EBDULLAH AMEDÎ

Çend Gotin Li Ser Nivîsa Naci Kutlay

Di kovara Nûbiharê hejmara 78an de bi îmzeya Kek Naci Kutlay nivîsek hat weşandin. Bi rastî ev nivîs gelek balkêş û bi naveroka xwe gelek berfireh bû. Lewra digel sitayişkirina Nûbiharê, hinek rexne û kêmdîtinên xwe jî aniye ziman. Em dikarin mijarên naveroka wê nivîsê di çarçive û xeleka çend deqnan de rêz bikin:

1- Derbarê naverok û nasnameya Nûbiharê

2- Di navbera “ol” û “netew”yê de hevnirxîn

3- Rexneanîna li ser mislimanan.

4- Mislimandîtin û nirxandina Partiya Fazîletê

5- Nûrcîtiya Fethullah Xoce.

6- Parastina Laîsîzmê û di vî warî de cudaxwestina “ol” û “siyaset”ê.

7- Kurdbûna Seîdê Kurdî û li ser hinek çalakî û livbazên wî rexneanîn.

8- Ji zimanê Seîdê Kurdî re rexneanîn.

Niha jî bi destûra we ezê evan xal û deqneyan yekbiyek, lê bikurtî binirxînim.

1-Naveroka Nûbiharê, hem bi nivîsên xwe, hem jî bi nivîskarên xwe gelekî rengîn û dewlemend e. Nûbihar, ne bi tenê kovarek olî û oldaran e. Ev, kovarek gelî û netewî ye. Platformak berfireh û azad e. Lewra ku, di rûpelên wê de ji her kurdekî cihêbawer û cihêhêzir re cih heye û bi serbestî dinivîsin. Di Nûbiharê de teessub û hişkbawerî tune ye... Wek Kek Naci, hetanî niha gelek kesên ku di nav civat û refên oldaran de cîh negirtine, di nav rûpelên Nûbiharê  de ji xwe re cih dîtine... Bi kurtî, Nûbihar, bi tevî kêmûkastiyên xwe, kovarek gelerî û netewî ye. Herçiqas nêrîn, nirxandin û şîroveanînê Nûbiharê –bi piranî– îslamî bin jî, di vê çarçivê de jî pirsgirêkên gelê Kurd re li çareseriyan jî digere. Ev cûre nêrîn jî, nêzîkbûyineke serbixwe ye.

2- Bi gor baweriya min û bi qasê ku Nûbiharê dixwînim; di navbera ola Îslam û neteweyê de cudahî û nakokî tune ye. Lewra ku Xwedayê ku ol şandiye, heman wext û herwiha netew jî wî afirandiye. Yanî, çawa ku goşt û hestî, an term û can hevûdin temam û tekûz dikin, herwiha ol û netew jî bêhev nabin û bi hev dikemilin. Di Qur’anê de Xwedayê ku dibêje: “Min, hûn cûre cûre netew xuliqandine... Û guherîna reng û zimanê we jî ayet û nîşanê min in.” Heman Xweda, “Bi tevayî û giştî, beşdarê baweranîn û peyreviya Xweda û Qasidê wî bin” dibêje. Bi kurtî, ji hev cihêdîtina ol û netewê hizrek çewt û çepel e. Îslam neteweperweriyê diecibîne, salix dide û xweş dinirxîne; lêbelê neteweperestiyê ango rehperestiyê napejirîne û lanetê lê dibarîne. Naxwe, yên vê cudahî û dijberatiyê dixîne navbera ol û netewê, bila zanibin ku Xwedayê van herdu ayetan jî yek e, ne dudo ne.

3- Mislimanên ku di bin perde û kirasê oldariyê de rehperestiyê, dewletperestiyê û zorperestiyê, bi kar tînin, an dimeşînin, bila zanibin ku ev reng, kesan kur û neviyên Peyxamber û ewliya bin jî, ew zalim in, zordar in û dijminê Xwedê û îslamê ne. Muaiye, kurê wî Yezîd, neviyê wî Welîd, nevîçirkê wî Ebdulmelîk, Walî, an serleşkerê wî Heccacê Zalim bi tev de misilman bûn; lêbelê ev kesan li hember xelîfe û serokên mislimanan yên hilbijartî derketin, ango bûn baxî û taxî. Di dîrok û rêvebiriya îslamê de pêvajoya seltenetê evan kesan dan destpêkirin. Bi milyonan xwîna mislimanan rijandin; ji bo çi? Ji bo berdewamkirina text û tacên xwe... Ji bo çi? Ji bo, bi cihanîna şehwetperestî û berjewendiyên xwe yên gemar û qirêj. Bi kurtî; Îslam ji Qur’anê û jiyana Peyxamber îbaret e. Kes, civat, komele, rêxistin, an dewletên ku dibêjin “em misliman in” pêwîst e ku mîna Qur’anê û û Peyxamberê îslamê bilivin û tevbigerin. Yan jî, divê em ji wehşet û zordariya wan ya ku dibin kirasê îslamê de tê veşartin re “îslamiyet” nebêjin û herwiha bi îslamiyetek wiha sexte nexapin.

