Dad û Bêdadbûna Gelê Kurd
FERÎD ÎZOL
Pêvajoya ku gelê kurd têde ye gelekî giring e. Belê
baş çêkirina hesabê her gava ku tê avêtin pêwist e. Em ji xelkê dadê dipên û
dixwazin. Lêbelê, di nav gelê kurd de çiqas dad heye û çiqas bikar têş Mirov tiştekî
ji rewşa gelê kurd fahm nake. Em dikarin vêya bibêjin ku di nav gelê kurd de
dad tune ye. Bêdadbûna vî gelî, ji hevûdin re bêbextîkirin ji gelbûnê re bûye
asteng. Bi gelemperî gelê kurd dost û dijminên xwe ji hev nas nake. Îro êdî li
cîhanê navê gelê kurd tê gotin. Eger em di nav gelê kurd de dubendiyan û nezanînê,
cehaletê ranekin, serkeftina me gelekî zor û zehmetiyan jî bi xwe re tîne.
Bêgûman pêwist e ku di her karî de mirov qedr û qîmeta keda xwe bizani be. Ji çavkaniya derd û
kulan mirov nizane çi binivîsîne. Pirsgirêkên gelê me jî gelek in. Ji bo vê yekê
jî armanca me jî aramkirin e. Hêviya me jî em rêya gelê xwe ronî bikin. Heta ku
gelê me di nav xwe de hîmê dadê ava neke û bi dadvaniyê ji hev û din re hurmeta
wan tune be û ji gelê tirk, ji gelê ereb, ji gelê fars xwestina dadê jî şaşiyeke
herî mezin e. Dema pêşiyê pêwist e ku gelê kurd rind bi biponije û hêviya tu
kesan nemîne. Li hêviya xelkêmayîn jî gelê kurd nagehîne derekê.
Bêdadbûna gelê me jî ji kûrahiya dîrokê tê û gelê
kurd dîroka xwe bi xwe nenivîsiye. Dîroka me ya tarî hêdî hêdî ber bi ronahiyê
ve diçe. Bêgûman her gel bi zimanê xwe, bi çanda xwe, bi axa xwe ya azad û
serbixwe dije. Belê, gelê me jî xulam û bindest dijî. Di rojeva gelê me de jî
bi giranî tiştên piçûk cih digre. Îro jiyana bindest, di her warî de, gelê me
di paş de hiştiye. Çareserkirina van pirsgirêkana jî wezîfa rewşenbîrên kurd e.
Di destpêkê de pir tiştên me tevî hev in. Rewşenbîrên
me, seydayên me, mamosteyên me û hwd... Di hemû waran de her gelî ev pêvajoyên
giring derbas kirine. Lewra gelê me jî di vê pêvajoya giring de pêwist e ku
pirsgirêkên xwe bizanibe. Di demên bihurî de jî û êdî ew jî ji dîrokê re dibin
mal û ew jî wezîfeya dîroknasan e. Erê, heta kengî bêdadî wê di nav gelê me de
bikar wereş Li welatê me jîr û zana kêm bûn. Dewlemendên me welat terîkandin û
berê xwe dan xerîbiyê, evîna welat li kû mabûş Îro dilên me glelekî xemgîn e.
Li warê bav û kalan em jî bêdad ma bûn.
Xwedê Teala di Qur’ana pîroz de bala mirovan digşîne
ser dadê. Fermana Xwedayê herî mezin wisa ye: Yezdan mînaka du mirovan dide;
yek ji wan mirovan lal e. Qe tu tiştî nikare bike, ji bona xwediyê xwe bûye
bar. Xwediyê wî, berê wî dide çi ti qezenc jê nayê ti carî. Mirovê di rêya rast de diçe, fermana bi dadvanî dike
dibe yekş (Sûreya Nehl, Ayet:76) Belê, Xwedayê herî mezin vê fermana xwe, di
Qur’ana pîroz de bala mislimana digşîne ser dadê û dadvaniyê. Gelê kurd jî,
misliman e. Bêgûman Xweda Teala fermana xwe eşkere kiriye û em jî di jiyana xwe
de dada Xwedê Teala ava bikin, dibe ku ev dadvaniya ji gelê kurd re bibe rêya
azadiyê û rizgariyê.
Îro di jiyana gelê kurd de bêdadbûn tê holê û ev jiyana wisa tê meşandin. Pirsgirêkên gelê me jî me gelekî xemgîn dike. Astengên ku li pêş gelê me jî bi bîr û bawerî mirov dikare çareser bike. Di warê dadvaniyê de li cîhanê ciyê me li kûderê yeş Dema ku di nav gelê kurd de dad û dadvanî tune be, em dikarin jî kê dad û dadvaniyê bixwazinş
Ji bêdadbûna gelê kurd re mirov dikare gelekî mînakan
jî bide. Bindestiya welatê me, xulambûna gelê me jî pir tiştan derdixe rojeva
me û xulambûna me, bindestiya welatê me jî gelek tiştan bi me dide hînkirin.
