Di ber stranên seferberiyê re mezin bûm I*

KİRKOR CEYHAN

Ji tirkî: ABBAS ALKAN

Baş tê bîra min, baran bê rawestan dibariya. Me mala xwe ya li taxa Serê Sûkê nû bar kiribû Taxa Xerîb. Û min zû bêriya hevalên xwe î kevn kir. Rewşa ku ez tê de bûm, encax yên wek min ku pênc-şeş salî ji taxa xwe cuda bûbûn karibin fêhm bikin.

Hevalên min, Garo, Ohanesê Gurî, Masîs û Mihîtar li taxa Serê Sûkê mabûn. Me bê bêhnvedan bi hev re lîstik dileystin. Birçîbûn di aqilê me re jî derbas nedibû. Piştî lîstikên bi saetan em dibûn mîna gurên birçî. Me ji diyên xwe bi dizî yan nanê di teştê de, yan jî parçek ji nanê, di bend de daliqandî û hişkbûyî ku cih-cih kevnikî bû bi dest dixist û em dipengizîn derve.

Sergo jî li wê taxê ma. Çi xweş bûn çi rehet bûn sergoyên berê. Wê demê li navçeya me avdestxane pir tune bûn. Zilamên malê î mezin sibehan zû radibûn û dadiketin kêleka Çemê Sor (Kizilirmak) xwe tahir dikirin. Taximê kiras kin û qîz û jinan jî yan lazimiyên xwe li malê di êxwir de dikirin, yan jî êvarê li reşayê bi bêrê davêtin ser sergo, yan jî tev li zibilê dewaran dikirin û havînê dikirin sergîn.

Zarokên wek me mayî jî li ser sergoyên li ber derî doxînên xwe vedikirin. Mînak ez bê xem rûdiniştim. Kîjan kevir û darik bi destê min biketa min pê xwe paqij dikir. Bi hatina havînê re ku bi înat germê zorî didayê, ji bêhna sergoyan derbas nedibû. Hela bi dû qutbûna baranê û wekhevbûna şev û rojan re ku wextê çêkirina sergînan dihat, ji bêhnan qirika rûniştvanên taxê dişewitî û çavên wan bihêsir dibûn.

Pîrekên ku çavên wan girêdayî, bi lingan deraxa sergînan diperçiqandin bêzar dibûn, çavên wan dibûn wek tasên xwînê, ji dest şelêqê û êşê bi hefteyan venidibûn, ku carina veba jî bi zêdeyî di çav de dima.

Gelekî şukur ji Xwedê re, li taxa me î nû ji xwestina me pirtir sergo hebûn. Li ser wan rûniştin ji min re vajî dihatin. Digriyam: “Ez sergoyê me dixwazim.” Ku min xwe wiha dikir, dêya min a bêçare bi destê min digirt û timî ez dibirim ser sergoyê taxa me ya kevin ku bi du sed-sê sed metroyî bi wê de bû. Gerelawêje ya min î li taxa Xetîp ewqasî pir nedomand. Gava ku dibînim li ser sergoyê me î nû hinek rûdinin, ez jî êdî hewce nabînim ku bi sed metroyan dûr herim û li ba wan rûdinim. Li devera ku em lê rûdiniştin, bi hevaltî me destên xwe dirêjî destên hev dikirin.

Eynî bûn sergoyê Mazîng, Omar û Dalikiyan piçekî din li wîyalî û cihê bû. Jixwe nedihiştin ku em li ser sergoyê wan mîz jî bikin. Heçî Xelîl Îbrahîm û Seneker bûn ez pir biyanî nedidîtim. Diyar bû ku, çûn û hatina û lez û beza min û dêya min tesîr li wan kiriye. Piştî demekê me hersêyan bi hev re dest bi rûniştinê kir.

