Darê welat neşewtînin

R. KARAKAYA

Hêşînayî di çavê min de pîroz e...

Ku darek tê birrîn, agir dikeve dilê min... Hêstir ji çavê min tên... ha dar hate birrîn, ha mirovek hate kuştin... Ji min re, di nava wan de tu ferq tune...

Ez, çawa ji daran hez nekim?.. Gundê ku mi çavê xwe lê vekirî, dar tunebûn... Ku wextê digotin dar, mertaxên ser xaniyan dihate bîra min...

Ji bo wîqasî, dar û hîşînayî, li ba min zehf muqeddes in...

Li Dêrika Milazgîrê dar tunebûn... Di erdê derûdorê gund de, carna darên guhîjan ber bi çava diket...Evana jî bi serê xwe, sitû xwar bûn... Min, li wana bi vî awayî mêze dikir...

Hem Dêrikiyan, hem jî gundiyên cînar, bi zehfî wan darana dikirine ziyaretgah... Derdê xwe, bêçaretiya xwe, daxwaza xwe, kêmasiya xwe, nexweşiyia xwe, ji daran re digotin... Ji wan daran çare hêvî dikirin... Seba wî paçik lê girêdidan... Paçikê spî, reş, sor, zer, hêşîn, kesk, li ser van daran ji pelan zehftir bûn...

Ku mirov bi ber wan de derbas dibû, bêçaretiya însanan dihate dîtin...

Belê li gundê me dar tunebûn... Bo vî hawî, ez bêkêf bûm...

Wextê ez diçûme gundê kalikê xwe Mele Zahir, ronahî dikete dilê min. Li Tendûrekê darê hewran hebûn... Nava gund de mîna rehekî kesk disekinîn... Nava daran de çivîk, reşîlek difiriyan... Dengê wan, mîna kilaman zehf li xweşa min diçû... Çend roj ku li Tendûrekê dimam, ji min re dibû kêfxweşiyeke mezin... Tu caran jê têr nedibûm...

Dengê çivikan, dengê teyran, dengê qulingan, min dibire ciyê dûr. Ew tiştê ku di xeyala min de derbas nedibû, wan dengan dianî cî...

Dengê çivîkan min dibire ezmanan... Ez diçûme ser ewran... difiriyam mîna wan... Diçûme ciyê nû... Welatê nû didît... Hevalê nû min ji xwe re digirt... Diketim xewneke kûr... Çavê min vekirî, lê hişê min zehf ji min dûr...

Darê guhîja, sêva, hirmiya paşî paşî min dît... Pir şabûm... Dilê min nedigirt ku ji wan tiştekî jê kim... Qîmiş nedikir bi zehfî...

Min rezê tirî li Erdîşê dît... Darê hejîra, gûza jî li Saxikê dît sala di 1960î de... Ew çax heft salî bûm... Behra Wanê ji wê demê min dît...

Zehf kêfxweş bûm... Dilê min geş bû... Ronahiya çavê min mîna birûskê jend bû...

Li Wanê, Geliyê fiaxikê serî heta binî bi gûz bû... Piştî darê gûzan, sêv, hirmî, bindeq  dihat.... Gûzên fiaxikê, gûzên Newala Bilîsê, Hîzanê li welatê me bi nav bûn... Geliyê fiaxikê, darê gûza nediçandin...

Digotin: “Zehf guneh e... Bêxêrî dide mirovan...”

Ser darên gûzan de bi hezaran simolek (sincap) hebûn... Darê gûzan, bi xêra wan dihate çandin bi zehfî... Reşêlekan jî, gûz dibirin vedişart... Ewana jî paşê dibûn dar... Her darek, ji sed salan mestir bû...

Geliyê fiaxikê (Çatak, qeza Wanê ye) bi av û dar bû... Gûzên wê tiriyê wê yê reş zehf bi tem bû...

Nêzîka fiaxikê li gundê Rukinan, Daristana fiehîdan hebû... Mezelê wî li pala çiyê de bû... Ser mezel de tifinga wî, şûrê wî, xencera wî, metera wî disekinî. Çend sal aha bû, kesî nedizanî...

Ya ku dihate dîtin, ji şehîd re hurmeteke mezin hebû.. Kesî destê xwe nedida daristana derûdora wê. Bi hurmeta şehîd, ew darana nedihatin birrînê. Bi dilêxe mezin dibûn... Biharê pel vedikirin. Payizî pel dadiweşandin... Çiqilê wan ziwa dibûn diketin erdê... Kesî dîsa destê xwe lê nedixist. him ji hurmetê, him jî ji tirsa şehîd...

Bi salan, ew bawerî dom dikir... Tu kesî jî, ji vê baweriyê gazinç nedikir...

Hêşînaya derûdorê merqeda  şehîd, zehf bi ens bû...

Xwezî, daristanê welat, tim mîna Daristana fiehîd, bihatana sitarkirin.

