Guldana fexfûrî
CELAL ALÊ AHMED
Ji tirki: Xurşîd Rûşen
Otoboz tije bû û da rê. Rêwiyê dawî siwar
hat, guldanek fexfurî î kevnare (antîke) di destê wî de bû. Bi dîqet, bêyî ku
wezna xwe xera bike meşiya çû paşiya otobozê. Rêwiyên paşî, xwe
civandin bi zor û zehmet cîh ji ê pêncan re jî vekirin. Merivekî li dora çel
salî, qapûtekî baş lê, û şevqeyekî nuh î paqij li serî bû. Di destê wî
yî guldana fexfûrî tê de bû, lepikekî nuh hebû. Ji wan her çar rêwiyên paşiyê
du jininên niximandî di nav xwe de dipeyivîn û hîk hîka wan bû dikeniyan. Ji
herduyên din yek jî kalekî xûz î duta bû, ketibû xiyalan. Yê çaran, merivekî
navosere î sersar bû. Yekî bêqirewat, beskur û sînga wî berdayi bû. Mîtanê wî yê
bişkokketî, tîş tîşî ji ber cilebaranê wî derketibû derve. Porê
wî di şevqê wî yê kevn î perpote re derketibû derve. Koka riha wî ya
gewrik heta ber çavê wî, rûyê wî yê deq deqî pêçandibû.
Mêrikê guldan di destê de gava li cem rûnişt,
bala wî ket ser guldanê. Çavê xwe ji guldanê qut nedikir. Xwediyê guldanê hedî
rûniştibû, guldan sipartibû çonga xwe û ji binî pê girtibû. Bi destê xwe yî
bêlepik, bi çend pereyê xurde dilîst. Yê çavê wî li guldanê nerihet xwanê
dikir. Serê xwe radikir û datanî, bi kêlekê ve xwar dikir, dixwest çi bikira
bikiraya û ji xwe re têr li vê guldana xweşik u zarîf bineriya. Belkî di
jiyê (umrê) xwe de cara pêşî pêrgî xweşikbûniyê hatibû, yan jî cara pêşî
tê digihaşt.
Fexfûrek zarîf bû. Ser herdû çemlên wê
wer bi zerafet û xweşikî hatibûn neqişandin, çemil li ser zemînê guldanê
neqişkirî wenda dibûn û girbûna wan li ber çavê meriv nediket. Guldan wer
tenik bû, roniya ji cama otobozê dihat hundir, li ser rûye guldanê diçurusî û
derbasî hundir dibû, siya neqşên wê yên lerzînî digihand ser destê xwedî yê
bi lepikê çermî.
Mêrikê bi cilebaran, li aliyê guldanê yê
berê wê bi wî de bû temaşe kir. Lêbelê hê jî têr nebûbû. Otoboz her cara
ku vîraj distend û rewî gişt bi ser hev de bi aliyekî ve diketin, ji wê îstîfade
bikira û ji ciyê xwe, xwe hinkî din bi ser xwediyê guldanê de xwar bikira, belkî
derin ji pişta guldanê jî dîtibaya. Çiqasî li ber da jî, dîsa têr nebûbû.
Du-sê caran xwe hazir kir û xwezya xwe daqurtand û piştî pê derxist ku
xwediye guldanê bi bêaramiya wî derxistiye, jê pirsî:
“Biborîne ezbenî, destûr heye ez li
guldana we binerim?”
“Erê çawa, fermo. Bi kamranî.”
Guldan bir herdu destan û bi dîqet da mêrikê
bêpergal û bêçap û lê zêde kir:
“Belê, min rica heye…”
Lêhema, ê din firsend neda, û gotina wi
qut kir û:
“Li ser seran. Bera dilê te dî cîh de be,
bi kamrani. Pirr nakudîne.” got.
Dest pê kir, li pêş û paş û bin
û ser wê venerî. Heta li hundirê wê jî têr nerî. Di vê navê de çavê xwediye
guldanê li wî bû. Wek ku ne li ser bala wî bû lêhema, gava serê xwe bi pêş
de zîvirand û nivîsa “We în yekadû” a li ser lewha birinc î li pêşiya şifêr
bizmarkirîbû xwend, bi serê çavan li guldan û tevgera deste mêrik jî nerî. Ê
hanê her hêlê guldanê venerî. Bi alî came ve girt. Deste xwe danî ser. Hinekî
din li roniya pembe a ku di nav tiliyên wî re derbas dibû hundirê fexfurê û li
reşayiya ku siya destê wî tarîtir dikir venerî. Guldan nêzîkî camê kir û
kişand bi vî awayî ev sî u roniya rengînî kêm kir û pirrtir kir. Otoboz
gava vîrajek din stend û rêwiyên ku xwe jibîr kiribûn bi ser hev de bi hêlekê
de ketin ew ji xwar bû û bû... Ji ber ku wezna xwe xera kir û cîhkî xwe bispêrê
peyde nekir, çemlê guldanê ji dest xwe berada… Guldan ket û dengekî hêdî jê hat
û bû sê perçe. Otoboz hê baş ne zivirîbû qêrîn ji xwediyê guldanê bilind: “Ahhh!”