Belê dubendiyên eşîrên me jî gelek giring e. Endamên eşîran jî li gelê xwe zilm
û zorê dikin. Belê, mînak hîna gelek in. Bêdadbûn hîna berdewam e û heta ku
mirovên dadvan dernekevin holê û vî karî nedin ser milên xwe û vê jiyana bêdad ji holê ranekin û li ciyê bêdadiyê heta ku dadvanî neye avakirin ti tişt çareser
nabe û ji bona vê yekê jî dem devê.
Têgeyên dadvaniyê bi xwe ava nabin. Di her demê de bêdadbûn
hebûye. Lewra di nav gelê kurd bêdadbûn ji nezanînê ye. Başnebûna rewşa aboriyê
tê rojeva me. Belê, zûhakirina hîmê xulambûnê jî armanca me ye.
Çavdêriyê me pêwist e ku kurtirîn û ferehtirîn be.
Li ser pirsgirêkan em rawestin û di nav gelê xwe de jiyana bi dad em ava bikin.
Rewşa gelê kurd di pêşerojê de jî bê gûman wê ber bi xweşî û rindiyê here. Ji
bo vê yekê em gelekî hêvîdar in. Hêviya me hîna xurtirîn û geştirîn e. Belê, rêya
dadê zor nîn e. Heke di nav gelê kurd de dad û dadvanî bê avakirin û ev
dadvaniya di pêşerojê de ewê ji zarokên me re bibe rêyeke rast. Ew zarokên gelê
kurd jî di nav gelê kurd de ji rêya dadvaniyhê re dikarin alîkariyê jî bikin.
Belê, civata bêdad ji xelkê dadê dixwaze. Divê em gelê xwe jîr û zana bikin. Em
dubendiyan ji nav gelê xwe rakin. Di jiyana gelê xwe de rêzkariyek mezin em
bikar bînin. Îro em ji gelek tiştan re muhtac in, ev jî rastiyek e. Di jiyana bêdad
de mirov bi ser nakeve. Lewra heta ku gelê me di nav xwe de jiyaneke bi dad awa
neke û ji dadvaniyê bireve û jiyana bêdad hez bike, em nikarin bibêjin ku li
welatê me dad û dadvanî heye.
Belê , di nav her gelî dibe ku bêdadî hebe û heye jî.
Em li cîhanê dema ku dinêrin bi rastî jî kêmasiyên
gelê kurd gelek in. Ji ber van kêmasiyana jî mirov zahf xemgîn dibe. Ev gela ji
bindestiyê, ji darê zorê jî pir tiştên xwe wenda kiriye. Îro dubendiyên ku di
nav gelê kurd de jî em baş dizanin ku sazûmanên welatê me dagir kirine û li gorî
bîrdoziya xwe gelê me xapandine. Bîrdoziya wanî fermî gelê me perîşan kiriye.
Belê, xema xelkê nîn e. Êdî pêngava ku îro li welatê
me hatiye avêtin pêşerojê li me ronî dike. Dad û dadvanî ewê di nav gelê me de
di demeke nêzîk de bête avakirin. Êdî em rêya dada kasekî napên. Bêgûman gelê
me dema ku zana be, rewşa xwe ya aborî baş û xweş bike û wê demê neyarên welatê
me, wê xemgîn bibin.
Di nav gelê me de ji bo avakirina hîmên dad û
dadvaniyê em dizanin ku fedakarî pêwîst e. Di her warî de jî dibe ku kêmasiyên
gelê me hebin. Bêlê ev rastiyek e. Asteng jî hene. Hîna ku dem heye êdî gelê me
şiyar bûye. Em dawiya dubendiyên nav xwe bînin, hîmên bêdadiyê hişk bikin, dad û
dadvaniyê ji gelê xwe re armanc bigrin payîna me ew e ku em rêya gelê xwe ronî
bikin. Fen û fûtên neyaran em di dilên wan de bihêlin, êdî em jiyaneke bi dadî
ji bo xwe amade bikin. Tengasiyên li pêş xwe bi xêra zanînê em dikarin ji holê
rakin. Li nasnameya xwe em xwedî derkevin. Belê, hêviya me hîna xurtirîn dibe.
Zanebûna gelê me, zanebûna me hemûyan e. Êdî pîvanên nûjen li holê ne. Çê û xerab baş tê zanîn. Dad û dadvanî
armanca me ye. Pîvana me jî ew e ku em di nav gelê xwe de dad û dadvaniyê ava
bikin. Hemd û sipasî ji Xwedayê herî mezin re, dad û dadvanî rêya me ye.