Li jora Camiya Sûkê, ew avdestxana ku ji aliyê belediyê ve bi texa li ser cihokê hatibû çêkirin, bi zêdeyî karên van salên dawî ye. Bi salan ev lazimî pêwîst bû li navçeya me, lê tu kesî tiştekî wilo nefikirîbû. Encax di dawiya salên 1930î de ev holek hate çêkirin. Ji bona ku porê Xelîl Îbrahîm zer û çavên wî şîn bûn, pîra Nûrcîhan ji dêya min re dibêje: “Biner bine Horik Xatûn, beranê min çiqasî dişibe Xazî.”(M. Kemal) Pesnê çavên lawê xwe î bi êş û tijî xwîn dida. Me sibehê û êvarê behsa Xazî dikir, gotinên bêyî Xazî nedibûn. Yan ku bi rastî çavên beran wek yên Xazî bin ev pir ne ecêb in. Lê ji tirsan re min ev yek ji dêya xwe re nedigot. Min zanîbû ku ez tiştekî weha bêjim, wê dêya min wek ku ji nava êgir veciniqe wê bi bervajiya destê xwe dev û pozê min bike weke tasa xwînê. “Xwedê mirov bisitirîne”. Bi lêdanê re li wê deqê wê diranên min teva bişkîne.

Li deverên xewle qurîncek didan min û xwişkên min. Çawa tirs dida me ez nikarim bêjim, wê digot:

“Tu zarokekî weha yî, ku tu bi hêsanî dipeyvî. Eman ha li ber deverna tu bixwî yan vexwî, tu lewçetiyan (gotinên beredayî) nekî. Pişt re wê te û bavê te bavêjin qereqolê û lêxe bavê min lêxe. Wê we bi lêdanê birizînin...”

Du roj derbas nedibûn, dîsa eynî tembîh li ser hevûdu nû dikir:

“Eman ha eman tu zanî! Li derina tu tiştan nebêjî!”

Bêzar û çav tirsyayî bûm. Hingê min di wê piçûkîtiya xwe de, li hember dêya xwe serî hilda. Lêbelê ez ditirsiyam ku serhildana min bê peyivandin û kolan, ez ji aliyekî digiriyam û ji aliyekî de jî min dipirsî:

“Mayrîg! (dayê) ma ez dê çi bibêjim û bikim ku wê min û bavê min di girtîgehê de birizînin...?”

Wexta ku dêya min behsa serpêhatiyên xwe yên qîzantiyê yên jibîrnebûyî yên wan salên seferberiyê ku çûne û çarek din venegerin dikir, dixebitî ku me ji talûkeyên pêşerojê biparêze. Belê wê pîvan ji destên xwe berdida. Pirê caran bi saya wan xeyalên xwe î fireh ev tirs mezin dikir, belkî jî nedifikirî ku nexweşî jê çêbibe.

Êdî ez nema hevalên xwe î kevin weke berê zêde dibînim. Hevaltiya min bi Qoç û Seneker re bi pêş ket. Wê çaxê ez têgihîştim ku weha nadome. Cudabûna ji Garo, Masîs, Ohanes û Mîtar gelekî ez êşandibûm. Niha jî min û Qoç me dest bi lîstika togê kiribû. Gava ku vedigeriyam malê û min gazin dikirin, dêya min digot: “Mereqan neke lawê min, tê bigihî girelawêjeya wan. Çênabe carina here taxa din cem hevalên xwe, wan bibîne.” Ev çiqasî bi tesellî bin jî, na guh nede tu kêfa min î berê nemabû. Em di dawiya meha Tebaxê de hatibûn vê taxê, di ser re dem borîbûn. Belê mala me ya kevn ku ez tê de çêbûbûm û mezin bûbûm, ji bîra min nediçû. Gelek caran dihate xewna min, gava ku ez şiyar dibûm dilê min tijî kul û kovan dibû. Min bi gotinan serê dêya xwe dixwar ku me ji bona çi mala xwe ya berê terikand. Min digot ew mala me bû, ma bavê min timî nedigot: “Ev xanî ê Cîhanyan Manûk e.” Baş e, me çima terka wî kir? Pişt re dêya min hew xwe girt û got:

“Lawê min, me ne ji kêfa xwe re dest ji mala xwe berda. Em bi qanûnên hikûmetê jê derketin, malê mîrate bûye (Emval-i makrut imiş). Ji ber vê yekê, midûrê maliyê mazata li hevûdû zêdenirin derxiste mazatê û firot.”