4- Partiya Fazîletê, li ser destûrên rejîma îro hatiye damezrandin. Ev partî bi gor zagonê Qur’anê û demokrasiyê nehatiye sazkirin. Partiyek li gor destûra rejîmê ava bibe, çarneçar wê rehperstiyê ji xwe re bingeh û armanc werbigire. Naxwe, ev partî wê çawa ya mislimanan be û bîr û baweriya mislimaniyê temsîl bike? Di îslamê de biratiya gelan û wekhevîtiya mafan heye... Gelo, ma kîjan wextê vê partiyê ev rastiyan berziman kiriye û lê xwedî derketiye? Partiyek li ser nijadperestiya tirkayetiyê soz û peyman dabe, an îman anîbe, bi xwezayî ew nijada kurd qebûl nake û ji çareseriya kurdan re bernameyan pêk naîne. Di vî warî de, hemû daxwaz û pêşniyarên kurdan wê berovaj û paşrû bike, ku Partiya Fazîletê jî ev reng tişt e. Wê çaxê, ez tika dikim, bila kes nebêje ku ev partiya mislimanan, an mislimantiyê ye. Endamên vê partiyê dibe ku misliman bin, an îslamxwaz bin; lêbelê ev partî zihniyeta Emewî û Osmaniyan bi rê ve dibe. Ev zîhniyet, ne ya Hz. Muhemmed û şopwergirê wî ye.

5- Fethullah Xoce, ne nûrciyekî bi nav û deng e; berevajî ew tûranîstekî navdar e, rehperestekî tirkîtiyê ye. Ew, bi hizr û tevgerên xwe kurdan û dijberê ereban e. Ew asîmîlasyonkarê zarokên kurdan e. Wî ji Seîdê Kurdî îstîfade kiriye, lêbelê ne li ser şopa wî ye. Wî, di şûna kitêbên Ustaz de berhem û ristên xwe pêşkêşê civata xwe kiriye. Xwe wek “mehdî”yekî dinirxîne. Wek Kek Naci jî nîşan daye, ji ber kurdbûna Seîdê Nûrsî, wî Ustaz ziyaret nekiriye, ku ev daxwiyanî di Küçük Dünyamê de derbas dibe.

6- Ola îslamê, ne bi tenê baweriyek xwebiser e; herwiha oleke civakî û çalakî ye. Peyxamberê îslamê, hew tenê rist û destûrên bawermendiyê neaniye, herwiha pratîkên civakî, siyasî, rêvebirî, rêxistinî, cengî  û sazûmanî jî aniye, lêbelê, bi gor ayeta “di ol de zordayin tune ye.” Hz. Peyxamber û peyrewên wî yên dadmend, di rêvebiriya dewletê de li ser ti cihû an filehekî derbarê ol de zor û zehmet çênekiriye. Bi gor îslamê herkes di bîr û baweriya xwe de serbest e. Di civak û dugelên îslamê de dêr û ayinxaneyên fileh û cihûyan herdem vekirî mane û pêgirêdayê van olan di her cûre ayinên xwe de serbest û di warê mafan de digel mislimanan wekî hev bûn. Bi gor hiqûqa îslamê, eger kesekî ne misliman ji hêla mislimanekî ve were kuştin, wê ewê jî were kuştin. Jixwe, di ola îslamê de bawerîanînek di bin zor û tirsê de ne meqbûl e. Îslam, xwe pêşkêşê mirovatiyê dike, xwe dide nasandin, lê zor û tirsxebitandinê napejirîne û bi kar naîne. Bi kurtî, di îslamê de ol û îdare, an siyaset  ji hev venaqete; lêbelê di sazûmanek demokratîk, an realîst de dibe ku ji hev were cudakirin, ku jixwe sîstemek derî îslamî de em jî vêya dixwazin. Belê, Xwedayê ol û Xwedayê mirovan yek e; yê mirov xuliqandiye, herwiha sazûmana rêvebiriyê jî ji wan re şandiye. Tiştê ku ji me tê xwestin, divê em wê sazûmana yezdanî bi gor şert û mercan şîrove û têkûz bikin. Kek Naci di nivîsara xwe de li şeş cihan  ev mijara laîsîzmê aniye ziman û parastina xwe nîşan daye ku bi gor min ev tiştekî zêde ye û armancekî bi cih naîne. Lewra, sazûmana kemalîst, ne demokratîk e, ne laîsîst e, hela îslamiyet, bi tev de jê dûr e. Berevajî, ev sîstema dijmirovahî; îslamê, demokrasiyê û laîsîzmê bi tevahî ji bo armanc û mebestên xwe yên qirêj û kirêt dixebitîne. Xwezî hesret ku Rêxistina Karên Diyaneta Tirkiyê jî ji holê bihata rakirin...

