ALİ KARADENİZ
Derbarê Romanê de
Di wêjeya kurdî de, roman celebekî nuh e.
Hew ne di a kurdî de, her wisan, di edebiyata erebî, farisî û tirkî de jî ev cûrê
edebiyatê ne xwediyê dîrokek kevn e. Ev cumle, gerek wek mazeretek wêjeya kurdî
neyê dîtin, amanca min ew e ku ji bo medeniyeta rojhilat roman celebekî nuh e.
Edebiyata tirkî, romana xwe yî peşî di sala 1872an de derxistiye. Romana peşî
a bi kurdî fiivanê Kurd (Ereb
fiemo, 1930) nêzikî heftê sal berya nuha hatiye nivîsîn. Yanê temenê
romana wêjeya kurdî hê ne biqasî temenê neslekî ye jî. Ji ber vê, meriv dikare
bibêje di edebiyata kurdî de roman ji nuh jî nuhtir e. A rast, roman di
edebiyatê cîhanê giştikî de cûrekî nuh e. Romana Don Quijote, a ku Cerwantes di sedsala17an (1605) de nivîsiye, romana
pêşî tê qebûlkirin. Li gor vê yekê, temenê romanê çarsid sal e. Çendî ev
jimar pirr xwanê bike jî, li cem dîroka mizîk û helbestê gellekî nuh e.
Çima roman wisan dereng maye? Gelo meriv
dikare behsa derengmayinê bike. Lewra jiyan pêl bi pêl pêşde dikeve. Di
her pêlikê de mirov digihêjin imkanên nuh û bi wan îmkanan kar û xebatên nuh pêk
tînin. Yan jî, hinek kar hene, ne bi xwestina meriv çêdibin; ku dema wan tê, ew
jixweber çêdibin. Çaxa ku cara pêşî ev celeb edebiyat hate ceribandin û
romana pêşî hate nivîsandin, ewrûpa ji halekî gihaştibû halekî din.
fiorişa Sinaiyê pêk hatibû, keşfên erdnîgarî, pêşdeçûnê
teknîkî gihaştibûn qonaxên nuh. Bajarvanî, febrîqe, û kargehên cûr be cûr
derketibûn meydanê. Qonaxên pir dûr ketibûn nava mirovan û jiyana koçberî û
gundîtiyê. Bi van pêşdeçûnan re û bi tesîra demê re, jiyanê dest bi
ceribandina rêyên nuh dikir. Huner jî wek karekî mirovahiyê ciyê xwe di nav rewşa
nuh de digirt. Pêşî mizîk, destan, helbest, çîrok û dawî xelqeyek din li
zincîra edebiyatê zêde bû; ev xelqe, roman bû. Romana pêşî Don Quijote, di eynî wextê de, çîroka
jiyana kevn û nuh e jî. fiovalyeyê belengaz, bi dilekî saf û bi merwet
danûstandinê dike, alîkarê belengazan û dijberê zordaran e, mîna edata berê. Lê
dem û dewran hatiye guhertin, li hember dilsoziya berê, dest bi hilekarî û
konetiya heyata bajarvaniyê bûye. Romanên Stendhal, ên Balzac, li ser rewşa
gel a ku nuh derbasî nav dibin, hatine nivîsandin. Li ewrûpa roman xwediyê serpêhatiyek
wanî ye, li ser zemînekî bi vî rengî zîl daye û mezin bûye. Berya ku komel
bigihêjê qonaxek wanî, ev celebê edebiyatê jî derneketibû. Ji ber vê, dîroka
romanê nuh e.
Rojhilat, wek gelek unsûrên çanda ewrûpa
yên din, roman jî ji ber girt. Bêguman, roman di çarçova xwe de derfetek/îmkanek
baş bû. Bi zimanekî vekirî û hêsan, bi zimanekî ku mirov di nav xwe de pê dipeyivîn dihate nivîsandin. Ji xwe kelîma
'romance' jî bi vê wateyê yê; zimanê ku xelk pê bi hev re dipeyivîn, zimanê ku
belaxetê dûr, zimanê ku di şiîrê û stranan de nayê bikaranîn. Lêhema,
romana rojhilat divê yekê de zêde serkeftî nebû. Wek nimûne, di romanan de tesîra
çîrokan pirr eşkere xuya dibû. Ev nûcelebê edebiyatê, xwe ji çîrokê
vediqetîne. Herçendî dirbê çîrokê pê keve jî, roman, bi mijara xwe, bi rêbaza xwe,
bi berfirehiya xwe û bi gellek hêlên xwe yên din ve ji çîrokê vediqete. Ev bi
yekcarî awayekî nuh e. Tiştê ku di çîrokan de, di helbestan de hilnedihat,
yan bi mizîkê raber nedibû, bi vî nûcelebî dihat nivîsandin. Awayê romanê eşkere
bû, lê nivîskar tê de bi serkeftî nedibûn. Rojhilat di helbestê de, di destanan
de, di mizîkê de xwediyê hunerekî bi nav û deng bû, lê di vî nûcelebî de
nedigihaştin meqseda xwe. Ev tiştên ku ez dibêjim, bi taybetî ji bo
romanên wêjeya tirkî ên pêşî ne. Lêhema piştî demekê, hêdî hêdî wêjevanan
berhemên berbiçav nivîsandin. Hafiz, Melayê Cizîrî, Mewlana, Fuzûlî û hê gelek şa'ir,
wêjewan li asîmanê wêjeya rojhilat diçurûsandin, lê ev asîman, asîmanê helbestê
bû. Edebiyata Diwanî ya Osmanî seran ser yek celeb bû, ew jî şiîr bû. Her çendî
hinek menzûmeyên mîna Leyla û Mecnûn, Ferhat û fiêrîn, Mem û Zîn,
fiêxê Sen'an hebûn jî, ji ber ku dîsa vana di qalibê şê'rê de hatibûn
nivîsandin roman nedihatin hesibandin.