Ji wan gotinan min tu tişt fêhm nekiribû. Lê hema “Emval-i Makrut” di bîra min de hatibû kolan. Bi hevalan re di lîstikên evînê de, carina li cih û carina ne li cih min bi dengekî bilind digot: “Bi Emval-i Makrut min dîsa lîstika evînê qezenc kir.” Ev gotina ku min mana wê nizanîbû di hiş û bala min de hatibû neqişandin. Vê gotinê bi tenê hevalên min dikenandin û diborî.

––––––

* Nivîskar Kîrkor Ceyhan nivîskarek ji nivîskarên gelê ermenî yê bijarte ye. Ji ermeniyên Sêwasê ye. Ev pirtûka wî ya ku bi navê Seferberik Türküleriyle Büyüdüm  li ser 24 beşan, wek 24 çirokan di sala 1996an de di nava Weşanên Arasê de hatiye çapkirin. Ev çîrok jî yek ji wan e.


Di ber stranên seferberiyê de mezin bûm -II-

KİRKOR CEYHAN

Ji tirkî: ABBAS ALKAN

Ez di nava lîstik û kederên xwe yên zaroktiyê de, diperpitîm û roj çiqas zû derbas dibûn. Te digot qey wê salê ezman tije bûye, baran qet nedisekinî. Herrî davêje kaba vanên bêşekal. Wexta bêyî êzingê şewitandinê; xwarin, ard û qûtê zivistanê yê peydanebûyî û fikrên kûr û bêumîdiyê bûn destpêka wê demsalê, derdê min yê yekem lîstik û hevalên min bûn. Ha! Derdekî min î din jî hebû. Ji biharê de kelekên ku bavê min ji min re kirîbûn, tev de di lîstikan de ji hevûdu ketin, parçe parçe bûbûn. Navçe bûbû zeviya herriyê. Ji bona meşê, li kevirekî bigere, da ku tu pêlê bikî û qevz bi qevz hilpekî ku tu bigihî wî alî. Ji bo ku ji herriyê piçekî xelas bibe, ne nava sûkê, û ne jî kuçeyên me hatibûn çêkirin. Tu dibê qey zeviya herrî û çamûrê ye cihê ku em lê dimeşin.

Wa salan Komara Tirkiyê, ji her hemwelatiyê xwe yên hijdeh salî şeş lîre bêşa rê distand. Lê ev dirav ne li rêya navçeyê, di rêya navbera bajaran de dihate xerckirin. Em zarok ji van fen û fûtan bêxeber, di çamûra ku davêt çokê de digevizîn, carcaran jî me bi hevûdu re gengeşî dikir. Qeweta kê bigihîşta kê nedigot: “Ev jî evdê Xwedê ye.” Hevûdu dixistin nava herriyê. Xwezî ew kar li wir xelas bûba, lê ji kû? Bi girî û jan te xwe bi zorê li mal didît. Yek jî, ku dêya te, te bibîne, wey li halê te! Cin bi serê te de bimîzin, kincên ser te, li devê derî ji te dike, te diqulpîne vî alî û wî alî, wek qumaşekî menstûr li te dixe û hêstirên te tevlî lîka te dibe. Bi du vê kotek û herriyê, tê piçekî nerm bibî û li ser mitêla li erdê çend saetan bi veciniqîn razî. Piştî re tu dibêjî qey tiştek nebûye, bi rewşeke piçekî bi sûc be jî, li cihê ku te dest jê berdabû, dîsa dixwest dom bikî, dêya te dibêje: “ Tu vê lêxistinê ji bîr nakî înşaellah.” Wê gavê, gefê mîna guharekî bi guhê te ve didaliqîne. Di vî temenî de tuyê çawa fêm bikî. Fêmkirin ne mumkun e!