7- Kurdbûna Ustaz Seîdê Kurdî eşkere ye; li ser vê mijarê rawestin jî tiştekî beradayî ye. Di pirtûkên xwe de li sed cihî kurdbûna xwe tîne zimên. Lêbelê, herwek kurdbûna wî, em jî qebûl dikin ku, hinekan di kitêbên wî de guhertin çêkirine ku ev rastî heta niha pir car hatiye îsbatkirin. Digel vêya, rexneyên Kek Naci yên derheqê piştgiriya Ustaz ya li cem tirkan û dijberîtiya wî ya li hember fierîf Paşa de hinek nerastî û kêmasî heye. Seîdê Kurdî, di nokta azadîxwazî û nepejirandina zordestiya Ebdulhemîd de wek Îttîhadçiya hiziriye, lêbelê di pêvajoyê de dibîne ku vê komeleyê jî dest bi zordestî û nijadperestiyê kiriye, digel parêzandina hêzra xwe ya azadî û dijzodariyê, ji con-tirkan re wiha dibêje: “Heger meşrûtiyet (demokrasî), ji zordariya komeleyek wek we îbaret be, bila hemû cin û mirov şahid bin ku, ez şerîetxwaz im û ji bo yek rastiya şerîetê hezar canê min hebe jî bila fîda bibe... Ev hukûmeta haydût (ya con-tirka) di dema îstîbdadê de dijminê aqilmendiyê bû, niha jî dijminatiya jiyanê dike. Heger hukûmet ev be, bila her bijî dînîtî û ji zaliman re jî her bijî cehennem!” û herwiha em dikarin dirêj bikin. Di pirsgirêka kurd û ermeniyan de, dema fierîf Paşa li Parîsê bi Bogos Nûbar Paşayê ermenî ve li mezeya aştî û sînoran de rûniştîbû, rojnameya Sebîlurreşad ya nijadperest, dibêje ku: “Kurd û ermeniyan di navbera xwe de li ser sazkirina dewleteke yekpare û hevbeş, peyman çêkirin. Kurdan viyana xwe teslîmê ermeniyan kir û wîlayetên sîtte (şeş bajarên Kurdistanê) teslîmê ermeniyan hat kirin.” Wê demê, Ustaz li ser vê nûçeyê dijberîtiya xwe tîne ziman. Em dikarin bêjin, vê rojnamê rojev û rastî çewtandiye û nûçegihaniyek provakatîf weşandiye; Uszaz jî li vê nûçeyê xapiyaye û pişt re jî ev hizr û qenaeta xwe guhertiye. Jixwe, yê wê demê xerîte/nexşe ya Kurdistanê dibe bal sefîrê/bayozê Emerîka ya Yekbûyî jî dîsa Seîdê Kurdî bû. Ev jî nîşan dide ku hemû endîşe yên wî welatê wî bû... Ji dervê vêya, şîroveyên din, gotûbêjên rehperestên tirkan, an kurdan in... Bi rastî, rehperestiya kurdayetiyê, meriv dike dijminê ola îslamê jî...

8-Bedîuzzeman ger li Kurdistanê bimana, ez bawer im ku wê nivîs û pirtûkên xwe bi piranî kurdî binivîsanda. Lêbelê surgun û koçberkirina wî eşkere ye. Herhalde, ji tirkan re bi kurdî nayê vegotin, teblîxkirin... Kek Naci, zimanê Ustaz –herwek Necîb Fazil û H.Huseyîn Ceylan– rexne dike. Halbukî, hemdemiyên Ustaz yên wek M. Akîf, Mehmed Wehbî, Ö. Nasuhi Bilmen û hwd. ji Ustaz girantir zimanek bi kar anîne. Na, eger mebesta Kek Naci, kurdiya Ustaz be, bila ji kerema xwe li Dîwana Melayê Cizîrî an Mem û Zînê binêre... Ev herdu pirtûk jî digel kurdiya xwe, seropa bi bêjeyên erebî û farisî tije ne. Zimanzanek dikare di vî derbarî de lêkolgînekê pêk bîne... Bedîuzzeman jî kurê zemanê xwe bû; zimanê wê demê yê medresan wiha bû. Divê em vê mijarê, bi gor wê demê binirxînin.

Kek Naci jî, bêjeyên “dînperest”, “îslamperest”, di dewsa “dînperwer” û “îslamperwer” an “dîndar” û “îslambawer” de bi kar tîne ku ev jî xeletiyek mezin e. Lewra wateya bêjeya “perest” û “perwer” ji hev gelekî cuda ye.

Bi kurtî, li hember xeletî, şaşîtî an çewtîniyan, pêwîst e ku em bi hinek çewtînî an xeletiyên din bersiv nedin.

 

here paş