Edebiyat û Eserên Edebî

Hemzê Muksê

Ji tîpên erebî: Newzat Nûrullah

Hemzeyê Muksê welatparêz û xîretkêşekî hêja û zanayekî Kurdan î sereke bû. Di wê demê de him ji yek sazkarê “Kurdistan Teali Cemiyeti” bû, him jî rêvebir û berpirsyarê kovara  Jînê bû û telebe û şakirdekî jêhatî yê ustad Bedîuzzeman Seîdê Norsî jî bû. (1)

Çapa destana millî ya kurdan Mem û Zîn a Ahmedê Xanî di sala 1919yan de bi pêşgotina Hemzeyê Muksê derket û ev destana kurdî ji hêla “Kürd Tamim-i Maarif ve Neşriyat Cemiyeti” ve hate çapkirin.

Ev pêşgotina di hejmara 19yan ya kovara Jînê de jî hate weşandin.

Mem û Zîn a Ahmedê Xanî di rojnama yekem a kurdan Kurdistanê de hinek beşên wê hatibûn weşandin. Rayedarên rojnamê di hejmara duyem de dest bi weşandina Mem û Zînê kirine û ev weşandin hetanî hejmara dawîn dewam kiriye.

Ev nivîsa ku bi sernavê “Dîbace” hatibû weşandin, nivîseke dîrokî ye. Herweha ji ber ku ev nivîs di çapa Mem û Zînê ya pêşîn de cih girtiye, xwedînirx û qîmeteke dîrokî ye jî. Ji ber vê hêja ye ku lazim e zana û rewşenbîrên kurd vê nivîsê bixwînin û ji naveroka wê haydar bibin. (2)

Ji bo vê yekê ez vê nivîsê di sedsaliya rojnamegeriya kurdî ji tîpên erebî diwergerînim tîpên latînî û pêşkêşî xwedevanên Nûbiharê dikim. (N.N.)

 

Ji bo her qewm û milletekî edebiyat û asarên edebî wek xîmê qewî ne ji bo sarayên alî. Milletê, xweyîedebiyat çi qeder (çiqas) bikevit, serayê selteneta wî yê maddî biherifit, dîsa bi hîmmetekî tête tamirkirin.

Milletê Yunan digel hindik û bêquwetiya xwe, çend esran mewcûdiyeta xwe wenda kir, bû wilayetekî Osmaniyan. Emma edebiyat û eserên Yunanî di Ewrûpayê de tereftar peyda kirin. Xweyê xwe ji destê Osmaniyan derxistin.

Îran maddeten mehû bû. Bû esîrê ereban. Piştî wê kete bin esareta turkan. Feqet lîsan û edebiyata farisî dîsa Îran îna wucûdê, digel wê qasê ku faris wek heyûlayê navê wî heye bi xwe nîne.

Ereb heşt neh esr e selteneta xwe wenda kiribû. Feqet lîsanê edebiyat û asarê erebî li şerq û xerbê hakim e, bi hemî halê tê da sahibiyeta xwe bînine wucûdê, çawan tînin.

Bînayê li vê heqîqetê, her qewm û milletê ku arzûya mewcûdiyet û selteneta xwe ya millî bikin, lazim  e ji ewwel emir ve îhtîmamekî qewî bidne edebiyat û asarên xwe yên edebî. Ev heqîqeta hanê di pêşiya çar esran de Hezretî Ahmedê Xanî derk kiriye û ji bo wê xebitiye. Dibêjit, Min lîsanê kurdî înaye nîzam û întîzamê;

Da xelk nebêjin ku ekrad

Bêmarîfet in bê esl û binyad.

Xasma di vê esrê da, di alema medeniyetê da huccet û berata milletan lîsan û edebiyata wan e. Yê bêhuccet bêberat dawa wî nayête sehkirin, kes guhê xwe naditê. Meger me’lûm bit, ku berata wî jê hatiye standin. Ji bo îsbata vê dawayê û danîna xîma milliyeta xwe, hindek ji xortên me, şev û rojê serfa heyata xwe dikin eserê qedîm neşir û yê taze çêdikin. Yek ji wan eserên kevn Mem û Zîn ku sertacê îbtîhaca kurdan e, Ahmedê Xanî di 1105an da (Hicrî) nivîsiye. Xanî zatekî mutteqî, mutedeyyin, xwedîdehanekî bilind, di ilmê dîniye, hikemiye, edebiye da sahibê quderetek tam e. Di milliyetperweriyê da wek Firdewsî bûye. Di 1061ê da hatiye dunyayê:

 Lewra ku dema ji xeybê fek bû.