Barîna barana destpêkê bê rawestan didomî. Wê wexta ku kêfa zarokan bi tevayî diçû mezinên taxê, Arifê Gurî digot: Oxx, oxx! maşallah, subhanellah rojan baş dest pê kir, rehm baş dibare, wê îsal cot zû derkeve û destên xwe li riha xwe dida. Apê Artîn sê tiliyên destê xwe î rastê tanîn ber hev û li hewa xêzeke mezin û girover çêdikir û tilî dibirin ser eniya xwe û bi zimanê ermenîtî dua dikir: “Park dîroçi, park dîroçi!”[1][1] Lê çi feyde ye ku ez, ne ji kêfa ku ew tê de ne fêm dikim û ne jî min karibû bi kêf bibûma. Li navçeya me, ji bona ku çandinî bi baranê ve girêdayî ye, her dilopeke baranê ku ji ezmanan dibarî, tuyê bibêjî qey bi barana Xwedê re zêr bariyane. Tavên xweşikbûnê bên avêtin, şert û merc jî xerab neçin. Sala ku bê, wê piranî be û wê bi ken û kêf be rûyên xizan û belengazan. Mesele ev e. Ev jî ne xirab e, baş e bila bibare, da em bibînin.

Bi vê tenê jî nema. Wan rojan mesela dibistanê jî derket. Herkes wê zarokên xwe bişînin dibistanê. Te dibînî, tiştên ku tên serê zarokatiya min! Bavê min di zivistanê de berê digot: “Xwedê destûr bide, ez dê lawê xwe bişînim dibistanê bila bixwîne, da ku bibe mirovekî mezin. Û bi serê min şa dibû. Lê qet nedihate bîra min ku wê ew roj weha zû bên. Rojên ku ez dê bi wan bibûma mirovekî mezin, ji nişka ve, bi baran û çamûrê re hatin.

Nûçeyek belav bû li kuçeya me:

– Bavê Qoç û Seneker, ew li dibistanê nivîsandine.

– Na lo, rast e?

– Wellehî û billehî jî. Tu bawer nakî here bipirse, lawê min!

– Diyar e, diyar e, meşa xwe guhertine durziyan. Çenteyên mîna baholan di destên wan de. Wilo bêdeb û bêtoreyî li ser serên xwe didin vî alî û wî alî. Ji hatina wan diyar e, li bin guhên hev dixin û tên. Hey gidî du deyyûzno hey...

Ji qasê ku ev mesela dibistanê derketiye, kêfa min tev de çûye. Ez naxwazim tu kes carekê behsa dibistanê bike. Tifû, bela Xwedê lê keve. Ev jî ji kû derket, çi zû hat û tevê zarokên taxê, yên misliman û ermenî dîtin. Me çi xweşik hetanî êvarê bi hevalê xwe re dilîst û pev diçûn.

Vê carê min bi zarokên Dalikiyan re, li cem Çemê Jorî[2][2] dest bi lîstikê kir. Min qet û qet nedixwest ku li devê deriyê me bilîzim û çav bi hatina Qoç û Senekar ya ji dibistanê bikevim. Ez û çend zarokên Dalikiyan em mirovên hev bûn. Çendek jî ji min mestir bûn. Havînê hinek ji wan diçûn ber garanê, hinekan jê jî li ba Hemîdê şivan ku li zozanan pez diçêrand, boçikvantî dikirin. Çaxa ku havîn xelas dibû û dema keriyan û ketina hundir dihat, bi piranî min rojên vegerê bi hesabên tiliyan dijimartin.