Li Mûşê, newala Kosor jî daristan bû... Sala 1962yan de panzde rojan, li wira mêvan bûm... Apê min Mele Arif, li Andakê meletî dikir. Xuşka min nexweş ket. Sê hesp zîn kirin. Apê min, feqiyê wî yê Eskîşehîrî Zekî, xuşka min û ez, ketne rê. Ez li terkiya apê xwe siwar bûm... Ew Feqî Zekî, Çerkez bû...Seba xwendina erebî û farisî, hatibû Mûşê... Salekî zêdetir bû li cem apê min dixwend... Kurmancî, rind fêhm dikir. Hindik be jî carina xeber dida. Xortekî zehf baş bû... Fedakar bû. Apê min jî, hevalê wî jî, gundiyan jî, pir jê hez dikirin...

Siwariyên sê hespan, ketne newala Kosorê... herdu çiyê dora rêya me daristan bû... Ber rê de, avek derbas dibû. Ez ji wê rêwîtiyê zehf dilgeş bûm.

Bi zehfî jî, seba Deşta Mûşê bêsebir bûm... Strana Meryemxan, di guhê min de deng vedida. Li radyoya Erîvanê de min bi hezaran caran wê guhdarî kiribû...

Deheyy, derketim diyarê Mûşa şewitî

Ketim nava dar û genima...

Bi wî dengê xwe yê şewitî. Ew dengê ku min dibihîst, parçê min radibû piya.... Ji serî heya binê piyan dilerizîm... Bayekî germ, ji serê tiliyê min de derbas dibû... Diçû pûrta serê min de derdiket. Mîna birûsk li min xe, laşê min, bin germayeke xweş de dima...

Ew roj, strana Meryemxan, hêdî hêdî dihate qedandin... Ku em ji newalê xelas bûn, derdiketin ser giran... Li wir jî hinekî rêya me hebû... piştî wê êdî deşta Mûşê dihat... Qasî saetekî derbas bû, gir xelas bû... li ber çavê me, hêşînayiyeke mezin dirêj dibû...

Êdî em li diyarê Mûşa şewitî bûn... Me, li deştê mêze dikir... Zeviyê wê, çemên nava wê, darên wê, daristanên wê tev li ber çavê me bûn....

Tiştê ku di xeyala min de bû êdî dibû rastî... Kêf, kêfa min bû...

Hindik ma bû ku em bikevne nava gund... Navê gund Wartinîs bû. Tirêna Mûş û Tetwanê ji vira derbas dibû... Çend sal bû ku ketibû xizmetê...

Xeta trênê, trên jî êdî ji min re nema xeyal bû... Xeta wê, li tenişta deştê de derbas dibû... Li Wartinîsê îstasyon hebû... Yê apê min û xuşka min, bi trênê biçûna Mûşê. Yê xuşka min nîşanê doxtor kirana.

Em li maleke nas, mêvan bûn... Fravîna nîvro me li wir xwar... Mala melayê gund bû wira... Xizmên diya min derketin ... Melayê gund, kurxalê diya min derket. Ji wî jî xizm bû. Qedrê me zehf girtin...

Piştî nîvro, trêna reş hat... Dûyê reş, ji dûr ve hatina wê mizgîn dida... hat li îstasyonê li ber me sekinî... Min bi dilekî xweş lê mezê kir... Ketim hundirê wagona wê. Lokomotîfa wê nihêrî. Zehf li xweşa min çû... Min xwest ku ez jî lê siwar bibim...

Lê ne mimkun bû... Yê apê min û xuşka min lê siwar bûna. Ez û Feqî Zekî jî biziviriyana Andakê...

Wexta trênê hat... Li tûtika xwe xist... Hêdî hêdî kete rê...

Ez, li hespekî siwar bûm. Feqî Zekî jî li yekî. Serê hespa din jî dîsa Feqî Zekî digirt...

Em ketne rêya Andakê... Derketne diyarê deşta Mûşê û tav êdî diqelibî...
Me wir xelas kir, ketne Newala Kosorê... Derûdorê me, ji tariyê nedihatne dîtin... Carekî dengê hirçan nava newalê de kire zinge-zing... Hespên me veciniqîn... Serê xwe hildan, ketne revekê bêhesab... Min bi zehmet xwe li hesp digirt... Gerek neketama erdê, ew çax xelasbûn nedima...

Aliyekî qîrîna hirça, aliyekî hespê veciniqî, aliyê dinê de jî tirsa dilê min...

Rêya newalê, qasî nîv saetî bû... Ew şev mîna rojekî derbas bû...

Dilgeşiya rojê, mîna tariyê kete reşayiyê... Hespê me jî, em jî nava xwêdanê de man...

Heya em ji newalê derketin, paşî hinekî rih kete canê me...

Min wê şeva tirsê bi salan tu car ji bîr nekir...

Lê dîsa, ji daristanê, ji hirça gazinç nekir... Ezman bi stêrkan, erd jî bi wana şên bû...

Ew deh sal e, dibihîzim ku daristanê welat, têne şewitandin... Agir bi canê min dikeve... Dilê min diqelişe... Xwîna min diqerise...

Ha mirov bê kuştin, ha dar bê şewitandin....

Daristanê ku şewitîn tên ber çavê min, hişê min ji serê min diçe. Xwe winda dikim... dibim toz, digihîjim dûyê daristanên welat...

Dinalim, diqîrim, digrim, dihelim...

Darên welatê me jî, dibin kelemên çavê hinekan...

Birîna min kûr e, dest nedin ser...