Tiştkî din negot. Bi tenê bi çavnî behitî li perçeyên guldanê dinerî. Mêrikê
sersar daqûl hat. Gava perçeyên guldanê dida hev: “Tişt tune. Qewimî carekê!”
got. Xwediyê guldanê hê nuh li xwe hay bû û wek topekê teqiya. Reng lê nemabû,
bi rûkî zerbûyî qîriya:
“Te dixwest hê çawa bibaya?”
“Tişt tune ezbenî! Ne qewimî carekê!
Guldan şikest. Canê te sax be. Bêhimd çêbû…”
“Çi? Hela lê binerin! Hem bi qebhet, hem
jî rûşuştî!”
“Ezbenî, hinkî giran bin. Çima hûn devê
xwe dilewitînin?”
“Ji xwe ezê devê xwe bilewitînim mêro! Te
guldan nedîtiba ewê çavê te kuwîr bibaya qey”
Rêwî hê nûh bi meselê hesiyan. Yekê ji
wan jinikên li cem wan rûniştî gunehê xwe pê anî û:
“Wax, wax! Çi guldanek xweşik bû!
Heyf! Lêhema, mîrze rast dibêje. Bêhimd çêbû…” got.
Xwediyê guldanê, gotina wê birrî:
“Tu çi dibêjî xanimê! Min bi heftê û pênc
tumena ew kirîbû. Ma tu ne lûleyek e!”
Mêrikê sersar da peyvê:
“Ma çi ji desta tê? Tê bi hev ve bizeliqînî
û qediya.”
Jinika din di bin xêliya xwe de dengê xwe
bilind kir:
“Gicyano bira! Ma qene destê te pûç bibû!”
Mêrikê sersar, bi xwediyê guldanê re
dikir xire-cir, bêyî ku serê xwe bizîvirîne, lê vegerand:
“Xanimê, qey ji we re negotine pozê xwe
nekin her karî?”
“Hella hella! Xwedê meriv bisitirîne!
Birast jî, hem bi qebehet, hem jî rûşuştî! Hindik mayî meriv bixwe.”
Xwediyê guldanê kelmizo ji serê wî diçû.
Lepikê xwe ji destê xwe derxistibû, perçê guldanê di dest de û war wara wî bû
diqêriya.
“Me got, em însanetiyekê bikin. Ma em
dibin zilam? Hem şikenand, hem jî dibêje bêhimd çêbû. Mêro hay jê heye, ezê
jê bigerim. Heta qurişê dawî jî ezê perê wê bistînim. Ma tu pere li erdê
bavê min şîn tên? Ez guldanê bikirim, tu jî bişkîne; dawiyê jî “Pev
bizeliqîne” beje! Kûto! Tu li ku, tiştê kevnare (antîke) li ku? Gêjî ji
min e ku min însanetî bi dehbakî mîna te kir…”
Otoboz gava gihaşt rawestgehê, lê zêde
kir:
“Mîrzeyê min veweste. Qereqol nêzîk e. Ez
zanim ezê çi bînim serê vî mêrikî.”
Gava ji şûna xwe rabû, ji şifêr
re:
“Mîrzeyê min, heta pulis neyên îfada kesên
di otobozê de ne negrin, vî mêrikî daneyne.” got.
Hê negihaştibû deriyê otobozê bi şûnde
vegeriya. Li navberê rawestiya. Li rêwiyan zîvirî carek din rica kir. Ji bo
dakeve meşiya, lêhema ji bo ku nemeşe carek din soz ji şifêr
sitend. Gava şifêr soz da daket.
Hinek ji rêwiyan di heqê hadîseyê de
dipeyivîn, yek-du jî hew dinerîn û dikeniyan. Herdu jinik hîna hîk hîka wan
dikeniyan, kes nedizîvirî li wan nedinerî. Mêrikê sersar ji xwe re: “Çi ji dest
tê? Min bi zanetî wer nekir? Ket û şikest…” digot.
Miawin bang rêwiyan dikir. Xwediyê guldanê
qederê bîst gavan bi dûr ketibû. fiifêrê ku çend deqakî difikirî xwe tev
livand. Ciyê xwe xweş kir û deng da miawin. Taliyê pêl xazê kir û çû.
Devê rêwiyê giştikan sar vekirî ma.
Miawîn gava li şûna xwe rûnişt bersîv dida îtîraza herkesî.
“Baş e, çi ji we re? Ji bo ku
guldanek şikest em ji kar û xebata xwe bimînin?”
Xwediyê guldanê çaxa hereketkirina otobozê
ferq kir nekir bi şûnde vegeriya. Ji bo pêşiya otobozê bibirre her du
çengê xwe vekir. Lêhema şifêr derekson bi çepê de dagerand û derbas û çû.
Qêrîna mêrik li pey wî bilind bû:
“Bigire… bigirin… guldan… şifêrê bêterbiye!.
puliis!”
Rewiyan gava halê wî dîtin dest bi ken
kirin. Pulis li ser serê wî kom bûn, çi qewimibû jê dipirsîn, lêhêma ew hê diqêriya:
“Bigirin… heftê û pênc tumen… mêrikê kût…
guldan min a fexfûr… çû!. Pîlaqa otobozê çend bû?.. Puliis!”