Sibehekê min dê bibihîsta ku Mehmed Axa ji Çiyayê Koseyê [3][3] (Köse Da€›) hatiye, yan jî Umer Axa êdî garan berdaye. Bi lez û bi bez ez diçûm mala wan. Û min behsa evîna xwe dikir. Xarên ku min di lîstikê de biribûn, di kîsik de pêşkêşî wan dikirin. Wan jî dipirsî:

–Wexta ku em ne li taxê bûn, kê bi kê re pevçûye? Kê ji taxa din qîza kê revand?

 Min jî ji wan re behsa tevan dikir! Kîjan zava, şeva ewilî piştî ewqas ked û cehd ji girêdanê xelas nebûye. Dû re jî li gora gotinên ku hatine bihîstin, ji berê de dilê pismam di dotmamê de heye. Tu nabêjî, wê gavê kêreke Siwasê di dest de tam negirtî ye! Helbet hetanî ku ew kêr ji nû de venebe, ma zava ji girêdanê xelas dibe? Ku ew kar jê bê, dê nas û dostên xwe ji wan derd û kederan xelas bike. Û ji berê de li awirên çavê keçika bêzar û xemgîn dinêre. Li benda wê ye ku vê duayê jê bibihîze, bibêje:

– Ox! gelekî şukur ji te re Xwedawo! Te ez jî kirim civata jinên bi ar û namûs, bereket di umrê te de be!

Min evana li ser lingan ji Omerê Axayê Dalikî, yan jî ji Mehmed Axa re digot. Dû re dêya zavê û xwişka bûkê, bêrawestan zava di binê ava sar de derbas dikirin, dîsa çênedibû. Li ba şeytanê bi tepik[4][4], şeytanê şeytanan, Mele Behcetê kor jê re ezîme vedikirin, ku li avê dinêrin. Bi herdu destan riha xwe ya weke text[5][5] şahîk dikir û ji bona ku baş bide bawerkirin tibabekî çavên xwe digirt, malbata zavê û bûkê di nava saw û mereqan de diman. Gelo wê çi ji devê Mele derkeve. Digot: “ Bi navê Yezdanê bi tenê û bi heqê wî dibêjim ku, ez kêreka devgirtî dibînim. Hetanî ku ew kêr neyê dîtin û venebe, ne lawik bi qewet dibe û ne jî keçik ji nava tengahiyên ku ketiyê dikare derkeve” û fetwa xwe dida. Di wê navê re hinekan bi bivran, hinekan bi bêran, hinekan bi qerasan û hinekan jî bi destxistina singan, ser û binên şimêkan, ne ji kulên dîwaran, ne sefikên li ser xaniyan, ne jî kêleka sergoyan bê kolan berdidan. Lê bêçare û beyhûde bû, kêr nedihate dîtin. Ji bo ku nedihat dîtin jî, zava ji bêzartiyê xelas nedibû. Xwediyên bûkê digotin:

–Heywan lawê heywanan, madem ku rewşa lawê te ev bû, çima hûnê xwarin û dawetan çêbikin? Û me jî bixin ser zimanan. Hindik mabû ku we lawê xwe yê bêqamiş bikuşta û me jî qîza xwe ya mîna qulingekî xwîna wê birijanda.

Piştî ku qîza xwe biribûn, tu nabêjî canê keçikê gelekî şewitiye. Hefteyek derbas nebû, bi ezebên ku li bal wan dixebitî re, ji malê reviya û şopa wan li aliyê Koyulhîsarê hate dîtin. Xebera ducanîbûna keçikê jî hatiye... Min bêbêhnvedan behs dikir.