Tarîx hezar û şêst û yek bû.

Tarîxa nivîsandina Mem û Zînê 1105 e. (Hicrî) Merhûm mexfûr piştî nivîsînê, wiladeta xwe di axîrê Mem û Zîn da wiha dibêjit:

Îsal gihîşte çil û çaran

Wî pêşrewê gunahê karan.
Sed esef ku tarîxa wefata wî malûm nîne. Medfena wî li Bazîdê ye. Ziyaretgaha kurdan e. Çend eser nivîsîne. Hemî kurdî ne. Nûbihara Biçûkan, eserekî xayet nefîs e di 1094 da nivîsiye. Dibêjit: Min ev eser,

Ne ji bo sahib rewacan

Belkî ji bo biçûkê kurmancan

Tarîxa heyata wî ger çi muntezemen ne malûm e. Emma ji eserê wî tête zanîn ku Ahmedê Xanî wek Fîrdewsî ji bo milliyeta xwe xebitiye. Temamê mewcûdiyeta xwe di wê rêyê da serf kiriye. Asarê Ahmedê Xanî di Kurdistanê da xayet muteber in, herkesek bi îhtîram navê wî zikir diket.

Feqet doca tesîr da negihate Firdewsî. Çunkî Firdewsî bi qelema xwe Îranê vejand. Ahmedê Xanî nehişt ku Kurdistan temam bimirit û ji mewta muebbed xelas kir. Emma temamî îhya nekir. Çunkî zemanê Firdewsî ji bo fikra musaîd bû. Zemanê Ahmedê Xanî xayet berbat we çetîn bû. Dewleta Osmanî digel hukûmeta Îranî muttefîqen Kurdistan di mabeyna xwe da teqsîm kiribûn. Dest û piyên wan wusan girêdabûn ku nedikarîn xwe bihejînin. Çunkî maddeten çawan esker sewqî li ser wan dikirin, bi enwayê hîle û desîsan îxtîlaf û şiqaqê êxistibûne nav kurdan.

Hezretî Ahmedê Xanî xayet muteessîr bûye, hemiyeta wî hatiye xeleyanê ji ferta hamiyetê, ji qelbekî şewitî bi çahvên giryan, bi vê terzê hewar kiriye:

Ez mame di hikmeta Xwedê da

Kurmanc di dewleta dinê da

Aya bi çi wechî mane mehrûm

Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm

Temaşa Kurdistanê û kurdan kiriye, şecaet û xîret û hemiyeta kurdan da, hê di milletekî dî da nediye, dest bi senayê kurdan kiriye:

Her mêrekî wan bi bezlê Xatem

Her mîrekî wan bi rezmê Rustem

Bifikre ereb û heta we gurcan

Kurmancî ye bûye şubhê burcan

Sebebê felaketa Kurdistanê şecaeta wan ya mufrîtane, sexaweta nabicida dide nîşandan û dibêjit:

Lew pêk ve hemîşe bêtifaq in

Daîm bi tumerrud û şiqaq in

Ji ber vêqasê ku lîsanê kurdî lîsanê resmî nebûye rewac negirtiye, ax û keser ji dil hatiye:

Ger dê hebûya me jî xudanek

Alîkeremek letîfedanek

Min dê alema kelamê mewzûn

Alî bikira li banê gerdûn

Çibkim ku qewî kesad e bazar

Nîne ji qumaşî re kirîdar

Heqîqeten bazara xortê me jî wek bazara Ahmedê Xanî kesad e. Çi qeder îzhara hemiyetê dikin, mewcûdiyeta xwe telef dikin. Jehriya marên reş xelas nabin. Ji kula welatî, jor selametî nabînin.

Ya Reb! Tu wan mehfûz bidêre û muweffeq bike!

                        3 Mayis 335                                                   Hemze

-----------

1-B. Saîd-Î Nursî, Îşaretul Î’caz, Envar Neşriyat, r. 9

2-Ahmedî Xanî, Mem û Zîn, Kürtçeden Türkçeye çeviren M. Emin Bozarslan, Deng Yay›nlar›, 1996 Îst. r. 83

3-Ahmedê Xanî, Mîzanul Edeb (Dîwana Mem û Zîn a Xanê bi destnivîsa Zeynelabidînê Amedî), çapa bêtarîx, r.1