Di nav edebiyata rojhilat de, cîhê
edebiyata kurdî hê biçûktir e. Loma gava qala romana rojhilat bê kirin,
edebiyata kurdî nayê bîra meriv jî. Li gor xwe, wêjeya devkî û mizîka wê pêşdeketiye,
ya jî qederek cîh digre, lê ji ber nebûna torevaniya nivîsê, di nav edebiyatan
de ciyê vê hebûnê jî qet xuya nedibû. Ji ber vê, gotina li ser tiştekî
tune zehmet e. Nemaze, ji nav wêjeyê ku meriv qala romanê bike, ev zorî mestir
dibe. Lewra roman hunerekî wisan e ku ew bi xwe ne kaniya xwe ye. Ew hunerekî
wanî ye ku ji hawîrdora xwe dizê, bi kurtahî meriv dikare bibêje roman mozaîka
huneran e. Destan mizîk, helbest, çîrok, wêne,
dîrok û wekî van ilmanana/zanistana bingehên romanê ne. Heger di komelekê
de ev hunerana bi awayekî bi rêk û pêk neyên cîh, derketina romanê jî zor e. Bêguman,
hunerê romanê tercîhek e, ku meriv nexwaze meriv dikare bi vî celebî berheman
nede. Yanî, bi çav min, meriv nikare bibêje, roman gaveke pêşdeketina wêjeyê
ye. Erê celebekî nuh e, lê ne merhalak e. Lêbelê ku meriv bixwaze bi vî celebî
beheman bide, wê demê divê şert werin cîh. Ku ev şertana kêm bin,
roman nayê nivîsandin? Elbettê tê nivîsandin, belê ewê çiqasî serkeftî bin, ew
bi guman e. Meselen em li romana fiivanê
Kurd binerin, Ereb fiemo di
nav sefalet û belengaztiyek mezin de ev roman nivîsiye. Elbettê hêjayî pesindanê
ye, belê gelek unsûrên romanê tê de kêm in. Bi baweriya min eva ne kêmaniya wî
ye, dibe a dora wî be. Lewra tiştê ku xeyala wî dûr û kûr bibe, mezin bike
kêm bûn. Tê gotin, gelek romannivîs, li wêneyan dinerîn û teswîrat çêdikirin.
Yanî bi nivîsê sûret çêdikirin. Lê meselen, Ereb fiemo ji vê yekê mehrûm
bû. Ji ber vê jî, tiştê ku hatiye nivîsin, meriv dikare bibêje jiyannîgarî,
yan jî çîroka jiyana wî ye. Ev xebata, ji ber ku a yekemîn e, hebûna wê bi xwe
hêjayiyek e. Ma ne ew e ku li ser vê meselê rêya nivîsandin û peyvê li ber
vedike? Belê piştî vê romanê bi heftê salî, gava em li rewşa wêjeya
kurdî dinerin, em dibînin ku zêde nehatiye guhertin. Romanê me yên nuha hêviyek
nuh didin meriv. Belkî ji bo wêjeya kurdî pêvajo berepaş çêbibe. Ji dêvla
roman ji dewletî û xubariya komelê bizê, belkî roman komelek bi vî rengî bîne
meydanê. Gava em romanê me yên nuha dixwînin, kêmasiyên ku me li jor nivîsîne,
di wan de jî xuya dibin. Mehmed Uzun çend nimûne li ber xwe dîtine? Ewê ji çend
romanên bi kurdî hatine nivîsîn îstîfade bikira? Erê, romannivîsê welatên din jî
gava ev roman ji ber girtin nimûne li ber wan tunebû, lê şertên civatan
wan bi pirranî pêk hatibûn. Loma, gava romanên me yên îro bêne nirxandin, divê
ev rastî neyê jibîrkirin. Lê tiştê meriv hêvîdar dike, ev roman bi xwe li
pey tijekirina van valahiyan e ku ji romanên bi serketî re asteng in. Lewra
romannivîsê me yên nuha romanê nas dikin; zimanê wê, mijara wê, beriya wê nas
dikin. Meselen, ku yek li ser bişixule, ji çîroka Zembîlfiroş,
romanek mîna Madam Bowary dikare
derxe. Stranên kurdî gellek ji wan kaniyê romanan e. Stranên ku li ser şer
û pevçûnên malbatan û li ser serhildanan hatine gotin, tev dibin malzeme ji
romanan re. Ma mijara romana Tolstoi a meşhûr Ceng û Aştî çi ye? Cenga Rûsan û Frensiya ye. Belê nivîskar
gotina cengê bi tenê nake, ev gelên ku şer dikin, di dema aştiyê de,
di çi rewşê de nin; lîskên wan, xwarinên wan, malên wan, famêlên wan,
bajarên wan, bazirganiya wan, dawetên wan, evînên wan, zarokên wan, çandina wan
çawa nin, vana jî dibêje. Bêguman, roman ji bo nasandina van tiştan nayê
nivîsandin, lê ji ber ku ev hene roman tête nivîsandin. Lêbelê bi çavê romannivîs
tên nivîsandin. Çunkî li vir roman ji bûyernivîsekî vediqete, nerîna xwe dixwe
nav meselê.
Bi rastî gelê ku dîroka xwe nenivîsandibe,
ewê romanan jî zor binivîse. Lê romannivîsê xwedîxîret li gor para xwe, dibe ku
vê qederê biguherînin.