Kêfa wan ewqasî bi gotinên min re dihat ku, bi rûyê xwe yê ku di seranserê havînê de li ber germa rojê qemirî, sor û gevez bûbû dikeniyan. Ew pir saf û paqij bûn. Bi saetan li gotinên min guhdarî dikirin. Ne li rastiyê, ne jî li nerastiyê îtîraz nedikirin. Tiştekî ku ji min re bigotana, zêde tunebû. Wan warê xwe yê kevin, yê zozanên Çiyayê Kose (Köseda€›) kuç bi kuç nas dikirin. La Axmaşat, Mella Hesen, li Warên Çîlahannesî[6][6], çawa berxik vegerandine, çawa hetanî nîvro, mij û dûman ji ser serê zozanan nediçû. Bi hezaran mîhên ku dibûn kerî, çawa kûçikên Qangal li dora kerî hêl vedidan û di nava çar mehan de ji guran parastine, bi rojan, bê pesindan û bê nepixandin behs dikirin. Çimkî dibêjin, gur ji rojên bi mij hez dikin.

Di lingên wan de çaroxên ji çerm, li çîqên wan ji paçikên Edenê pîne hebûn. Ji kincên wan yên qetiyayî re her gav laşên wan dixuya. Malên wan yên di newalê de, her yekî weke quleke şikeftan, di gir de hatibûn kolan û bi sedsalan nivîneke razanê çi ye pê nizanîbûn. A herî zêde, bi êvarê re diketin hundirê telîsekî û li qorziyekê xwe diveşartin. Wexta ku çileyê reş zor didayê, çaroxên wan ê di lingan de zû parçe dibûn, dûv re jî bi lingên xwasî diqedandin. Di wî çileyê reş de li ser berfê  û qeşayê bêçakêt û bêşekal digeriyan, lingên wan reş û şîn dibûn. Lêbelê nedicemidîn. fiewb û bapêş çiye? Çawa çêdibe nizanîbûn. Wê çendek birxulê safî bavêtana nav avê, û xwarina ku dibû savar, rijî didan ber kevçiyan. Bi sedsalan ji berê de, di nav malên xelkê de xizmeta bi nanûziko xebitîbûn. Ji bavan, ji lawan re zeviyek bi qasî berdilkekî jî nemabû. Di wê mişextkirina ermeniyan ya mezin de, ji talankirinê, çend heb firaxên xwarinê pê ve tiştek nefilitîbû. Ne dest danîbûn ser malekê, ne jî ser bostanekî. Ew birçî û xizan bûn, lêbelê bi navê “axa” bang li hevûdu dikirin. Bavê wan li lawên xwe bi navê “Mehmed Ata”, “Omer Axa” bang dikir. Nebe ku dêya wan bi tenê Mehmed, yan jî Omer bibêje. Bela xwe lê dida. Tu çima nabêjî “axa”, qey wê devê te xwar bebe. Bi ser de hil dibûn,  ku bi axa xîtab nedikirin.

Ewan ji bav û kalan heta neviyan, jiyan bi şivantî derbas kirine, rûyê medresê û dibistanê çiye nedîtine. Tu carî jî xemeke wan î wilo jî çênebûye. Niha ji bona ku ez naçim dibistanê ez ne dikarim ji yên ku diçin dibistanê hez bikim û ne jî ez dixwazim li rûyê wan binêrim. Ku li devê deriyê Qoç û Senekar bisekinim, wê paye bi paye bên li dibistanê çi û çi kirine wê bibêjin, kî pê zane bê wê çawa min bidin perçiqandin. Ez çiqasî ji wan re behsa lîstika xwe ya evînê û xwarinên xwe bikim jî, dîsa ji wan re evana tiştên vala bûn. Piçekî behsa marşekî û mamosteyekî bikirana, hema wê gavê ji binî de wan ez dixistim şûna cahîlan. Nêrînan wan, çi zû xerab bûbû. Di lîstikan de bazdana min ya bi huner, wenda bûbû. Ez qet nema dihatim hesibandin; wê rewşê zora min dibir, di hundirê xwe de jî ez ji dibistanê û xwendinê re dibûm dijmin. Ji ber vê yekê ez ji wan dûr dibûm û hin bêtir nêzîkî zarokên Dalikyan dibûm.

