Di keviya serkeftinê de spasiyên pîroz

AQÎL MIHACIR

Pêlên kul û kederan, bi hesreta we ve dibûne yek û êrîşî dil û cîgera me dikirin... Êrîşî mêjiyên me, êrîşî hêviyên me, êrîşî per û baskên me dikirin... Bi êrîşên xwe yên du-sê salan li ber vê demê...

Lêbelê îcar rewş  ne mîna berê bû û ewr û ezman ne mîna berê bûn... Îcar pî û zend, ne mîna berê bûn û nan û hewa ne mîn berê bûn...

Lewra îsal roj, bi awayekî din ji me re hildihat, ba bi babetekî din diguvguvî, kew û çivîk bi babetekî din difisiyan û dar û ber, bi babetekî din gupik dibişkivandin.

Lewra tovên ku hatibûn çandin, ji zû de zîl dabûn; şitlên ku hatibûn daçikandin  ji zû de fêkî girtibûn. Sadîlên ku hatibûn danîn jî, li ser beran ji zû de berên nûh girtibûn.

Heta do jî, me sebra xwe bi du-sê mişaran danî. Heta doh jî me sebra xwe bi du-sê şitlan, bi du-sê kulîlkan danî... Hezar carî û bi hezar babetî şikir û spasî ji Xwedê ra be ku, bi destê wan girt û wan kulîlkên stûxwar; bi destê wan şitilan û bi wan mişaran girt. Ji xwe, bi wê destgirtina Afsandêr bû ku mişarên we, warên we, welatên we hatin parastin û zêde bûn; bi desgirtina wî Alîkarî bû ku siûda we, li we vegeriya û li rûyê we hilhat.

Min gotibû ya, îsal ji me re ne xem e, han ji vê bû... Ji vê parastina pîroz, ji vê cejna muqeddes bû...

Cejn e, lewra her kulîlkekê tovên xwei sê-çar waran reşandin... Cejn e, lewra her sosinekê bîhnên xwe li sê-çar diyaran belav kirin. Ji aliyê ku ev îmkanana dan me re şikir û spasî bin, ji yê ku ev rojana raberê me dan re şikir û spasî bin...

Loma ez dibêjim, bila qet ewr û ezman li hember me yekîtiyan çêkin; germayî-sermayî, çawa dibin bila bibin, ji me re qet e.Lewra ewr û ezman pir pir baranê ser me de bibarînin, ev ji me re dibe quwet; germayî ji me re dibe alîkarî û sermayî jî ji me re dibe rêber. Ji xwe heta niha, her êrîşeke wan, ji me re, ma nebû kaniya hêz û livînê?

Demsal, demsaleke nûh, ji me re rewş, rewşeke xwerû ye... Sal ne sala berê, meh ne meha par û roj jî, ne roja doh e. Bi rehm û kerema Xwedê, sala îsal, ji me re bi gellek mizgîn û bi gellek diyarî hat... Mehên vê salê bi ber rojên van mehan jî, înşellah wê pir bi bereket bin. Bes ku em, xwe bizanibin, bes ku em xwe şaş û jibîr nekin û bes ku li hinda “xwe ji nefs û gunehan parastinê” em li hember van diyariyên pîroz, di hundir şikir û hemdên Rehmanê Dilovan de, dernekevin...

Doh çawa ku em ne xesarê ketxwariyan bûn, eyn wilo jî îro em ne serxweşên serkeftinan in. Me ji xwe re armanc û hedefek nîşan daniye:

fiiyarkirina gel: Pê tamkirina rewşa wî ya niha... Riya xelasiyê ji nezaniyê û ya paqijiyê ji wesfên xirab raberî wan kirin û bi gel danfamkirin pêwîstiyên wî yên vê qernê...

Parastina nifş: Lê xwedîderketin, mezinkirin bi wesfên wî yên dîrokî xemilandin û xwedî îstîqametkirin...

Hemû pev re vejîneke nûh... Hemû pev re vegera ser eslê xwe... Bi giş ve vegera ser wezîfeya xwe...

Gelo çi ye vejîna nûh? Çi ye vegera ser esl û weziyeta xwe?

Vejîn... Bi deng û hilma Wî (s.)  hilmgirtin... Vejîn û nolên xwe bi boyaxa Wî (c.) boyaxkirin... Vejîn, avêtina kinc û cilên xwe ên gemarî, bi şal û şapikên Seydvanê Dilşêran ve xemilandin.... Vejîn, livîn û xebata bi zanîna wezîfeya xwe ya dîrokî... Vejîn, nav û nolên Fettah bi zimanê xwe yî delal û zelal îlankirin...

Vejîn, lêbelê vejîneke weka Mus’ab, weka Umer. Vejîn, mîna fiêrguh. Vejîn, lêbelê vejîneke nola baştirê demê...

Veger. Vegera xwerû, vegera ser eslê xwe, vegera ser evîn û şewqê, vegera ser jiyana bi ol xemilandî û bi hêla yên li jor ve ecibandî. Vegera ser têkoşînê. Lê ewil têkoşîn bi nefsê û bi hevalên wê re, vegera ser şexsiyeta dîrokî.

Veger, ji kirêtiyan, veger, ji korîtiyan... Veger ji bêwefayiyan, ji bêplaniyan.... Veger ji demkuştinan, veger ji qisûr û gunehan, hemû pev re vegereke ji jiyana dûrî jiyana Qasidê Xwedê û jiyaneke Xweda jênerazî...

Wezîfe, şûndemayina gel, bi gel famkirin e. Wezîfe geşkirina vejîna wan.

Pêwîst li nifşa xwedîderketin... Pêwîst, bi kêfxweşiyên nifş ve kêfxweşbûyîn û bi xemên wan xemgînbûyîn... Pêwîst, destê xelasiyê dirêjî nesilkrin... Pêwîst, di vê rêyê de meşîn û tew nevegerîn...

Wezîfe, ger lazim be, xwe li pêl û behrên derdan qelibandin... Wezîfe ger lazim be, di rêya têrbûna nifş de xwe tî û birçîhiştin... Wezîfe herdem cangorîtî lê ne westandin... Tov reşandin û parastin, domandin û pesnekirin...

Pêwîst, bi destê nesilgirtin û terx nekirin... Pêwîst, gelê ku di nav êgir de ye xelaskirin... Pêwîst, nesla ku dike têkeve nav êgir starkirin... Ger lazim e, xwe wek memûrê agirtefan teva pêtî û gurikankirin...

Belê... Bila bê zanîn ku wezîfe ji her tiştî pîroztir û bilindtir e û bila bê zanîn ku nefs jî ji her tiştî bêqîmet û ji her tiştî xirabtir e...

Qedirnezan qîmeta mêran nizanibin jî, dîrok wan jibîr nakin. Yên jor û yên paşerojê di aso de ji wan re çepikan lêdixin.

Rebê min, wana ji hemû nerindiyan biparêze.