ez keyfxweş dibûm... Min êşa xwe jibîr dikir...
Birîna rûyê min, piştî heft rojan hêdî hêdî hate
girtin. Lê bi salan ciyê wê li ser rûyê min xuya kir... Min çiqas di neynikê de
ku li xwe dinêrî, ew rûyê min yê birîndar dihate ber çavê min... Ku di navberê
de bîst-sî sal derba bûn, êdî ew birîn jî hêdî hêdî winda bû...
Niha, di bin çavê min ê rastê de, bi kotek şûna wê tê
dîtin...
Birîn naxuye, lê min wê tu car jibîr nekiriye...
Îro, ku min behsa meha Sibatê kir, ew birîna kûr dîsa
kete bîra min...
Di meha Sibatê de bîranîneke min a din jî li Stenbolê
derbas bû...
Di 1970yî de...
Ez diçûme lîsa Sariyerê... Di sinifa dudayan de bûm...
Ew çax, di nava teleban de şerê rast û çepan hebû.
Ez jî di nava xortên îslamciyan de bûm guya. Ewana, xwe ji aliyê rastê
dihesibandin...
Îslamciyan, ew çax rojnameyên Bugün û Ittihad
dixwendin. Bugün Mehmet şevket Eygî derdixist...
M. şevket Eygî, her lehdê, cemaet gazî nimêja sibê
dikir... Guya, wê qomonîzm bihata Tirkiyê... Misliman, gerek her saniye hazir bûna,
ji ber ku mal û namûsa wan, nekeve nava destê qomonîstan... Her nimejek, li
camiyekî dihate kirin...
Hinek caran, li şehrê derdorên Stenbolê nimêj
dikirin... Li Edirne, Tekirda€ê, Bal›kesir û Bursayê...
Ez du-sê caran çûme wan deran jî...
Sibata 1970î de Fîloya şeşem ya Amerîkayê hate
Stenbolê... Li Dolmabahçe lengen avêtin...
Wê askerê Amerîka derketa nava bajêr, bigeriyana...
Xortne çep mîtîng hazir kirin... Ji Beyazidê heya Taksîmê wê bimeşiyana... Wê
Amerîka, Fîloya şeşem û hukûmeta Suleyman Demirel protesto bikirana...
16 Sibat 1970 bû...
Ev roj, nimêja sibê li Mizgefta Beyazidê hate eda
kirin. Piştî nimêjê piste-pist hate guhê cemaetê:
“Dar û sîlehên xwe bigrin, piştî nîvro li Taksîmê
hazir bin...”
Cemaeta bêhiş, bi wan rûyên xwe î şehkirî, çi xistin
destê xwe, pê girtin û li Taksîmê top bûn...
Xortên Çep jî, ji Beyazidê derketin rê... Di Çemberlîtaş,
Sultanahmet, Sîrkecî, Karaköy, Tophane, Dolmabahçe re diçûne Taksîmê...
Hinek
ji cemaeta bêhiş jî, li ber mizgefta Dolmabahçê, li ber Fîloya şeşem nimêja
esrê eda dikirin. Hesabê wan çi bû ku wê li xortên çep bidanaş Çimaş Seba ku
qomonîzm neyê welat...
Xortên çep piştî esrê, ji Gümüşsuyu hilkişiyan Taksîmê...
Cemaeta bêhiş, li Taksîmê seba hucûmê hazir bû... Xortên çep bi hev re gazî
dikirin:
“Bira Fîloya şeşem qehr bibe.” “Bira Amerîka qehr
bibe.”
Ew bi vê seyrê ketin Taksîmê...
Cemaeta bêhişan, xort û mezin, ji wan rûyê xwe qet şerm
nekirin, hucûmî xortên çep kirin.
Di nava wan bêhişan de, ez jî hebûm...
Darek, di destê min de bû... Ji kûderê ketibû destê
min... Belkî jî, li hewşa Mizgefta Beyazidê dane destê min...
Min jî bi bêhişan re got “Ellah, Ellah” û bê rev çûme
ser xortên çep...
Nayê bîra min. Min qet li tu kesî xist an na...
Lê min du derbên baş xwarin...
Li aliyê rûyê min ê rastê de derba darekî zexm hebû...
Eva bêguman yê xortên çep bûn...
Li pişta serê min de jî derba kevirekî hebû... Eva jî,
derba cemaeta bêhişan bû bêguman...
Serê min sê-çar tiliyan qelişî... Xwîn ji serê min
herikî... Min bi zorê xwe ji nava qerebalixê xelas kir...
Çûm, ser kevirekî rûniştim. Serê xwe xiste nava
herdu destên xwe....
Taksîm, li nava hev ket.... Muhendisek mir wê rojê...
Jina xwe û keçika xwe anîbûne gerê...
Di rojnameyan de resmê wî derket... Bi derba cemaeta
bêhişan canê xwe winda kiribû...
Ez, ew şev, ser û rû di nava pembû û gusika de çûme
mal...
Dîsa hefteyekî ji mektebê paş ve mam... Li mal
razam... Dîsa dêya min li halê min nêrî, ji dil, ji min re got:
Mala minê...
Ev mesela han, di jiyana min de lekeyek pir mezin
e... Bûme pêncî salî, hêja jî wê eybê jibîr nakim...
Fîloya şeşem li kûderê, ez li kûderê, mislimanî li kûderê!..
Ciyê min yê rastê di nava xortên çep de bû...
Ez çima ketibûm nava çemaeta bêhişan... “Ma wezîfa
mislimanan bû, mudafea Fîloya şeşem!”
Ez, van rêzan dinivîsim, ku ew gunehê min î mezin bê
efûkirin...
Di pêncî salî de, ji kûderê hatim kûderê...
Li pişt xwe dinêrim, piyê xwe qewîtir tavêjim pêşiya
xwe...
Lê dîsa jî gotina diya min li ser lêvên min e.
Mala minê...