Dêya min li vê çûyinê nêrî, û rojekê got:

– Lawê min, em dê ji serşivan xalê Hemîd re bêjin bila te jî wek zarokên Dalikyan bi boçikvanî bigire, ji xwe daxwaza dirav û miravan jî nake, temamên heremê zozanê navçeya me ku tu ji ber dizanî, here jê wê û wê de tiştekî din tune.

Tu rast dibêjî Meyrig. Bi wê re, min xwe avêt stûyê dêya xwe, maçîkirina min û wê hejabû ku meriv bibîne. Kêfa min dihat, lê ne ku di dilê min re derbas nedibû: “ Gelo dêya min rast dibêje. Baş e ku ev pêşniyara dêya min ji dil be, gelo wê bavê min vê rewşê çawa bibîne?”

Ez ketibûm xema ber wê xemê, lê dîsa jî bi kêf û coş dibûm.

Bijî meyrig, tu her bijî ku temenê te dirêj be. Li ba birayê Arşak çaroxeke ji wanên Arnawutan yên bi taqe bida dirûtin, min piziya xwe hilkişanda, tûrikê piçûk biavêta milê xwe, çend serî pîvaz û du heb jî nan di hundirê wî de bi cih kiriba û darekî berû jî bi destê min biketa, wê çaxê werin binêrin çi dibin. Ez dê biqîrim.

Tev nelivin çiyano, serşivan tê. Yek jî, ez dê xilçekî sertûj bi kêleka xwe vekim, li çiyan û zinaran ez ne li pîvok gangilok û bangizîrkan bîhnê digrim, ne jî ez koka gongilokekê bê kolan berdidim. Çiyayên Koseyê, kendal cî û qelaç e, hebe ku rê bi Besta bi Pirç bikeve[7][7], yan jî bi daristana Çiyayên Avşarê[8][8] bikeve, dest davêjim her şaxên guhîj, belalûk, şîlan û dimgayekê bê berhevkirin bernadim. Hela Mayrîg hirmiyên li çiyê yên çortik çiqas xweş dibin...

–––––––

 



[1][1]- Yanê, hemd ji Xwedê re.

[2][2]- Çemê jor: Li bajarê Zara, çihokek e, ku bi ava lehiyê hatiye vekirin.

[3][3]- Çiyayê Koseyê, li bakurê rojhilatê Zara ye, ber bi hêla bajarê avê de, bi fira çivîk, bi qasî 15 km. ye. Ji deryayê bi 2800 m. bilindtir e. Li vî çiyayî, şerê navdar yê Selçûkiyên Enedolê û Moxolan di sala 1243an de hatiye kirin.

[4][4]- Teke, gundek e, bi navê fiêx Merzûban tê zanîn, bi çar kîlometre li rojhilatê Zara ye.

[5][5]- Riha textîn, riha ku mîna text, çar qorzî hatibe jêkirin.

[6][6]- Taxa Axmaşat, Mele Hesen, Warê Çilohannes: Li serê Çiyayê Kose zozan in. Keriyên herêmê, di serê meha Hezîranê de dibirin zozanan, hetanî nîvê meha Tebaxê jî li wir dihiştin, gotina “çil” ku bi zimanê ermenîtiyê mera ye, bi Ohannes ve qemitiye û bûye Çîlohannes, di nava ermeniyên Zarayê de malbateka nas e.

[7][7]- Çiyayê Bi Pirç: Li başûrê Çiyayê Kose çiyayek bi daristan e.

[8][8]- Çiyayê Avşarê: Bi qonaxa 18 km. li bakurê rojhilatê Zara ye, li bakurê rêya fierefiyê dimîne. Herêmek bi çiya û daristan e.